Girtî Îhsan Bulut ji 30’ê nîsanê ve dest bi rojiya mirinê kir. Bavê Bulut, Ahme Bulut anî ziman ku rew rêz ji vîna zarokên xwe re digirin. Bulut bêdengiya civakê û ya serokomar û wezîrê dadê rexne kir. Bulut bang kir ku beriya ku mirin pêk bên, daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, rengê çalakiya xwe diguherînin û bi tevlêbûna 15 hevalên wan dê dest bi rojiya mirinê bikin. Piştî daxuyaniyê jî 15 girtî di 30’ê nîsanê de ketin rojiya mirinê. Ji van girtiyan yek jî Îhsan Bulut e. Bulut di 23’yê sibatê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû û di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.
Îhsan Bulut dema xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çukurovayê, bi hinceta ku tev li protestoya Komkujiya Roboskê bûye hate girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê belê di adara 2015’an de cezayê Bulut hat xerakirin û Bulut hat berdan. Vêcarê jî li Bulut 7 sal ceza hat birîn. Bulut, di 21’ê mijdara sala 2015’an de tev li şîna hevalê xwe Seyîthan Dede ku bi guleya polîsan hatibû kuştin a li Gever a Colemêrgê bû. Lê polîsan êrîşî Bulut jî kir û ji her du lingên wî birîndar kir. Bulut 4 mehan li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Wanê hat dermankirin. Piştre jî cezayê wî hat erêkirin û hate girtin.
Ji ber rewşa aborî nikare biçe hevdîtinê
Der barê mijarê de bavê Bulut, Ahmet Bulut ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Hamdullah Kesen re axivî û anî ziman ku herî dawî di kanûna sala 2018’an de kurê xwe dîtiye. Bulut diyar kir ku rewşa wan a aborî nebaş e û bi vê sedemê nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Bulut wiha domand: “Pir dûr e jî û nikarim biçim. Xizmên me yên li wir diçin hevdîtinê. Kurê min kete rojiya mirinê. Ew vîna wan e. Rêza min ji bo wê heye.”
Bêdengiya civakê rexne kir
Di dawiyê de jî bav Ahmet Bulut ev tişt destnîşan kir: “Ez bêdengiya civakê rexne dikim. Em dixwazin ku beriya mirin çê bibin, daxwazên wan bên qebûlkirin. Ez bang li serokomar û wezîrê dadê dikim ku daxwazên girtiyan qebûl bikin. Bila bi qasî Venezuela û Filistînê be jî me bibînin. Ez bang li demokrasîparêz û mirovahîparêzan dikim; mafên me jî hene. Bila kesên doza mafên xwe dikin nemirin. Bila kes bêdeng nemîne û tu kes nemire.” EDENE