Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tev li bernameya Stêrk TV’yê bû û rojevên heyî nirxand. Beşa yekemîn a hevpeyvîna bi Bayik re wiha ye:
“Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan PKK weke Partiya Şehîdan bi nav dike dike û we jî meha gulanê Meha Şehîdan binav kiriye. Girêdayî vê têkoşîna germ tê meşandin, bi berdêla giran bexwedanên mezin tên kirin. Hûn ji bo meha gulanê dixwazin çi bibêjin?
Em di meha şehîdan de dijîn. Meha şehîdan ji bo tevgera me mehekî girîng e. Her endamekî PKK’ê di vê mehê de li ser rastiya şehîdan nêzîkî xwe dibe. Kêmasî çi ne, lewazî çi ne, wan nas dike, rakirina wan esas digire. Li ser rastiya şehîdan xwe jinûveavakirinê esas digire. Ji bo bikare armancên şehîdan, hêviyên wan, hestên wan pêk bîne. Ji ber ku şehîd rêberên me ne, fermandarên me ne. Em jî şervanên wan in. Em dixwazin daxwaz û armancên wan pêk bînin. Li ser vî esasî em nêzî meha şehîdan dibin. Bi vê boneyê di şexsê hevrê Hakî Karar, Halîl Çavkûn, Mehmet Karasungur, Hozan Mizgîn, hevrê Ferhat Kurtay û dîsa hevrê Şirîn û hevrêyên wê yên hatin darvekirin, Denîz Gezmîş Yûsûf Aslan, Hûseyîn Înan, Sînan Cemgîl, Îbrahîm Kaypakkaya, Ulaş Bayraktaş, tevahî şehîdên sosyalîzmê yên azadiya demokrasî û edaletê bibîr tînim, rêzdariya xwe pêşkêş dikim.
Pêşxistina têkoşînê ya li Kurdistanê pir zehmet e. Belkî li her welatekî wiha ye, lê dema mirov rastiya Kurdistanê bide ber çavan; ji hemû welatan zehmetir e. Ew têkoşîna pir zehmet, bi saya şehîdan pêş ket. Şehîdan em gihandin roja îro. Şehîdan bi tekoşîna xwe gelê kurd ji xewa mirinê rakir, rakir ser pêya, zindî kir, ciwan kir; kir mînak bo gelê Rojhilata Navîn. Heta ji bo mirovahiyê. Belkî dijmin propagandayê dike, ew propaganda li ser hinek mirovên me jî bandorê dike. Ew propaganda çiye? Yên ku şehîd dikevin, dimirin diçin. Wisa nêzîk dibin. Ev bandorekê çêdike, ev ne rast e. Şehîd pêşiya planên dagirkeran digirin. Armancên wan vala derdixin, nahêlin ku ew qirkirinê li ser kurdan pêş bixin, encam bigirin. Armancên dagirkeran qirkeran vala derdixin. Şehîdan gelê kurd rakir ser pêyan, zindî kir. Ji bo wê tu carî ew şehadetên wan vala neçûn û naçin jî. Ji bo wê mirov weke ku bê sedem mirin, nêzîk nebe. Her şehîdbûnek zindîbûna gelê kurd çêdike. Hêrsa gelê kurd mezin dike. Ew têkoşîna azadiya demokrasiyê mezin dike. Lazime mirov wisa nêzîkî rastiya şehîdan bibe. Şehîdên Kurdistanê, ji bo xwe tiştek nekirin, ji bo xwe tiştek nexwestin; hemû derfetên xwe, canê xwe xistin xizmeta gelê kurd, xistin xizmeta Kurdistanê; xistin xizmeta azadiya demokrasiyê, xistin xizmeta mirovahiyê. Ew şehîd ne tenê şehîdên gelê kurd in, şehîdên gelan in, şehîdên mirovahiyê ne. Şehîdên jinê ku azadiyê esas digirin. Şehîdên ku hemû gelan di bin desthilatdariyê de xelas dikin in. Şehîdên edaletê ne. Ji bo wê divê mirov wiha nêzî şehîdan bibe û wisa fam bike. Rêber Apo got; ‘Ez hevrêyê şehîdan im, ez berdevkê şehîdan im.’ Xwe wisa da diyarkirin. Eger ku Rêber Apo ser pêyan e, Rêber Apo pêşengê ji bo vê tevgerê û vî gelê û ji bo mirovahiyê dike, di şertê wiha yê Îmraliyê de dagirker, qirker emperyalîst nikarin teslîm bigre, ew girêdayî bi berdevkiyê ya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo got; ‘Ez berdevkê şehîdan im.’ Wateyekî wê heye. Yanî ez li ser armancên wan, li ser hêviyên wan, ser daxwazên wan; ser jiyana wan, ser xeta wan, pîvanên wan dimeşim. Yê ku dibêj e, ez Rêber Apo û şehîdan esas digirim; girêdayînên min bi Rêber Apo û şehîdan re heye, ma dê nepirse bê ka ez ê çi bikim? Wezîfeya min çi ye? Ji ber ku şehîdan wezîfeyên her kesî daye pêşiya wan. Dê çi bikin, rêya wan ronahî kiriye. Hêzê daye wan ku bikaribin divê rêyê de bimeşin. Rêber Apo jî berdevkê wan e, Rêber Apo hemû ferman daye, hemû rê ronî kiriye, fikra tewra li dinê mezin daye dest mirovên kurd, bo wê kes nikare bêje erka min çi ye û ez ê çi bikim? Dikare her kes li ser rastiya Rêber Apo şehîdan li kû dibe bila bibe wezîfeya xwe lazime ji bo şehîdan, bo gelê kurd, bo azadî demokrasiyê pêk bîne. A rast ev e. Eger ku wisa nêzîkî Rêber Apo û şehîdan bû; wê demê rast nêzîk dibe. Weke din nêzîkbûn şaş e.
Hevdîtina Ocalan a li ser telefonê
Piştî 21 salan Rêber Abdullan Ocalan cara yekemîn bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ew jî ne li gorî pîvanan girtiyên cuda bû pêk hat. Mafê wî yê heta niha dihate xespkirin, cara yekemîn weke telefonê pêk hat. Rêber Apo carekî din bo dengê çareseriyê, aqilê selîm pêş xist. Destpêkê hûn dixwazin ji bo vê telefonê çi bêjin. Em ê piştre naveroka wê jî binirxînin?
Tevgera me berxwedanê, têkoşînê dike. Vê bandorê li ser her kesî dike. Vê bandorê hem li ser gelê kurd, hem li ser dostên gelê kurd û hem jî li ser dijminên gelê kurd dike. Hem jî li ser dewleta tirk a dagirker, qirker jî bandorê dike. Ê gelê me, gelekî leheng e, gelekî ku biryara xwe ji bo azadî û demokrasiyê daye. Di her şertekê de têdikoşe. Girêdayîbûna xwe ji bo Rêber Apo di her şert û mercî de dide diyarkirin. Alîkariya Rêber Apo dike, ji bo vê bandorê têkoşîn û hem jî girêdanên gel bandorê li ser dewleta tirk a dagirker û qirker çêkir. Neçar ma ku vê hevdîtinê bi telefonê bide çêkirin. Berê jî min gotibû, nêzîkbûnê dewleta tirk ji bo Rêber Apo temamî siyasî ye. Dixwaze hevdîtina bide çêkirin dixwaze nede çêkirin; çêbike jî çêneke jî siyasetekê dide kirin. Di vê de armancên xwe hene. Lazime mirov wiha fêm bike. Ji bo Rêber Apo jî ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê gelan e. Rêberê azadî demokrasiyê ye, rêberê çareserkirina pirsgirêkên mirovahiyê ye. Ji bo wê, Rêber Apo jî wextê ku hevdîtin çêbûn, berpirsyariyên xwe hem ji bo gelê kurd, ji bo gelan, ji bo mirovahiyê pêk tîne. Eger şiyarî lazime, şiyar dike. Eger ku zeîfî kêmasî heye, dide diyarkirin. Eger tekoşîna wan pêşketin hene, dixwaze vê mezintir bikin. Ji bo wê Rêber Apo hem ji bo gelê kurd, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn, hêzên demokrasî û azadiyê nêrînên xwe çi ne dibêje. Rexneyên xwe pêşniyarên xwe çibin dibêje. Erkê xwe wisa pêk tîne. Her tim Rêber Apo vê dibêje, yanî di bin zilm û desthilatdariyê di bin koledariyê de kes lazim e nejî. Şerê xwe ji bo xwe, ji bo azadiya demokrasiyê pêş bixe. Kes tu carî heqê kesekê nadiyê, eger ku te xwe birêxistin kir, te xwe perwerde kir, te têkoşîn kir; tu dikarî wê wextê azadî û demokrasiyê pêş bixî û bi ser bixî. Weke din azadî û demokrasî xwe bi xwe pêk nayê. Dewlet desthilat jî nabêjin heqê we ye, ez heqê we bidim we. Tim bi têkoşînê mirov dikare encam bigire. Vêya dibêj e. Di vir de eger şaş nêzîkbûn, xwe xapandin hebin, wana jî dide diyarkirin, dide famkirin. Bi vî şêwaze dixwaze erka xwe bi cih bîne. Niha wer bi telefonê axaftinek pêk hat. Temam belkî gelê kurd ji Rêberê xwe xeberek girt, ev baş e. Ji ber ku vê ya her gav ji bo xwe esas digire. Ji ber ku têkiliyek çêbû. Wext pir kêm jî be, Rêber Apo ji bo wan çi pêwîst e dide. Ji bo wê jî dixwazin hevdîtin pêk bên, agahî bigirin. Lê divê ev neyê wê wateyê ku li ser Rêber Apo tecrîd ji holê rabû. Xetere û talûke ji holê rabû. Her kesek dewleta tirk dizane. Dewleta tirk dewletekî li dijî kurd e. Li dijî hêzên demokratîk, li dijî azadiyê ye. Li dijî sosyalîzmê ye. Ji bo wê, dê çi bikin mirov nizane. Ji bo wê lazim e gelê me şiyar be. Tim girêdayîna xwe ya ji bo Rêber Apo pêk bîne. Erka xwe çawa Rêber Apo ji bo wan pêk tînin. Divê ew jî pêk bînin. Li Rêberê xwe her tim xwedî derkevin. Ne bi axaftin, bi tekoşîna xwe, bi berxwedana xwe hewceye lê xwedî derkevin. Gelê ku li Rêbertiya xwe xwedî dernekevin, nikarin xwedî li xwe jî derkevin. Eger ku gelê me îro dibêje ‘Bijî Rêber Apo’, bi Rêber Apo xwe bilind dike, li xwe xwedî derdikeve. Ji bo wê vê şîarê pêş dixin. Lazime vê her ku diçe xurtir bike. A ku tê xwestin ev e. Pêşiya xeterêyê bi vî awayî tê girtin.
Rêber Abdullah Ocalan qala pêwîstiya yekîtiya neteweyî dike, rêxistina wê jî beriya niha amadebûna xwe ya ji vê rewşê re diyar kiribû. Bi taybetî qala protokola di navbera we û PDK’ê de dike ya di sala 1982’an de. We bi fermî daxuyanî dan û bal kişandin ser wê. Di vê pêvajoyê de girîngiya wê çi ye?
Rêber Apo hemû temen û jiyana xwe daye ser zanabûna gelê kurd, perwerdehiya gelê kurd, rêxistina gelê kurd, azadî û demokrasiyê. Ji bo vê jî her dem ji bo yekitiya gelê kurd xebitî. Jiyana xwe da vî tiştî. Heke îro li temamî Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê yekitiya gelê kurd pêş ketibe û gelê me yekitiya kurdan dixwaze, ev tişt bi têkoşîna Rêber Apo pêk hatiye. Belkî wekî prensîb hinekan ew kar kir lê esas Rêber Apo ev fikr di nav gel de ava kir. Parçebûna ku dagirkeran di navbera kurdan de çêkiribû, da fêmkirin û rakirina wê kir armanc. Ji ber vê ruhê yekitiya neteweyî di nav kurdan de xurt bû. Divê mirov vêya bizanibe. Texmîn dikim ku gelê me, ev tişt baş fêm kir. Serok û partiyên din ên kurdan yekitiya kurdan bi pêş ve nebirin, ew parçebûn ranekirin. Bi ser de parçebûna ku dagirkeran ava kiribûn ji xwe re kirin esas. Cara yekemîn Rêber Apo ew parçebûn rakir, li hemû beşên Kurdistanê têkoşîn ava kir. Gerîla da avakirin, ruhekî neteweyî çêkir. Li ser vî fikrî ruhê neteweyî xurt bû. Di nav gel de fikra yekitiya neteweyî çêbûye. Rêber Apo dixwaze di navbera partiyan de jî yekitî çêbibe. Ji ber ku îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Ev şer li Rojhilata Navîn tê meşandin û kurd di navenda vî şerî de ne. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji bo kurdan firsendeke mezin çêbû ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê di wan deman de yekitiya kurdan çênebûbû. Kurdan nedikarî di wî şerî de ji bo xwe encaman werbigirin. Ji bo kurdan xerab bû. A niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin, ew statuya li ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbûbû, xera bû. Ev tişt ji bo kurdan gelekî baş bû. Ji ber ku kurd nedihatin qebûlkirin, îmhakirina kurdan ji xwe re kiribûn esas. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ji derfetên Şerê Cîhanê yê Yekemîn zêdetir derfet derketin holê. Dagirker jî vê dibînin û dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin. Bi vê re hinek rewşên xetere jî çêdikin. Rêber Apo dibêje; ‘Ji bo kurdan firsendeke dîrokî çêbûye û him jî xetere heye. Ez naxwazim kurd wekî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk biçin. Ji bo ku têk neçin divê yekitiya xwe ava bikin. Heke yekitiya xwe ava nekin dê dîsa têk biçin. Belkî ev têkçûna wan dijwartir be ku careke din nikaribin ser pêyan jî. Heke yekitiya xwe çêbikin dê bi ser bikevin, dê gelên herêmê jî bi ser bikevin.’ Vî tiştî bi kurdan didê fêmkirin, qaweta te ya mezin yekitiya te ye, ji vêya mezintir qaweteke te tune ye. Heke tu xwe ji vê qawetê mehrûm bihêlî tu yê têk biçî. Ji ber vê divê tu têk neçî, ji bo vê têdikoşî. Di şertên Îmraliyê de vî tiştî dide pêş hemû kesan.
Hewldana dorpêçkirina Qendîlê
Ez dixwazim di vir de vê bipirsim. Gerîla ji Qendîlê çûn hewara Şengalê, çûn hewara Kobanê, çûn heta Hewlêr û Mexmûrê. Sedema dorpêçandina Qendîlê û girêdayî wê şîroveya PKK û ya gerîla çi ye?
Yanî her kes bi vêya dizane, gerîla qaweta gelê kurd e, qaweta demokrasiya azadiyê ye. Li ku derê êrîşî destkeftiyên gelê kurd were kirin, gerîla li hemberî wî tiştî têdikoşe. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî başûrê Kurdistanê kir û êrîşî Şengalê kir û êrîşî Hewlêrê kir, gerîla çû Mexmûrê jî çû Şengalê jî çû Kerkûkê jî û başûrê Kurdistanê parast. Rêber Apo got; ‘Em jî dibêjin li ku derê bila bibe, li dijî gelê kurd xetereyek çêbibe, em li dijî wê xetereyê têdikoşin. Ev peywira me ya dîrokî û neteweyî ye.’
Di meseleya Zînî Wertê de Rêber Apo xetereyeke mezin dît. Ji ber wê hişyariyek kir. Peywira xwe ya neteweyî û dîrokî bi cih anî. Diyar kir ku divê partiyên heyî yekitiyê ji xwe re bikin esas. Divê di navbera kurdan de şer çênebe. Divê kurd li dijî dijminên xwe şer bikin. Ji ber vê divê yekitiya xwe çêbikin, kongreyên xwe çêbikin, qawetên xwe yên leşkerî di bin fermandariyekê de bikin yek. Rêber Apo ev pêşniyarî kir, her kes jî pê dizane. Li Ewropa, Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava gelê me, nivîskaran, hunermendan, rewşenbîran, siyasetmedaran, saziyên sivîl daxuyanî dan û diyar kirin ku divê li Zînî Wertê şer çênebe, em şerê di navbera kurdan de qebûl nakin, divê yekitiya gelê kurd pêk were. KNK ji hemû kesan re û ji me re jî nameyek şand. Li Danîmarkayê dostên kurdan nameyek ji me re û ji PDK’ê re şandin û diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên di navbera kurdan de em ne aram in, divê hûn yekitiyê ji xwe re bikin bingeh. Ne bi tenê gelê me, dostên gelê me jî şer naxwazin. Divê kurd vî tiştî bibînin. Di serî de jî em, partiyên kurd ku em dibêjin ji bo kurdan têdikoşin, divê em vî tiştî bibînin. Ev daxwazî, daxwazên di cih de ne. Em li hemberî van daxwaziyan bi hurmet in û dixwazin pêk bînin. Ev fikra me ye, ez bi aşkera vî tiştî dibêjim. Tekane daxwaza me ew e ku di navbera kurdan de şer çênebe, kurd yekitiya xwe ava bikin, kurd dest bidin hev û li dijî dijminên xwe têbikoşin. Roj roja yekitiyê ye, tu tişt ji vêya ne pîroztir e. PDK divê meseleya Zînî Wertê taloq neke, bi derengî nexîne. Di meseleya Zînî Wertê de aloziya heyî hêj ji holê ranebûye. Ev tişt dê çawa bidome, mirov baş nizane. Dê kîjan wextê di navbera kurdan de wê şerek çêbibe, ne diyar e. Divê ev alozî rojek berî rojekê bi dawî bibe. Heqê me tuneye ku em gelê kurd têxin nav aloziyan. Madem em ji bo vî gelî têdikoşin, heqê me ev e ku em daxwaziyên wan pêk bînin. Daxwaz jî ev e ku divê ew hêz xwe ji wê derê vekişînin. Divê vegere pozîsyona berê, her hêzek biçe cihê xwe. Yên ji bo kurdan têdikoşin divê vî tiştî ji xwe re bikin esas. Em ne li dijî kesekî ne û naxwazin bibin asteng. Em naxwazin ew jî li pêşiya yên din bibin asteng. Em naxwazin kes, sazî û partiyeke kurd daxwazên dijmin pêk bîne û zemînê ji dijmin re ava bikin.
Peyamên Ocalan
Rêber Abdullah Ocalan bi salan e feraseta ‘Bila biçûk be bila ya min be rexne dike.’ Di nirxandinên berê de jî hene. Di hevdîtina dawîn a bi telefonê de jî dîsa dibêje. Divê ev tişt çawa were fêmkirin?
Rêber Apo ji destpêkê heta îro li dijî fikrên biçûk û fikrên basît e. Ji ber ku fikrên basît û biçûk xizmeta gelê kurd nake, azadî û demokrasiya gelê kurd pêş naxe, ew tişt her dem xizmeta dagirkeran dike. Ev tişt di dîrokê de jî çend caran îspat bûye. Divê mirov di vî tiştî de israr neke. Rêber Apo li dijî fikr û siyaseta biçûk û teng e. Dixwaze fikr û siyaseteke berfireh were meşandin, pratîkeke berfireh were kirin, ji ber ku ev tişt xizmetê ji gelê kurd re dike. Çima vî tiştî dibêje? Ji ber ku dagirkeran gelê kurd û welatê kurdan parçe parçe kiriye. Kesên ku dibêjin ez dixwazim ji bo gelê kurd têbikoşim, rakirina parçebûna ku dijmin çêkiriye, ji xwe re nakin esas. Ew parçebûn jixwe fikr û nêzikbûna teng û biçûk ava dike. Pirsgirêka kurdan pirsgirêke gelekî mezin e, li dinyayê ji wê mezintir pirsgirêk tune. Bi fikrekî wisa biçûk û teng nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo wê jî em temaşe bikin, yek derdikeve û eşîretekî, olekê, mezhebekê, beşekê yan jî tenê partiya xwe ji xwe re esas digire; waye bi salane ku hizrên wisa hatine meşandin û encam negirtine. Yekemîn car fikrê Rêber Apo ew tengbûna heyî ya li Kurdistanê rakir. Ji ber wê jî çiqasî rakir ew qasî jî yekitiya kurd pêş ket. Li ser wê bingehê tekoşîn, nasname û hurmeta kurd li cîhanê pêş ket. Ew jî îspat dike ku mirov encax berfireh bifikire û nêzîk bibe dikare encamê bigire. Niha hindek tînin ziman ku Başûr ya me ye, wateya vê ango dibêjin ne malê hemû kurdan e. Heta dibêjin ku filan herêm a min e û nahêlê ku yekî din li wê derê kar bike. Ne kurd berku dagirker ji wê yekê sûdê digire. Divê Kurdistan ji her kesî re vekirî be û her kes bikare bi azadî siyasetê bike, xwe rêxistin bike û têbikoşe. Ji xwe kê baş têbikoşe wê gel bi wê re be û alîkariya wê bike. Ne hevceye ku mirov cihekî ji xwe re destnîşan bike û desthilatiya xwe li wê derê bide rûnişkandin û ji her kesê re qedexe bike. Her wiha gel jî neçar bike ku alîkariyê bidê. Sûdekî wê yekê nîne, li cîhanê kê wisa kiribe hemûyan di dawiyê de wenda kirine. Divê kurd ji dîroka xwe û ya cîhanê dersê derxîne û li ser wê xwe baş perwerde bikin da ku wan tengezariyan re rû bi rû nemînin. Rêber Apo ji bo wê rewşê dibêje ku ‘pêwîste kurd di nava xwe de tifaqekî demokratîk çêbike. Her wiha divê kurd di navbera xwe û gelên tirk, fars, ereb û yên din de tifaqên xwe pêş bixe. Dema ku li ser bingehê azadî û demokrasiyê wan tifaqan pêş bixîne wê demê dikare encamê bigire. Bi şêwazekî din nikare encamê bi dest bixe’. Di esasê de Rêber Apo wan fikrên biçûk, teng û erzan rexne dike û li ser wê esasê pêşniyaran pêş dixe. Dibêje ku divê em Neteweya Demokratîk ji xwe re esas bigirin. Biratiyê esas bigirin. Dibe ku gelek fikir hebin, divê mirov wana red û qedexe neke. Divê mirov bi gelek gelan, sazî û rêxistinan re tifaqê xwe pêş bixe da ku bikare pirsgirêkê çareser bike.
Şerê li herêmê û stratejiyên li herêmê
Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku we jî anî ziman navenda wê Rojhilata Navîn û di wir de jî Kurdistan e. Niha stratejiyên ku hene dixitimin, hinek dixwazin stratejiyên xwe ji nû ve plan bikin û her wiha dinêrin ku yê xeta polîtîk ya sêyemîn çareseriyê pêşdixîne Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistanê ye. Niha di qadê de rewşa wan stratejî û hêzan çiye, hûn çawa şîrove dikin?
Niha li Rojhilata Navîn Amerîka û Rûsya hene. Dibe ku çend dewletên ewropî jî hebin lê yên esas ku li Rojhilata Navîn siyasetê dimeşînin Amerîka û Rûsya ne. Ew jî bi temamî berjewendiyên xwe esas digirin û li ser wê bingehê siyasetê dikin. Li kêleka wan dewletên Rojhilata Navîn jî hene. Ew jî ji bo ku bikarin desthilatdariya xwe bimeşînin, hewl didin û hizra tiştekî din nakin. Demokratîkbûn û tevlîkirina gel ji xwe re esas nagirin. Parvekirina derfetên heyî ya bi gel re ji xwe re esas nagirin. Tenê wê esas digirin ku desthilatiya xwe wê çawa biparêzin û bimeşînin. Ji bo wê jî zilmekî mezin li ser gelan dimeşînin. Hem yên ji derve mudaxelekirî hem jî yên li Rojhilata Navîn desthilatdarin, hemû jî tenê berjewendiyên xwe esas digirin. Eger aliyek berjewendiya xwe esas wergirê, ew ê berdewam pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî çêbike. Eger ku îro li Rojhilata Navîn ewqasî pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û leşkerî û şer hene, sedemê wê ew in. Ji ber ku bi temamî berjewendiyên xwe esas digirin. Yên ku wan pirsgirêkan çêbike nikare wana çareser bike. Ji ber ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirêkê tuneye. Ji ber ku pirsgirêk çêkirin û li ser wê jî berjewendiyên xwe meşandin heye. Yê ku gelê herêmê û biratiyê dihizire û dixwaze li Rojhilata Navîn demokrasî û azadiyê pêş bixîne û pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û leşkerî çareser bike û aştiyê çêbike, tenê Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê paradîgmayek pêş xist. Fikrê demokratîk, Neteweya Demokratîk û sîstema wê pêş xist û radestî gel kir. Niha gelê herêmê ji bo wê yekê Rêber Apo dipejirîne. Çima, ji ber ku dibîne li gel Rêber Apo çareserî heye. Fikr û planên wî, stratejî û daxwaziyên wî hene. Ne dewletên herêmê û ne jî yên ji derve mudaxelekirine, plan û stratejiyekî wan ya çareseriyê tuneye. Ew tenê berjewendiyên xwe dihizirin lê Rêber Apo di hizra gelan de ye, wê zanebûnê dide gelan ango wê çawa bikarin biratiyê pêş bixin û bi hevre jiyan bikin, wê çawa bikarin xwe ji zilmê rizgar bikin û azadî û demokrasiyê jiyan bikin. Ji bo wê ye ku gel li dora Rêber Apo kom dibin û wê Rêbertiyê Rêberê xwe dibînin. Kurd wê Rêberê xwe yê neteweyî dibîne, gelên herêmê jî wê Rêberê xwe dibînin. Ew yek bi tekoşîna Rêber Apo çêbû û çêdibe. Tu kesê ew yek çênekiriye û rastî ev e. Li herêma Rojhilata Navîn pirsgirêkên heyî tenê dikare bi paradîgmaya Rêber Apo bên çareserkirin. Wekî din çareser nabin. Ji xwe tu hêzekî din bername, program û stratejiyekî xwe yê wisa jî nîne.
Polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirinê
We beriya niha jî çend caran nirxand lê rewşekî ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de û di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dike heye. Dewleta tirk hinek ji wê beşê û hinek jî ji beşa din tawîzan digire lê di esasê de berê xwe dide ser qirkirina gelê kurd. Ji wê rewşê hêz digire û berjewendiyên xwe li gorî wê dimeşîne. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Dewleta Tirkiyeyê ne nihaye ku wê siyasetê birêve dibe, berê jî ew siyaset dimeşand û niha jî wê siyasetê dimeşîne. Ji nakokiyên dewletan sûdê digire û li ser wê jî siyasetê pêş dixe. Ne ji bo gelê Tirkiyeyê û ne jî ji bo gelên din tu carî siyaset nekiriye, tenê bo dewletê kiriye. Dewlet jî netewe dewlet, faşîst û qirker e. Ji ber ku tenê dixwaze yek netewe, ol û welatekê çêbike. Her roj vî tiştî tînin ziman. Hemû netew û olên din ji holê radike. Ev siyaseta wan e. Ji ber ku nakokiyên heyî yên di navbera dewletan de ji xwe xwe re dike siyaset û ji bo ku li ser wê dixwaze netewe dewleta xwe ava bike, lewma qirkirinê esas digire. Hemû gelên ermen, asur, suryan, çerkez, elewî, êzdî û kurd ji qetlîamê re derbas kir. Ev qetlîam li ser bingeha wê siyasetê çêbûn. Niha wê siyasetê li Rojava jî dimeşîne. Di navbera Amerîka û Rûsyayê de nakokî hene; ji wan nakokiyan sûdê werdigire û dikeve Sûriyê û Rojava û welatê kurdan û ereban dagir dike. Li wê derê dixwaze kurdan derxîne, demografyaya wê derê biguherîne. Ango li Tirkiyeyê çi kiribe li wê derê jî heman siyasetê birêve dibe. Wê yekê li ber çavê her kesê dimeşîne. Dewletê tirk ji ber ku wê siyasetê dimeşîne lewma siyasetekî bêexlaq û qirêj birêve dibe. Di wir de tenê dewletê tirk berpirsiyar nîne. Yên ku Tirkiyeyê lewaz dibînin û dixwazin ji bo berjewendiyên xwe gelek tiştan di Tirkiyê de bi dest bixin, çavê xwe ji Tirkiyeyê re digirin û heta hindek derfetan jî didin Tirkiyeyê, lewma Tirkiye wê siyasetê birêve dibe. Ji bo wê jî dewletên ku alîkariya dewleta tirk dikin jî ji wê siyaseta qirêj û gemar ê qirkirinê berpirsiyarin. Tenê Tirkiye berpirsyar dîtin ne rast e. Eger ew dewletane wê siyasetê nemeşînin û alîkariyê nedin Tirkiyeyê, Tirkiye nikare li wê sûd bigire û wê qirkirinê pêk bîne. Rastî ev e. Niha gelê me li dijî wê siyasetê disekîne. Gelên din jî ku wê rastiyê fêhm dikin li dijî wê siyasetê disekînin. Encax a girîng ew e ku kurd û hêzên demokratîk rastiya wan dewletê baş fêhm bikin ango ew dewlete ji nakokiyên dewletên din sûdê digire û li ser gelan qirkirinê pêk tîne. Divê wê yekê baş fêhm bike ku eger bikare fêhm bike dikare li dijî wê bisekîne. Ji ber ku eger ne wisa be nikare li dijî wê bisekîne. Nikare bisekîne, ji ber ku baş fêhm nekiriye lewma nikare bisekîne. Ya rast ew e.
Niha we behsa hêzên navneteweyî kir ku piştgiriya hêzên navdewletî ku dewlet alîkarî dikin. Edaleta mafê mirovan ji bo komekî biçûk tîne ziman, lê çek û pere didin hêzên dîplomasiyê. Ev dê bikare encam bigire gelo. Dîroka mirovahiyê dîroka şoreş û gelan heye?
Dibe ku ew dewletane çekên xwe yên mezin hene, perê xwe hene, hêz û teknîka xwe ya leşkerî hene û bi kar tînin. Her wiha şerê taybet û derûnî dimeşînin ku gelan bixapînin da li dijî wan nesekînin û gel bi xwe tekoşîn neke, lê ew yek bê feyde ne. Ne pere, ne çek û ne jî teknîk nikare pêşiya azadiya gelan bigire. Îro li Rojhilata Navîn em dibînin ku dewletên herî mezin tevî ku teknîk, çek, hêz, pereyên xwe hene û bi hemû hêza xwe ketine Rojhilata Navîn lê dikin û nakin nikarin encamê bi dest bixînin. Her ku diçe gelên Rojhilata Navîn hê bêhtir şiyar dibin û hê zêdetir ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê pêş dixin û ji wê pê detir jî wê têkoşînê hê mezintir pêşbixînin. Ew ê nekaribin pêşiya wê bigirin.” BEHDÎNAN