Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: AKP têk biçe dê serdemeke nû dest pê bike

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku heke hevalbendiya AKP-MHP’ê li Stenbolê têk biçe, li Tirkiyê wê pêvajoyeke nû ya siyasî, serdemeke nû dest pê bike; rê li demokratîkbûnê vebe

Hevserokê Konseya  Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got desthilata AKP-MHP’ê li pêş demokratîkbûnê asteng e, heta ku hevalbendiya AKP-MHP’ê têk neçe li Tirkiyeyê ne pêkan e ku rê li demokratîkbûnê were vekirin. Bayik diyar kir ku ji ber vê hiştina ku Rêber Apo bibînin, rewşa siyasî neguherandiye. Bayik bersiv da pirsên nûçegihan a Hollandî Frederîke Geerdînek. Xalên sereke yên hevpeyvîna Bayik ku di Vrij Nederland û Patreon weşiyayî:

Bayik têkilî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re, got ku ne ji bo ku tifaqa AKP-MHP’ê, desthilata AKP’ê, Erdogan bûne xwedî nêzîkatiyeke demokratik ev hevdîtin pêk tên û bal kişande ser greva birçîbûnê, rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî û li hemû zindanan, li tevahî cîhanê berbelav bûyî, çalakiyên Dayikên Çarikspî, çalakiyên fedayî yên li dijî tecrîdê. Bayik bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Van hemû geşedanan zor li AKP’ê kir. Bi hezaran mirov di greva birçîbûnê, bi dehan jê di rojiya mirinê de bûn. Li zindanan bi hezaran mirov gav bi gav ber bi mirinê ve diçûn. Vê rewşa ku bi hezaran mirov gihabûn ber sînorê mirinê zor li desthilata AKP’ê kir. Ev çalakî kete rojeva raya giştî ya cîhanê, ji ber nehiqûqiya tecrîdê û nema karîbû parastina wê were kirin, bêhtir zor li AKP’ê kir ku jixwe li hundir û derve di rewşeke zor de bû. Ji bo vê jî, ji bo ku zextên li ser xwe kêm bike, ev hevdîtin da kirin. Ne ku AKP yan jî Erdogan polîtîkayên xwe guherandin û ev hevdîtin pêk hatin. Ti daneye ku Erdogan polîtîka guherandiye jî tine. Bêguman piştî 8 salan hevdîtin bi Rêber Apo re girîng e. Lê hêza berxwedanê kir ku Erdogan gaveke wiha bi paş ve bavêje. Çûne cem Rêbertî, gotine em ê bihêlin ku hûn hev bibinin. Rêbertî jî gotiye li ser mijara çareseriya demokratik ez ê ramanên xwe bibêjim, ez ê bixwazim ku çalakiyên li zindanan biqedin, bi vî rengî nêzîktêdayin nîşan daye. Tê fêhmkirin ku hevdîtin bi vê çaçroweyê çêbûne. Weke Rêber Apo jî gotî ev ne pêvajoyeke muzakereye ye. Ango ti pêvajoyek li holê tine.”

‘Helwesta AKP-MHP’ê qirkirina kurdan e’

Bayik bi berdewamî got ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didin kirin, ev ne guherîna polîtîkayê ye û bi bi bîr xist ku piştî hevdîtinê Ocalan gotiye, ji vê hevdîtinê ti nermbûnê hêvî nekin, ne bi nêzîkatiyeke wiha şaş bin, bi rengî hişyarî daye û ev tişt anî ziman:  “Helwesta niha ya desthilata AKP-MHP’ê tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, li ser vî rengî qirkirina kurdan e.” Bayik êrîşên dagirker ên dewleta tirk ên li ser Xakurkê, Lolan, Xinêrê bi bîr xist û wiha got: “Navê wê kirine Tevgera Pençe. Hema roja piştî hevdîtina bi Rêbertî re, roja piştî ku greva birçîbûnê qediyayî destpêkirina operasyoneke leşkerî bi rengekî zelal nîşan daye bê ka desthilata AKP’ê bi karekterkî çilo ye. Desthialta AKP’ê bi xeta xwe ya polîtîk re li hev hatî van êrîşan didomîne.”

