5 zarokên Ahmet Ertunç girtî ne û li girtîgehên Amed, Tekîrdag û Wanê dimînin. Malbat xizane û nikare biçe serdana hemû zarokên xwe. Bav Ertunç dibêje ku dewletê her zarokekî wî şandiye girtîgeheke cuda û bi vê jî malbatê ceza dike. Bav Ertunç wiha got: “Zarokên min mirovên bi rûmet in û ez bi wan serbilind im.”
Welatiyê bi navê Ahmet Ertûnç ji Colemêrgê ye û 5 zarokên wî di girtîgehê de ne. Ji zarokên wî Firat di Girtîgeha Tîpa T ya Amedê de, Mûrat û Recep di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de û kurên wî Alî û Ferhat jî di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de tên girtin. Bav Ertûnç têkildarî mijarê ji MA’yê bi Hamza Gunduz re axivî û da zanîn ku bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ li kurê wî Ferhat ku kurê wî yê herî mezin e 16 sal, bi heman tawanbariyê li kurê wî Mûrat 25 sal, li Alî 14 sal û li Ferhat 12 sal û ji du dosyayên cuda yên bi îdiaya ‘Alîkariya rêxistinê kiriye’ jî li kurê wî yê bi navê Recep 14 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Li zarokên wî bi giştî 81 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Bav Ertûnç diyar kir ku nikare biçe serdana hemû zarokan xwe û wiha domand: “Zarokên min tenê ji ber ku mirovên xwedî rûmet bûn hatin girtin. Bi zanebûn bi salan e ceza lê tê birîn. Hê cezayê dosyayekê neqediyayî ji dosyayeke din ceza lê tê birîn. Tev li tu bûyeran nebûne lê dîsa jî bi salan e tên girtin. Zarokên min di girtîgehên cuda de ne. Em jî bi vê pêkanînên tên cezakirin. Em ê biçin serdana kê û neçin ya kê? Mûrat û Recep biraziyên xwe hêj qet nedîtine. Xwestin ez wan jî bi xwe re bînim. Le ji ber ku rê dûr bû min nekarî.”
‘Tevî zehmetiyan jî em serbilind in’
Herî dawî jî bav Ertûnç ev tişt anî ziman: “Ez bi mûçeyê xwe yê teqawidbûyî hem debara xwe dikim hem jî ya zarokên xwe. Gava ez ji mûçeyê xwe heqê kirê derdixim di dest min de 950 lîre dimînin. Ji sê pişkan yekî jê ji wan re dişînim. Min ev pê çêdibe. Dema hewcehiyeke wan a lezgîn çêdibe, neçar dimînim ku para yên malê ji wan re bişînim. Em gelek zehmetiyan dikişînin lê em serbilind in. Zarokên min tiştekî xelet nekirine. Em heta dawiyê li pişta wan in.” COLEMÊRG