Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bayik: Divê gelê me dest bi berxwedanê bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir dema komploya navneteweyî li ser Ocalan pêk hat gelê kurd çawa dest bi serhildanan kir divê niha jî bi heman ruhî dest bi berxwedanê bikin

Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen ji berxwedêrên grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine, şand û bang li gelê kurd kir ku li her derê dest bi berxwedanê bikin.

Bayik diyar kir ku bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ çalakiyeke dîrokî hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku berxwedana grevên birçîbûnê roj bi roj geş dibe û wiha domand: “Çalakger diyar dikin heta ku ew bigihîjin armanca xwe dê çalakiya xwe bidomînin. Beriya her kesî heval Leyla Guven dest bi vê çalakiyê kir. Li hemberî polîtîkaya tecrîda li ser Rêber Apo helwestek nîşan da. Çalakiya heval Leyla Guven, li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û li bajarên Ewropayê deng veda. Nasir Yagiz, Şiyar Xelîl, Huseyîn Yildiz, Îlhan Şîş, Yûsûf Îba, Mûstafa Tûzak, girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Strasboûrg, Silêmaniye, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û Rojava, ez hemû çalakgeran silav dikim. Hûn ne bi tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ji bo mirovahiyê jî li ber xwe didin û destanekê dinivîsin. Vê çalakiya ku heval Leyla Guven daye destpêkirin, roj bi roj geş dibe. Çalakiya me her roja diçe li her qadê baştir tê famkirin, li gel vê rastiya faşîst, mêtinger a dewleta tirk jî hîn baştir tê dîtin. Ev jî nerazîbûnên li dijî desthilata faşîst derdixe holê.”

Desthilata AKP-MHP’ê dest bi lîstikan kiriye

Di peyama xwe de Bayik ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta tirk her roj hîn zêdetir teşhîr dibin û dikevin tengasiyan û wiha domand: “Ji bo xwe ji vê jî rizgar bikin serî li lîstikên nû disin da ku gelê me bixapînin. Niha jî lîstikek tê lîstin û dixwazin ji vê encam bigirin. Divê AKP/MHP û dewleta tirk baş bizane êdî ev cureyên lîstikan encamê nagirin.”

Her wiha Bayik bang li hemû kurdan kir ku li ku derê dibin bila bibin li dijî tecrîdê rabin serhildanê û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya komploya li ser Rêbertiya me de gel çawa rabû ser pêyan, li ber xwe da û şehîd da, divê îro jî heman ruh û berxwedanê esas bigirin. Wê demê dê ev çalakî bigihîje encamê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar