Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Bawerî û bîrdozî li pêşiya yekitiya neteweyî astengî nînin’

Serokê giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç diyar kir ku divê gelê kurd ji bîr û hêza xwe bi bawer be û bi têkoşîna xwe xwedî li destkeftiyên xwe derbikeve. Kamaç got ku bawerî û bîrdoziyên cuda li pêşiya yekitiya neteweyî astengî nînin

Di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de, dê di 18-19’ê çileyê de li Amedê komxebatek bê lidarxistin. Têkildarî mijarê serokê giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Cemîl Ugur re axivî.

Mehmet Kamaç anî ziman ku tişta sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe û bi hêza xwe bi bawer be û wiha got: “Divê gelê me têbikoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve. Niha em mînaka vê li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Rojava dibînin. Gelê kurd, bi destkeftiyên xwe yên li Rojava careke din esas hatiye girtin. Ji ber vê ye ku di konjuktura Rojhilata Navîn de, îro hêzên navdewletî destekê didin gelê kurd. Em vê yekê li Başûr jî dibînin.”

‘Divê gelê kurd bi hêza xwe bawer be’

Di berdewamê de jî Kamaç diyar kir ku vekişîna hêzên navdewletî ya ji herêmê jî girîng e û wiha dom kir: “Belê desteka hêzên navdewletî girîng e. Lê belê tişta esas û sereke ew e ku gelê kurd bi bîra xwe, bi hêza xwe bawer be û bitêkoşe û xwedî li destekeftiyên xwe derkeve. Ji bo vê jî tişta girîng pêkanîna siyaseteke stratejîk e.”

‘Cudahiyan biparêzin û li dora nirxên neteweyî bicivin’

Bi domdarî jî Kamaç bal kişand ser girîngiya hesta yekitiyê û wiha derbirî: “Di rewşa heyî de tişta herî girîng yekitî ye. Dibe ku li Kurdistanê bawerî, bîrdozî û rêxistinên cuda hebin lê ev li pêşiya yekitiyê nabin astengî. Divê em hem cudahiyên xwe biparêzin û hem jî li dor nasnameya neteweyî û nirxên neteweyî bên cem hev.”

Komxebata yekitiyê

Herî dawî jî Kamaç bal kişand ser komxebata ku dê li Amedê bê lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Dê di komxebatê de jî pirsa ‘Divê yekitiya neteweyî çawa û di kîjan çarçoveyê de pêk bê’ bê bersivandin. Armanca vê komxebatê ew e ku yekitiya neteweyî bi her awayî bê dewlemendkirin. Ev mesele ji bo gelê kurd meseleyeke pir girîng e. Di êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn û Rojava de dilê her çar perçeyên Kurdistanê şewitî. Dema em li vê rewşê dinihêrin, dibînin ku gel yek e. Divê gelê me vê yekitiyê li partiyan jî ferz bike. Divê gel û partî bi hev re tevbigerin û yekitiya xwe nîşanî cîhanê bidin. Xebatên yekitiyê ji xebatên hemû partiyan girîngtir in. Hewcehiya me ne bi desteka hêzên derve, bi hêza me heye.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar