Li parêzgeha Diyale bavekî 4 kurên xwe yên di xew de gulebaran kir û sê jê kuşt û yek jî birîndar kir
Li gundê Selam a ser bi bajarokê Xan Benî Seed a parêzgeha Diyale di saet 01.30’ê şeva borî de, bavekî 3 kurên xwe kuşt û yek jî birîdar kir
Serokê Lijneya Ewlehiya Parêzgeha Diyale Seîd Sadiq Hisênî têkildarî bûyerê ev agahî dan Rojnews’ê û wiha got: “Bavekî 3 zarokên xwe di xew de bi çeka keleşkofê kuşt û yek jî birîndar kir. Piştî bûyerê xwe radestî polîsan Xan Benî Seed kir. Bûyer mezine û ji bo lêkolînê me lijneyek ava kiriye. Lê heta niha li ser sedema bûyerê ti agahî nehatine belavkirin.”
Navê bav Farûq Elezawî ye û karmendê polîsên federalî ye. Navê kurên wî jî Mihemed, Hisên û Elî ye. Temenê wan di navbera 14 û 20 salî ye. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Giştî ya Diyale. HEWLÊR