Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Bayê demokrasîyê wê bi Partiya Çepên Kesk li Tekirdagê bê

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Kenan Yildiz, bal kişand ser mitînga ku dê li Tekirdagê bê lidarxistin û got: "Bayek tê. Ev bayê ku bi bandora daxwazên rewa yên gel ên ji bo demokrasî û azadiyê tê, bi heman awayî li Trakyayê jî tê."

Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li gelek bajaran bi mîtîngan xwe digihîne hilbijêran. Di vê çarçoveyê de dê di 7’ê gulanê de saet di 17.00’an de li Qada Çorlû Heykelî ya li Tekirdagê mitîng bê lidarxistin. Dê hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û namzetên parlementeriyê yên Tekirdagê beşdarî mitîngê bibin.

Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Kenan Yildiz, ji bo beşdariya li mitîngê bang kir: “Ji bo ku em desthilatê bavêjin ser sergoyê dîrokê, em ê dengekî bihêz derxin.”

Yildiz diyar kir ku atmosfera li Kurdistanê li gelek bajarên Tirkiyeyê jî belav bûye û got: “Bayek tê. Ev bayê ku bi bandora daxwazên rewa yên gel ên ji bo demokrasî û azadiyê tê, bi heman awayî li Trakyayê jî tê.”

Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê

Yildiz ji bo mîtînga ku dê di 7’ê gulanê de bê lidarxistin wiha bang kir: “Werin em bi hev re jinûve dest pê bikim û bila Tekirdag bibe mînak. Bila cihêrengiya me bibe mînaka jiyana demokratîk û bi hev re. Em ê di 7’ê gulanê de li navenda Trakyayê, li Qada Ataturkê mîtîngeke mezin li dar bixin. Armanca me em mîtîngeke herî kêm bi beşdariya 20-30 hezarî li dar bixin. Me di sala 2015’an de bi beşdariya zêdetirî 15 hezar kesî mîtîngek li dar xist. Lê êdî em dizanin ku ev ji bo Tekirdagê ne bes e. Vê carê em ê bi 30 hezar kes li gel hev bin. Em ê li vir peyamekê bidin. Em ê ji rejîma yekzilamî re bibêjin ‘bisekin’ û ji bo ku em wê bavêjin ser sergoyê dîrokê, em ê dengekî bihêz derxin. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar