Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû. Di beşa destpêkê ya bernameyê de Bayik li ser mijarên; şehîdên meha gulanê, tecrîda li Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Zap, Metîna, Avaşînê û berxwedana gerîla axivî. Her wiha bang li hêzên demokrasiyê, gelê kurd û dostan kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin. Beşa destpêkê ya hevpeyvîna ku ji 2 beşan pêk tê wiha ye:
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di axaftina dawî ya bi telefonê re Rêberê Gelê Kurd helwestek nîşan da û got ‘Bi vî şêwazî hevdîtin nabe, xetere ye. Divê ez parêzerên xwe bibînim.’ Bi vî rengî helwesta xwe raber kir. Divê ev helwest çawa were famkirin?
Li ser gelê kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Eger li ser Rêber Apo tecrît tê meşandin ku di vir de israr dikin, sedema wê ew siyaseta li ser gelê kurd dimeşîn e. Ji ber ku Rêber Apo ne şexsê xwe temsîl dike, gelekî heta ji wê zêdetir gelan, mirovahiyê, têkoşîna azadî û demokrasiyê temsîl dike. Sîstema kapîtalîst modernîte li dijî têkoşîna gelan, azadî û demokrasiyê disekine. Dewleta faşîst dagirker qirker a tirk li dijî gelê kurd, li dijî gelan disekine. Rêber Apo jî rêbertiya ne tenê ji bo gelê kurd dike, ji bo hemû gelan dike. Lewma li dijî Rêber Apo, li dijî gelê kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ew tecrîd û siyaseta ku li ser gel tê meşandin bi hev re tên meşandin. Ew hemû parçeyên siyaseta ku dimeşîne. Ew siyaseta qirker heta ku di zîhniyeta dewleta Tirkiyeyê de guhertinek çênebe ku gelê kurd weke gelekî qebûl nekin, mafê wan qebûl nekin, wê siyasetê dewam bikin. Hem li ser Rêber Apo, hem li ser gerîla û gelê kurd wê dewam bikin. Rêber Apo, gelê kurd vê siyasetê qebûl nake, li dijî vê siyasetê bi salan e têdikoşe. Di vê têkoşînê de gelekî berdêlên giran jî da. Wê hîn jî bide, wer diyar e. Ji ber ku Rêber Apo, gelê kurd vê siyasetê qebûl nakin, li dijî vê siyasetê disekinin, dewleta tirk a qirker jî her ku diçe di vê siyasetê de israr dike. Hemû derfetên xwe li ser vî esasî dixe nava tevgerê. Hem têkoşîna gelê kurd, hem dostên kurd li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin sekinîn. Ji ber wê dewleta tirk a qirker neçar ma ji bo ku gelê kurd hem gelên Tirkiyeyê, hem jî hêzên demokrasî û azadiyê yên li cîhanê bixapîne çi kir? Ji bo çar pênc deqeyan axaftinek bi telefonê qebûl kir. Dema ku Rêber Apo diaxivî jî hema qut kirin. Nehiştin ku Rêber Apo biaxive. Ji ber ku Rêber Apo rastiya wan da diyarkirin. Bi gelê kurd da fêhmkirin ku li ser gelê kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Lazim e her kes vê baş zanibe, kes bi axaftina Erdogan a bi axaftina hinekan bawer neke, xwe nexapîne. Siyaseteke ku pir metirsîdar li ser Rêber Apo, gelê kurd tê meşandin. Ev da fêhmkirin. Ji ber ku ev da fêhmkirin, rastiya wan derxist holê, ew xapandina ku dixwestin bi her kesî bide kirin pûç bû, lewma çar pênc deqe şûnde telefon qut kirin. Rastî ev e. Yanî lazim e gelê me û dostên me û her kes zanibe ku 23 sal in li ser Rêber Apo îşkenceyeke mezin tê meşandin. Îşkenceya ku tê meşandin jî her roj, her deqe, her saniye tê meşandin. Şerekî psîkolojîk, taybet li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo çawa ku li derve ji bo gelê kurd, gelan ji bo mirovahiyê xizmet dikir, li zindanê jî dîsa li ser vî esasî xizmeta xwe dewam dike, serî li ber wan dananîne. Ew dixwazin Rêber Apo dest ji gelê kurd, destketiyên gelê kurd, dest ji mirovahiyê berde, teslîmî wan bibe. Rêber Apo çawa li derve li dijî wan disekinî, li hundir jî di zindana Îmraliyê de jî serê xwe danîne, li dijî wan disekine, li ber xwe dide. Nahêle ku ew siyaseta li ser gelê kurd, di şexsê gelê kurd de li dijî mirovahiyê tê meşandin, encamê werbigire. Ji ber vê yekê bi hestê tolhildanê tên ser Rêber Apo. Di siyaseta tecrîdê de, îşkenceyê de wer israr dikin. Lewma her mirovekî xwedî şeref be û wijdanê xwe hebe, di armanca xwe de azadî, demokrasî hebe lazim e vê rastiyê bibîne. Lewma xwe deyndarê Rêber Apo bibîne û deynê xwe jî bide. Divê rastiya Rêber Apo, sekna li Îmraliyê ji bo xwe esas werbigire û xwe li ber çavan derbas bike. Ji bo Rêber Apo di şexsê Rêber Apo de ji bo têkoşîna azadî demokrasiyê erk û wezîfeya xwe divê pêk bîne. Kengî xwe li ser vî esasî li ber çavan derbas kir, wezîfeya xwe fêhm kir û bi wezîfeya xwe rabû û têkoşîn mezin kir wê demê ew siyaseta li ser Rêber Apo, gelê kurd di şexsê wan de li ser gelan tê meşandin wê bi dawî bibe. Wer nebe, wê vê siyasetê kûrtir bikin, wê qirkirina kurd dewam bikin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê heta rêberên têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê weke Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, heta Terteleya Dêrsimê bi hezaran, deh hezaran şehîdên meha gulanê hene. Hûn bi wesîleya meha gulanê dixwazin çi bêjin?
18’ê Gulanê roja şehîda ye. Meha Gulanê jî meha Şehîdan e. Tevgera me ev di kongreya xwe de qebûl kir. Li ser vî esasî her sal em hem meha şehîdan hem jî roja şehîdan bi bîr tînin, timî jî li ser wî esasî xwe jinûve li ber çavan derbas dikin, xwe çêdikin û têkoşînê dewam dikin. Ji bo çi ew roj a ew meh me qebûl kir? Çima me rojek din an jî mehek din qebûl nekir? Sedemên wê hene. Eger me 18’ê Gulanê kir roja şehîdan sedema wê di wê rojê de şehîdê mezin hene. Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî. Ji ber ku di 18’ê Gulanê de hem hevalê Hakî Karer şehîd ket, hem jî Îbrahîm Kaypakkaya şehît ket. Yek temsîla gelê Kurdistanê dike, yek temsîla gelên Tirkiyeyê dike. Ji bo wê ew roj me kir roja şehîdan. Meha Gulanê de jî gelek şoreşgerên mezin hem li Kurdistanê hem li Tirkiyeyê şehîd bûn. Hem hejmara wan mezin e hem jî şehîdên ku di vê mehê de ketin şehîdên pir mezin in. Rast e hemû şehîd şehîdên azadî û demokrasiyê ne. Di navbera şehîdan de em tu carî cudahiyê nabînin, lê belê hin şehîd hene, serdeman temsîl dikin. Serdemekê digirin, serdemekê vedikin. Lewma divê mirov wan şehîdan baştir fêhm bikin. Ji ber ku cihê wan di têkoşîn û dîrokê de cihekî taybet e. Şehîdên ku wer serdemên nû vekirin hene di dîrokê de. Ev jî bi giranî di meha gulanê de ne. Eger meha gulanê weke meha şehîdan qebûl kir, sedema wê ev e. Ji ber ku di vê mehê de şoreşgerê Tirkiyeyê yê mezin Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd ketin. Ew rêbertiya gelên Tirkiyeyê dikirin. Ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê têdikoşiyan. Li gel wê ji bo hemû azadiya gelan, demokrasiya gelan jî têdikoşiyan. Denîz Gezmîş dema ku hate darvekirin li ser biratiya gelên kurd û tirk û li ser xebatên wan sekinî. Van ji bo me esas in. Ji ber ku Rêber Apo jî dibêje, ‘Em dewama tevgera şoreşgeriya Tirkiyeyê ne’. Dema ku li Tirkiyeyê ewladên Tirkiyeyê, pêşengên wan ku hatin darvekirin, hatin kuştin, di îşkenceyê de hatin qetilkirin pirsgirêkek rêbertiyê derkete holê. Rêber Apo ew berpirsyarî da ser milê xwe. Nehişt ku ew valahî pêk were. Nehişt ku di dîroka tevgera şoreşger sosyalîst, azadî demokrasiyê de qutbûnek çêbibe. Lewma tevgera PKK’ê dewama tevgera li Tirkiyeyê ye. Ew li Kurdistanê di şertên nû de bi şeklekî nû bi pêş xist, mezin kir. Li Kurdistanê bi têkoşînê xwedîderketina li wan şehîdên mezin e. Li Kurdistanê jî, li her çar beşên Kurdistanê jî gelek şoreşgerên mezin hene. Li rojhilatê Kurdistanê Suleyman Mîonî, Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê hatin darvekirin. Dîsa li başûrê Kurdistanê Leyla Qasim, li rojavayê Kurdistanê li Qereçoxê komkujiyeke mezin çêbû, êrîşî Şengalê kirin. Li wir şoreşger şehîd xistin. Yanî li derveyî beşê Bakur li beşên Kurdistanê yên din jî di vê mehê de di rojên vê mehê de şoreşgerên mezin, welatparêzên mezin hatin qetilkirin. Van jî ji bo me ji bo em têkoşînê bi pêş bixin bingehekî xurt e. Ji ber ku em tevgereke şehîdan e. Xeta me xeta şehîdan e, armanca şehîdan armanca me ye. Jiyan û têkoşîna wan jiyan û têkoşîna me ye. Em li ser wî esasî têdikoşin. Li Bakur Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn dîsa Azad Sîser, Çeko Amed, dîsa Hozan Mizgîn, Qasim Engîn, Ramazan Kaplan û şehîdên Soma û gelek şehîdên wisa hene . Van jî her yek serdemekê temsîl dikin. Di têkoşînê de kedeke wan a mezin heye. Van şehîdana hemû ji bo me şehîdên ku em bikin sedema têkoşînê ne. Ku em têkoşînê li ser jiyana wan li ser têkoşîna wan bi pêş bixin. Ji bo wê ew meh me kir meha şehîdan. Niha tevgera me tevgereke şehîdan e. Xeta şehîdan ji bo xwe dike esas, li ser wî esasî têdikoşe. Her şehîdek sedema ku em rêxistin û têkoşînê bi pêş bixin, mezin bikin. Va ye Rêber Apo bi vê tevgerê, gelê Kurdistanê bi mirovahiyê da qezenckirin. Heta Rêber Apo kesek bi vî rengî nêzî rastiya şehîdan nebûye. Şehîd ne kiriye xetek têkoşîna ku bi wê xetê bimeşîne. Ev Rêber Apo bi pêş xist. PKK hîn ji destpêkê heta îro li ser rastiya şehîdan dimeşe, dijî, têdikoşe. Eger ku PKK gihîştiye vê astê ku îro ji bo gelan jî ji bo hêzên demokrasî û azadiyê bûye hêvî, di bin wê de rastiya şehîdan heye. Ew xeta ku şehîdan bi pêş xistiye heye. Rêber Apo çi got? Got ‘Ez berdevkê şehîdan im’. Yanî ez nahêlim ku kes şehîdan ji bîr bike. Nahêlim ku kes şaş nêzî şehîdan bibe. Ez ê şehîdan mezin bijîm mezin jî bidim jiyîn. Her kes li ser vî esasî nêzî şehîdan bibe. Wê şaş nêzî şehîdan nebe. Eger şaş nêzîk bibe, ew şaş nêzîkî partîbûnê, têkoşînê, gel, mirovahiyê dibe. Ez tu carî wê qebûl nakim. Lewma wê her kes rast nêzî şehîdan bibe, rast nêzî şehîdan bûyîn, rast nêzîkbûna şehîdan, têkoşîna wan e. Armanca wan daniye ber xwe ye. Şehîd tu carî ji bo xwe şehîd neketin. Temamî ji bo gelê kurd, ji bo gelan, ji bo mirovahiyê, ji bo armancên wan, xeyalên wan azadî, demokrasiyê şehîd ketin. Jiyana xwe bi temamî li ser vî esasî bi rêxistin kir. Li ser vî esasî jiyan, têkoşiyan û şehîd bûn. Tu carî ji bo xwe nejî, ji bo xwe tiştekî nexwestin. Hemû jiyana xwe xistin xizmeta gelê Kurdistan, gelan, mirovahiyê. Ji bo wê jiyan, ji bo wê şehîd ketin. Lewma yê ku hurmetê şehîdan negire, tu carî hurmeta Kurdistan, gelan, mirovahiyê jî nagirin. Yê ku dibêje ez mirovahiyê, gelan, gelê kurd esas werdigirim, ji bo azadiyê têdikoşim, ji bo demokrasiyê têdikoşim wê van şehîdan ji bo xwe bikin esas. Ji ber ku van têkoşîna azadî, demokrasiyê bi pêş xistine, nirxên wê bi pêş xistine, em gihandine îro. Ruh dane her kesî, wê çawa têkoşînê bike, wê çi bike ku wê têkoşînê rast bike, ew dikare gelê kurd bi ser bixe, gelan bi ser bixe, azadî, demokrasiyê bi ser bixe, rêya wê pîvanên wê, têkoşîna wê dane diyarkirin ji bo her kesî. Eger ku tevgera me bi hemû êrîşan ku nikaribin têk bibin, sedema wê vê tevgerê şehîd, jiyan û têkoşîna şehîdan ji bo xwe esas wergirt. Lewma ew netîca wernegirtin. Her ku xwestin encamê werbigirin, derb xwarin, lawaz bûn. Tevger jî bi şehîdan mezin bû. Ji ber ku şehîd sedema ku mirov xwe paqij bike. Kêmasî şaşitiyên xwe bibîne, xwe paqij bike. Li ser wî esasî xwe jinûve ava bike, perwerde bike, xwe amade bike. Eger tevgereke li ser wê xetê têbikoşe ew tevger tu carî lawaz nakeve. Li şehîdan dûr nakeve. Ji şehîdan dûr neketin ji partiyê, têkoşînê, ji jiyana azad, demokrasiyê, ji gel, mirovahiyê dûr neketine. Şehîd çîmentoya PKK’ê ye, çîmentoya têkoşîna azadî, demokrasiyê ye. Hêza PKK’ê, hêza gelê kurd di şehîdên xwe de ye. Her kes dibêje gelo hêza van ji ku derê tê, kî alîkariya wan dike? Ez aşkera dibêjim. Hêza vê tevgerê hêza gelê Kurdistan, şehîdên wê ne. Ji ber ku van şehîdan ji bo gelê kurd nirxan ava dikin, diparêzin, mezin dikin. Gelê kurd dike xwediyê nirxê azadiyê û demokrasiyê. Şehîdê ku li PKK’ê pêş ketin, ji bo gelê kurd biparêzin, ew siyaseta ku li ser gelê kurd tê meşandin, siyaseta qirkirinê ku pûç bike, ku karibe ji bo gelê kurd jiyaneke azad biafirîne têkoşiyan. Ji bo wê jiyan, ji bo wê şehîd bûn. Ne ji bo tiştekî din. Lewma şehîd fêhmkirina şehîdan, fêhmkirina siyaseta li ser gelê kurd tê meşandine. Yanî li dijî qirkirinê sekinîne. Di her şert û mercî de têkoşîna ji bo azadiya gelê kurd e. Yê ku şehîdan esas werdigire wê bi vî rengî nêzî şehîdan bibe. Nêzîkatiyeke cuda ya li şehîdan şaş e, heqaret e. Eger mirov rast nêzî şehîdan nebe, mirov nikare ji bo hebûna gelê kurd têbikoşe. Mirov nikare li siyaseta qirkirinê bisekine, gelê kurd biparêze û ji bo gelê kurd têkoşîneke azadî û demokrasiyê bimeşîne û bi ser bixîne. Niha hem gelên Tirkiyeyê hem gelê kurd bi salan têkoşiyan, berdêlên giran dan, şehîdên mezin dan. Di vir de nirx, çand, kesayet, pîvanên wê ava kirin. Civakek li ser vî esasî afirandin. Vê têkoşînê têkoşîneke pir mezin e. Bi vê têkoşînê xwestin ku li Tirkiyeyê demokratîkbûnê bi pêş bixînin. Li Kurdistanê jî ji bo gelê kurd azadiyê bi pêş bixin. Ji bo wê ew têkoşîn bi pêş xistin, ew berdêl dan. Ew vala neçû. Dibe ku hinek bêjin, îro li Tirkiyeyê hukmekî faşîst heye, dîktatoriyek faşîst heye û li dijî şoreşgeran, sosyalîstan, demokratan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyenan, ragihandinê, li dijî kurdan li dijî gelên li Tirkiyeyê zilmeke mezin tê meşandin, nahêlin ku gavan biavêjin, ew têkoşîna ku berê hate meşandin, berdêla ku hate dayîn ketine metirsiyê. Heta lawaz bûne, gelo ew berdêl wê belasebep be. Yanî fikareke bi vî rengî, nêzîkatiyeke bi vî rengî şaş e. Ew tu carî vala neçûn dê neçin. Eger ku îro li dijî faşîzmê, dîktatoriyê, hinde têkoşîn dewam dike, sedema wê girêdayî ew berdêlên hatiye dayîn e. Yanî şehîd in. Ew hêzê didin gelên Tirkiyeyê, gelê kurd. Bi vê hêzê, li dijî faşîzmê li ser pêyan disekine, li ber xwe dide. Wê li ber xwe jî bide, tu carî ew lawaz nakeve. Lazim e her kes vê rastiyê wer fêhm bike. Ev hêzeke mezin e. Yê ku şehîdên xwe esas werbigire, li ser jiyan û têkoşîna wan bijî û têbikoşe tu carî winda nake. Dibe ku zehmetiyê bibîne, dibe ku berdêlan bide, lê belê di encamê de mezin qezenc dike. Ev rastiyeke. Niha van şehîdana şehîdên gelan e, şehîdên mirovahiyê ne, şehîdên sosyalîzm, azadî û demokrasiyê ne. Dibe ku li Kurdistan, Tirkiyeyê ev şehîd me dane. Lê belê bandora wan ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê ye. Çarçoveya ku bandor kiriye mezin e. Ji bo wê ev şehîd nayên jibîrkirin. Eger dozek mezin hebe, ji bo wê dozê têkoşîn di nava zor û zehmetî de çêbibe, ew nirxên mezin ava dike. Yê ku wer di nava zor û zehmetiyê de ji bo armanceke mezin têkoşiya ye, berdêl daye, nirx ava kiriye ji aliyê gelan û mirovahiyê ve tu carî zû bi zû nayên jibîrkirin. Em li dîrokê mirovahiyê jî binerin, yê ku di dîroka mirovahiyê de li nava zor û zehmetiyê ji bo armanceke mezin têkoşiyan, berdêlên mezin jî dane, ti carî mirovahiyê ew ji bîr nekiriye. Hîn jî mirovahî bi wan xwe îfade dike. Niha li Tirkiyeyê jî gelên Tirkiyeyê bi kê xwe îfade dike? Bi Denîzan, Mahîr, Îbrahîm, Huseyîn, Sînanan xwe îfade dike. Li Kurdistanê xwe bi kê îfade dike? Bi Hakiyan, bi Mazlûman, Hayriyan bi Ferhat Kûrtayan, bi Zîlanan bi gelek şehîdan xwe îfade dike. Wê demê yê ku wer têkoşiyan nirx ava kirin ti carî ji aliyê gel û mirovahiyê ve nayên jibîrkirin. Li vir ez dixwazim ji bo malbatên şehîdan jî tiştekî bêjim. Rast e ev şehîd ne tenê yê wan malbatan e. Yê gelan e, yê mirovahiyê ne. Lê belê ev şehîd kurê wan e, keçên wan e. Bi van şehîdan divê serbilind bin. Nekin welê tenê malê xwe, nebêjin ew kîzê me ne, xortê me ne, yê me ne. Bi wêya lazim e tenê îfade nekin. Eger hurmeta wan ji bo zarokên wan hene, lazim e jiyana wan, têkoşîn û armancên wan ji bo xwe bikin esas. Li ser wî esasî bijîn, têbikoşin. Ku armancên wan pêk bê, ku şehadeta wan mezin bê jiyankirin, ku şehîd nemirin. Ew ê çawa bibe, ku li ser armancên wan têkoşîn hate dayin, ku armancên wan pêk hat wê demê ew şehîd mezin jiyan dikin û mezin jî mirovahiyê dide jiyankirin. Wezîfeya hemû malbatan ew e. Eger malbat bi wî rengî rast nêzî şehîdan bibe wê demê civak jî rast nêzîk dibe. Ji ber ku her kes wê li wan malbatan binere, ku dît malbat rast nêzîk dibe, jiyan, têkoşîn û armanca wan ji bo xwe dikin esas, civak jî wê ji xwe re bike esas. Ev ê civakê bigihêje armancê. Ev ê bi dewleta Tirk faşîst dagirker qirker bide windakirin. Lazim e her kes wer nêzîkî rastiya şehîdan bibe.
Di rojeke qirkirinê de êrîşeke dagirkeriyê li Zap, Avaşîn û Metîna dan destpêkirin dewleta tirk a dagirker. Li ser armancan van êrîşan we beriya niha çend daxuyanî dan. Niha rewşa şer çi ye?
Dema ku komara Tirkiyeyê hate avakirin, ji wê demê dest pê dike heta îro li Tirkiyeyê têkoşînek heye. Hem kurdan hem gelên li Tirkiyeyê hem jî yên ku pêşengî ji van gelan re dikirin, yên sosyalîst, demokrat rewşenbîr, armanca wan ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibin. Ku li Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve bibe, li Kurdistanê jî azadî çêbibe. Ji bo wê têkoşiyan, berdêl dan. Desthilatdariya Tirkiyeyê û faşîstên Tirkiyeyê jî yên nijadperestî esas werdigirtin jî ji bo li Tirkiyeyê Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad çênebe têkoşiyan. Yanî ku li Tirkiyeyê faşîzm, dîktatorî çêbibe têkoşîn dikirin. Vê têkoşîna bi salan dewam kir. Faşîstan ji bo ku Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve neçe, li Tirkiyeyê demokratîkbûn çênebe, li Kurdistanê azadî çênebe, hemû derfetên xwe li hundir û derve xerc kirin. Çi ji destê wan hat ew kirin. Girtin, kuştin, komkujî, koçberî yanî çi bê aqlê mirovan ew pêk anîn. Di dawiyê de çiqas tevgerên demokrasî, azadiyê, sosyalîst, gelan, kurdan berdêlên giran dan jî nikarîbûn pêşiya faşîzmê bigirin. Dewleta Tirkiyeyê di aliyê faşîzmê de gav avêt. Di vir de faşîzm tam pêk hat? Hîn tam pêk nehatiye. Lê belê AKP-MHP dixwaze vê tam pêk bîne. Ji bo wê hem li hundir hem jî li derve siyasetekê dimeşîne. Siyaseta şer dimeşîne. Hemû qanûnên xwe, destûra xwe, yên navneteweyî da bin lingan ku karibin Tirkiyeyeke faşîst ava bike. Ku li Tirkiyeyê hêza demokrasiyê, sosyalîst, gelê kurd nikaribin encamê werbigirin. Ev têkoşîn dewam dike. Îro yê ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP disekine, PKK ye, kurd e esas. Ev nayê wê maneyê ku tenê ew li dij disekine. Li Tirkiyeyê jî hêzên demokrasî û azadî û sosyalîst li dijî faşîzma AKP-MHP’ê disekinin. Gelên Tirkiyeyê jî ji vê rejîmê ne razî ne, dixwazin ev rejîm têk biçe. Lê belê yê ku esas li dijî vê rejîmê têdikoşe, hêzê dide her kesî, nahêle ku ew desthilatdariya faşîst ê qirker encamê werbigire, PKK ye, gelê kurd e. Ne tenê em vê dibêjin, her kes vê rastiyê teslîm dike. Rastî ew e. Armanca AKP-MHP qirkirina kurd temamkirin e. Siyaseta ku li hundir û derve dimeşîne bi temamî li ser vî esasî ye. Zanin ku eger vê siyasetê de encamê wernegirin nikarin li ser desthilatdariyê bimîne. Ji ber ku li Tirkiyeyê qanûnek heye. Yê ku li dijî kurd sekinî, yê ku kurd qir kir, yê ku li dijî demokrasî azadiyê sekinî, yê ku ji bo nijadperestiyê têkoşîn kir dikare bibe desthilatdar, dikare li ser desthilatdariyê bimîne. Wekî din ne pêkan e. Yê ku li ser vî esasî bû desthilatdar, lê belê ev nemeşand û encam negirt jî nikare li ser desthilatdariyê bimîne. Qanûna ku li Tirkiyeyê dimeşe li ser vî esasî ye. Niha AKP jî vê qanûnê dimeşîne. Hem jî di dîroka Tirkiyeyê de netîce derxistine, li ser wê vê dimeşînin. Hemû derfetên Tirkiyeyê li hundir û derve xistine xizmeta vê. Ku bikaribin qirkirina kurd temam bikin, Tirkiyeyeke ji tirkan ava bûye çêbikin û her kes têkeve xizmeta wan. Niha ku êrîşî PKK’ê dikin, sedem çi ye? Ji ber ku PKK li dijî siyaseta wan a qirkirinê disekine. Nahêle ku ew siyaseta pêk bê. Nahêle ku li Tirkiyeyê hêza demokrasiyê, azadî, sosyalîst tasfiye bibe. Ruh dide wan hêzan, ruh dide gelan. Li pêş siyaseta AKP-MHP astengiyeke mezin çêdike. Desthilatdariya wan lawaz dike, dixe tehlûkeyê. Ji bo li desthilatdariyê bimîne lazim e li ser PKK’ê, kurdan wê siyaseta qirkirinê israr bikin û encamê werbigirin. Zanin heta ku PKK’ê tasfiye nekin nikarin qirkirina kurdan jî bikin. Nikarin hêza demokrasî, azadiyê û sosyalîst li Tirkiyeyê tasfiye bikin. Nikarin li derveyî Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn hegemonya xwe ava bike, xeyalê xwe yê Osmanî pêk bîne. PKK ji bo wan astengiyeke mezin e. Eger ku îro êrîşî PKK’ê dikin ji ber wê dikin. Sedem ew e. Di vir de ez dixwazim vê jî bêjim. Hinek derketine dibêjin, ‘pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê bi kurdan re nîne, bi PKK’ê re heye’. Dewleta Tirkiyeyê çi dibêje? Bi rengekî aşkera dibêje ku divê PKK’ê tasfiye bike. Yê ku vê axaftinê dike yanî dibêjin, lazim e PKK tasfiye bibe. Yanî tiştên ku Tirkiye tîne ziman ew jî tînin ziman. Tiştên ku Tirkiye dixwaze pêk bîne ew dixwazin pêk bê. Wekî din wateyeke xwe nîne. Yê ku vê dibêjin, herhal PKK’ê kurd nabînin, tenê xwe kurd dibînin! Ji ber wê dibêjin, ‘Pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê tenê bi PKK’ê re nîne, bi kurdan re pirsgirêka xwe nîne, ne li dijî kurdan e’. Yê ku vê dibêjin, eleqeya xwe bi Tirkiyeyê re pir xurt in. Li ber çavan e ku Tirkiyeyê li Bakur li dijî kurdan çi kiriye, çi dike. Li Rojava çi dike, li Başûr çi dike, ev li pêş çavên her kesî ye, her kes vê dibîne. Diyar dibe ku pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê ne tenê PKK ye, kurd e. Eger îro PKK esas werdigire ku êrîşî PKK’ê dike, sedema wê ew e ku PKK li dijî dagirkeriyê disekine. Parastina gelê kurd esas werdigire, ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe. PKK îradeya gelê kurd, paşeroja gelê kurd temsîl dike. Egîdî, qehremaniya gelê kurd temsîl dike. Fedayîtiya gelê kurd temsîl dike, azadiya gelê kurd temsîl dike. Astengiyeke mezin li pêş dewleta tirk a qirker e. Lewma PKK’ê dikin hedef. Sedem ew e. Eger îro dewleta Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe tê ser PKK’ê, ji ber wê tên ser PKK’ê. Eger ku sûcê mirovahiyê dijî ji bo wê dijî. Em binêrin, li Bakur, Rojava, Rojhilat li dijî PKK’ê, li dijî gelê kurd hemû çekan bi kar tîne. Hemû texrîbatan dike, Kurdistanê dişewitîne, xera dike. Ne tenê li dijî gelê kurd li dijî zindiyên li Kurdistanê hemûyan vê dike. Kîmyasalan jî bi kar tîne. Ji bo ku PKK’ê tasfiye bikin ku karibin qirkirina kurd li hemû beşan bi ser bixîne. Vê siyasetê dimeşînin. Gerîlayên kurd û HPG, YJA Star li dijî vê disekine. Hebûna gelê kurd, azadiya gelê kurd temsîl dike, egîdiyê gelê kurd temsîl dike. Ji bo wê hicûmî PKK’ê dikin. Rastî ev e.
Êrîşkariya dagirker qirker dewam dike. We qala berxwedana gerîla kir. Li gel gerîla, di serî de gelê kurd gelên herêmê yên ji dewleta tirk a êrîşkar zirarê dibîne, ew divê çi bikin? Bi taybetî helwesta hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistanê divê çawa be?
Siyaseta ku dewleta Tirkiyeyê li dijî kurdan dimeşîne, ne ku îro tê meşandin. Ew bi salan e li ser gelê kurd tê meşandin. Gelê kurd li dijî vê her ku firsen dîtiye sekiniye, têkoşiyaye, berdêlên giran jî daye. Dibe ku di vê sala dawî de dewleta Tirkiyeyê ew siyaseta qirker zêdetir dimeşîne. Ji ber ku sedemên wê jî hene. Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Di navbera aliyên wî şerî de nakokî hene. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze ji van nakokiyan feydeyê bibîne, qirkirina kurd bi ser bixe. Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ev yek li ser ermenî, asûriyan kirin. Niha jî dixwazin sûdê ji şerê sêyemîn werbigirin û qirkirina kurdan bikin. Ji ber ku qirkirina di nava van şert û mercan de pêk tên. Dewleta Tirkiyeyê ji ber wê niha qirkirina kurdan daye pêş xwe. Dixwaze pêk bîne. Firsendek dîtiye ji bo xwe. Niha dewleta Tirkiyeyê ew siyaseta qirkirinê weke min got bi salan e dewam dike. Li dijî wê têkoşîn mezin bûye. Têkoşîna gelê kurd. Her ku çû ber bi azadiyê ve hat. Li Kurdistanê ber bi azadiyê ve gav bê avêtin, mirov zane ku li Tirkiyeyê jî Tirkiye wê ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were, li Kurdistanê azadî pêk were, bandora wê dê li ser Rojhilata Navîn jî çêbibe. Ev xizmetê ji demokratîkbûna Rojhilata Navîn re jî bike. Eger ku desthilatdariya AKP-MHP ew plana çokdanînê xistin meriyetê, ji bo wê xistin meriyetê. Ji ber ku dîtin ku çi siyaset meşandine encam wernegirtine. Kurd ber bi azadiyê ve hatiye, Tirkiye ber bi azadiyê ve diçe. Eger bigihêje armancê dê li Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk were. Ev hem li dijî gelê kurd e hem jî li dijî gelan e. Hem jî li dijî demokratîkbûnê ne, li dijî demokrasî û azadiyê ne. Karakterê wan ev e. Ji bo wê planeke fireh û kûrtir danî pêşiya xwe. Ew plana ku di dîrokê de li dijî kurdan bi pêş dixistin, plana Şark Islahatê di roja heyî de bi şiklekî nû xistin meriyetê. Bi vê xwestin ku hem pêşiya kurdan hem pêşiya gelên Tirkiyeyê bigirin. Ku pêşiya Rojhilata Navîn bigirin ku demokratîkbûn, azadî bi pêş nekeve. Dest pê kirin, ji wê demê heta niha wê siyasetê dimeşînin. Hem li hundir hem li derve. Ne tenê li dijî kurdan vê dimeşîne, li dijî çepê tirkan, li dijî demokrat, rewşenbîrên tirk, hunermendên tirk li dijî gelên Rojhilata Navîn li dijî her kesî vê dimeşîne. Lewma têkoşîna li dijî dewleta Tirkiyeyê em dimeşîne ne tenê ji bo kurdan tenê ye. Belkî li Kurdistanê em vê têkoşînê dimeşînin lê ev ji bo hemû gelan e. Ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê ye. Ji bo wê şerê ku tê meşandin şerekî pir mezin e. Kes lazim e ew êrîşa ku dewleta tirk li Metîna, Zap û Avaşînê dike weke yê berê nebîne. Berê jî gelek caran li wan deran êrîş kirin, lê belê êrîşa niha ne weke ya berê ye. Lazim e kes welê nêzîk nebe, welê nebîne, ne welê hêsan e. Vê êrîşê armanca xwe tasfiyekirina PKK’ê ye, qirkirina kurd e. Ev êrîş li ser vî esasî tê meşandin. Ji bo wê pir cidî ye û metirsîdar e. Lazim e hem gelê kurd li her çar beşan û derveyî welat, lazim e bi vî rengî fêhm bike. Lazim e dostên kurdan welê fêhm bikin, bi taybetî jî çepê tirk, demokratên tirk, rewşenbîrên tirk jî lazim e welê fêhm bikin. Li gel wê gelê me yê Başûr, siyaseta Başûr, rewşenbîr hunermend, siyasetmedar, rêxistinên sivîl lazim e hemû bi vî rengî fêhm bikin. Nebêjin gerîla bi qehremanî şer dike û metirsî nîne. Eger bi vî rengî nêzîk bibin ev dibe xapandinek pir mezin. Dawiya wê metirsiyeke mezin bi her kesî dide jiyandin. Lazim e her kes zanibe ku PKK li dijî metirsiyeke mezin disekine. Eger têkoşîna PKK’ê lawaz bikeve her kes wê derbê bixwe. Bi navê kurd tiştek li holê namîne, destketiyên kurdan hemû wê ji wan bên standin. Ji bo kurdan qirkirin û koletî wê dewam bike. Lazim e her kes vê bibîne. Niha mirov çi dibîne? Dibêjin; gerîla bi qehremantî şer dike, derban lê dixe, dewleta tirk nikare gavan bi pêş ve biavêje. Lewma diyar e metirsî nîne. Çawa li Garê gerîla encameke mezin wergirt, wê li wir jî werbigire. Ji ber vê jî her kes li gerîla temaşe dike. Dibêje; şer dike, ew têrê dike, bes e. Yanî wezîfeya xwe nabîne. Rast e gerîla şer dike, lê wezîfeya gelê me jî li hemû beşan, li derveyî welat heye. Wezîfeya çepê tirk, demokratên tirk jî heye. Wezîfeya dostên gelê kurd, dostên PKK’ê jî heye. Bi taybetî wezîfeya siyaseta Başûr, rêxistinên Başûr, rewşenbîr, hunermend, nivîskarên Başûr jî heye. Wezîfeya gelê Başûr jî heye. Ku van wezîfeya xwe fêhm kirin, bi wezîfeya xwe rabûn ku li gel gerîla cih girtin ku alîkariya gerîla kirin, wê demê gerîla dikare baştir derbê lê bide. Wê demê mirov pêşiya metirsiyê digire, hebûna kurd azadiya gelê kurd bi pêş dikeve. Welê nebe metirsiyeke mezin mirov dijî. Niha gelê me yê Rojava wezîfeya xwe pêk tîne. Hemû rabûna ser pêyan. Li gel gerîla disekinin, li dijî dagirkerên tirk. Lazim e her kes vê ji bo xwe bike mînak. Hemû beş, kurdên li derveyî welat divê vê yekê ji bo xwe bikin esas. Bakur, gelê me yê Bakur zane ye, tecrûbeyên xwe yên xurt heye. Çandek li wir afirandiye. Lazim e ew gel rabe ser pêyan, welê li gerîla temaşe neke. Wê çawa bi gerîla re bibe yek, wê çawa li dijî dagirkeriyê biskine, lazim e rêyên wê biafirîne, têkoşîna wê bi pêş bixîne. Başûr, dagirker niha dagirkeriyê niha li Başûr dike. Erdê başûr bi dest dixin, xwe bi cih dikin. Wê li ser vê gavên nû jî biavêjin. Timî dibêjin, ‘Mûsil û Kerkûk a me ye’. Yanî destketiyên Başûr hemû di bin tehlûkeyê de ne. Ji ber wê siyaseta Başûr, partî û rêxistinên Başûr, yên sivîl jî di nav de rewşenbîr, nivîskar, ragihand, hunermend hemû lazim e li dijî dagirkeriyê bisekinin. Wezîfeyên xwe pêk bînin. Ne tenê bêjin em li gel têkoşîna gerîla ne, gerîla qehremaniyê dike. Tiştên ku ew bikin hene, lazim e wê pêk bînin. Li dijî dagirkeriyê biryarê werbigirin, lazim e wan biryaran di pratîkê de pêk bînin. Heta niha hinek tevger hene lê lawaz in. Heta hinek bi navê şexsê xwe daxuyaniyan didin. Partî bi navê xwe heta niha daxuyaniyek nedane. Hikûmeta Başûr daxuyaniyek nedaye. Bi navê saziyan daxuyaniyek nîne, çalakiyek nîne. Halbûkî ji hemû beşan zêdetir Başûr niha li dijî dagirkeriya tirk bisekinin. Ya ku ji wan tê xwestin ev e. Niha li derveyî welat, kurd li ku derê bin lazim e li dijî dagirkeriya tirk bisekinin. Dostên kurd lazim e li dijî dagirkeriya tirk bisekinin, li gel gerîla wezîfeya xwe pêk bînin. Ji ber ku têkoşîna gerîla ne tenê ji bo gerîla ye, ne tenê ji bo Bakur e. Ji bo hemû beşên Kurdistanê ye, ji bo Rojhilata Navîn e, ji bo hêzên demokrasî, azadiyê li dinyayê ye. Ji ber wê lazim e her kes bi wezîfeya xwe rabe. Bi taybetî jin û ciwan li her cihî pêşengiyê ji têkoşînê û gel re pêşengiyê bikin. Gel rakin ser pêyan, têxin nava liv û tevgerê. Çi ji destê wan tê lazim e pêk bînin. Dewleta Tirkiyeyê çi dibêje? Dibêje; PKK li ku derê be, kurdek li ku derê be ez ê lê bidim. Vê aşkera dibêje. Madem ku Tirkiye vê ji bo xwe esas werdigire, kurd jî lazim e encamê ji vê yekê derxîne. Wê wextê tirk li ku derê hebe, lazim e em jî wan bikin hedef. Ew jî heqê me ye. Tirk vê bi xwe meşrû dike. Ji ber ku li her cihî ku êrîşî PKK’ê kir, êrîşî kurdan kir, wê demê PKK û kurd jî lazim e li her cihî êrîşî wan bike. Ew jî heqê wan e. Yanî gelê me ji çi ditirse? Wê çi winda bike? Bi têkoşîna xwe, bi berdêla xwe ya mezin hinek destketî ji bo xwe çêkirin. Nirx afirandin. Niha dixwazin wan ji dest werbigirin. Gelo wê vê qebûl bikin? Lazim e qebûl nekin. Ji bo destketiyên xwe, ji bo hebûn û paşeroja xwe ji her demê zêdetir lazim e wezîfeya xwe pêk bînin. Çavkanî: ANF