Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bayık: ‘CPT û Konseya Ewropa piştgiriyê dide qirkirina kurdan’

Bayik, diyar kir ku, hilbijartinên 14’ê Gulanê firsendeke dîrokî ye û got: , "Heke vî tiştî bikin, ez bi hêsanî dikarim bêjim ku faşîzma AKP-MHP'ê wê bi dawî bibe û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê gav were avêtin. Êdî tiştekî ku AKP û MHP bidin civak, jin, kurd, elewî, kedkar û gelan tune, tiştekî wan nemaye.”   

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna taybet a bi ANF’ê re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilbijartinên 14’ê Gulanê û êrîşên dewleta tirk ên li ser tevgera kurd nirxand.

Bayik bang li hemû kesan kir ku ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê encamên baş bi dest bixin hêza xwe nîşan bidin û got, “Heke vî tiştî bikin, ez bi hêsanî dikarim bêjim ku faşîzma AKP-MHP’ê wê bi dawî bibe û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê gav were avêtin. Êdî tiştekî ku AKP û MHP bidin civak, jin, kurd, elewî, kedkar û gelan tune, tiştekî wan nemaye.”

Karê me daxistina van kesan e. Divê em hêviyên hemû kesan bi cih bînin. Ji ber vê ez bang li Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Çepên Kesk, gelê kurd, elewî, jin, ciwan, kedkar, hemû gel û kesên ku li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê ne dikim, divê vê firsenda dîrokî baş were nirxandin.”

Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ne:

‘Tecrîd, di nav sosyalîstan têkoşerên demokrasî û azadiyê de fikaran çêdike’ 

Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye. Nirxandinên wî hem li ser tevgera me hem jî li ser gelê me, li ser derdorên sosyalîst, derdorên dost û heta li ser Komara Tirkiyeyê bandorê dike; ji ber vê yekê her kes bala xwe dide van nirxandinan. Ji ber vî tiştî komploya navneteweyî çêbû. Demeke dirêj e tu têkilî bi Rêber Apo re tune.  Her kes bi vî tiştî dizane. Ev tê wateya ku komplo wekî tecrîda mutleq bidome. Ev tecrîda mutleq di nav tevgera me de, di nav gelê me de, di nav sosyalîstan, têkoşerên demokrasî û azadiyê de, fikaran çêdike. Ji ber vî tiştî li dijî vê tecrîda mutleq têkoşîn tê kirin. Divê ev tişt wisa were fêmkirin.

‘Rêber Apo Apo ne tenê rêberê gelê kurd e Rêberê mirovahiyê ye’

Wekî ku tê zanîn kurd çûne gelek welatên cihanê. Helbet bi hezkirin welatê xwe neterikandin û ji ber wê neçûn wir. Ji ber zordarî, komkujî, girtin, îşkenceyên cihê û li her dera dinyayê belav bûn. Gelê me yê ku li çar aliyê cihanê belav bûye, divê îdeolojiya Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo, paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye, pirsgirêka kurd û têkoşîna li Kurdistanê pêş dikeve, weke dîplomatan bigihînin hemû kesan. Ger vê yekê bikin wê Rêber Apo bigihêje hemû cihanê. Tişta ku wê Rêber Apo zindî bihêle ev e. Pir girîng e ku hemû kurd, bi taybetî jî kurdên li çar aliyê cihanê belav bûne, vê erk û berpirsyariyê bi cih bînin. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê kurd e, di heman demê de rêberê mirovahiyê ye. Ji ber vê sedemê kî çi dike bila bike, tu carî nikarin Rêber Apo ji mejî û dilê gelê kurd û mirovahiyê paqij bikin.

‘CPT û Konseya Ewropa piştgiriyê dide qirkirina kurdan’

Ji bo vê yekê gelek ked dan. Lê belê ev hewldan berovajî vê yekê dibe sedem ku Rêber Apo di dil û mêjî de cih bigire. Ji bo vê jî gelek konferans û civîn tên lidarxistin. Herî dawî li Hambûrgê konferansek hat lidarxistin. Li ser îdeolojî, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo axaftin hatin kirin. Almanyayê astengî derdixist, lê dîsa jî ev konferans bi awayekî serkeftî hat lidarxistin. Bi rêz û hurmet amadekar û beşdarên vê konferansê silav dikim. Bi rastî li dijî gelek astengî û zehmetiyên mezin jî ev konferans li dar xistin.

Dîsa ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Dusseldorfê mîtîngek hate lidarxistin. Li Marsîlya û li gelek cihên din meş hatin lidarxistin. Ez hemû gelê me û dostên me yên beşdarî vê mîtîng û meşê bûne ji dil silav û pîroz dikim. Ev hemû bi awayekî aşkere nîşan didin ku ger paradîgmaya Rêber Apo baş were fêmkirin û têgihiştin wê her kes vê paradîgmayê qebûl bike. Her kes vê paradîgmayê weke hêviyekê dibîne û xwedî li Rêber Apo derdikeve. Ji ber vê yekê, ger em vê paradîgmayê bigihînin her derê û bidin fêmkirin, wê xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir pêş bikeve. Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li ser vê bingehê hîn zêdetir hêzê bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê her kes li cihê ku lê ye, bi berpirsyarî tevbigere. Divê têkoşînê geştir bike. Divê mirov şert û mercên ku Rêber Apo têdikoşe û ev paradîgma çawa pêş xistiye, bide fêmkirin. Ger ev yek bê kirin, ez difikirim ku wê zextên li ser Komara Tirkiyeyê zêde bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo êdî nabe ku were taloqkirin. Di vê mijarê de helwesta CPT û Konseya Ewropayê gelekî balkêş e. Ew vî tiştî dixin stûyê dewleta tirk, dewleta tirk jî dixe stûyê wan. Dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê me polîtîkayên qirkirinê dide meşandin. Polîtîkaya CPT û Konseya Ewropayê ya di vê mijarê de bi temamî xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk re dike. Ew hevkarên qirkirinê ne. Qet nebe bila nebin hevkarê qirkirinê. Divê rêzê li qanûn, rêgez û prensîbên xwe bigirin. Ger rêzdar bin û piştgiriyê nedin qirkirinê, bi baweriya min komara tirk nikare vê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo di vê astê de bike. Bi vê minasebetê ez bang li hemû kesan dikim ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber têkoşînê geş bikin.

‘Şehîdên me yên destpêkê berê têkoşîna me diyar kirin’

Weke ku tê zanîn ji aliyê tevgera me ve 18’ê Gulanê Roja Şehîdan û meha Gulanê jî weke meha Şehîdan, hate diyarkirin û ev yek ji raya giştî re jî hat ragihandin. Eger baş bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku ne tenê 18’ê Gulanê Roja Şehîdan e, her roj Roja Şehîdan e û dîsa ne tenê meha Gulanê Meha Şehîdan, hemû meh Meha Şehîdan e. Ev rastiyek e. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Hakî Karer de hevrêyên şoreşger ên li Tirkiyeyê ku têkoşîna sosyalîst, demokrasî û azadiyê meşandine û li ser vê rêyê hatine bidarvekirin, bi îşkenceyan û di şeran de hatine qetilkirin û dîsa hevrêyên şoreşger ên li Kurdistanê ku li Îran, Başûr û Rojava şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza ku me daye wan, dubare dikim. Weke tê zanîn heval Hakî Karer yek ji şehîdên me yê destpêkê ye. Dema ku hevalê Hakî Karer şehîd bû, Rêber Apo nirxandinek kiribû. Êdî şehîd hat dayîn, xwîna me hate rijandin. Ji vir û şûn de gav paş de nayê avêtin. Bi rastî jî Rêber Apo ji wê dîrokê ve dest pê kir û hetanî roja me di derbarê şehîdan de nirxandinên gelekî mezin kir. Danî holê ku dilsoziya bi şehîdan re tê çi wateyê, divê dilsozî çawa bê pêkanîn. Şehîdên me yên destpêkê berê têkoşîna me diyar kirin.

PKK li ser vê rêyê, li ser van pîvanan dimeşe. Ji ber ku di bingehê xwe de şehîdekî gelek mezin e, ji ber ku li ser rê û pîvanên ku şehîdan diyar kirî dimeşe, me PKK weke Partiya Şehîdan pênase kir. Rêber Apo xwe weke berdevkê şehîdan û me jî xwe weke hevrêyên şehîdan, pênase kir. Em li ser vê rastiyê dimeşin. Divê her kes vê yekê wiha fêm bike.

‘Bijî têkoşîna hevpar a gelên kurd û tirk’  

Ev tevger 50 sal in têkoşînek bênavber dimeşîne. Vê tevgerê û vî gelî bi hezaran şehîdan dan. Ez dikarim bibêjim ku tevgerek wiha îstîsna ye û ya destpêkê jî di PKK’ê de pêk hatiye. Rêber Apo hîna dema bingehê vê tevgerê avêtî, du tişt ji bo xwe esas girtin. Ya yekem, gotinên Denîz Gezmîş ên ku li ber sepa îdamê gotin. Gotibû, ‘Bijî têkoşîna hevpar a gelên kurd û tirk’. Rêber ev gotinên Denîz Gezmîş, her tim ji xwe re esas girt û têkoşîn û rêxistinbûn li ser vî bingehî pêş xist. Dîsa ji ber ku Hakî Karer û Kemal Pîr destpêkê bi Rêber Apo re hevrêtî kirin, ji ber ku evane ne Kurdistanî û kurd bûn, ji ber ku hîna li holê tu têkoşîna rêxistinbûnê tunebû bi Rêber Apo re hevrêtî kirin, Rêber Apo ev yek jî danî bingehê têkoşînê. Eger di nava PKK’ê û gelê kurd de têgihiştinên netewperest pêş neketibin, hîna ji destpêkê ve ev tevger di kesayeta enternasyonal de pêş ketibe, têkîliya vê ya bi rastiyê re heye. Rêber Apo ji wê demê û vir ve her tim têkoşîna gelan a hevpar esas girtiye. Ne tenê têkoşîna hevpar a gelên kurd û tirk, di heman demê de ji bo pêkanîna hesretên hevpar a gelan hemûyan, têkoşiyaye. Li ser vî bingehî îdeolojî, felsefe, rêxistinbûn, têkoşîn û paradîgmaya xwe pêş xistiye. Ev yek bi şêwazê di şert û mercên Tirkiyeyê de, demokratîkbûna Tirkiyeyê û li Kurdistanê pêşxistina azadî û xweseriyê formule kiriye. Li ser vî bingehî sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û welatparêzên li Tirkiyeyê ev paradîgma esas girtin û di demê dawî de Tifaqa Ked û Azadiyê pêş xistin. Bi vê tifaqê di nava Partiya Çepên Kesk de cih girtin.

‘Ya pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike, Partiya Çepên Kesk e’

Li ser vî bingehî biryar dan ku bikevin hilbijartinan. Lewma Partiya Çepên Kesk divê gelek bixebite. Divê bi rêjeyek mezin xwe bigihîne meclîsê. Ji ber ku di Komara Tirkiyeyê de ya ku bi makeqanûna ku 1924’an hatî pêşxistin, olîgarşî pêş ket. Ev yek her ku çû, veguherî kesayetek faşîst. Di pêvajoya ku hatiyê de, êdî nikare bimeşe. Firsendek dîrokî derket pêşberî sosyalîst, welatparêz û têkoşerên demokrasî û azadiyê. Firsendek derket holê ku Tirkiye bi rengê komara demokratîk bê pêşxistin. Ji bo ev firsenda dîrokî baş were destgirtin, Partiya Çepên Kesk divê xwe baş rêxistin bike, têkoşîna xwe ya hilbijartinê baş bimeşîne û xwe bi rengekî gelekî xurt bigihîne parlamentoyê. Eger vê yekê bike, wê ev firsenda dîrokî di aliyê demokrasiyê de were nirxandin. Wê çareseriyê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re yên ku bûyîne kangren, pêş bixe. Êdî ya ku pêşeroj Tirkiyeyê diyar bike, Partiya Çepên Kesk e. Ev rastiyek e. Hema hema her kes vê yekê tîne ziman. Wê demê Partiya Çepên Kesk divê vê rolê xwe baş bilîze. Ji ber vê yekê têkoşînek gelek mezin hat meşandin. Şehîdên mezin hatin dayîn, berdêlên mezin hatin dayîn, êş hatin kişandin. Lewma gelek girîng e ku em rast nêzî şehîdan bibin û wan rast bidin jiyîn. Ev hêmanek bingehîn ê hevrêtiya me ye. Hem jî diyalektîka pêşketina tevgera me ye. Armanca me hemûyan ev e ku em layiqî şehîdan bin, armanc, hevî û xeyalên wan pêk bînin. Meha Gulanê ji bo me meheke gelek pîroz e. Lewma divê em di vê mehê de ji her demê zêdetir xwe lêpirsîn bikin, şaşitî û kêmahiyên xwe bibînin û sererast bikin. Divê em esas bigirin ku rastî û destkeftiyên xwe mezin bikin.

‘Biryara bêçalakîtiyê biryareke mirovî, exlaqî, wijdanî bû

Weke ku tê zanîn li qadeke gelekî girîng a welatê me, erdhejeke mezin çêbû. Dema ev erdhej pêk hat hikûmeta AKP û MHP’ê bi sed hezaran gelê me terkî mirinê kir. Me ev rewş li ber çavan girt û ev biryara sekinandina çalakiyan da. Ev biryareke mirovî, exlaqî, wijdanî bû. Çima me biryarek wisa pêş xist? Ji ber ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li herêma erdhejê bi sed hezaran mirov terkî mirinê kiribû. Nedibû em li hemberî vê rewşê xemsar bin. Ji ber ku em tevgereke civakî ne. Em tevgereke mirovî, exlaqî û wijdanî ne. Me tu carî qebûl nedikir ku ev mirov wisa terkî mirinê werin kirin. Pêwîst bû gelê me ji vê rewşê rizgar bibûya. Diviyabû gel di zûtirîn demê de bihatana alîkariya gel. Divê pêşiya mirinan bihata girtin. Diviyabû ev zirar ji holê bihata rakirin. Divê li ser vî esasî ev enerjî têketa tevgerê. Ne rast bû ku mirov bi tiştên din eleqedar bibûya. Ji ber vê sedemê me biryara sekinandina çalakiyan da.

Lê belê, sedemeke din jî hebû. Dema em ji Enqereyê ji bo xebatê çûn Kurdistanê, yek ji qadên destpêkê yên ku em lê xebitîn Dîlok, Semsûr û Mereş bû. Li vir kedeke me heye. Encamên vê hene. Dewleta tirk hewl dida vê kedê jî ji holê rake. Dixwest kurdan ji vir derxîne. Ez bi xwe jî li wir xebitîme. Min ew qad û gelê wir ji nêz ve nas dikir. Piraniya wan gelekî kedkar bû. Kurd bûn, elewî bûn û kedkar bûn. Ji ber vê divê xwedî li gel bihata derketin. Ji ber vê me ev biryar da. Piştre hilbijartin derket pêş. Dema ku hilbijartin hat rojevê hemû gelên Tirkiyeyê êdî ji desthilatdariya AKP MHP’ê re digotin êdî bes e. Guhertin dihat xwestin. Lê hikûmeta AKP û MHP’ê çavê xwe ji daxwaza guhertina civakê re girtibû. Heta bi provokasyonan hewl dida vê guherînê bêbandor bike û dîsa desthilatdariya xwe bidomîne. Hemû kesî digotin dibe ku provokasyon bi pêş bikeve.

Dihate gotin guhertina ku pêdiviya Tirkiyeyê ye, bi vî awayî dibe ku pêşiya wê were girtin. Me ev rewş li ber çavan girt, ji bo ku guhertin sabote nebe û guhertin pêk were, ji bo zemîna provokasyonên ku dikarin pêk werin û em nebin aliyê rewşeke wisa, me biryar da ku em heta encamên hilbijartinê çalakiyên xwe bidin sekinandin.

‘Yekîtiya Ewropa û NATO divê nebin hevkarê qirkirina kurdan’

Ji ber wan sedeman me, biryara bêçalaktiyê dirêj kir. Divê ev tişt jî rast were fêmkirin. Me li ser vê bingehê berpirsyariya xwe bi cih anî. Me fedakariyeke mezin kir. Em difikirin ku her kesê ku bi vê mijarê re eleqedar e, bi vê rewşê dizane û dinirxîne. Dema ku me biryarek wisa pêş xist, li bajaran me tu çalakî nekir, dewleta tirk her tim êrîşên xwe zêde dikir. Him li Tirkiyeyê him li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev kir, him li Başûr û Rojava ev kir û him jî kesên siyaseta demokratîk dikirin girtin û avêtin zindanan.  Îşkenceya li zindanan zêdetir kir. Dewleta tirk piştî biryara me ya sekinandina çalakiyan êrîş û qetlîamên xwe zêdetir kir û sedema vî tiştî jî helwesta NATO û Yekîtiya Ewropayê ye. Ji vê yekê sûd wergirt, bi zêdekirina êrîşên xwe berdewam kir. Ew hîn jî berdewam dike. Helbet ev rewş zorê dide me, gelê me, hevalên me. Tevî hemû zehmetiyan jî em hewl didin  erkên xwe bi cih bînin. Em fedakariyê didomînin. Em bawer in divê ev tişt rast were fêmkirin. Heke NATO û Yekîtiya Ewropayê destek nedaya dewleta tirk, ev dewleta faşîst, mêtinger û qirker nedikarî van êrîşan di vê astê de pêş bixe. Dewleta tirk a faşîst, mêtinger û qirker xwe dispêre têkiliyên xwe yên  bi NATO û Ewropayê, wekî zarokekî şûm êrîşî her derê dike. Kes jî tiştekî ji wan re nabêje. Ji ber vê dibin hevkarên van êrîşan. Dibin hevkar û şirîkên ev polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk. Ez bang dikim ku bila dev ji vê siyaseta xwe berdin û nebin hevkarên qirkirina li ser kurdan.

‘AKP-MHP’ê dewleta çadiran kiriye dewleta çete-mafya’

Desthilatdariya faşîst, mêtinger, qirker a AKP-MHP’ê ji bo parastina hebûn û desthilatdariya xwe ji destpêkê ve aloziyên bi vî rengî derdixe, civakê tîne dijberî hev, civakê parçe dike û dike dijminê hev. Dixwaze hebûn û desthilatdariya xwe li ser vê yekê bidomîne. Hemû lêgerînên wan bi vî rengî ye ku ew çawa dikare rewşek awarte biafirîne, ew dikare pêşveçûneke li gorî xwe bike, hebûna xwe û desthilatdariya xwe li ser berdewam bike. Ew her tim li pey wê ye. Ji ber ku di qonaxa niha de pê hesiyane ku êdî nikarin xwe, hebûn û desthilatdariya xwe bidomîne. Lê belê dixwazin hebûn û desthilatdariya xwe jî berdewam bikin. Dixwazin spekûlatorên xwe bidomînin. Ji ber vê jî civak rastî pirsgirêkên birçîbûn, bêkarî, azadî û demokrasiyê tê. Xweza tê tunekirin, qirkirina jin û qirkirina civakê pêk tê. Hemû hewldanên wan li ser wê yekê ye ku çawa dikarin hebûn û desthilatdariya xwe biparêzin. Ew ê çawa berjewendiya xwe bidomînin. Bi vê yekê dewleta tirk kirin dewleteke mafya. Veguherandine dewleta çeteyan. Tiştek nemaye, ne makeqanûn, ne qanûn û ne jî edalet. Her tişt bin pê kirin. Bi vî awayî Tirkiye xistin nava çaleke ku zehmet e jê derkeve. Wêraniyeke mezin kirin. Ji ber ku ev ji ber zihniyeta wan bingeh digire. Her kesê ku xizmetê ji wan re neke û bi wan re nebe weke dijminê Tirkiyeyê, dijminê demokrasiyê nîşan didin. Ew wek terorîst tên binavkirin, wek xayîn tên binavkirin. Bi gotina ku dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin, hem hewl dide hemû xirabî û hilweşînên ku kirine vedişêrin û nahêlin kes fêhm bike û hem jî bi vî awayî henekê xwe bi her kesî dikin. Difikirin ku dikarin tiştên ku kirine veşêrin, dikarin her kesî bixapînin û bi vê şêwazê desthilatdariya xwe bidomînin. Loma jî her kesê ku ne li cem wan e, yê ku xizmeta wan nake sûcdar dikin. Weke terorîst û xayîn tên îlankirin. Û wan bi xizmeta PKK’ê tawanbar dikin. Wan bi firotina welat tewanbar dikin. Ji ber ku yên xwedî zihniyeta faşîst, mêtinger û qirker bi hêsanî dikarin kurdan û PKK’ê sûcdar bikin.

Li ser vê bingehê hebûn, desthilatdarî û berjewendiyên xwe didomînin. Lê niha êdî dawî li vê yekê hatiye. Dibe ku heta niha bi vê şêwazê desthilatdariya xwe bi rê ve biribin û karê xwe meşandine, lê di qonaxa niha de sûcdarkirin û zextên bi vî rengî dibe sedema nerazîbûnan. Xwestin HDP’ê bigrin lê nekarîn. Dîsa çend roj beriya hilbijartinan operasyoneke ku her kes pê dizane pêş xistin. Siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û parêzer girtin. Hêj jî heman tiştî didomînin. Û xuya ye ku ew ê berdewam bikin. Siyaseteke wisa gemar dişopînin. Ji ber ku hêzên Sosyalîst ên Demokrasî û Azadiyê yên li Tirkiyeyê tifaqek çêkir. Tifaqa Ked û Azadiyê. Li ser vê bingehê bi Partiya Çepên Kesk re dikevin hilbijartinê. Xuya dike ku ew gelek bi îdîa ketine nav wê. Tişta ku AKP-MHP’ê pir xeter dibîne ev e. Bêguman dixwaze pêşî li vê pêşketinê bigire. Dixwaze li ser vê bingehê dîsa hebûn û desthilatdariya xwe bidomîne. Ger ev operasyon kirine, ji ber vê yekê kirine. Ev destwerdana vekirî ya li ser sindoq û hilbijartinê ye. Bi vî rengî divê ku were fahmkirin. Bi vê minasebetê banga min ji her kesî re ew e ku li ser sindoqan bersivê bidin van êrîşan. Divê zîhniyeta AKP-MHP’ê li ser sindoqan bi dawî bibe, ev zîhniyeta ku êşên mezin bi gelan dide kişandin were dîtin.

‘Divê kes paşve gav navêje’

Armanca wan bi vê operasyonê ew e ku derfetên xapandinê yên ku dixwazin bikin, zêde bikin. Ji ber ku her kes dibêje. Dibêjin ew ê hîle bike. Bi operasyonên wiha armanc dikin ku hîle û îmkanên xwe zêde bikin. Ji bo vê jî divê her kes heta dawiyê li ser sindoqan xwedî li dengên xwe derkeve. Bi van operasyonan dixwazin Partiya Çepên Kesk, Tifaqa Ked û Azadiyê, hêzên demokrasiyê, gelê me, gelan, kedkaran, Elewî, jin, ciwan û her kesî bitirsînin û bitepsînin. Ez dizanim ku bi van operasyonan ew ê nikaribin bigihîjin armanca xwe ya tirsandinê. Û divê kes paşve gav navêje. Berovajî vê divê zêdetir bixebite, xwe bi rêxistin bike û bersiva herî xurt bide AKP-MHP’ê. Li ser vê bingehê banga min ji her kesî re ew e ku bi lehengî û biryardarî tevbigerin, têkoşîna xwe ya heta niha meşandiye mezin bikin û bilind bikin. Divê gelê Tirkiyeyê cejna demokrasî û azadiyê bidin jiyîn.

‘AKP-MHP veguheriye Hîtlerê serdemê’

AKP-MHP xwedî mejiyek faşîst û qirker e. Lewma ji derveyî xwe dijminê her kesî ye. Vê yekê venaşêre. Her kes jî vê dizane. Tiştên ku AKP-MHP’ê kirine, di dîrokê de mîna tiştên ku Hîtler kirine ye. Hîtler dijminahiya Yahûdî û sosyalîstan kir û hat ser desthilatdariyê. Desthilatdarî û hebûna xwe li ser vê yekê da rûniştandin û li ser vê da meşandin. Li gel vê yekê makîneya xwe ya şer bêyî sînor pêş xist û propagandaya vê kir. Diyar kir ku alman wê bi vî rengî bibin hakimê cihanê û tu hêz wê nikare li pêş raweste. Bi vî tarzî netewperestî, şovenîzm û faşîzm zêde kir. Civak jehrî kir û kir amûra armancên xwe. Beşek ji civaka alman ji vê yekê bawer kir, beşek jî li dijî vê yekê li ber xwe da. Hîtler li ser bingehê encamên ku ava kirî, êrîşê cihanê kir. Lê di dawiyê de tenê ma û neçar ma ku xwe bikuje. Heke mirov bala xwe bidiyê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker jî heman tiştên ku Hîtler kirine, dike. Dijminahiya kurd, elewî û sosyalîstê dike û civakê jehrî dike. Netewperestî û şovenîzmê zêde dike. Dixwaze li ser vê yekê hebûna xwe bimeşîne. Li gel vê yekê makîneya şer pêş dixe. Heta propagandaya xwe ya hilbijartinê, dispêre van. Li ser vî bingehî civaka Tirkiyeyê dike amûra armancên xwe. Dema ku van tiştan dike em ji Lîbyayê bigirin, hetanî Azerbaycan, Sûriye û Iraqê li ser mudaxeleyan dike. Difikire ku bi vî tarzî encam bigire. Lê di pêvajoya ku hatiyê de êdî xitimî ye, paş ve çûye û bi binketinê re rû bi rû hatiye. Ew bi xwe dawiya xwe amade dike.

AKP-MHP dijminê ciwanan e’

Helbet ku ev yek jixweber derneket holê. Têkoşînên mezin hatin meşandin, berdêl hatin dayîn, êş hatin kişandin. Di encama vê yekê de jî ev rewş derket holê. AKP-MHP desthilatdariyek e ku dijminê civak, civakbûn, xweza, jiyan, kurd, elewî, kedkar, sosyalîst, gelan, demokrasî û azadiyê ye. Lewma dijminê ciwanan jî ye. Ji ber ku ciwan pêşeroja civakê ne. AKP-MHP jî dijminê civak û civakîbûnê ye. Li dijî pêşeroja civakê ye. Yanî li dijî pêşeroja ciwanan e. Polîtîkayên ku li dijî ciwanan pêk tînin hene, hewl dide bêyî îrade bike. Hewl dide pêşî li rêxistinbûna wê bigire. Hewl dide bi temamî biçewisîne. Hewl dide ji siyasetê dûr bike. Hewl dide ku ciwantiyek apolîtîk ava bike. Hewl dide ciwanan bi rêbazên cur be cur ên polîtîkayên şerê taybet birizîne. Ciwan ji ber vê yekê van polîtîkayan red dikin. Li dijî derdikevin. Ciwanên Kurd jî li gel derketina PKK’ê û pêşxistina têkoşînê, bi temamî ji îdeolojî û sîstema desthilatdar qut bû.

Ciwanên li Tirkiyeyê jî bi heman rengî qut dibin û pêş dikevin. Ciwan tevî hemû polîtîkayên şerê taybet, li ser rastiya xwe ji nû ve rabûne ser piyan. Xuya ye ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê têkoşînek mezin tê dayîn. Kesayeta ciwanan tê zanîn. Têra xwe bi enerjî ne, têra xwe lêgerînvan in. Bi hêsanî tişta heyî nakeve serê wî/ê. Bi coş û kelecan e. Her tim di lêgerîna azadî û demokrasiyê de ye. Lewma polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker ku li dijî ciwanan pêk tîne, vala derketine. Ciwan ji nû ve li ser rastî û armancên xwe rabûne ser piyan û têdikoşin. Hilbijartin jî qadeke mudaxeleyê ye. Di astek girîng de yên ku encamên vê hilbijartinê diyar bikin, ciwanan in û li gel vê yekê jin, elewî û kedkar in. Ev yek jî bi rengekî pir aşkere tê dîtin. Me nêzîkatiya ciwanan a di coş û kelecana Newrozê de pir aşkere dît. Ciwan vê nêzîkatiya xwe di dema hilbijartinê de hîn xurtir dimeşîne. Weke ku ciwanên me dizanin, Rêber Apo ev yek got: ‘Me ji ciwantiyê dest pê kir. Em ê bi ciwantiyê bi ser bikevin’. Banga min ji bo ciwanan ew e ku vê banga Rêber Apo bi rengekî hîn xurttir di pratîkê de pêk bînin.

Gel mehkûmî birçîtî û sefaletê kir’  

AKP-MHP her tim dibêjin ew xwecihî û neteweyî ne. Lê weke encamek ê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a navneteweyî derket holê. Li ser vî bingehî jî rol dan Erdogan. Ji bo vê yekê Erdogan jî li dijî Erbakan helwestek pêş xist. Hatina desthilatdariyê ya AKP’ê li ser vî bingehî ye. Lewma derew û xapandinek mezin e ku ew xwecihî û neteweyî ne. AKP’ê timî psîkolojiya xwe ya mexdûriyetê pêk anî. Dîsa got li Tirkiyeyê wê pirsgirêkan çareser bike. Diyar kir ku wê demokrasî û azadiyê pêş bixe. Li gel vê jî di gotinî de jî be, di asta îdîayê de jî be, xwe gelek mirovî jî nîşan dabe, helbet hin beşên civakê bandor kir û xapand. Lê piştî 20 salan noqteya ku hatiyê, êdî heta qirika xwe di nava qirêjî û zingarê de ye. Aliyek wî yê paqij nemaye. Her kesê êdî rastiya AKP’ê fêm kiriye. Her kes dizane ku çi dibêjin berovajî dikin. Lewma êdî nikare tu kesê bixapîne. Dibe ku heta niha xapandibe. Li ser vî bingehî talana xwe domand. Her cure bêexlaqî pêş xist. Her cure rant pêş xist. Nelirêtî pêş xist. Li Tirkiyeyê texrîbatên mezin afirandin. Gel mehkûmî birçîtî û sefaletê kir. Muxtacî nan û pîvaza hişk kirin.

‘Wê têkoşîna jinan faşîzma akp-mhp’ê hilweşîne’

Yên ku pêşî rastiya AKP’ê nas kirin, jin bûn. Êdî jin zana ne. Xweza, hest û karekterê jinan hişt ku beriya her kesî rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê nas bike. Ji bo vê jî beriya her kesî jin li dijî vê desthilatdariyê ketin nava têkoşînê. Ev têkoşîna jinan rastiya AKP-MHP’ê bi civakê daye fêmkirin. Ev nîşan dide ku jin paşeroja vîna civakê ya ji bo guhertinê diyar dike. Têkoşîna ku jin pêşengiya wê dike wê dawî li qirkirina faşîzma AKP-MHP’ê bîne. Cihan û xwezaya jinan hêj wekhevtir e. Bêtir nirxên demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz dixwaze. Jin xwedî vê yekê ne. Lê desthilatdariya faşîst, qirker a AKP û MHP’ê ji van hemû nirxan dûr e û li dijî wê ye. Ji ber vê yekê AKP’a ku berê qismî destek ji jinan digirt, niha ji vê destekê bêpar maye. Ji ber ku jin mehrûm bûn. Ji herkesî zêdetir zilm li jinan hate kirin. Erdogan hinekî xîtabê vê yekê kir. Wisa xwe da nîşandan. Ji bo wê, bi qismî be jî hinek jin destek dan wî. Lê di dawiyê de dît ku ev desthilatdarî, ev partî qirkirina jinan pêş xist. Ji ber wê jin desteka xwe ji bo wî birî. AKP’ê ya ku bi desteka jinan desthilatdariya xwe didomîne, ji ber ku ji vê destekê bêpar e, êdî nikare desthilatdariya xwe bidomîne. Tu hêza ku desteka jina winda bike nikare bi ser bikeve.

‘Divê Partiya Çepên Kesk erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne’

Niha divê Tifaqa Ked û Azadiyê ya Partiya Çepên Kesk hem xwe birêxistin bike û hem di têkoşîna hilbijartinê de kolan bi kolan, mal bi mal, gund bi gund bigere û encameke serkeftî biafirîne. Yên ku divê kolan bi kolan, mal bi mal, gund bi gund bigerin, hem mafdar û hem jî mexdûr in. Bi qasî kurd, elewî, jin, kedkar, gelên li Tirkiyeyê hatine qetilkirin kesek maxdûr nînin. Ji ber vê yekê ji bo serkeftinê divê dil û mêjiyê bidin. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji bo vê jî divê Partiya Çepên Kesk hewldanên xwe têr nebîne. Divê li ser bingeha xwegihandina hîn bêhtir mirovan, bandorkirin, rêxistinkirin û seferberkirina mirovan be. Li ser vî esasî divê bi rengekî pir xurt bikeve meclîsê. Divê ew erk û berpirsyariya ku dîrokê daye pêşiya wê, bi vî awayî pêk bîne. Ji ber ku ev hilbijartin ne tenê hilbijartinek e. Hilbijartina ku wê siberoja Tirkiyeyê, siberoja kurd, elewî, jin, kedkar, ciwan û hemû gelan diyar bike ye. Yan wê Tirkiye faşîzmê sazûman bike yan jî wê gavekê ber bi komara demokratîk ve biavêje. Hilbijartineke wisa ye. Sosyalîst, hêzên demokrasî û azadiyê, kurd, elewî, jin, kedkar û gelên ku ji bo pêşketina komarê di rêya demokratîkbûnê de kedên mezin dane, şehîdên mezin dane û êş kişandine, divê bi hev re vê têkoşînê tacîdar bikin. Ya ku ji wan tê hêvîkirin ev e. Ji bilî wê divê tiştekî qebûl nekin, layîqê xwe nebînin. Ji ber vê yekê divê ew bi tiştên biçûk û ji rêzê razî nebin. Divê tu carî tiştên hêsanî nepejirînin.

Tiştekî wisa hêsan nîne. Ez wisa difikirim ku her kesî ev encam ji tiştê ku hatiye jiyîn derxistiye. Li ser vî esasî divê her kes bixebite, bi tiştên biçûk razî nebe û ji bo encamên xurt bidest bixin divê hemû hêzên xwe seferber bikin. Ger vê bikin, ez bi rehetî dikarim bêjim ku faşîzma AKP-MHP’ê wê bi dawî bibe û Tirkiye ji bo demokratîkbûnê gavekê bavêje. Tiştê ku AKP-MHP’ bide civak, jin, kurd, elewî, kedkar û gelan nîne; qediya.

Erka me ew e ku em wan têk bibin. Bendewariya herkesi pêk anîne. Li ser vê bingehê banga min ji Tifaqa Ked û Azadiyê, Partiya Çepên Kesk, gelê kurd, elewî, jin, ciwan, kedkar, hemû gelan û her kesên ku li dijî faşîzma Tirkiyeyê ne ew e ku vê derfeta dîrokî baş bi kar bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar