Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bayik: Di heval Helmet de cesaret, coş û baweriyeke mezin hebû

Navenda Nûçeyan |

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di yekemîn salvegera şehadeta şehîd Diyar Xerîb Muhammed (Heval Helmet) de ji Rojnewsê re axivî.

Axaftina Cemîl Bayik wiha ye:

“Gelê me li başûrê Kurdistanê bi salan têkoşîna azadî û demokrasiyê pêşxist. Di wê têkoşînê de êşên mezin jiyan kirin û bedelên mezin dan. Lê çiqas ew êş û bedel jiyan kirin jî, daxwaza ku gelê me ji partiyên Başûr hêvî dikirin, pêk nehatin. Çima, ji ber ku di zîhniyet û siyaseta wan de pirsgirêkên mezin hebûn. Di zîhniyet û siyaseta Başûr de parçebûna ku dagirker û qirkeran çêkirî tu caran nehate rakirin.

Tenê Başûr weke Kurdistan di dîtin

Ew parçebûn dewam kir lê pêwîst bû li dijî wê parçebûnê rawestiban. Wê wextê dikarîn parçebûnê rakin û tevgereke neteweyî pêş bixin. Ji ber ku parçebûna di civak û kesayetiyê de çêbûyî ranekirin, li başûrê Kurdistanê yekitiya neteweyî zêde pêş neket. Li gel vê, tenê Başûr weke Kurdistan di dîtin. Beşên din weke beşek ji Kurdistanê nediditîn. Ji bo wê jî tenê Iraq weke dijmin didîtin. Dewleta tirk a dagirker wek dijmin nedidîtin. Ji ber vê yekê di zîhniyet û siyaseta ku di hat meşandin de ji bo tevahî Kurdistanê dibû pirsgirêk.

Baweriya partiyên li Başûr bi xwe û gel nebû, li ser hêza xwe têkoşîn pêşnedixistin, çareserî di xwe de nedîtin. Ji bo wê baweriya xwe hîn zêdetir bi hêzên derve di anî û çareserî jî ji derve di dîtin. Ew pirsgirêka di zîhniyet û siyasetê de dihat jiyankirin, li Başûr tevgera demokrasî û azadiyê pêşnexist. Ji ber vê hertim xeta teslimiyet û xiyanetê ma. Heya bi gelek şeklan pêşket û kûr bû. Vê jî ziyaneke mezin da têkoşîna başûrê Kurdistanê.

Têkoşîna li bakurê Kurdistanê

Li bakurê Kurdistanê dibin rêberiya Rêber Apo de têkoşînek nû hate pêşxistin. Rêber Apo rêbertiyeke nû, partiyeke nû, gelekî nû û têkoşînek pêş xist. Li ser wê bingehê jî Rêber Apo jiyan, civak û kesayetek nû pêşxist.

Ew xeta ku Rêber Apo pêşdixist, ne tenê dijî dagirker û qirkeran pêş diket. Di heman demê de, li dijî kevneperestiya kurd, xiyaneta kurd û teslîmiyeta kurd jî pêş diket. Xeta ku Rêber Apo li Bakur pêşdixist, ne tenê Bakur bingeh digirt. Hemû Kurdistan bingeh digirt. Neteweya kurd, zanebûna neteweyî û yekitiya neteweyî ji bo xwe bingeh digirt. Rêber Apo hêza xwe, hêza gel bingeh digirt. Li ser hêza xwe û gel, tevger pêşxistin û çareserî pêşxistin jî di xwe de bingeh digirt. Ji bo wê, têkoşîna ku Rêber Apo pêş dixist, bandora xwe ne tenê li ser Bakur, li ser hemû beşên din ên Kurdistanê çêdikir. Heta li ser gelên Rojhilata Navîn jî çêdikir.”

Heval Dr. Sîrwan dît ku xeta Rêber Apo azadiyê pêş dixe

Heval Dr. Sîrwan li Ewropayê bû. Dr. Sîrwan dît ku têkoşîn guhertinek esas di Kurdistanê de pêşdixe û daxwazên gelê kurd pêşwazî dike. Daxwaza gelê kurd azadî û demokrasî bû. Dr. Sîrwan dît ku xeta Rêber Apo vêya xurt pêşdixe. Ji bo vê ji Ewrupayê berê xwe da Kurdistanê. Hate gel Rêber Apo û xwest ku rastiya xeta Rêber Apo hîn baştir fam bike ku bikare wê xetê li başûrê Kurdistanê pêş bixe. Piştî perwerdeyê hate başûrê Kurdistanê û dest bi xebatê kir. Xebata ku Dr. Sîrwan pêş dixist hem li ser civaka Başûr, bi taybet jî li ser ciwanên Başûr bandoreke mezin çêdikir.

Ji ber ku zîhniyet, siyaset, partî, têkoşîn û jiyaneke nû dihate pêşxistin, vê yekê bandoreke mezin çêdikir. Hem partiyên Başûr yên ku desthilatiyê ji bo xwe bingeh digirtin, hem jî dewletên emperyalîst ji pêşketinên ku çêdibûn, tirsiyan. Ji ber ku dîtin pêşketin û guhertinek zû çêdibe, xwestin pêşiya wê bigrin. Dîtin ku ev têkoşîn xizmeta berjewendiyên wan nake, ziyanê dide wan. Ji bo wê biryar dan ku pêşiyê lê bigrin. Ji bo vê jî dest bi kuştinan kirin.

Şehadetên li Başûr û tevlêbûna Helmet

Ji ewil heval Raûf Akreyî kuştin û piştre jî Alî Şaban li Amediyeyê kuştin. Sadiq Umer li Derkarê kuştin. Piştre Omer Axayê Surucî kuştin. Piştre jî Dr. Sîrwan kuştin. Bi van kuştinan peyamek dan ciwan û gelê Başûr. Gotin ku kî xeta Rêber Apo bingeh bigre, em nahêlin siyasetê bikin, heta em nahêlin li Başûr jî bijîn. Bi vê dixwestin her kesî bitirsînin da ku ti kes di wê xetê de tênekoşe. Lê vê bandor li ciwan û gelê Başûr nekir. Her ku diçû hîn zêdetir ciwanên Başûr dixwestin rastiya Rêber Apo fam bikin. Xwestin xeta ku dimeşênin û têkoşîna wan fam bikin. Ji ber ku dîtin ew têkoşîn tenê dibe bersiva Başûr û daxwaza gelê Başûr. Ji ber vê komek ciwan berê xwe dan gel Rêber Apo. Wê wextê ez jî li wir bûm, di nava wê komê de heval Helmet jî hebû.

Rêber Apo bi koma Başûr re pir eleqedar bû

Rêber Apo li ser wê komê bixurtî disekinî. Ji ber ku ciwanên ji başûrê Kurdistan hatin, dixwestin ku li Başûr zîhniyet û siyaseta ku Dr. Sîrwan pêşxistî bi pêş bixin. Ciwanên Başûr dixwestin rastiya Rêber Apo bi her awayî fam bikin. Bandora Rêber Apo, têkoşîna ku pêşxistî çêbibû. Lê dixwestin ji nêzde jiyana Rêber Apo bibînin. Çawa dixebite, şêwaza xwe ya xebatê çawane, tempo çawane û çawa nêzî Başûr dibe. Her wiha çawa nêzî hemû Kurdistan û dagirkeriyê dibe. Çawa nêzî şehîd û nirxan dibe. Ciwanan bi her awayî dixwestin ji nêz ve Rêber Apo fam bikin.

Rêber Apo dixwest ciwanan di her alî de pêş bixe

Rêber Apo jî dixwest ku wana her di her alî de pêşbixe. Bi wan re hertim guftugo dikir, hem dixwest ku wan fam bike, aliyê wan yê lewaz rake û yê xurt jî hîn xurtir bike. Hem bi wan jî, dixwest rastiya Başûr bi her alî ve fêm bike. Ne tenê dixwest komê perwerde bike û wanan fam bike. Rêber Apo dixwest wan, gelê Başûr û siyaseta Başûr hîn zêdetir fam bike. Ji bo wê hem bi wan re şagirtî û hem jî mamostayî dikir. Ev yek bû sedemê pêşketina wan hevalan. Ji ber ku dîtin Rêber Apo ne xwediyê jiyanek kesî ye, hemû jiyana xwe xistiye xizmeta gelê Kurdistan û azadiyê. Ciwanên Başûr dîtin ku Rêber Apo bi roj û şev ji bo vê kar dike. Dîtin nêzîkbûna wî ya nirxan gelek mezine, nirxan ava dike û diparêze. Ciwanan dîtin ku şêwaza Rêber Apo gelek xurte, bandorê li ser mirovan çêdike.

Heval Helmet dixwest li ser rastiya Rêber Apo xwe ji nû ve ava bike

Heval Helmet hemû taybetmendiyên Rêber Apo wergirtibûn. Heval Helmet dixwest li ser rastiya Rêber Apo xwe ji nû ve ava bike. Hîn zêde xwe nêzî Rêber Apo dikir. Rêber Apo jî dît ku di heval Helmet de pêşketineke mezin çêdibe, ji bo vê hîn zêdetir bala xwe da heval Helmet da ku bikare rastiya tevgerê her alî ve xurt fam bike. Ji ber ku dema heval Helmet bizivire Başûr, bikare li Başûr xeta azadî û demokrasiyê bi xurt bimeşîne. Ji bo vê hevalê Helmet dema ku li gel Rêber Apo perwerde didît, li ser rastiya Rêber Apo xwe avakirin, di xwe de hêza çareseriyê çêkirin, kir bingeh. Ji bo vê zîhniyet û kesayeteke mezin di xwe de ava kir. Dema ku hatin Başûr, li Başûr hevalê Helmet û koma bi wî re dest bi xebatê kirin. Da ku bikarin zîhniyeteke nû, li ser wî esasî siyaseteke nû li Başûr pêş bixin. Ji ber ku pêwîstiya Başûr bi wê hebû. Li ser vê bingehê partî avakirin.

Dest bi xebatê kirin. Wê çawa di siyaset û zîhniyeta Başûr de guhertineke demokratîk çêbikin, wê çawa di civakê de civakeke nû pêş bixin. Kesayeteke nû pêş bixin, wê çawa di desthilatiya Başûr, hikûmet û saziyên Başûr de guhertinê pêş bixin. Li ser vê bingehê, karekî mezin pêş xistin. Eger ku li Başûr di zîhniyet û siyasetê de hinek guhertin çêbûne, dîsa di xeta neteweyî de zanebûn çêbûbe û li ser wê zanabûnê jî yekitiya neteweyî di nava civakê de pêş ketibe, roleke mezin a heval Helmet heye. Eger xeta teslîmiyet û xiyanetê baş hatibe famkirin, eger di nava civakê de dijminê kurdan ku dewleta tirk temsîl dike pêşket, di vê xebatê de rolê heval Helmet pir mezine. Ji ber ku heval Helmet xwest bi gelê me yê Başûr dijminê kurdan ê sereke bide famkirin û bide naskirin.

Heval Helmet li dijî xeta îxanetê karekî mezin pêş xist

Ji ber ku heya wê demê tenê Iraq dijmin didîtin. Lê dijminê mezin, dewleta tirk bû. Dixwest ku vêya bi civakê bide famkirin. Îro di nava civakê de ev dîtin pêşdikeve, rola heval Helmet di vir de mezine. Dîsa xwest ku di siyaseta Başûr de guhertinan çêbike. Di xwest bi gelê Başûr bide famkirin ku Kurdistan ne tenê Başûr e. Kurdistan firehe û xwedî beşên dine. Îro li Başûr zanabûna yekitiya neteweyî pêşketiye, rolê heval Helmet mezine. Heval Helmet dît ku êşa kurdan a mezin, parçebûna kurdan e. Ji ber ku dagirkeran, civak û kesayetî parçe kiriye. Ger ew parçebûn neyê rakirin dê pêşketin, azadî û demokrasî li Kurdistanê çênebe. Li dijî siyaseta parçebûnê, xurt kar kir. Dîsa li dijî xeta îxanetê kareke mezin pêş xist. Eger li Başûr zîhniyet û siyasetê de kesayet û civakê de hinek guhertin çêbûbin, di vir de rolê heval Helmet mezin û divê bê dîtin.

Xwe di her alî de kûr dikir

Nêzîkatiya heval Helmet a ji bo Rêber Apo pir xurt bû. Ji ber ku fam kiribû xeta Rêber Apo, pêşdixe û dibe bersiv. Li derveyî vê xetê ew rêxistinê ku heyî sazî û partiyên ku heyî pirsgirêka gelê kurd çareser nake. Ji bo vê di rastiya Rêber Apo de, di her alî de xwe kûr dikir. Tu caran sînorek ji bo xwe çênedikir. Hertim di xwest hîn zêdetir xwe pêş bixe û hêza çareseriyê di xwe de çêbike. Ji bo wê jî lêkolîn bo xwe bingeh werdigirt. Her tim li ser dîrok û çanda gelê kurd lêkolîn pêş dixist. Ji ber ku dît, aliyê Rêber Apo yê dîrokî, kurdîtî û çanda kurd pir xurte. Ji ber ku dixwest xeta Rêber Apo li Başûr bimeşîne, Rêber Apo ji bo xwe bingeh digirt.

Zehmetî û astengî ji bo xwe dikir rêya çareseriyê

Dema ku heval Helmet hat gel Rêber Apo, nêzîkbûna Rêber Apo ya ji bo nirxan dît. Heval Helmet dît ku Rêber Apo nirxan çawa diparêze, çawa mezin dike, çawa nirxên nû ava dike. Çawa pêş dixe, ev hemû dîtin. Ji bo vê avakirina nirxan ji bo xwe bingeh girtibû. Di heval Helmet de cesaret, coş û baweriyek mezin hebû. Tirs çiye zêde nas nedikir. Zehmetî û astengî, ji bo xwe dikir rêya çareseriyê. Ji ber ku xeta Rêber Apo de nezanebûn sedema zanebûnê ye. Heval Helmet dît ku Rêber Apo çawa nêzî hevalan dibe, ew yek ji bo xwe bingeh wergirtibû. Ji ber ku Rêber Apo hertim bi hevalên nû dihatin re nîqaş dikir, ruh û serê wan mezin dikir. Di wan de kesayeteke serbixwe, pêş dixist. Heval Helmet jî vê nêzîkbûnê ji xwe re bingeh digirt. Dizanibû ku serkeftina wî, di serkeftina heval û gelê wî de derbas dibû. Ji bo wê jî hertim hevalê gel xwe zana dikir, pêş dixist. Tu caran şaştî û kêmasî qebûl nedikir. Şaştî û kêmasî di hevalê xwe de radikirin û hevalê xwe pêş dixist. Ew pêşxistina xwe didît. Taybetmendiyek din ê hevalê Helmet jî ew bû ku weke rewşenbîran bû. Hertim lêkolîn dikir, zanebûna xwe pêş dixist. Bi taybet jî li ser dîrok û çandê disekinî. Di wî alî de kûrbûneke di xwe de çêdikir.

Heta ew yek kir pirtûk jî, niha ciwan û gelê me dixwîne. Li gel Rêber Apo hevaltî taybetmendiyeke partîbûnê bû, heval Helmet jî ev yek ji bo xwe xwe esas girtibû. Yanî hevaltî mezin jiyan kirin û dayîna jiyankirin ji bo kiribû taybetmendiyeke girîng. Ji bo wê rêzdariyê ji hevalê xwe re digirt. Rakirina şaştiyan dikir hedef. Pêşketin û serkeftina wan weke serkeftina xwe didît. Dîsa heval Helmet azadiya jinê bingeh digirt.

Hemû azadî di azadiya jinê de di dît

Ji ber ku hemû azadî, di azadiya jinê de derbas dibe. Eger azadiya jinê esas neyê girtin, mirov ji bo azadiyê çibike jî, mirov wê nekaribe bigihe encamê. Ev jî taybetmendiyeke partîbûnê yê bingehîn bû. Heval Helmet di zanî ji bo çi gelê me li Başûr ewqas êş û bedel daye. Lê armanca wan a azadî û demokrasiyê pêknehatiye, ji ber ku ji bo xwe azadiya jin nekiribûn bingehek. Li ser wê yekê têkoşîna azadiyê pêşneketiye û pir lewaz maye. Heval Helmet ev yek dîtibû, ji bo wê jî azadiya jinê ji bo xwe bingeh girtibû.

Ez dikarim bêjim heval Helmet xwedî taybetmendiya Rêber Apo û PKK’ê bû. Ji bo wê kesayeteke gelerî bû. Dizanî çawa wê nêzî bibe, çawa êşa gel di mejî û ruhê xwe de jiyan bike. Ji bo wê hertim rêzdarî û perwerdekirina gel ji bo xwe dikir hedef.

Beriya ku heval Helmet şehîd bikeve, çû Başûr di nava gel de gelek civîn çêkirin. Roja ku şehîd ket jî bi pêşmergeyên dêrîn ku hatibûn Qendîlê re civiya. Heval Helmet wan oxir kir û piştre jî hate şehîdkirin.

Destê sîxûran di şehadeta wî de heye

Di şehadeta heval Helmet de destê sîxûrên herêmê hene. Ev kese bi MÎT a tirkan re kar dikin. Bihevre heval Helmet qetil kirin. Ji ber ku heval Helmet di konseya serokatiyê de cih digirt û kesayeteke mezin bû. Roleke mezin ji bo Kurdistanê dilîst. Yên ku li Başûr siyasetê dikin, zîhniyet û siyaseta heval Helmet li tevahî Kurdistanê û beşa Başûr pêşdixist ji bo xwe xeter dîtin. Ji bo wê jî gelek welatparêz û şoreşger ji holê rakirin. Heval Helmet jî şehîd xistin.

Hevalê Helmet xeta ku Dr. Sîrwan û Viyan Soranan li Başûr pêş xistî, ji bo xwe bingeh digirt. Ew xeta azadî û demokrasiyê ku Rêber Apo temsîl dikir, bû. Heval Helmet ew şehîd temsîl dikirin. Wate dida şehîdên di têkoşîna Başûr de şehîd bûyîn. Heval Helmet dixwest welatparêziya li Başûr li ser xeta Rêber Apo xurt bike. Dixwest êş û bedela gelê me yê Başûr kişandî, bigihîne hedefê. Ji bo wê heval Helmet hem rastiya Rêber Apo, hem jî rastiya şehîdên Kurdistanê temsîl dikir. Di wê têkoşînê de hate qetil kirin. Weke hevalên Helmet, em ê xeta ku heval Helmet li başûrê Kurdistanê meşandî, bimeşînin. Ev ji bo me deyneke. Em ê vî deynî bidin, lazime gelê me vê yekê baş bizane. Soza ku me dayî hemû şehîdan, em ê pêk bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar