Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bayik: Berxwedan dê bidome

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik darbarê hevdîtinên li Îmraliyê, bidawîkirina grevên birçîbûnê, hilbijartina Stenbolê û peyamên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê nirxand. Bayik bal kişand ser destketiyên bi berxwedanê hatine afirandin û diyar kir ku divê berxwedan û têkoşîn ji niha û pê ve jî bê xurtkirin, naxwe serketina bi dest ketiye jî dikare bikeve rewşeke metirsîdar

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Enes Yildiz. Bayik hevdîtinên li Îmraliyê, bidawîkirina grevên birçîbûnê, hilbijartina Stenbolê, şerê li Îdlibê, dagirkeriya li Efrînê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo yekparebûna Sûriyeyê nirxand.

Di encama berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de 2 û 22’ê Gulanê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtin kirin. Bayik li er vê berxwedan û encamê wê ev tişt anî ziman: “Ez wan çalakvanan hemûyan silav dikim, çalakiyên wan pîroz dikim. Çalakiyên wan gihîşte armanca xwe, encam wergirt. Yên ku tevlî çalakiyan bûn, yên ku alîkarî dan çalakiyan hemûyan silav dikim. Hem li nava gelê kurd hem jî li qada navneteweyî gelek rewşenbîran, siyasetmedaran, nivîskaran, parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê, hinek tevlî bûn. Gelê kurd û dostan tevî çalakgeran li ber xwe dan. Çalakî gihîşt armanca xwe, divê ev bê dîtin. Lazime mirov pîroz bike. Çalakî her çiqas bi dawî bibin jî; em bi xwe û gelê kurd jî û çalakvanên zindanan ên li derve, dostên gelê kurd, gelên Tirkiyeyê wê şert û mercên tecrîdê bişopînin. Ji bo tecrîd li Rêber Apo, gelê kurd, hêzên demokrasiyê neyê ferzkirin wê bişopînin. Ger ev neyê dewamkirin di aliyî hiquqî de mafê Rêber Apo, mafê zindanan, neparêzin dîsa li ber lingan bikin, wê ev neyê qebûlkirin. Her kes wê careke din li hember vê tecrîdê wê têkoşînê mezin bike. Divê herkes vê bizane, daxwaziya me ew e ku carek din tecrîdê nû nekin, berdewam nekin, tecrîd bi dawî bibe.”

‘Tecrîd bi dawî nebe ti pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nabin’

Bayik li ser girîngiya çalakiyan ev tişt anî ziman: “Tecrîda ku li ser Rêber Apo dihat meşandin ne tenê ji bo şexsê Rêber Apo bû. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd bi taybetî dihat meşandin. Li gel wê tevahî li ser hêzên demokrasiyê dihat meşandin. Çalakiyên ku li dijî tecrîde tê pêşxistin ev tecrîda li ser Rêber Apo dihat pêşxistin. Li dijî wê bû. Ew çalakiyên ku li zindanan pêşketin, da diyar kirin ku ew tecrîd ne tene li ser Rêber Apo dihat meşandin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelan, li ser hêzên demokrasiyê dihat birêvebirin. Vê çalakiyê eleqeya tecrîdê û demokrasiyê baştir da nas kirin. Ew ên ku dixwazin li Tirkiyeyê faşîzm bi dawî bibe. Li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêşbikeve pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê hene çi siyasî dibe, çi civakî dibe û çi aborî dibe bên çareser kirin girêdayê vê tecrîdê ye. Heke tecrîd ranebe ev pirsgirêk yek jî çareser nabe. Ev hîn baştir hat fêm kirin. Yek jî tecrîda ku dihat meşandin ne qanûnî bû. Ne li gorê qanûna navnetewî ye ne jî li goîş qanûna Tirkiyeyê ye. Vê çalakiyê li her kesî baş da fêm kirin ku ev çalakiyekî rewa ye. Li dijî êrîşan, li dijî heq xwarinan, binpêkirina hiquqê bû. Xweparastin bû. Li dijî wan êrîşan xwe parastin bû. Çalakiyekî meşrû bu çalakiyekî bi heq bû. Ev çalakî her çu xwirt bû. Her kes li vê xwedî derket. Ev çalakî wek çalakiya xwe dîtin.”

Çalakiyan netenê Tirkiye, CPT jî tengav kir

Bayik li ser çûyîna CPT’î ya li Îmraliyê jî axivî û wiha got: “Li dijî faşîzmê pêşxistina demokrasiyê bû. Ji bo wê her kesî têde cih girt. Vê çalakiyê Tirkiye pir tengav kir. Ew ên ku alîkariya Tirkiyeyê jî dikirin pir tengav kir. Ji her alî ve rastiya deshilatdariya li Tirkiyeyê derxist holê. Ev tecrîd teşhîr kir. Bi vî şeklî nedikarin tecrîdê berdewam bikin. Neçar man ku destûrê bidin parêzeran ku biçin hevdîtin çêbikin. CPT’î bi xwe neçar ma ku biçe li zindanan, li imraliyê, van çalakiyan bişopîne. Wezîrê Dadê, Wezîrê Edaletê bi xwe daxuyanî da û got; ‘Tu qanûn ne asteng in. Parêzer dikarin hevdîtin bikin’. Hinek kesan got; ‘Divê ev fîlî bê rakirin. Ne tene qanûnî fîlî jî rabibe.’ Ji ber ku fîlî jî tê meşandin. Wexta ku çûyîna CPT’î li ber çavan bê girtin, daxuyaniya Wezîrê Dadê, çûyîna parêzeran li ber çavan bigre di wir de encamek derdikeve. Hinek hêzên li derve jî xwestine ku ev tecrîd bê rakirin. Ew çalakiyên di zindanan de li Tirkiyeyê, li dijî faşîzmê tên pêşxistin rewa ye. Tu kes bi wî şeklî nikare Tirkiyeyê biparêze nikare li Tirkiyeyê xwedî derkeve. Li Tirkiyeyê hinek kesan ew daxwaz kir. Tirkiye neçar ma ku wê gavê biavêje. Divê ev berdewam neke, bi vî şeklî nemîne. Divê carekî din qanûnên xwe nedin li ber lingan. Heke qanunên xwe li ber lingan bikin. Ne em qebûl dikin ne jî gelê kurd qebul dike. Ne jî quwetên demokrasiye û ne yên li dijî faşîzmê disekinin qebûl nakin. Bi tecrîdê re tu kes naxwaze bijî.”

Azadî nebe pirsgirêk jî çareser nabin

Di berdewamiya daxuyaniya xwed Bayik bal kişand ser dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd û encamên wê. Bayik wiha got: “Rêber Apo û tevgera me gelek caran agirbest îlankirin. Çima? ji ber ku Rêber Apo dixwaze li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêşbikeve. Ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên siyasî, aborî û civakî bên çareser kirin. Li Tirkiyeyê hişmendiya demokratîkbûyînê pêşnekeve. Li Tirkiyeyê azadî pêk neyê tu caran demokratîk nabe. Pirsgirêkên ku hene çareser nabin. Wê girantir bibin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên civakî, siyasî, abûrî yên hene girêdayê şerê kurdan e. Ev şer di şexsê kurdan de li dijî hêzên demokrasiyê tê kirin, ev encamên wê ne. Heke ew hişmendî neyê guhertin tu caran li Tirkiyeyê, şer xilas nabe. Ew pirsgirêkên ku civaka Tirkiyeyê dijî, dike gelên Tirkiyeyê bijî. Di roja me ya îro de bi taybet pirsgirêka aboriyê wê tu caran çareser nebe. Tirkiye bi wan pirsgirêkan nikare xwe xilas bike. Tirkiye di nav wan pirsgirêkan de wê hîn zêde bikeve. Wê bikeve tehluke yê. Erdogan-Bahçelî her tim dibêjin; ‘pirsgirêka Beka heye.’ Ew bi xwe vê pirsgirêkê çêdikin. Kes çênake. Tirkiyeyê parçe parçe dike. Heke em diroka Tirkiyeyê binerin tu caran ewqas di nav xwe de parçe nebû ye. Tu caran ewqas pirsgirêkê siyasi, civakî kûr nebû ye. Ev encamê siyaseta dike ye. Her kes vê dibîne. Her kes wek Erdogan-Bahçelî îzah nake. Siyasete wan yê şer van pirsgirêkan ji wan re çê dike. Di hilbijartinên dawî yê de gel biryara xwe da û gotin; ‘Em vê deshilatdariyê naxwazin, ji bo me jiyîn dixe tehlukeyê, li me dike jehr. Heke ev pirsgirêk hene, encama vê deshilatdariyê ye. Ev peyam bi aşkere hat gotin.”

‘Tirkiye gavan bavêje Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ye’

Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha Rêber Apo dibîne ku siyaseta ku berdewam dike ber bi tehlukeyekî mezin ve diçe. Rêber Apo carekî din bi berpirsyarî tevgeriya. Çawa berî bi perpirsyar tevdigeriya û çawa dixwest pirsgirêkan bi rêya siyasî, demokratîk û aştiyekî bi rûmet çareser bike. Çawa bi gelê Tirkiyeyê re bi hev re bijîn. Çawa bi ber pirsyarî tevdigeriya di vê demê de jî bi berpirsyarî tevgeriya. Ji bo wê di 2’gulanê de bi rêya parêzeran ji bo gelan daxuyaniyek da. Ev ji bo hêzên demokrasiyê, ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bûn. Ji bo wan bang kir. Heft xal diyar kir. Ji bo li Tirkiyeyê hişmendiya ku heye bê guhertin. Ew hişmendî ji ber ku ne demokratîk e. Ew hişmendiya li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş naxe. Şer pêş dixe. Şer pirsgirêkan kûrtir dike. Hurmeta Tirkiyeyê li derve nahêle. Eleqeya Tirkiyeyê li derve nemaye. Tecrîd bûye. Di nav xwe de pirsgirêkê giran dijî. Rêber Apo ji bo wê ew heft xal diyar kir û bang kir. Ji bo hişmendiya înkar û îmahayê rabibe. Ji bo hişmendiya demokrasiyê her kes bo xwe esas bigre. Bê şer bi diyalogan pirsgirêk çareser bibin. Her kes di nav aştiyekî de bi hev re bi biratî bijî. Heke dewleta tirk gavan biavêje Rêber Apo amade ye ji bo ev pirsgirêk bên çareser kirin. Dewleta tirk bi xwe heta niha di şer de israr dike. Di înkar û îmhayê de israr dike. Rêber Apo ev bi deh caran îspat kiriye. Yek alî agirbest pêşxistine. Rêber Apo berpirsyariya xwe ya dîrokî dibîne. Ev hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê li dijî faşîzmê, ew kesên ku demokrasiyê dixwazin. Dibînin ku Rêber Apo bi berpirsyar tevdigere.”

‘Tu eleqeya hevîdtinê bi hilbijartinê ve nîne’

Ev hevdîtinên li Îmraliyê pêkhatin pir tê nirxandin tê gotin ku kurdan û hikûmeta AKP’ê ji bo hilbijartinên li Stenbolê li hev kirin, gelek manîpulasyon hene. Bayik ev jî nirxand û wiha got: “Ev hevdîtin tu aleqeya xwe bi hilbijartinan re nîne. Weke ku hinek dibêjin ji bo hilbijartinên Stenbolê ev hevdîtin çêbûne. Weke ku hinek pêngav hatine avêtin ev tiştekî ne rast e. Tu aleqeya xwe pê nîne. Tirkiye hiquq binpê dikir. Ji bo wê ev çalakiyekî rewa bû. Ji bo hiqûq pêk were. Li dijî hiqûqê disekiniyan. Çalakvanan gotin; ‘em nikarin vê qebûl bikin.’ Li ser zext û êrîş li ser kurdan hebû. Edalet dihat binpêkirin. Xweparastin mafekî rewa bû. Ji bo wê her kesî got divê tu edaletê li erde nexe. Ji bo hilbijartinan dixwazin serê hinek kurdadan tevlihev bikin. Ji bo hinek kurdan bixapînin. Ji bo hêzên demokrasiyê di nav xefikekê de bihêlin ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêş nekeve. Heke demokratîkbûyin pêşnekeve pirsgirêka kurd jî nayê çareser kirin. Hişmendiya ku kurdan qebûl nake, hişmendiya ku tesfiyekirina kurdan esas digre. Kurd bi xwe vê hişmendiyê baş dizanin. Ev hişmendî neyê guhertin. Tu caran pirsgirêka kurd ne mimkûne ku çareser bibe. Kî demokratikbuyînê pêş dixwe kî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bibe, kî dixwaze li hember faşîzmê bisekine, kî dixwaze deshilatdariya AKP-MHP’ê bi dawî bibe, di van hilbijartinan de jî wê esas bê girtin.”

‘Li Tirkiyeyê hişmendiya heyî li dijî demokrasî û azadiyê ye’

Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiya Demokratîk a Gelan partiyekî Tirkiyeyê ye. HDP’e dixwaze demokrasi pêş bikeve. Hinek kêmasiyên HDP’ê hene lê ji bo wî kar dike. Di hilbijartinan de jî li ser esasê demokrasiyê stratejiyek meşand. Vê stratejiyê encamek girt. Li Tirkiyeyê hişmendiya ku heye li dijî demokrasi û azadiyê ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye. Li Tirkiyeyê heta siyaseta li dijî kurd ji holê neyê rakirin, dê ev siyaset berdewam bikin. Wê li dijî azadiyê li dijî demokrasiyê bisekinin. Ji bo ew siyaset bi dawî bibe projeya HDP’ê tê pêşxistin. Ji bo li Tirkiyeyê siyaseta înkar û îmhayê rabibe, ji bo her kes bi hev re bi biratî bi azadî, li ser çanda xwe li ser nasnameya xwe bijî, ew siyasetê dikin. Heke ewqas êrîş li ser HDP’ê çê dibin ji bo wê ye. Ew hişmendiya ku heye li dijî projeya HDP’ê ye. Li dijî siyaseta HDP’ê ye. HDP’e dixwaze li Tirkiyeyê siyasetekê gelan bi rê ve bibe. Ew ên ku îradeya gela qebûl nake. HDP’ê şaredar hilbijartin muxtar hilbijartin encumen hilbijartin, lê deshilatdariya AKP’ê dibêje; ‘ez wan qebul nakim.’ Ev tu eleqeya xwe bi qanûnê re jî nîne. Li Tirkiyeyê saziya hilbijartinê desteyên hilbjartinê ev qebûl kiriye ku ev bikevin hilbijartinê, ruxmê ku ev şaredarî hatin qezenç kirin. Bi saziyên desteya hilbijartinê dibêje; ‘ez nikarim mazbata bidim we, îradeya wan nas nake.’ ew hilbijartinên ku hatine qezenç kirin ji destê wan wer digire. Dibêjin; ‘ez vîna gelan nas nakim.’Vîna gelê kurd nayê nas kirin. Bi navê qeyuman muxtaran, hevşaredaran her kesî ji kar derdixe. Mazbatayên wan ji destê wan digre. Ji dewsa wan qeyûman diavêje li ser şaredariyan her tiştê xesp dikin. Li dijî kurdan siyasetekî serwer dimeşînin. Ew Şaredariyên ku HDP’ê qezenç kirin dîsa ji destê wan wer digrin. Siyaseta qeyum dimeşînin ji bo wê divê gelê kurd û hêzên demokrasiye vê bibînin.”

‘Divê kurd û hêzên demokrasiyê baldar bin, siyaseta qeyûman didome’

Di berdewamî Bayik ev tişt anî ziman: “Heke saziyên hilbijartinê di 31’ê adarê de vîna kurd di hinek cihî de qebûl nekir. Li Kurdistanê bi leşker bi polîsan hinek şaredarî bi dest xistin. Heke li dijî wî seknek bihata raber kirin. Hilbijartinên li Stenbolê jî wê qebûl nekiribana, wer dîtin ku ne di nav kurdan ne jî di nav çepên Tirkiyeyê de kes li hember nesekinî. Ji bo wê hilbijartinên Stenbolê betal kirin. Ji bo Tirkiye ber bi tehlukeyê ve neçe. Divê kurd û hêzên demokrasiyê îradeya xwe pêşbixin. Ev hem ji bo hilbijartin û şaredariyên li Kurdistanê hem jî ji bo hilbijartinên li Stenbolê li dijî faşîzmê divê bê sekinandin. Wê bixwazin Stenbolê teslîmê hêzên demokrasiye nekin. Wê disa hewl bidin şaredariyên li Kurdistanê destê wan derbixin. Ji niha ve amadekariyan dikin. Li ber deriyên hinek şaredariyan cihaz bi cih kirine. Zextan girtinan berdewam dikin. Li her deverê leşker û polîsan bi cih dikin. Her roj hinek kesan ji kar derdixin mazbatayên wan digrin. Wê vê siyaseta qeyûman berdewam bikin. Divê bi çalakiyên civakî li hember vê siyaseta qeyuman bê sekinandin.”

 Rista Ocalan a li ser Rojhilata Navîn

Di hevdîtinên Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Ocalan behsa yekparebûna Sûriyeyê dike. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ev mijar jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Niha Rêber Apo, kurd, PKK,  netenê di siyaseta Kurdistan de di siyaseta Rojhilata Navîn de hêzeke stratijîk û bingehîn e. Ev hêz li gel kê cih bigre ew dikare bi ser keve, yê dijbertî dike winda dike. Îro li Kurdistan jî li Rojhilata Navîn jî yê ku siyasetê dikin vê baş fam kirine, her kes dixwaze kurdan di aliyên xwe bixe ku bikare dengê tewazinê biguhere ku bikaribe armancên xwe pêk bîne, ji ber dizanin ku ger kurdan nekşînin milê xwe nikarin armancê xwe pêk bînin. Îro jî siyaseta li ser kurdan tê kirin, li navenda wê kurd hene. Ji bo her kes kurda bi milê xwe de bikşîne li ser kurdan şantajan û tehdîdan jî dikin ku karibin bi vî şeklî kurdan bi aliyê xwe de bikşînin. Ne ku heqê kurdan qebûl bikin tekoşîna kurd qebûl bikin, wê heq bibînin heqê wan qebûl bikin ku bi wê şeklî kurd qezenc bikin, ji bo wê kar nakin. Ger wisa kar bikrana ew dihat qebûl kirin. Lê îrada kurdan, nirxê kurdan, azadiya kurdan û daxwaziyê kurd qebûl nekin, wisa bixwazin bi tehdîdan kurdan lewaz bixin bi milê xwe ve bikşînin. Wisa dixwazin armancên xwe pêk bînin, kurdan wisa bixin xizmeta xwe. Ev tu car nayê qebûl kirin. Pêwîst e ev bê zanîn.”

‘Bê Rêber Apo çareserî ne mimkûn e’

Bayik wiha domand: “Rêber Apo, PKK û gelê kurd bi berpisyarî her gav tevdigere. Ji bo kurdan jî ji bo gelê herêmê bi giştî jî ji bo her kesî bi berpisyarî tevdigere, yanî mafê her kesî berjewendiyê her kesî dibîne dide ber çavan. Tek ne yê xwe tenê dibîne. Dixwaze ku her kes wekî Rêber Apo û PKK nêzî Rêber Apo û PKK’ê û gelê kurd bibe. Di vir de jî israr dike ku wê bike jî lazime vê jî her kes bizane. Niha Rojhilata navîn jî gelê kurd jî di şerekî mezin de derbas dibe, ev şer jî ji bo herkesî gelek pirsgirêkan çêdike, ditengijîne. Rêber Apo, PKK û gelê kurd vê dide ber çavan û berpisyariyên ku dikeve ser milê xwe pêk tîne. Rêber Apo ji bo wê di wan 7 xalan de balê dikşîne ser pisgirêkên Sûriyeyê, yanî ew pisgirêk çawa werin çareser kirin. Eşkera ye ku bê Rêber Apo bê kurd ew pisgirêk nayê çareser kirin, yanî kî dixwaze çareser bike li ser wê esasî pêngava dike gava davêje. Lê nikarin çareser bikin yê ku çareser bike Rêber Apo siyaseta ku Rêber Apo dimeşîne ye. Ger mirov balê bide ser berê jî neyînî di navbera Tirkiye de Sûriye de navbera gelekan hevdîtin çêdibe lê Rêber Apo ew daxwiyaniya ku da xuya kirin 7 xal yek ji wan xalan li ser Sûriyeyê ye. Piştî wê tirafîk hevdîtinan a di navbera Tirkiye û Sûrye de hê zêdetir bûn. Di ragihandinê de agahî hatin parvekirin ku tê gotin hevdîtin li Tehranê pêk hatine. Ew jî girêdayî ev xalên ku Rêber Apo daye diyarkirin li ser wê ev trafîka xurt çê dibe, divê mirov vê jî bibîne yanî Rêber Apo careke din pirsgirêkên Sûriye em dixwazin bi rêya muzakereyên demokratîk çareser bikin. Yanî di nav yekîtiya Sûriye de pirsgirêk çareser dibin bi demokratîk bûna Sûriye ev çareser dibe. Divê hemû gelê li Sûriye kurd di nav de îradê wan hebe nasnamê wan nirxê wan hebe li ser nirxê wan azadiya wan, îrada wan pirsgirêk bi şeklê demokratîk bê çareser kirin. Xweserya wan hebe sîstemek ku mafê wan ji aliyê qedexekirî diparêze hebe. Çareseriya van di nava yekîtiya Sûriye de wê bê çareser kirin. Ev da diyarkirn encex bi vî şeklî gelên Sûriye bi biratî dikarin bijî, pisgirêkên Sûriye û yekîtiya wê jî wisa tê çareser kirin.”

‘Yên li dijî gelê Sûriye û kurdan şer dike Tirkiye ye’

Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov dizane ku Rêber Apo di vir de behsa çi kir. Got hesasiyetê Tirkiye jî di vir de pêwîste ber çav were girtin. Yanî got ew rûh Eşme berê jî Rêber Apo diyar kirbû. Ew rêya esas were girtin, yanî di wê rêyê de şer tune ye bi şer pirsgirêk çareser kirin, perçe kirin, dagirkirin, zilm tune, pêk ve bi biratî jiyîn wek hevdu jiyîn heye. Yanî hesasiyetê Tirkiye li ser wî esasî dan diyar kirin. Yanî Bakurê Sûriye kurd tu carî li dijî Tirkiye neketine şer, şerekî wisa nehatiye kirin. Tirkiye li dijî wan dike. Tirkiye Efrîn dîsa hin axa Sûriyeyê dagirkiye. Dixwaze erdnîgariya wan deran bigûhere. Li ser Rojhilatê Firat tehdîdan dike. Yanî yê ku li dijî gelê Sûriye, gelê kurd şer dimeşîne Tirkiye ye, ne Sûriye ye ne gelê kurde. Kurd tu car li dijî Tirkiye neketine şer û naxwazin şerekî wisa jî bikin. Ji bo wê pêwîst e Tirkiye siyaseta xwe bugihere, Tirkiye dest ji Efrîn berde, dagirkeriya xwe bi dawî bike. Pêwîst e tehdîd li ser Rojhilatê Firat bi dawî bike, biratiya gelê Sûriye qebûl bike, sîstema ku li wir hatiye pêşxistin a demokratîk qebûl bike. Ji ber ku Tirkiye vê tehdîd dike dixwaze wê hilweşîne, ger Tirkiye dest ji van tiştan berde pisgirêkên Sûriye rehet tên çareser kirin bi rengekî aştî bi diyalog bi mûzakere tê çareser kirin. Sûriyeke demokratîk pêş dikeve di Sûriye de her kesek bi îrada xwe bi nirxê xwe temsîl kirin ya rast ew e. Em dibînin ku Tirkiye jî dev ji vê siyaseta xwe bernedaye. Têkiliyê Sûriye û Tirkiye jî tê pêşxistin ev li dijî kurde li dijî sîstema demokratîk e, ev nayê qebûlkirin. Di navbera Rûsiya û Tirkiyeyê de hinek bazar çêdibin, bazarên qirêj çêdibin, mesela Efrîn mirov bigre dest meselê Îdlib, Til Rifet ta Heleb û hata derdor ta rojhilatê Sûriye bazarê dikin. Bazarên pir qirêj in divê Rûsiya dest ji van qirêjiya berde, îrada gelan qebûl bike ew sîstema li Bakurê û Rojhilatê Sûriye hatiye pêşxistin jî qebûl bike û hirmetê wê bigre. Li gel Tirkiye nesekine wê teşwîq neke, wê demê pisgirêkên Sûriye wekî ku Rêber Apo da diyarkirin wê bê çareser kirin.”

