Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Bavê Oktay Er: Wesayîta zirxî kurê min 28 metre bi erdê re kaş kiriye

Bavê Oktay Er ê ku wesayîta zirxî ya leşkeran lê qelibî û jiyana xwe ji dest da Cebraîl Er diyar kir ku ji ber wesayît lez çûye li kurê wî qelibiye, 28 metre bi erdê re kaş kiriye û xwest berpirsiyar werin cezakirin

Li gundê Goktepe ya girêdayî navçeya Mazgêrdê ya Dersimê di 22’ê îlonê de wesayîta zirxî ye leşkeriyê li ciwanê kurd ê bi navê Oktay Er ê 22 salî xist û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Er piştî otopsiyê li gundê Çîmenlî hat veşartin.

Bavê Er, Cebraîl Er ji ajansa Mezopotamyayê re axivî. Cebraîl Er da zanîn ku êvara 22’ê îlonê saet derdora 20.00’an de agahî jê re hatiye ku kurê wî qezaya trafîkê derbas kiriye û piştre ew çûye cihê bûyerê û ew bi cenazeyê kurê xwe re hevrû maye. Er anî ziman ku cenazeyê kurê wî nêzî 2 saetan li benda hatina dozger sekinandin û wiha got: “Dozger lêkolînê pêk anî. Piştre cenaze şand Mazgêrdê. Li wir ji me re gotin wesayîta cenaze ‘nîne’ û wesayît nedan me. Piştre rayedar ketin dewrê û ambulans dan me. Me cenaze ji bo otopsiyê rakir Meletiyê. Li vî bajarê ewqas qerase li Meletiyê heta serê sibê em li benda ambulansê sekinîn.”

‘Cihê qezayê fireh e’

Er destnîşan kir ku kurê wî wê rojê çûbû alîkariya karê hevalên xwe û wih dewam kir: “Piştre jî ew hevalê xwe dibin xwarinê. Piştî kurê min derdikeve dixwaze biçe hevalek xwe bibîne. Ji hevalê li gel xwe re dibêje, ‘tu bisekine, lokonta li hembere ez ê biçim hevalê xwe bibînim û werim.’ Dema dixwaze derbasî hember bibe wesayîta leşkerî lê diqelibe. Rê fireh e 4 şerîd in. Çawa kurê min ferq nekirin. Wesayîta lê qelibiye bi teknolojiya dawî hatiye çêkirin, di hundirê wê de kamera heye, lembeyê wê ronî ne û mesafeya pêşiya xwe dibîne. Li gel wisa ye jî lê qelibiye.”

‘Ew nikarin min bixapînin’

Er da zanîn ku ew bi xwe jî ajokarê TIR’ê ye û wiha got: “Dema ez bixwazim ez dikarim wê wesayîtê li her deverî bidim sekinandin. Nesekinandina wesayîtê pir ecêb e. Çawa li ser rêya 4 şerîdî diçe li kurik dixe. Min bi qasî temenê wan ajokarî kiriye. Ew min dixapînin? Bila niha li Dêrsimê wesayîtên zirxî kontrol bikin. Xiza nav bajêr 30 ye û xiza li ser rêyên wek otobanê jî herî zêde 60 e.”

‘28 metre hatiye kaşkirin’

Er diyar kir ku li navenda Dêrsimê wesayîtên zirxî bi xiza herî zêde tên ajotin û wiha got: “Bi xiza 80-90 kîlometre li kurê min dan û kuştin. Xişîman anîne û kirine ajokar. Li van deran canên zarokên me distînin. Hemû laşên kurê min şikestibûn. Tenê bi lêdanê re sînor nameye. Nêzî 28 metreyan jî di bin wesayîtê de hatiye kaşkirin. Yanî divê wesayîtek wisa demildest were sekinandin. Wê di rapora otopsiyê de her tişt derkeve holê. Ez dixwazim kujerên kurê min werin cezakirin. Ez dibêjim sedemê kuştina kurê min dewlet e. Ez ê pêşiya vê bûyerê bernedim.”

‘Min gilî kir’

Er diyar kir ku ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin lê derbarê wî de agahiyên wan zelal nîn in û wiha got: “Îfadeyên hevalê kurê min ê li gel wî jî hatin girtin. Min giliyê bûyerê kir. Ez ê di rojên pêş de parêzer bigirim û ez ê bi vê dozê re bi taybet eleqedar bibim.” DÊRSIM

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar