PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Baweriya bi xwe

Tevgera azadiya gelê kurd, ev 40 sal in têkoşîna azadiya gelê kurd û demokrasiya gelan dike. Di vî çil salî de, rêgeza herî esasî, hêza cewherî bû. Bawerî bi hêza xwe û bi hêza gel anî. Li ser esasê berjewendiyên gel û civakan, bi xwedî rêgez û prensîp, bi hemû hêzan re têkilî danî, dîplomasî li pêş xist. Lê pişta xwe neda hêzan û bi tu hêzî ve nehat girêdan. Ji ber vê yekê jî di meşandina polîtîkaya rojane de bê minet bû. Di dojeha Rojhilata Navîn de, bi vî rengî mayîna li ser pêyan û tavîznedayîn, bi serê xwe serkeftin û pîroziyek e.

Şerê li Sûriyeyê û şerê Rojhilata Navîn ev nêzî heşt sal e berdewam dike. Hemû hêzên herêmî û navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe di nav vî şerî de ne. Di vî şerî de dost û dijminatiya dem dirêj nîne. Tifaqa hêzan, qet nîne. Ji bo hêzan berjewendî esas in. Berjewendiyên rojane bi kîjan hêzî bi ser bikeve ew esas tê girtin. Têkoşîna azadiya gelê kurd, bi vê rastî û baweriyê, bi hemû hêzan re têkilî danîn. Yek ji van hêzan jî DYA ye.

DYA hêza hegemonîk a cîhan û xwediyê pergala modernîteya kapîtalîst e. Di Rojhilata Navîn de jî hêza herî xurt e. Li ser esasê berjewendiyên gelê kurd û gelan li bakurê Sûriyeyê hêzên azadiya gelê kurd, bi DYA’yê re têkilî bi pêş xistin. Ev ne tifaqek bû, têkiliyên rojane bûn. DYA’yê jî li gorî berjewendiyên xwe van têkiliyan bi pêş xist. Ger ev têkilî bi pêş nexista tu bandora wî li Sûriyeyê nedima. Ev têkilî nayê wateya ku hemû tişt, hemû polîtîka bi DYA’yê re tê bipêşxistin. Nayê vê wateyê ku mirov ji sedî sed bi DYA’yê ve girêdayî be. Nêrîn, sekin û hêviyên bi vî rengî şaş û çewt in.

Di rojên dawî de têkiliyên DYA û dewleta tirk bi awayekî veşarî bi pêş dikevin. Keşe Brunson hat berdan, di danekirinên li ser Îranê de Tirkiye bêrî hat girtin û hîn çûn û hatinên CIA’yê li Tirkiyeyê çêbûn. Piştre jî Tirkiye gef li Rojava xwar û êrîşan zêde kir. Bi van pêşveçûnan ve girêdayî DYA’yê, ji bo sê pêşengên PKK Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan werin girtin xelata peran diyar kir. Berê jî dîsa derheqê pêşengên PKK’ê de bi awayekî pêkenok biryara desteserkirina pereyên wan ên di bankayan de dabû. Dewletek ewqas mezin çima biryarên ewqas çewt werdigire? Ew jî zane ku tu hesabên pera di banqên wan de nîne.

Ev nêzîkatî û biryarên DYA’yê, her çiqas wek kenok û taktîkên rojane xuya bikin jî, di bin van biryaran de hesabên gemar, stratejiyên kûr û dirêj hene. DYA mayîna xwe ya Suriyeyê bi hebûna DAIŞ û Îranê ve girê dide. Lê plan-projeyên li ser kurdan û bakurê Sûriyeyê veşarî dimeşîne.

Dixwaze Tirkiye wek tehdîdek nîşan bide û bakurê Sûriyeyê heta dawiyê bi xwe ve girê bide. Li gorî xwe tevgerên siyasî ava bike û dewlemendiya ser erd û binerdan, bixe bin xizmeta xwe. Ji ber vê jî dixwaze gelê kurd ji nirxên xwe yên esasî û ji ruhên şoreşa gel dûr bixe. Ji ber vê yekê jî ji pêşengên PKK’ê re lêgerînê derdixe û xelat datîne.

Tevgera azadiya gelê kurd ne bi alîkariya DYA, Rûsya û hêzên din hatiye vê astê. Dev ji alîkariya wan berde her tim dijminatî kirine. Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navdewletî mînakek e. Ji ber van sedeman li ser esasê berjewendiyên gelê kurd û hêzên demokratîk bi hemû hêzan re mirov dikare têkilî deyne, hevdîtin çêbike û polîtîka bimeşîne. Lê baweriya me bi me ye.

Tevgera azadiya gelê kurd bi hêza xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi berxwedan û fedekariya gel aniye vê astê. Ancax bi vî awayî hesabên şaş, planên gemar û stratejiyên kûr û dûr vala werin derxistin.

Nûçeyên Têkildar