‘Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de dikare bibe alîkar’

Hevserokê KCK’ê Bayik bal kişande ser hevdîtinên James Jeffry yên bi nûnerên hêzên şoreşa Rojava re, çûn û hatin wî ya li Tirkiyê ku got ku ev di çamepeniyê de derketine û domand: “Hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re çi qasî bi geşedanên Sûriyeyê re têkildar in em nizanin. Jefry geh diçe Tirkiyê, geh diçe Bakurê Sûriyeyê hevdîtnan dike. Bi çarçoweya va hevdîtinan bi Rêber Apo re hevdînek bûye yan, ji Rêber Apo tiştin hatine xwestin an na em nizanin. Lê di 7 xalan de yê ku Rêber Apo dayî ber raya giştî, ya bi çarçoweya siyaseta demokratik, çareseriya demokratik, aştiya birûmet û lihevkirina civakî, xalek jê bi Sûriyeyê re têkildar bû. Her wiha di hevdîtina dawî de dibêje arîşeyên Sûriyê di nav sînorên Suriyeyê de, li ser hîmê mîsogeriya destûrî dikarin werin çareserkirin. Diyar dike di vê mijarê de ew ê jî keda xwe lê zêde bike. Rêber Apo kurdên Sûriyeyê baş nas dike, gelên Sûriyeyê baş nas dike. Dewleta berdest a Sûriyeyê jî nas dike. Ji vî alî ve dizan ku pirsgirêka kurd bi şertên Sûriyê çareseriya wê ya herî rast wê çawa be. Bi vê çarçoweyê kedeke girîng a Rêber Apo wê li ser demokratîkbûn û çareseriya pirsa kurd bibe, em bi vê bawer in. Di vê mijarê de Rêbertiyeke wiha ye ku xwedî tecrûbeyeke mezin e. 20 salan li Sûriyeyê maye. Têkiliyên wî bi gelê kurd li Sûriyerê çêbûye, bi rewşenbîrên Sûriyê re, bi dewleta Sûriyeyê re. Di rewşeke wiha de ye ku pêvajoyan bi tevahîdizane, dişopîne. Ji ber vê jî weke ku di peyama 7 xalî de, di deklarasyonê de danî holê, di çareseriya pirsgirêkên Sûriyê de dikare bibe alîkar.”

‘Dewleta tirk li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêka kurd naxwaze’

Bayik bi berdewamî got tiştên ku Tirkiye li ser Sûriyeyê difikire û yên ku kurd li ser Sûriyeyê difikirin ji hev pir dûr in, pir cihê ne, diyar kir, kurd li ser hîmê demokratîkbûna Sûriyeyê û xweseriyê dixwazin ku meseleya kurd çareser bibe, ev hem tê maneya ku meseleya kurd ji kokê ve çareser bibe û hem jî  rê li xwerêveberiya kurdan vedibe û di nav xwe de demokratîkbûna Sûriyê jî vedihewîne, li ser hîmê demokratîkbûnê çareseriya pirsa Kurd wê demokratîkbûna Sûriyê jî ferz bike û reng bidiyê. Bayik wiha got: “Tirkiye Sûriyeyeke wiha nawaze. Sûriyeyeya ku ji kok ve demokratik bûyî, li ser vî hîmî pirsgirêka Kurd çareser kirî wê zorê li polîtîkayên berdest ên Tirkiyê bike. Ji ber vê jî  Tirkiye naxwaze ku Sûriye demokratik bibe û naxwaze pirsa Kurd çareser bibe, êrîşê tîne. Êrîşa dewleta Tirk ne tenê bi pirsgirêka Kurd re têkildar e, demokratîkbûna Sûriyê jî naxwaze.”

‘Ne ji ber guherîna polîtîk hevdîtin bûn’

Bayik bi berdewamî bi bîr xist, di du hevdîtinên parêzeran de jî Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ev hevdîtin nayê maneya muzakereyekê yan jî pêvajoyeke nû û dixwaze ji daxuyaniyên wiha ku bi rengî were fêhm kirin xwe dûr bigirin. Bayik ev tişt anî ziman: “Jixwe ku pêvajoyeke wiha hebûya Rêber Apo wê bi rengekî vekirî bigota muzakere, diyalog, pêvajoyê dest pê kiriye. Heke rewşeke wiha geş bibe Rêber Apo wê vê nebêje? Wê vê bi rengê geşedaneke pir girîng, ji gelê xwe re, ji raya giştî re vebêje.  Bi Rêber Apo re hiştin ku hevdîtin bibe lê êrîşên li ser gelê kurd li ser Tevgera Azadiya Kurd, li ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd kêm nebûye. Jixwe behskirina li ser êrîşa berfireh a dagirker a li ser Xakurkê nîşan dide ku ne ji ber guherîne polîtîke hiştine ku bi Rêber Apo re hevdîtin dibe.”

‘AKP dixwaze ji şowenîzma ava kirî sûd werbigire’

Bayik got ji beriya hilbijartinê dagirkeriye wiha dihate payin, wan di nav xwe de, di nîqaşan de şîrove kirine ku dibe beriya hilbijarinê tiştinan bikin, divê guhdar bin, hem li ser êrîşan, hem li ser suîkatan û hwd. hişyarî dane û wiha got: “Ji ber ku hilbijartina Stenbolê ji bo AKP’ê girîng e. Bi qasî 31’ê adarê behsa ‘beka’yê nakin. Ji ber ku dîtin ev bi kêr nehatiye. Dîtin ku rageşî û li hev sorkirina bi vê astê li wan vegeriya. Dibe ku niha pir behsa ‘beka’yê nakin an jî xwe ji sorkirinê hinekî vedikişînin lê dîsa jî ji bo ku ji şowenîzma ku ava kirine sûd werbigirin dagirkeriyên wiha dikin.”

Şertên pêvajoya çareseriyê: ‘Ya esasî divê Ocalan muxatab bigirin’

Bayik bi berdewamî diyar kir ji bo ku pêvajoyeke aştiyê çêbibe divê agirbesteke du alî çêbibe, demên bihurî aliyê wan dema ku agirbest ragihandiye dewleta tirk ev pêvajo ji bo xwe kirine haziriya pêvajoyên şer û wiha got: “Ji ber vê jî ji bo muzakereyê, ji bo zemîna çareseriyê divê agirbesteke du alî hebe. Em hê jî bi vê helwestê ne. Bêguman, ji bo ku çareseriya dawî ya kurd hewceyî bi diyarkirina vîn û daxwazeke rastî a çareseriyê heye. Divê bi taybet ev li meclîsê were ser zimên. Wiha ti maneya gotinên kesekî nîn e. Em vê jî diyar bikin; ji bo ku pêvajoyeke wiha hebe, divê hêzên demokrasiye jî lê xwedî derkevin. Heta ku hêzên demokrasiye lê xwedî derneyên, destekê nedin çareseriya pirsgirêka Kurd nabe. Li Tirkiyê bêyî ku demokratîkbûn bibe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Divê vîneke demokratîk derkeve holê. Çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyê di nav hev de ye. Hatiye dîtin, heta ku wiha neye nirxandin pirsgirêka kurd çareser nabe. Divê aliyekî sêyem hebe, divê ev çareserî mayinde bibe. Ev ji bo Tirkiyê jî û ji bo kurdan jî hewce ye. Ji ber ku pirsgirêk bi rengekî mayinde divê çareser bibe. Ji ber vê jî, hebûna aliye sêyem ku destekê dide çareseriyê girîng e. Dewleta tirk heke dixwaze meseleya kurd çareser bike Rêber Apo li Imraliyê ye. Yê ku serwerî pirsgirêkê ew e. Herî pir Rêber Apo şertên çareseriya pirsgirêkê dikare çêbike. Ji ber vê, desthilatdariyek, dewlet an jî hêzeke dî ya siyasî ku dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike divê Rêber Apo muxatab bistîne. Ev dîsa derbasdar in. Lê ya esasî ku Rêber Apo bibînin, divê Rêber Apo di çareseriya pirsgirêkê de rola xwe bilîze. Nêzîkatiyeke wiha wê pirsgirêkê çareser bike.”

‘Heke bi ser nekeve wê dawî li desthılata AKP’ê were’

Têkilî hilbijartinên Stenbolê ku 23’yê hezîranê, vê yekşemê wê bibin Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ev tişt anî ziman: “Rêzdar Îmamoglu heke di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikeve, li Tirkiyê ji hêla siyasî ve ev ê guherînên mezin bi xwe re bîne. Divê mirov Stenbolê tenê weke bajarekî nebine. Heke di vê hilbijartinê de Îmamoglu dîsa bi ser bikeve, heke mirov li bajarên mezin ên mîna Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Entalya û Hetayê binere wê guherîna tercîha siyasî ya ji kokê ve deyne holê. Ji ber ku qadên diyarkir ên jiyana siyasî, sosyal, çandî û aborî yên Tirkiyê ev dever in. Desthilateke ku li Tirkiyê ev der ji dest dane nema dikarê rêveberiyê bide, rewatiya wê ya rêveberiyê namîne. Ji ber vê jî heke di hilbijartina Stenbolê de bi ser nekevin AKP wê ji desthilatê bikeve. A rast di hilbijartina 31’ê hdarê de ketibû, di hilbijartina 7’ê hezîranê de ketibû. Ên ku di van qadan de têk çûne, ên ku di van qadan de ketiyne asta duyan, dikevin rewşa muxalefetê. Ji bo vê jî heke Îmamoglu dîsa di hilbijartinê de bi ser bikeve li Tirkiyê bi rastî jî wê pêjaoyeke nû ya siyasî dest pê bike. Desthilata 17 salî ya AKP’ê wê bi dawî bibe. Ev bi mîsogerî wiha ye. Lê ku li Stenbolê têk nece, bi dek û dolaban, filan û bêvan hilbijartina Stenbolê bistîne, vê bi cîhanê bide qebûlkirin wê bibêje ew li ser desthilatê ye. Wê demê, windakirina Enqerê, Îzmîrê û bajarên din wê guherîneke ji kokê ve ya siyasî bi xwe re neyine. Heke ev bajar bi Stenbolê re werin nirxandin wê guherînên ji kokê ve bi xwe re tînin. Partiyeke mîna AKP’ê ku ev 17 sal in li ser desthilatê ye, îmkanên dewletê di dest de ne, heke Stenbolê bistîne dikare serdemeke dî jî xwe li ser piyan bihêle. Girîngiyeke wiha ya hilbijartina Stenbolê heye.”

‘Li Tirkiyê wê serdemeke nû dest pê bike’

Bayik wiya dirêjî dide axaftina xwe: “Em dikarin wiha bibêjin; heke AKP di hilbijartina Stenbolê de têk biçe ev dibe têkçûna MHP’ê jî. Li Tirkiyê wê rê li demokratîkbûnê vebe. Her çendî CHP ne karekterekî wiha be jî, partiyeke wiha ya bi hişmendiya dewleta klasîk be jî, CHP nema dikare rêça berê bidomîne. Ji ber ku ev encam wê têkoşîna hêzên demokrasiye be. Bi têkoşîna hêzên demokrasiye Erdogan, AKP-MHP ji deshilatê ketiye. Ji ber vê jî, derdorên netewî yên CHP’ê her çendî li ber xwe bidin jî li Tirkiyê wê rê li ber demokratîkbûnê vebe. Bi ya me, heke AKP di hilbijartina Stenbolê de têk biçe, wê encameke wiha derkeve. Bi rengekî ji kesayatiya Îmamoglu bêrî, li Tirkiyê wê serdemeke nû dest pê bike.”

‘Heta ku AKP-MHP neyê têkbirin rê li demokratîkbûna Tirkiyê venabe’

Bayik bi domdarî ev tişt anî ziman: “Lİ Tirkiyê desthilata AKP’ê li pêş demokratîkbûnê asteng e. Heta ku ev hevalbendiya AKP-MHP’ê neyê tekbirin li Tirkiyê rê li demokratîkbûnê venabe. Geşedanên siyasî jî vê nîşan didin. Ji ber vê jî hiştina ku bi Rêber Apo re hevdîtin bibin rewşa siyasî neguherandiye. Ji ber vê em dibêjin ev ne ji ber guherîna hişmendiyê, ji ber zorlêkirina berxwedêran bêgav man ku bihêlin hevdîtin bibin. An jî weke ku we gotî, îhtîmaleke qels e lê yek ji sedema dî ya hevdîtina bi Rêber Apo re, dibe ku rewşa xitimî ya krîza Sûriyê be. Ango, ne ji ber demokratîkbûnê lê ji ber mecbûrî mane ev hevdîtin bûne, divê ev wiha were dîtin.”

‘Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe’

Bayik her wiha ev tişt jî anî ziman: “Li şûna ku mirov ji desthilata AKP’ê tiştekî hêvî bike, ku ev şaş e, bi têkoşînê mirov dikare encamê bistîne. Ev tê vê maneyê; heta ku Tirkiye demokratîk nebe pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji ber vê, kurd, têkoşîna xwe wê bi hêzên demokrasiye yên Tirkiyê re rê ve bibin, ji vî alî ve rê li demokratîkbûna Tirkiyê vekin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Diyalektîka ku kurd mafên xwe bi dest bixin, rasteqîniya Tirkiyê jî ev e.”

‘Hêzeke ramanê, helwesteke Rêber Apo heye’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî wiha got: “Bêguman Rêber Apo ne rêbertiyeke wiha ku li zindanê şer dike. Pozîsyona Rêber Apo ya li zindanê, di nav çareseriya lihevkirinê ya demokratîkbûnê de dikare bibe aktor, ev rast e. Heke nêzîktêdayinek demokratik nebe, hişmendiyeke wiha dernekeve holê helbet tiştekî ku Rêber Apo bike tune. Lê Rêber Apo bi helwest, nêzîkatiya xwe, nîşan daye ku ew aktore sereke yê çareseriya demokratik a pirsgirêka kurd e, ev girîng e. Em dikarin vê jî bibêjin; heta ku Rêber Apo ne di nav de be, pirsgirêka kurd çareser nebe. Ev şer wê bidome. Ti sûda vê ji bo Tirkiyê jî tine. Kurd jixwe ji bo ku ne azad in, ji bo ku kole ne wê li ber xwe bidin. Weke Marx gotî, ji bilî zincîrên xwe, tiştekî kurd winda bikin tine.”

Bayik gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Rêber Apo li zindana Imraliyê ne xwedî pozisyona şer e, ne jî xwedî pozisyona ku rêxistinê rê ve bibe. Lê hêzeke ramanê, helwesteke Rêber Apo heye. Ew bûye yê gelê kurd, yê hêzên demokrasiye, yê gelên Rojhialta Navîn, hemû mirovahiyê. Êdî bi asteke ku mirov nikare jê bibe, roleke wiha ya Rêber Apo heye. Ji vî alî ve Rêber Apo ne kesayiteke wiha ya jirêzê ye. Hêza Rêber Apo xwe dispêre ser têkoşîna bi dehan salan, ser gelê ku bi vê têkoşînê hatî avakirin, bi rasteqîniya rêxistinê û hêza ramanê. Ramana Rêber Apo niha ew raman e ku hewcehiya Tirkiyê, Rojhilata Navîn pê heye, ya mirovahiyê jî. Ji vî alî ve, Rêbertî ku bi vê pozisyonê ye, li zindanê jî be hêz û bandora wî heye, wê bandora xwe bidomîne jî. Ji ber vê, Rêber Apo gotiye, ez di gorê de jî bim ez ê rola xwe bilîzim. Ji vî alî ve, ti polîtîkayeke dewleta tirk nikare pozîsyoan Rêber Apo qels bike, nikare bandora wê bişkîne. Lê helbet di van şertên desthilatdariya berdest de û ev qas faşîzmê de ti roleke ku Rêber Apo bilîze tine. Lê dewleta tirk ku nêzîkatiya xwe ya li bara pirsgirêka kurd nem bike Rêber Apo dikare rola xwe bilîze. Naxwe mirov nikare bibêje ku Rêber Apo rola xwe nalîze. Jixwe Rêber Apo gelek caran gotiye, tişta ku min kirî, min kir, wê demê heke hûn li dijî PKK’ê bin, hûn çi dikin bikin. Ji PKK’ê re jî gotiye, êdî hûn bi dewletê re çi dikin bikin. Ji ber vê, di wan şertan de ku dewlet ne xwedî polîtîkayeke çareseriyê ye, tiştekî ku Rêber Apo bike tine. Lê dawiyê, yê ku wê serî lê bidin wê Rêber Apo be.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar