Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Bayik: Çarenûsa xwe û ya Rêber Apo bikin yek

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku rastiya Rêber Apo, berxwedana ku li Îmraliyê dimeşîne, hem rastiyê hemû kurdan derxistin holê û wiha got: “Çarenûsa xwe û ya Rêber Apo bikin yek. Li dijî komplo, li dijî tecrîdê bisekinin û şerê demokrasî û azadiyê bilind bikin. Ji bo ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, lazim e têkoşînê bilind bikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan destpê kir ji ANF’ê re axivî. Cemîl Bayik diyar kir ku Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li dijî komplogeran, nirxên gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê parast û ev tişt anî ziman:

“Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê, li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê tê meşandin. Komploya navneteweyî 26 sal hat meşandin, niha em dikeve sala 27’an. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê bi rastî zilmek mezin hat kirin. Dikarim bibêjim heqeretek hate kirin. Rêber Apo li dijî vê komployê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Bi vê boneyê ez ji bo Rêber Apo silavê xwe, hurmeta xwe, girêdanbûna xwe didim diyarkirin. Ew soza ku me da Rêber Apo, ez dubare dikim. Li dijî komployê navneteweyî di pêşengiya hevalê Halît Oral de berxwedanek hate kirin ev bû xeteke berxwedanê. Ne tenê ne tenê kadroyên tevgera gelê Kurdistanê jî di vê xetê de cih girt, îro di vê xetê de mirovahî jî cih digire. Her ku diçe jî ew xet bi pêş dikeve, bi ser dikeve û heta roja me jî dewam dike. Ji niha û pê ve jî wê hîn bi xurtî dewam bike. Di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê me, gelên Rojhilata Navîn, mirovatiyê zilmeke mezin, zexteke mezin, êşkenceyên mezin hate kirin. Rêber Apo ji bo vê di berxwedana xwe de nirxên gelê me, nirxên Rojhilata Navîn, nirxên mirovatî esas werdigire, temsîl dike, pêk tîne.

Sîstemeke li ser dewlet û desthilatdariyê hatiye avakirin

Eger li ser Rêber Apo komployeke hatiye kirin ku di wê de israr dikin, ku îro vê bi tecrîda mutleq dewam dike, divê mirov vê baş fêm bike. Ji bo ku mirov baş fêm bike jî mirov nêzîkbûna sîstema kapîtalîst modernîte, sîstema dagirker qirkeran, sîstemeke li ser dewlet û desthilatdariyê hatiye avakirin baş fêhm bike. Eger ku nêzîkbûna vana mirov ji bo kurdan baş fêhm neke, mirov nikare komployê navneteweyî û tecrîda mutleq ku niha tê meşandin mirov nikare baş fêm bike. Bingeha vê esas di cîvîna Qahirê de hat pêşxistin. Bi civîna Qahirê de li ser Rojhilatê Navîn siyasetek hat meşandin. Rojhilata Navîn hate parçekirin. Hem ereb hatin parçekirin, hem kurd hatin parçekirin. Li ser vê parçebûnê sîstema kapîtalîst modernîte da rûniştandin, li ser vê dane meşandin. Wextê ku li Rojhilava Navîn ev parçebûna bi pêş xistin, gelê kurd înkar kirin. Gotin gelê kurd êdî nîne. Belkî berê hebû, lê belê di siyasetê Rojhilatê Navîn de, di siyaseta kapîtalîst modernîteyê de êdî cihê kurdan nîne. Ji ber wê siyasetê qirkirinê, îmhayê esas hat wergirtin. Ji ber vê kurd li derveyî sîstema ku bi pêş xistin hiştin. Wateya vê çi ye? Êdî ji bo kurdan ti heq û hiqûq nîne.

Li ser qirkirina kurdn tên desthilatdariyê

Bi temamî li derveyî mafê gelekî hiştin. Ev siyaseta ku di wê dîrokê de heta îro tê meşandin, li ser vê bingehê tê meşandin. Yanî siyasetê qirkirinê hat qebûlkirin. Dewletên dagirker vê siyasetê dewam dikin. Eger ku mirov vê baş fêhm neke, mirov nikare ew qanûnên ku piştre li dijî kurdan hat pêşxistin, fêhm bike. Tê zanîn gelek qanûn hatin pêşxistin, Plana Şark Îslahat, Qanûna Tuncelî (Dersim) û girêdayî vê hîn gelek qanûn hatin pêşxistin. Armanca van qanûnane hemû ew bû ku wê çawa kurd ji holê rakin. Temamî wan qanûnane li ser vî esasê hatin pêşxistin. Niha dewleta Tirkiyeyê qanûna xwe qanûna qirkirinê ye li dijî kurdan. Li Tirkiyeyê ji bo kurdan tenê qanûnek heye. Ew qanûn çi ye? Temamî yê ku bê ser desthilatdarî divê qirkirina kurdan esas werbigire. Yê ku li ser desthilatdariyê jî lazim e, divê siyasetê qirkirinê dewam bike û encam werbigire. Yê ku vê siyasetê esas wernegire tu carî ne dikare were ser desthilatdariyê ne jî dikare di desthilatdariyê de bimîne. Eger ku AKP-MHP’ê anîne ser desthilatdariyê û li ser desthilatdariyê de dihêlin, ji bo ku ew qirkirinê kurd temam bikin anîn ser desthilatdariyê. Ji bo vê li ser desthilatdariyê dihêlin. AKP-MHP’ê bi temamî desthilatdariya xwe ser qirkirinê kurd bi pêş dixin.

Li ser kurdan siyasetê qirkirinê dimeşînin

Niha dewletê Tirkiye ji ber ku li ser siyasetê qirkirinê bi taybet jî li dijî kurdan hatiye damezrandin û li ser vê dimeşin, ji bo vê li ser Kudan çi bike ji xwe re rast dibîne, heq dibîne. Eger ku li ser kurdan qetliaman bi pêş dixe, her tiştê qedexe dike, girtinan, kuştinan, xistina zindanan, di zindanê de kuştin, êşkence esas werdigire, ku xwezaya kurdan talan dike, kurdan koçber dike, hemû ji ber ku ji xwe heq û rast dibîne, dike. Ji bo çi? Ji ber ku li ser kurdan siyasetê qirkirinê dimeşîne. Ji bo vê vana ji bo xwe heq dibîne, rast dibîne. Ji ber ku tekane destûra xwe ji bo kurdan li ser vê esasî ye, vê jî dimeşîne. Di vê de jî israr dikin ku bikarin encam werbigirin. Ev rastiya dewleta Tirkiyeyê ye.Dewletê Tirkiye wexta ku komploya navneteweyî hat pêşxistin, vê ya ji xwe re firsend dît. Got, ez dikarim di vê firsendê de feyde bigirim, ew qirkirina ku li ser kurdan dimeşînim ez dikarim dewam bikim, dikarim bigihim armancê.

Rêber Apo li dijî kapîtalîzmê berxwedaneke dîrokî pêş xist

Komploya navneteweyî jî di her aliyê de bi alîkariya dewleta Tirkiye kir. Ji ber ku siyaseteke sîstema kapîtalîst modernîte pêş xistî, li ser îmhakirinê, qirkirina kurd bû. Dewleta Tirkiye ji ber ku ew siyaseta dimeşand, ji bo vê alîkariya dewleta tirk di her aliyê ve pêş xistin. Vaya ji bo berjewendiyên xwe dixwestin, ji bo alîkariya dewleta Tirkiyeyê kirin. Dewleta Tirkiyeyê jî bi vê alîkariyê dixwest ku armancên xwe pêk bîne. Niha ew sîstema ku li Îmraliyê hatî pêşxistin, bi temamî sîstemeke ne rewa ye, bi temamî sîstemeke Gladyo pêş xistiye. Qanûna Gladyo 26 sal in li Îmraliyê tê meşandin. Di wê derê de ti hiqûq nîne. Çima? Ji ber ku ji bo gelê kurd hiqûq nîne. Gelê kurd bi civînê Qahîreyê li derveyî hiqûq hiştin. Eger gelekî heq û hiqûq nebe, ji bo wê gelê tu cara hiqûq nayê esas wergirtin. Kî ji bo vî gelî têkoşîneke bi pêş bixe, ji bo wî jî hiqûq tu caran esas nayê wergirtin. Heta hem ji bo wî gelî, hem jî ji bo yê ku xwedî li vî gelî derketî, ji bo vî gelî têkoşîn, azadî û demokrasî pêşxistî li gel wan sûcdar dibe. Ji ber vê têkoşîna ku Rêber Apo, PKK dimeşîne li dijî xwe dibînin, sûcdar dibînin. Ji ber vê dijmin ji bo Rêber Apo û PKK’ê bêhiqûqî pêş dixe. Ji bo vê çi hiqûq û edalet esas wernagirin. Temamî ji bo vê qanûna Gladyo bi pêş dixin. Niha Rêber Apo li Îmraliyê di şertên pir zor û zehmet de, di nav bê derfetiyan de li dijî vê sîstemê sekinî. Yanî li dijî Gladyo, sîstema Gladyo, sîstema ku Gladyo bi pêş xistî, sîstemeke kapîtalîst modernîte, yê ku bi wan re hevalbendî dikin, yê ku di wê sîstemê de cih digirin li dijî van hemûyan sekinî, berxwedaneke dîrokî pêş xist.

Fikrên Rober Apo bandorê li ser cîhanê dike

Nirxê gelê kurd, nirxê mirovatiyê parast, temsîl kir û xwest ku van nirxan zêdetir bilind bike. Nêzîkbûna ku bi pêş xistî bi temamî li ser vê esasê bi pêş xist. Ji ber vê xwe kir hêza çareseriyê. Hem ji bo gelê kurd hem ji bo Rojhilata Navîn hem ji bo mirovatiyê. Pirsgirêkê wan wê çawa çareser bike, ew bi xwe esas werdigire. Ji bo ku pirsgirêkê wan pêş çareser bike jî, kê komploya navneteweyî bi pêş xist, kî di vê de cih girt, xizmet kir, ewane hemû şirove kir. Di vê şîrovê de encam derxist, xwe nû kir xwe ava kir. Di şexsê xwe de gelê kurd, mirovatî ava kir. Ji bo vê ji bo gelê kurd, ji bo mirovatiyê, ji bo jinê paradîgmayeke nû bi pêş xist. Ew paradîgma da dest gelê kurd, Rojhilata Navîn û mirovatiyê. Hêviya wan bi vî şeklî pêk anî. Ji ber çi di komployê de israr dikin? Ji ber çi komployê di şeklê tecrîda mutleq de dewam dike? Sebeba wê heye. Ji ber ku ji Rêber Apo ditirsin. Ji fikirû axaftina Rêber Apo ditirsin. Ji ber ku li ser siyasetê, ne tenê li ser siyaseta Tirkiyeyê, li ser siyasetê Rojhilata Navîn, yê cîhanê bandor dike. Li ser gelê kurd, li ser gelan bandor dike, li ser mirovatiyê bandor dike, li ser mirovatiyê tesîr dike, moralê, hêviyê dide wan. Rêya çareseriyê li pêş wan datîne. Ji ber vê komploger, xayînên kurd, desthilatdar ji Rêber Apo ditirsin.

Berxwedan Rêber Apo rastiya kurdan derxist holê

Eger ku dewleta Tirkiye mafê hêviyê qebûl nake, sebeba vê ew e ku dewleta Tirkiyeyê, gelê kurd bi navê gelê kurd têkoşîneke qebûl nake, dixwaze kurd ji qirkirinê re derbas bike, bi navê kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake, ji bo vê qanûna hêviyê qebûl nake. Ji ber ku di civîna Qahîrê de gelê kurd hat înkarkirin, ji derveyî sîstema cîhanê hiştin. Ti heq nedan gelê kurd. Gotin heqê gelê kurd nîne ku jiyan bike. Sîstema xwe li ser vî esasî bi pêş xistin. Û dewleta Tirkiyeyê jî li ser vê sîstema li Lozan hat avakirin. Ji ber wê dewleta Tirkiyeyê heqê gelê kurd qebûl nake. Ji ber vê ji bo Rêber Apo qanûna hêviyê qebûl nake. Niha nêzîkbûna li Rêber Apo weke qaxezê turnusol e, rastiya her kesekî derdixe holê, bi her kesî dide fêhmkirin. Niha rastiya Rêber Apo, berxwedana ku li Îmraliyê dimeşîne, hem rastiyê hemû kurdan derxistin holê. Di xeta tevgera kurd de, xeta xiyanetê çi ye, xeta bi dijmin re hevkarî çi ye, xeta welatparêzî, şoreşgerî çi ye, ji mirovan çi dixwaze ev ji her alî ve nîşan da, bi her kesî da fêhmkirin. Ji bo vê rastiya mala Barzanî di aliyê kurdan de hat fêhmkirin.

Rêber Apo emrê xwe ji bo têkoşînê derbas kir

Ev ji bo gelê kurd qezenceke mezin e. Ji ber ku gelê kurd heta niha wisa fêhm dikir ku ev malbatê ji bo kurdan têkoşînê dike. Lê belê derket holê ku ev malbat ji bo xwe çi pêwîst e wê esas werdigirin. Ji ber vê li gel dijminê gelê kurd cih digire, li dijî kurdan disekine. Vaya ji bo gelê kurd qezenceke mezin e. Niha ne tenê xayinên kurd derxist holê, da fêmkirin. Ne tenê welatparêzî, şoreşgeriya kurd derxist holê, da fêmkirin. Li gel vê yên ku ji xwe re dibêjin ez sosyalîst im, demokrat im, rewşenbîr im, ez azadî û demokrasiyê dixwazim, ez li dijî faşîzmê û li dijî qirkirinê me, rastiya van jî hemû derket holê. Kî bi rastî li van nirxan xwedî derdikeve, kî di bin van nirxan de xwe vedişêrin, derket holê.Dîsa li cîhanê kî dostê kurd e, kî dijminê kurd e, ji bo çi dijminiyê kurdan dikin ew jî derket holê. Ev ji bo gelê kurd qezenceke gelek û gelek mezin e. Ji ber ku Rêber Apo di emrê xwe de ji bo vê têkoşîn kir. Yanî ku li Kurdistanê xiyanet û welatparêziyê li hev du derbixin, mirinê û jiyanê li hev du derbixin, hişt ku gelê kurd li cîhanê dostê xwe dijminê xwe baş fêhm bike. Emrê xwe bi temamî li ser vê esasî jiyan kir, têkoşîna vêya bi pêş xist. Di vê têkoşînê de jî belkî hem Rêber Apo hem gelê kurd hem PKK êşên mezin kişandin, berdêlên mezin dan lê gihişte armanca xwe.

Armanca wan Rêber Apo û PKK bi temamî ji holê rakirin bû

Niha saziyên Ewropa civîn çêkirin. Di wê civînê de saleke din wext dan dewleta Tirkiyeyê. Halbûkî Ewropa di 2014’an de biryarek wergirt. Ew mehkemeya Rêber Apo ne mehkemekî rast hatiye hat kirin. Tê de hiqûq, edalet nîne. Ji nû ve divê were mehkemekirin. Û li ser Rêber Apo li Îmraliyê êşkence tê meşandin. Heqê Rêber Apo bi temamî tê binpêkirin. Lê belê Konseya Ewropa 10 sal derbas bûn li ser wê ti biryar wernegirt. Ji ber çi biryar wernegirtin, ji ber çi 10 salan ew Konseya Ewropa li ser biryara xwe nesekinî? Ji ber ku dewleta tirk li dijî Rêber Apo, PKK, li dijî kurdên azad biryarek wergirtibû ew biryar xistibû pratîkê. Biryara ku bi pêş xistî navê xwe çokdanandin bû. Yanî bi navê kurd û Kurdistan çi heye ji holê rakirin bû. Rêber Apo û PKK bi temamî ji holê rakirin bû. Ji ber ku biryar li ser vê esasê bû, ew Konseya Ewropayê, saziyê girêdayî vana ew biryara Tirkiyeyê ji bo xwe esas wergirtin, li benda wê man.

Tasfiyeya PKK, qirkirina gelê kurd temam nebû

Wisa hesab dikirin ku dewleta Tirkiye wê PKK tasfiye bike, qirkirina kurd temam bike, ji ber vê jî êdî ne lazim e heqê hêviyê ji bo Rêber Apo bînin rojevê. Ji ber vê ji xwe alîkariya dewleta Tirkiyeyê jî kirin. Hem beriya komployê hem di komployê de hem jî piştî komplo di her aliyê de alîkariya dewleta Tirkiyeyê kirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê bi tifaqa Lozan hate qebûlkirin. Ew tifaqê kî pêş xist? Yên ku civînê Qahîreyê bi pêş xistî, yên ku Rojhilata Navîn parçe parçe kirin. Yên ku di Rojhilata Navîn de di sîstema cîhanê de cih nedan kurdan ên ku kurd înkar kirin, ji derveyî heq û hiqûqê hiştin. Biryara xwe esas wergirtin. Biryara dewleta Tirkiyeyê esas wergirtin. Lê belê ji ber ku li Rêber Apo xwedî derketin çêbû, PKK, dostên PKK têkoşîn kirin, hêviya ku Ewropa, dewleta Tirkiyeyê dikirin, pêk nehat. Tasfiyeya PKK, qirkirina gelê kurd temam nebû, tengav bûn, neçar man careke din li ser wê biryarê nîqaş bikin.

Lazim e gelê Ewropa rastiyê bibîne

Eger ku nîqaş kirin, salekê dîsa wext dan dewleta Tirkiyeyê, bi dawaza dewleta Tirkiyeyê ev çêbû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê, niha ji her kesê re dibêje ku min li dijî PKK’ê, li dijî têkoşîna ku Rêber Apo pêş dixe, gelek pêngav avêtine, êdî ez ê encama tasfiye û qirkirinê werbigirim. Ji ber wê hûn saleke din ji bo min musade bikin. Ji ber ku Tirkiyeyê ev xwest û ji her kesî re jî vêya dibêje, ji ber vê Konseya Ewropa jî careke din salek qebûl kir. Wateya vê çi ye? Wateya vê ew e ku ew êşkenceya ku li ser Rêber Apo heyî hûn dikarin dewam bikin, hûn dixwazin PKK’ê ji holê rabikin, qirkirina kurd temam bikin, hûn dikarin bikin. Biryara ku wergirtin xizmetê vê dikir. Yanî Ewropa bi esasî li biryara xwe xwedî derdikeve. Biryara ku dewleta Tirkiyeyê li ser Rêber Apo, PKK û kurdan pêk tîne jî biryara ku li Qahîreyê hatiye wergirtine. Li ser vê bingehê dewleta Tirkiyeyê qirkirin û tasfiyeyê dimeşîne. Dewleta Tirkiyeyê ne tenê kurdan ji qirkirinê re derbas dike. Li Tirkiyeyê gelek gelên din hebûn, olê din hebûn, çandê din hebûn, vana hemû ji qirkirinê re derbas kir. Tenê kurd man, dixwaze kurd jî ji holê rabike. Derfetên Tirkiyeyê bi temamî li ser vî esasî xerc dikin. Niha li Ewropa bi vî şeklî, di dîrokê Ewropa de gelek têkoşînên demokrasî, azadiyê çêbûn. Li ser vê nirx çêbûn, vana hemû dixe bin linga. Lazim e gelê Ewropa vê bibîne, vê qebûl neke. Lazim e li dijî vê bisekine, bibêje hûn nikarin ew nirxên ku me bi salan bi têkoşîna bi pêş xistî, hûn têxin bin lingê xwe. Em xwediyê van nirxan e. Lê xwedî derkevin. Ji ber ku Ewropa her ku diçe ji van nirxan dûr dikeve, dixe bin linga, ji ber we li Ewropayê ew tevgera faşîzmê bi pêş dikeve. Ji ber ku hiqûq, edalet, demokrasî û azadî mirov bide aliyekî li wir çi bi pêş dikeve? Faşîzm bi pêş dikeve. Eger ku li Ewropayê îro partiyên faşîst li her cihekî pêş dikevin sebeba wê ev e. Ji ber gelê Ewropayê yên li dijî faşîzmê, yên li dijî neheqî û zilmê disekinin, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn dikin, yên ku ji bo sosyalîzmê, edaletê têkoşîn dikin, lazime vê bibînin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin

Çawa sîstemê kapîtalîst modernîte di şexsê Rêber Apo de li dijî mirovatiyê, li dijî nirxên mirovatiyê disekine, li dijî demokrasî, azadî, edaletê, wekheviyê disekine, li cîhanê yên ku demokrasî, azadiyê, edaletê esas werdigire jî li seranserê cîhanê têkoşîneke demokrasî, azadiyê, edaletê, wekheviyê lazime pêş bixin.Eger li cîhanê sîstemê kapîtalîst modernîte, nûnerên wan desthilatdariyê ku di vê sîstemê de jiyan dikin li dijî gelan, li dijî jin, li dijî ciwanan, li dijî karkeran, li dijî gundiyan, li dijî hêzên demokrasî, azadî, sosyalîzmê disekine, nirxên wan ên bi salan çêkirî hemûya dixin bin linga, lazim e ew hêzane wer temaşe nekin. Li dijî bisekinin, li nirxên xwe, li paşeroja xwe lazime xwedî derkevin. Îro Rêber Apo xwedî nirxên mirovatî, demokrasî, azadî, sosyalîzmê xwedî derdikeve. Ji bo vê ew hêzane lazim e li Rêber Apo xwedî derkevin. Çarenûsa xwe û ya Rêber Apo bikin yek. Li dijî komplo, li dijî tecrîdê bisekinin û şerê demokrasî û azadiyê bilind bikin. Ji bo ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, lazim e têkoşînê bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar