Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...
Salı - 24 Aralık 2024

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...

Bayê guhertinê Tirkiyeyê dixe nava xwe!

Guhertinên li Sûriyeyê bandorê li hemû herêma Rojhilata Navîn dike û bayê wê heta Tirkiye û Îranê jî wê here. Dewleta Tirk a ku bi hemû tevgera xwe destpêkê xwest rêjîma li Şamê bixîne, lê neket û xwe avêt bextê Rûsya û Îranê piştî 10 salan ji aloziyê, bi Beşar El- Esed re rûnê û peywendiyên xwe bi rêjîma Baasê re ji nû ve ava bike. Lê heta roja ku Esed reviya Rûsyayê jî qebûl nekir ku bi Erdogan re rûnê. Erdogan rica jî dikir tenê Esed bibîne, lê nebû. Piştî hêzên navdewletî û bi taybet Amerîka û Brîtaniya biryar dan ku rêjîma li Şamê biguherînin û ew radestî HTŞ’ê (Cubhet El-Nûsra) kirin. Vê carê Erdogan û dewleta Tirk ketin tevgerê û xwestin bibêjin ku wan rejîmê xist û bi lez Hakan Fîdan wezîrê karê derve û Ibrahîm Kalan serokê MÎT’ê berê xwe dan Şamê da ku ji xwe re cihekî çêbikin. Lê Amerîka peyam da dewleta Tirk û civîna ji bo pêşeroja Sûriyeyê li bajarê Eqeba yê Urdinê li dar xist û xwest ji dewleta Tirk re bibêje bawerî bi te nabe.

Li aliyê din, ji destpêka aloziya li Sûriyeyê ve aşkere ye ku peywendiyên dewleta Tirk û komên Cubhet El-Nusra HTŞ ya niha, DAIŞ û komên ku navê artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê li wan hatiye kirin heye. Dewleta Tirk hewl da ku destpêkê bi riya HTŞ’ê dest dayne ser herêmên ne di destê hêzên hikûmeta Şamê de ne û ev kom li dijî Kurdan xistin tevgerê ku destpêka wê di sala 2012’an li Serêkaniyê bû û bi bin ket. Paşê, van koman hemû bi destek û zexta dewleta Tirk êrîşî gundewarên rojhilat û rojava yên Kobanê kirin.

Piştî bi serneketina Cubhet El-Nusra di pêkanîna armancên dewleta Tirk a jinav birina Kurdan, vê carê dewleta Tirk ev erk da DAIŞ’ê û hebûna wê wek hebûna xwe dît. Lewma dewleta Tirk dema dît DAIŞ tune dibe, kete tevgerê û bajarên Cereblus û Babê dagir kir da ku çeteyên mayî ji operasyonên HSD’ê biparêze.

Dema em bala xwe didin vê rewşê, xerîb nayê dîtin ku dewleta Tirk ji Ahmad El-Şerie ku niha li Şamê serwere bixwaze û heta zextê bike da koalisyonekê li dijî Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê şerê li dijî PKK’ê ava bike û êrîş bike. Lê gelo wê dewletên rojavayî vê koalisyona ku dewleta Tirk ne tenê ji bo dagirkirina hemû axa Sûriyeyê, lê belê ji bo avakirina baregehan û komên çete jî armanc dike, qebûl bikin? Van baregeh û komên çete ku dewelta Tirk dixwaze pê êrişî Şengal, Kerkuk û Mûsilê ango hemû axa Iraqê jî bike, wê ava bike. Iraq ketiye ferqa vê tevgera ku dewleta Tirk plan dike û lewma tirsa xwe ya vegera DAIŞ piştî guhertina rejîma li Şamê anî ziman.

Her wiha dewleta Tirk him gefan li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li bajarê Kobanê dixwe û him îdia dike ku ew dixwaze pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re çareser bike û ew qaşo bingehê hevdîtinan di navbera Îmraliyê û DEM Partiyê de ava dikin. Dewleta Tirk bi vê jî dixwaze Kurdan aş bike da ji Bakurê Kurdistanê ve serhildan li hember êrîşên li ser Kobanê çênebe. Ji ber di bîra wan de ye, di dema êrîşên DAIŞ ên bi armanca qirkirinê di sala 2014’an de li ser vî bajarî bi desteka dewleta Tirk çêbûn, çawa gelê Bakur serî rakirin û hemû derfetên xwe ji bo bajarê Kobanê seferber kirin, wê niha jî heman tiştî ji bo Kobanê bike. Dewleta Tirk dizane ku Kobanê ji bo Kurdan hebûn e û ew hazirin ji bo parastinê her berdêlê pêşkeş bikin, lewma dixwaze êrîş bike û Kurdan bişkîne.

Aliyekî êriş dike û li aliyê din li ser zimanê serokê MHP’ê Devlet Bahçelî diaxive û diyar dike ku ew amade ne pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bike. Ev dewleta ku tengav dibe dibêje ew û Kurdan bira ne, dema Kurd bibêjin ha ji wer e stuyê me û me serjêbikin wê qebûl dike. Yanî dema Kurd an qir bikin, dema Kurd bibêjin şûrê xwe bînin û me serjê bikin wê biratiya wan qebûl bikin. Lê Kurd êdî qebûl nakin ku çekên di destê xwe yên xwe pê ji komkujî û serjêkirina DAIŞ parastin, radestî tu aliyan bikin. Ew ê qebûl nekin ku stuyê xwe ji bin şûrên DAIŞ’ê bavêjin bin şûrê dewleta Tirk a qirker.

Êdî dewleta Tirk nava wê ji guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin diqete û ji qudum ketiye ku guhertin bighêjin nav sînorên wê û Kurd li bakur jî serî bi hêz rakin û doza Rêveberiyên Xweser bikin.  Lewma ewqasî zextê li hêzên Koalisyonê ku li Sûriyê destekê didin Kurdan dike da doza Kurdan tenê di Sûriya û Îraqê de sînordar bike. Hefteya derbasbûyî me dît serokê Rûsiya Viladimîr Pûtin jî li ser pirsgirêka Kurd gotî ku ew miletekin û ewqas milyon mirovin rastî zulmê hatin û di nava sînorê 4 dewletan de hatine parçekirin û divê ev pirsgirêk çareser bibe. Ev jî peyamek bû ku Rûsya da dewleta Tirk ku guhertin tên û ew ê Tirkiye jî ne derveyî vê guhertinê be.

Nûçeyên Têkildar