‘Partî û aliyên pêşengiya çareseriyê bikin nîne’

Li ser pirsa; li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê gelek pisgirêkên siyasî û civakî hene. Di navbera partiyan de qûtbûyîn hene, ev jî bi tu awayî nayê çareser kirin, di nava xwe de lihev kirinek an jî yê ku bibe muxalefet an jî yê ku demokrasiyê dixwaze evana tên ber alîkirin. Hûn rewşa Başûrê Kurdistanê çawa digrin dest û Kongra Netewî di vê demê de û ji bo demên pêş jî girîngiya xwe çiye? Bayik wiha got: “Niha Iraq jî Başûrê Kurdistan jî di rewşekê dijwar de derbas dibe, ji ber ku Emîrka li dijî Îran ambargo pêk tîne, her ku diçe ew deha zêde dike jî. Dixwaze herkesî bikşîne vê ambargoyê, li ser Îran zextê mezin bike, evaya li ser Iraq başûr jî bandorekî pir xurt çêdike, yanî him başûr him Iraq dibe cihê ku nakokiyên ku Îran û Amerîka berê dijiyan. Her kes dizane ji ber ku Iraq û Başûr hêzên heyî, partî rêxistinê heyî, hinek aliyê Îran ve ne hinek aliyê Tirkiye hinek aliyê Amerîka ne. Ew nakokiyên Amerîka û Îran li ser wan jî bandorê çêdike, him pisgirêkê Îran û Amerîka li Iraqê hene û him jî ew dibe nakokiyê navberê partî û rêxistinên ku li Iraq û Başûr heyî jî, yanî vê jî pêş dixe bandorek mezin çêdike, yanî ew nakokî her diçe bandorê kûr dike. Ji bo wê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî û him di aliyê aborî de rewş giran a heyî mirov dibîne. Him Iraq him Başûr ji bo xwe ji nakokiyên heyî rizgar bike û çareseriyekê pêş bixin di nava lêgerînan de ne. Iraq û Tirkiye hevdîtinan çêdikin li ser wî esasî dîsa yê başûr û Iraqî hevdîtinan çêdikin yê başûr di nav xwe de hevdîtina çêdikin, bi hawirdor re çêdkin. Dixwazin ji vê rewşê xwe derbixin lê diyare ku ga zêde neça nade, bi taybet mesela li başûr siyasetê heyî pisgirêkan nikare çareser bike. Li başûr partiyên heyî bi taybet yê ku di muhalefetê de dixwzain di vê rewşê de çareserîkê pêş bixin, lê belê zêde nikarin bi pêş bixin ji ber ku yê vê pêş bix lazime pêşengtiyekê bike. Lê ew jî lewaz e, ji ber ku pêşengî nikare çareseriyê pêş bixe. Di vê lêgerînê de ew partiyana hinek belav dibin, hinek lewaz dikevin heta pisgirêk di nava wan de derdikevin ew encamê vê ye. Ji ber ku siyaset him li Başûr him li Iraq pêşengîkê dixwaze ku ew pêşengiya karibe çareserîkê pêş bixe, pêwistiyên li Iraqê ku karibe pêk bîne, lê ew pêwîstî her ku diçe hê zêde dibe, xwe dide diyarkirinin. Lê yê ku vê pêk bîne zêde dernakeve ji bo wê jî ew lêgerînê gela heta yê partiya jî wisa bê neçarî dimîne û bê guman ew xeteriyê çêdike. Ger hinek lewazbûn perçebûyîn çêdibin, ger dikevin bin bandora dewletê derve, bêçarebabûna wan diyar dibe.”

‘Kongreya neteweyî dê çareseriyê pêk bîne’

Bayik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de bi taybet ji bo başûr eger kongirekî netewî bê pêşxistin ew dikare bibe çareserî. Yanî dikare ew lêgerînê gel saziyan partiyan dikare pêk bîne. Dikare rêya çareseriyê pêş bixe. Ji bo wê ji her demê zêdetir îro roja yekîtiya kurd dikeve pêş her kesî. Ew berpisyarî dikeve ser milê her kesî. Ger kongrek çênebe jî divê yekîtiyek kurd bipêşkeve, çareseriya wê ew e. Ew dikare pêwîstiyên başûr pêk bîne, pêwîstiyê tevahî gelê kurd pêk bîne. Ji ber ku li perçekî tiştê ku pêş bikeve bandorê xwe li ser perçê din jî dike. Baş be an na jî. Îro jî rewşa ku başûr têde derbas dibe, pisgirêke ew ser perçê din jî bandorekî çêdike. Ji bo wê divê li başûr yekîtiya kurd bingeh bê girtin, demokratbûyîn bingeh were girtin. Di wê aliyê de pêwîste her kes berpisyariyê xwe pêk bîne. Wisa dikare him xwe biparêze û pisgirêkên heyî çareser bike, ji bo xwe jî ji bo beşê din jî yê herêmê xizmet wisa bike.”

Bi rêya partiyên Başûr pêk tê

Derbarê êrîşên li ser Başûr û qadên gerîlayan jî Bayik wiha got:  “Em dibînin mesele di vî milê de gav tên avêtin, ters jî gav jî tên avêtin. Berê jî me dabû diyarkirin ger Tirkiye balafirên keşfê yê biçek li ser me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikar tîne, ev girêdayî bi başûr, deshilatdariya başûr, partiyê wê yê li ser desthilatê ve girêdayî ye. Diyare ku derfet dane Tirkiye, li başûr li ser wan derfetana balafirên wan digerin.Me berê gotibû û her kes vê dizane HPG’ê daxuyanî da ev teqez kir ku ew balafirên keşfê, bi taybet ew ên biçek ku li dijî me kar dikin hevrêyên me şehîd dixin. Ji Başûr radibin ji ber ku ji Sersîngê ew balafira keşfê ket. Ev wê teqez dike me berê jî gotibû ger Başûr derfet nedaba û di wî milî de alîkarî Tirkiye nakin, lazime daxuyaniyê bidin gelê kurd jî em jî li hêviya wê bersivê ne. Lê heta niha tu kesî bersiv nedaye. Wata wê ew axaftin û dîtinên me rastin rast derdikevin, ji ber ku balafirên keşfê li Sersingê jî ket. Ji bo ku bi dest nekeve jî Tirkiye balafirên bombebaran jî rakiribû ku wê bombebaran bikin ji bo ku bidest kesekî nekeve ku belge nede li ser were girtin. Ji bo wê Tirkiye bombebaran kir ji bo wê lazime Başûr alîkariyê Tirkiye neke. Îtîfaqa xwe dikare bi wan re çêke lê belê li dijî PKK’ê li dijî kurd divê agahiyan nedin wan, alîkariyê wan nekin, cih nedin wan û li dijî wê bisekinin.”

‘Alîkariya bi Tiriyeyê re wan jî lewaz dike, nakeve xizmeta gelê Başûr jî’

Bayik wiha pêl da axaftina xwe: “Di aliyê yekîtiya kurd, biratiya kurd, alîkariya kurd û demokratîk bûyînê de gav bavêjin. Ger di vî milî de gav bavêjin veya dikeve xizmetê gelê me yê Başûr û xizmetê wan partiyan jî. Wisa dikarin ji nav vê nexweşiya pisgirêkan derkevin. Ger bi demokaratîkbûyînê yekîtiya kurd, biratiya kurd û alîkariya kurd bi taybet wa nekin, herkes dizane ku Tirkiye dijminê kurd dike. Alîkariyê Tirkiye kirin wana hîn zêdetir lewaz dixe dixe xeteriyê jî, ji bo vê ye divê wê siyasetê nekin, ji ber ku ew nakeve xizmetê gelê başûr jî, divê vê yekê jî bibînin.”

‘Tirkiye di warê aborî, siyasî û îstixbaratê de Başûr dagir kiriye’

Bi berdewamî Bayik destnîşan kir ku dijminatiya li pêşberî PKK’ê dijminatiya li gelê kurd de û wiha pêde çû: “Gelê me jî lazime di vî milî de zextê bike li ser her kesî, him ji bo demokratîkbûnê tekoşîn pêş bixe, her kesî neçar bike ku her kes di vî mil de gav bavêje. Hem jî zextê bike ku di aliyê yakîtiya kurd de her kes gav bavêje, berpisyartiyên xwe pêk bîne. Kes nekeve xizmetê dagrkeriya Tirkiye, bi wê alîkariyê Tirkiye dijminê kurd neke. Dijminê PKK’ê dibe dijminê kurdan.  Ger ku îro Tirkiye dijminatiya PKK’ê dike ji ber ku dijminatiya gelê kurd dike ye. Yê ku dibêjin; ‘em di xizmeta gelê kurd de ne, nikarin wisa xizmetê dewleta Tirkiye bikin.’ Ji ber ku Tirkiye bi alîkariya wan dijminiyê dike. Ger alîkariyê wan ji bo Tirkiye nebe ti cara Tirkiye nikare wisa siyasetê qirkirinê li ser Kurdan bike, nikare wisa li başûr bombeyan bibarîne. Li başûr dagirkeriyê wisa pêş bixe. Gelek cih Tirkiye bi dest xwe xistine heta di aliyê aborî jî û siyasî jî başûr bi dest xwe xistiye, li ser Kerkûk jî desekine. Li Kerkûrk hêzên çekdar amede dike, îstixbarata Tirkiye li her cihê xwe bi cih kiriye, wisa dide diyarkirin ku dijmnatiyê ji bo PKK’ê dike. Divê partiyên başûr û gelê başûr fam bike ku dijminê PKK’ê dijminê gelê kurd e dijminê gelê başûr e jî, ji bo wê li hember rawestin û ji bo demokratîkbûn û yekîtiya kurdan têkoşînê bike. Ger têkoşînê mezin bike jî çi bikeve ser milê me em amedene pêk bînin, em di xizmeta gelê xwe yê başûr de ne. Ji bo ku pirsgirêkê xwe çareser bike destkeftiyên xwe hê mezintir bike, di vir de çi bikeve ser milê me em ê pêk tînin. Dema tengijîn û DAIŞ’ê êrîş kir, me erka xwe pêk anî. Her kes vê dizane. Ji naha û şûn ve jî em li gel gelê xwe yên li başûr in her kes divê vê zanibe û wisa fam bike.”

‘Rêber Apo, gelê kurd û PKK aşiqên demokrasî û azadiyê ne’

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di dawiya axaftina xwe de li ser çalakiyên greva birçîbûnê rawestiya û wiha got: “Çalakiya girevên birçîbûnê rojêiyên mirinê li zindanan derveyî zindanan li herçar perçên Kurdistan li Ewropa li her derê bi pêk hatin, pir çalakiyekî mezin bû di dîrokê de mirov nikare mînakek wisa bibîne. Bi rastî di gelek cihan de çêbûye, lê ti cara wisa mezin girseyî çênebûye, ewqasî dirêj jî çênebûye. Ev dide diyarkirin ku Rêber Apo, gelê kurd û PKK aşiqên demokrasî û azadiyê ne, aşiqê gela ye, ji bo berjewendiyê gelan, ji bo demokrasî û azadî çi bedel hebe dide ser milê xwe li wê bandor nake, ji bo wê ew çalakîk wisa mezin dirêj pêk hat. Gelek mirovan bedenê xwe razandin ji bo wê çalakiyê roj bi roj xwe hiland in. Kes nikare ewqas dirêj bi wê hejmarê wisa mezin pêş bixe, nikare erkek wisa rake. Ger Rêber Apo, gelê kurd û çalakvanan ew erk dan ser milê xwe, dide diyarkirin ku ji bo demokrasî û azadiyê ji bo berjewendiyê gelan her tiştî didin ser milê xwe, berdêl çiqa giran bin jî ji wê narevin. Erkeke ji bo dîrokê ji bo mirovahiyê pêk tînin, ev derket holê. Ev çalakî çalakiyeke demokrasî û azadiyê bû. Çalakiyeke ya gelan bû, nirxê mirovahiyê parstin û li dijî faşîzmê bû. Ji bo wê her kesê rewa dît û gihişte armanca xwe. Bi vê bîranînê careke din ez di şexsê Leyla Guven de hemû çalak vanên ku di gireva birçîbûnê rojya mirinê de cih girtî silav dikim û wan pîroz dikim. Yên ku alîkariya vê çalakiya pîroz jî kir ez carkê din wan silv dikim. Ev da diyarkirin ku her tiştek bi berxwedanê tê parastin bi berxwedanê tê bidestxistin bê berxwedan tiştek nabe. Lazim kes nebêje ku çalakiya me encam da, êdî metirsî nema û bi vî rengî dest ji têkoşînê berde. Ev yek wê bibe xefletek, lazim e ti carî bi vî rengî nekin. Divê encam ji vê yekê bê derxistin. Dema ku çalakiyek rê li ber serketinê vedike, encaman bi xwe re tîne, lazim e ji vir û pê ve jî em çalakiyên xwe yên civakî demokratîk xurtir bikin. Ji bo demokrasî û azadiyê, ji bo em karibin encamên baştir werbigirin divê berxwedan bê xurttirin. Ger xwe sist bikin û dev ji berxwedana civakî û demokratîk berdin, wê xurt nekin, hingî ev wê bibe xefletek. Nêzîkatiyeke wiha dikare berxwedan û pêşketinên hatine afirandin jî bixe rewşeke metirsîdar. Lazim e berxwedanê xurt bikin, tifaqê xurt bikin, li ser vê esasê bimeşin. Ger ev yek bê kirin, li dijî faşîzmê çalakiyên demokrasiyê bên xurtkirin, wê hingî encamên baştir bên wergirtin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar