Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê pirsên ANF’ê bersivand.
Bayik diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê li ser esasê dijminatiya gelan dimeşîne, hêzên hikûmetê yên ku dizanin heta şer neqewime ew ê bi ser nekevin, wê hemû derfetên xwe winda bikin û werin darizandin. Bayik, da zanîn ku AKP-MHP bi hemû hêza xwe şerê qirêj dimeşîne û got, “Îdia dikin ku PKK’ê pêvajoya muzakereyên bi Rêbertiyê re xera kiriye, PKK’ê zirar daye gelê kurd. Van çîrokan her roj di televîzyonên xwe de, di rojnameyên xwe de dibêjin. Dixwazin bi vî awayî gel bixapînin dîsa bibin desthilatdar. Hewl didin şovenîzm û faşîzmê xurt bikin. Ji ber vê yekê mirovan dikujin, digirin, derewan dikin, çi ji destê wan tê dikin. Weke ku tê zanîn di rojên dawî de gelek parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedar hatin girtin. Bi vî awayî peyamek dan. Beriya her tiştî ev peyam dane gelê kurd. Yanî armanca wan şikandina vîna gelê kurd e. Dîsa di şexsê gelê kurd de bi şikandina vîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk dixwazin her kesî bitirsînin. Armanca wan ew e ku her kes xwe vekişîne û ew jî bi ser bikevin. Lê dîtin ku kes xwe venakişîne, bi cesaret zêdetir pêş ve diçin. Ya rast ev e. Hem gelê kurd hem jî hêzên demokrasî û azadiyê bi cesaret û biryardarî li dijî êrîşan têdikoşin.”
Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek nîqaş tên kirin. Lê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hê jî didome. Li ser van nîqaş û tecrîdê hûn dixwazin çi bibêjin?
Nîqaşên li ser Rêber Apo ji exlaq û wijdan bêpar in. Rêber Apo rêberê gelê kurd û mirovahiyê ye. Yên ku li ser Rêber Apo nîqaşan dikin, divê vê yekê li ber çavan bigirin û bi vî rengî nîqaşan bikin. Ger vê yekê li ber çavan negirin û bi tena serê xwe nîqaşan bikin, ev nayê qebûlkirin. Divê her kes vê bizane. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Hem wê tecrîdeke bi vî rengî li ser Rêber Apo ferz bikin û hem jî bi vî rengî nîqaşan bikin. Ev neheqiyeke mezin e. Heke ew ê li ser Rêbertiyê nîqaşan bikin, divê ji Rêber Apo re jî derfetên nîqaşê ava bikin. Him van derfetan nadin û him jî ji bo Rêber Apo her tiştî dibêjin. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin vî tiştî dikin. Bi taybetî jî hikûmeta AKP-MHP’ê van nîqaşan pêş dixe. Dixwazin bandora Rêber Apo ya li ser gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û azadiyê, jin û ciwanan bişkînin. Bi vî awayî dixwazin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Tiştekî ji vê xerabtir, bêexlaqtir, bêwijdantir tiştek tune. Yên van nîqaşan dikin bila bizanibin ku em vê rewşê qebûl nakin.
Bi van nîqaşan nikarin Rêber Apo lewaz û bêbandor bikin. Dibe ku hesabên ji bo şikandina bandora wê û bidestxistina encaman dikin, lê gelê me, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û azadiyê, jin û ciwan rastiya Rêber Apo baş dizanin. Rêber Apo jiyana xwe xistiye xizmeta gelan û ji bo vê têdikoşe. Rêber Apo bi qasî ku li hemberî gelê kurd xwe bipirsyar hîs dike, li hemberî gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê jî xwe berpirsyar dibîne. Di nava şert û mercên gelekî dijwar de û di nava tecrîdeke mutleq de vê berpirsyariyê bi cih tîne. Dixwaze Tirkiye ji faşîzmê xilas bibe û demokratîk bibe. Ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi ziman, çand û baweriya xwe bi azadî bijîn, Rêber Apo têdikoşe. AKP-MHP naxwaze pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Çarenûsa xwe bi şer ve girêdaye û dixwaze bi şer hêza xwe biparêze. Ew dibin sedema wêranbûna bajaran. Sedema ku pirsgirêka kurd, pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê çareser nebûye rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku li dijî demokrasî û gel in. Kesê ku xizmetê ji wan re neke wekî dijmin dibînin. Dixwazin hemûyan ji holê rakin. Ji ber vê jî berê xwe didin ser şer, îşkence û girtinê.
Êdî nikarin kesî bixapînin. Berê dixapandin, dijminatiya Rêbertî dikirin, dijminatiya gelê kurd, PKK’ê dikirin, dijminatiya elewî û jinan dikirin. Bi vî awayî hinek dixapandin, lê îro bi her awayî rûyê wan yê rast derketiye holê. Nikarin veşêrin. Hîn jî dijminatiya xwe dikin ku veşêrin, lê bi vî awayî xwe tune dikin. Ger îro li Tirkiyeyê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê hatibe û li Tirkiyeyê hevsengiya siyasî hatiye guhertin, ev bi saya paradîgmaya Rêber Apo û têkoşîna wî pêk hatiye. Yên ku vê rastiyê nebînin wê di dawiyê de winda bikin. Lewma divê her kes bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibe. Niha gelê kurd, dostên wan, kesên azadî û demokrasiyê dixwazin, jin û ciwan êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Û ew dixwazin ev tişt zû pêk were.. Dixwazin ev zilma li ser Rêbertiyê bi dawî bibe.
Divê êdî hêzên siyasî û saziyên hiqûqî yên navneteweyî alîkariya dewleta tirk nekin. Divê qanûnên xwe bi cih bînin. Divê xizmeta demokrasiyê bikin. Divê li gorî qanûn û pîvanên ku behsa wan dikin tevbigerin. Helbet em fam dikin; Dewleta tirk dewleteke endamê NATO’yê ye, lê divê ev hêz bi awayekî bêsînor alîkariya dewleta tirk nekin. Divê daxwazên gelê kurd û mirovahiyê bibihîzin û li gorî wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Ji bo hilbijartinên li Bakûr û Tirkiyeyê çend roj man. Di tevahî pêvajoya hilbijartinê de, nêzîkatiya dewleta tirk a li hemberî kurdan we çawa dît? Li Bakûr hîna di çarçoveya Rewşa Awarte de şerek tê meşandin. Sedemê vê çî ye?
Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê kurd, hêzên demokrasiyê û tevgerên sosyalîst her kes dizane. Çarenûs, desthilatdarî û pêşeroja xwe girêdayî dijminahiya li hemberî gelê kurd, Rêber Apo, PKK’ê û hêzên demokrasî û azadiyê kiriye. Xebatên xwe yên hilbijartinê li ser vî bingehî dimeşînin. Hîn rasttir di bin navê hilbijartinê de şerê taybet dimeşînin. Ne tenê şerê taybet, şerê leşkerî jî dimeşînin. Weke ku tê zanîn me di dema erdhejê de nêzîkatiyek raber kir û me çalakiyên xwe rawestand. Lê rejîma AKP-MHP’ê ev biryara me ji bo weke firsend dît û êrîşên xwe yên leşkerî hîn zêdetir kir.
Çekan hemûyan bi kar tîne. Li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê kurd bênavber şerekî taybet dimeşîne. Dîsa li dijî hêzên demokrasî û azadiyê, gelan, jinan û tevgerên sosyalîst jî şerekî qirêj dimeşîne. Dizanin ku bêyî şer nikarin hebûn û desthilatdariya xwe bidomînin. Wê têk biçin, wê derbeyek mezin bixwin, wê derfet hemû ji destê wan bê standin û heta dibe ku werin darizandin jî. Ji bo ku ev yek çênebin, bi hêza xwe hemûyê şerekî qirêj dimeşînin. Her roj dibêjin me berpirstarekî PKK’ê kuşt, hema bibêje her roj nûçeyên bi vî rengî didin. Biryargeha me ragihand ku ev nûçe hemû derew in. Biryargeha me di dema erdhejê de berpirsyariya xwe ya li hemberî gelan û mirovahiyê anî cih. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê şerê qirêj her roja ku diçe mezintir dike. Ji ber ku tu berpirsyariyê li hemberî gelan û mirovahiyê hîs nake. Difikirin ku her cihê çawa hîn zêdetir talan bikin. Têkildarî Rêber Apo û PKK’ê gelek daxûyaniyan didin. Îdia dikin ku pêvajoya hevdîtinan PKK xerab kiriye, PKK’ê zirar daye gelê kurd. Her roj di televîzyon û rojanameyên xwe de van çîrokan dibêjin. Dixwazin bi vî rengî gelan bixapînin û car din werin ser desthilatdariyê. Hewl didin ku şovenîzm û faşîzmê xurt bikin. Ji ber vê yekê mirovan qetil dikin, digirin, derewan dibêjin û çi ji destê wan tê dikin.
Weke ku tê zanîn di rojên dawî de gelek parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedar girtin. Bi vî rengî peyamek dan. Di serî de jî ev peyam dan gelê kurd. Yanî armanca wan ev e ku îradeya gelê kurd bişikînin. Dîsa di şexsê gelê kurd de dixwazin îradeya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bişikînin û her kesî bitirsînin. Armanc dikin ku bi gav paş de avêtina her kesê, xwe bigihînin encamê. Lê dîtin ku tu kes gav paş de naavêje û bi rengekî hîn bi cesarettir ber bi pêş diçin. Ya rast ev e.
Gelê kurd jî, hêzên demokrasî û azadiyê jî li dijî êrîşan bi rengekî hîn bi cesarettir û bi biryar têdikoşin. Desthilatdarî çi dike bila bike, wê encam negire. Her roj gef li ser gefan dixwin. Suleyman Soylû, Erdogan, Hûlûsî Akar, Bînalî Yildirim hemû gefan dixwin. Peyama eger hilbijartinê qezenc nekin wê qebûl nekin, didin. Yanî wê şer bikin. Peyama wê desthilatdariyê radest nekin, didin. Ev ji paşerojê û vir ve gefek e ku li hemberî gelan tê karanîn. Dihesibînin ku wê bi van gefan her kesê bitirsînin, gav paş de bi wan bidin avêtin û wê bi rengekî rehet bigihîjin encamê. Êdî li Tirkiyeyê gel hemû û hêzên demokrasiyê van taktîkan fêm dikin. Ji ber vê yekê divê li dijî gefên desthilatdariya AKP-MHP’ê hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, gelê kurd bi rengekî hîn xurttir bersivê bidin. Divê bibînin ku gefê wan bi kêrî tiştekî nayê. Her kes divê bi rengekî hîn bi cesarettir û bi biryar, têbikoşe. Bi vî rengî wê dawiya deshilatdariyê were û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk bê.
Kesên dibêje ez misilmanim divê rastiya misilmantiya akp’ê bibîne’
AKP-MHP’ê tu tiş nemaye ku bide gelên Tirkiyeyê. Ew wê qet demokrasî û azadiyê neyînin. Wê jiyana gel xweş nekin. Armanca wan ew e ku wê çawa desthilatdariyê bidomînin, çawa welêt talan bikin û berîkên xwe çawa tîjî bikin. Tenê tişta difikirin ev e. Her kesî dît ku Tirkiye anîn çi rewşê. Eger gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê naxwazin Tirkiye hîn xerabtir bibe, naxwazin jiyana wan hîn xerabtir bibe, divê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Ev derfet ketiye destê wan. Divê vê derfetê baş binirxînin û rola xwe yê dîrokî bînin cih.
AKP-MHP’ê bi bikaranîna îslamê misilmanan dixapîne, hemû qirêjiyên xwe bi vî rengî vedişêrin. Dibe ku heta demekê rûyê xwe yê rast bi vî rengî veşartin. Her kes di bin navê îslamiyetê de dixapandin, lê êdî derket holê ku tu eleqeya wan bi ola Îslamê re nîn e. Zirarek mezin didin ola îslamê û misilmanan. Ji ber ku îslamiyet zilmê qebûl nake, edalet, jiyana bi hev re û xwişk û biratiyê qebûl dike. Lê her tiştê ku evana bi navê îslamiyetê pêk tînin, li dijî îslamiyetê ye. Misilmanên rast vê yekê dibînin.
Ji ber ku zilmek mezin didin jiyîn. Civakê parçe dike, li bera hev berdide, xwişk û biratiyê û jiyana bi hev re ji holê radike. Ne pêkan e ku misilman vê yekê qebûl bikin. Ez bawer dikim ku misilmanên rast wê di vê hilbijartinê de dersek mezin bidin rejîma AKP-MHP’ê. Banga min ji Misilmanan re ye; AKP-MHP’ê zirarek mezin da ola îslamê û misilmanan, hûnê heta kengê çavên xwe bigirin, hûnê heta kengê deng bidin van? AKP-MHP bi gotina ‘me ji bo we derfet ava kir, eger em desthilatdariyê winda bikin em ê van derfetan ji destê we bistînin’ misilmanan ditirsîne, gefê lê dixwe. Bi vî rengî dixwazin ku her kes çavê xwe li hember tiştên tên kirin bigirin. Lê ez bawer dikim ku gelê me yê misilman wê bibêje êdî bes e. Wê li ser navê îslamiyetê hesab ji wan bipirsin.
Gelê kurd, bi taybet hunermend divê bizanin ku AKP-MHP çiqas dijminê gelê kurd û jinan e, bi heman rengî dijminê hunermendan jî ye. Hunermendê kurd Cihan Aymaz li Stenbolê li dijî AKP’ê hin stran gotin. Yanî rexne kiriye, rastî anîne ziman. Faşîzma AKP-MHP’ê xwest ku ne van stranan stranek faşîst bibêje, lê ji ber ku wî jî qebûl nekir kêr lêxistin û avêtin nava deryayê û şehîd kirin. Bi vê wesîleyê ez Cihan Aymaz bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê kurd, hêzên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, sosyalîst, hunermend û nivîskar divê xwedî li Cihan Aymaz derbikevin. Xwedî li Cihan derketin, xwedîderketina li xwe ye. Kesek ku xwedî li hunermendê xwe dernekeve, nikare xwedî li siberoja xwe jî derbikeve.
Bi vê wesîleyê ez sersaxiyê ji malbata Cihan Aymaz, gelê kurd û hunermendan hemûyan re dixwazim.
Helwesta gelê Botanê gelekî xurt e
Dijmin bi taybetî dixwaze herêma Botanê di warê aborî, siyasî û çandî de tune bike. Hûn dixwazin ji gelê Botanê yên ku bi van êrîşan re rû bi rû ne re çi bibêjin?
Em dikarin bibêjin ku Botan dilê Kurdistanê ye. Dema em dibêjin Botan, Bedirxan Paşa, Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Ahmedê Xanî û bi hezaran şoreşger û şehîdên wekî wan tên bîra me. Botan bi van lehengan, bi berxwedan, nasname, çand û zimanê xwe tê naskirin. Ji ber vê jî Botanê di dîrokê de her tim nûnertiya nasname û zimanê kurdî kiriye, li ber xwe daye û berdêlên mezin daye. Tu carî stûyê xwe li ber dagirkerî û qirkirinê xwar nekiriye. Her tim li dijî wan şer kiriye, lewma jî nasname, ziman û çanda kurdî parastiye.
Li Botanê jî hin nirxên civakî bi xurtî tên jiyîn. Civaka Botanê xwe dispêre civakbûnê û xwedî lê derdikeve. Ew hîn jî xwezayê diparêze. Ew heqê wan dide. Ji ber vê yekê gelê me, gelê Botanê bi vî rengî nas dike. Yanî wek dilê xwe dibîne û lê xwedî derdikeve. Weke ku tê zanîn me di pêşengiya heval Egîd de li Botanê gerîlatî pêş xist û li Botanê me Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anî. Ev ne tesaduf bû. Ji ber ku me gelê kurd esas girt. Ji bo gelê kurd azad bijî me dîroka kurdan ji xwe re kiriye bingeh. Li ser bingeha Botanê ya ku li ser dîroka kurdan hatiye avakirin. Ji ber ku dîroka gelê kurd çiqas qels bû jî li Botanê her tim zindî hate hiştin. Ji ber vê yekê me Botan ji xwe re esas girt.
Li Botanê helwesta li dijî welatparêzî, civakîbûn, dagirkerî û qirkirinê gelekî xurt e. Botan çavkaniya wan kesên ku dixwestin ji bo gelê kurd têbikoşin bû.
Ji ber vê yekê me Pêngava 15’ê Tebaxê li Botanê pêk anî. Bi baweriya min gelê Botanê wê îro dîroka xwe biparêze. Ji ber ku gelê Botanê hem di dîroka gelê kurd de hem jî di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî taybet e. Di bin her şert û mercî de li dijî dagirkerî û zilmê rabûye. Loma jî berdêlên giran dan. Ji Botanê bi hezaran şervan tevlî têkoşîna PKK’ê bûn û fermandar û lehengên mezin derketin holê. Ji ber vê yekê gelê Botanê ne tenê ji xwe re ji tevahiya gelê kurd re xizmetên mezin kirin. Nirxên mezin afirandiye. Ji Colemêrgê heta Şirnexê ji her gund û bajarî beşdarî têkoşînê bûn. Dema ez dibêjim Botan, mebesta min ne tenê Şirnex e, Botan sîwan e. Ji Colemêrgê heta Şirnexê hemû bajar û gundan temsîl dike. Ji ber vê yekê gelê me çawa heta îro xwedî li welatparêzî, siberoj, ziman,çand, nirx û şehîdên xwe derketiye wê îro jî xwedî lê derkeve. Lewma wê Botanê ji dagirkeriya tirk re bikin goristan.
Dewleta tirk a dagirker baş dizane ku Botan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Loma jî niha li ser Botanê disekine. Bi hezaran leşker, polîs, tîmên taybet, karmend û cerdevanên xwe li Botanê bi cih kirine. Li hinek deveran ji xelkê wir jî zêdetir in. Dixwazin gelê Botanê di hilbijartinan de winda bike. Siyaseta wan a Botanê ev e ku, qaşo kurd wan qebûl dikin û ji ber vê deng didin wan. Divê gelê me yê Botanê bersiveke xurt bidin vî tiştî .Divê hemû gelên Botanê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ez vê bangê li gelê Botanê dikim.
Eşîrên ku dîrokê baş bizane rastiya dewleta tirk jî dizane
Di derbarê hilbijartinê de tu peyamek ji bo civaka Botanê, eşîran û her wiha ji cerdevanên Botanê re heye?
Weke ku tê zanîn eşîr koka civakên xwezayî ne. Hebûna eşîran li Kurdistanê her çiqas lawaz be jî ji ber mayîndebûna nirx û çanda civaka xwezayî ye. Ger gelê kurd di bin zext, dagirkerî û çewisandina dijmin de wenda nebûbe, di vir de rola eşîran heye. Eşîran civaka xwezayî zindî kirin. Yanî rastiya kurdan zindî hiştin. Wan roleke wisa girîng lîst.
Dewleta tirk a dagirker eşîran ji bo tunekirina kurdan ji xwe re dike bingeh û wan dike hedef. Di navbera eşîran de dijminatiyê pêş dixe. Bi vî rengî dixwaze civaka kurd tasfiye bike. Ji bo wê gelek hewl da lê bi ser neket. Dibe ku eşîran qels bike û bibe sedema pirsgirêkan, lê nikare vê rastiyê bi temamî ji holê rake. Eşîr li ser durustî û welatparêziyê ava bûne. Her tim li ser van nirxan xweparastinê esas digire.
Dewleta tirk a dagirker hem di dîrokê de hem jî îro li dijî eşîran şerekî qirêj kiriye. Zilm û zordestiyeke mezin li eşîran û gelê kurd kir. Kesê ku dîrokê baş bizane rastiya dewleta tirk jî dizane. Dema ku Seyîd Riza dar ve dikin, daxwaza wî ya dawî dipirsin. Seyîd Riza dibêje, ‘Daxwaza min a dawî ew e ku kurê min li ber çavên min dar ve nekin, piştî min wî dar ve bikin.’ Bi tenê vî tiştî dixwaze lê dewleta tirk a dagirker li ber çavê wî, kurê wî dar ve dike. Dema kesekî kal dikin darve bikin, di deqîqeyên dawîn de jî zilmê lê dikin.
Dîsa serhildana Agirî heye. Biroyê Heskê Telî baş dizane ku dewleta tirk a dagirker çiqasî hovane ye. Naxwaze jin û zarokên wî bikevin destê dewleta tirk. Ji ber vê yekê ew helwestek digire. Dîsa Rustemê Zal heye. Bav û kur hev nas nakin. Dijmin wan bi hev dide şer kirin. Lawê wî tînin ber Rustemê Zal. Divê gelê me van mînakan baş fêm bike. Mînakên wiha di dîroka me de gelek in. Kesên ku ji bo dewleta tirk xebitîn û îxanet li gelê xwe kirin jî ji holê rakirin. Ji ber ku gotin yên ku dijminatiya gelê xwe dikin, wê piştre zêdetir dijminatiya me bikin. Dewleta tirk ev e.
Divê tu kurd bi gotinên dewleta tirk nexape. Divê dijminatiya gelê xwe neke. Bi vî awayî tiştekî bi dest naxin, bi ser de mirovatiya xwe jî winda dikin. Loma divê eşîrên kurdan ji bo xwe şer bikin. Bi vî awayî, ew dikarin bijîn. Ji ber vê yekê divê bi Rêber Apo, şehîdan, têkoşînê bawer bikin. Yê ku wan biparêze û geş bike ev têkoşîn e.
‘Divê êdî cerdevan bi hilbijartinan re çekên xwe dayne û dawî li vê cerdevantiyê bîne’
Ez jî dixwazim bangî cerdevanan jî bikim. Heta niha cerdevan bûn, lê niha divê di vê hilbijartinê de ji bo xwe destpêkeke nû bikin. Divê bi vî rengî nêzî hilbijartinê bibin. Divê dijminatiya gelê xwe nekin. Divê ew li ser xizmetê bin. Divê li pêşeroja xwe, zarokên xwe bifikirin. Weke min got, belkî ji ber gelek sedeman çekên dijmin girtin û bûn cerdevan, lê bi vê hilbijartinê re rûpeleke nû li Tirkiyeyê vedibe. Ev jî ji bo cerdevanan şansek e û divê ji vê şansê sûd werbigirin û ji holê rabin. Niha xizmeta gelê xwe bikin, ne ji dijmin re. Binêrin dijmin pêşî got, çekan bigirin, hûn ê tenê gundê xwe biparêzin, lê niha binêrin, cerdevanan dişînin şer. Bi rastî jî her roj di şer de ne û tên kuştin. Cerdevanan diajon pêş, dişînin cihên herî xeternak. Ji ber ku ji bo dewleta tirk tu wateya wan nîne. Dibe ku cerdevanan jî ev yek fêm kiribin. Ji ber vê yekê ez bang li cerdevanan dikim; êdî bes e ji cerdevantiyê re. Bila bibêjin em di xizmeta gelê xwe de ne. Di hilbijartinê de divê vê gavê biavêjin. Tişta ku ji wan tê xwestin ev e. Ji ber vê divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û xwe ji vî şerî rizgar bikin.
Dewleta tirk dijminê Dersîm elewîtî û kurdewariyê ye
Girîngiya Dêrsim û elewiyan tê zanîn. Dewlet û partiyên cûda siyaseteke taybet dimeşînin. Di derbarê elewî û Dêrsimê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Gelê Dêrsimê di dîroka Kurdistanê de weke gelê herî berxwedêr tê naskirin. Besê, Zarîfe, Seyid Riza, Elîşêr li dijî dewleta tirk a qirker berxwedaneke mezin dan. Li Dêrsimê bi hezaran fermandar û şervan şehîd ketin. Hê jî di nava şer de ne. PKK berdewamiya Besê, Zarîfe, Seyid Rîza û Alîşêr e. Dixwaze tola van şehîdan hilîne. Ji ber vê yekê ew têdikoşe.
Dewleta tirk a dagirker dijminê Dêrsimê ye. Ji ber ku Dêrsim hem elewî ye, hem jî kurdewarî ye. Dêrsim di dîrokê de her tim li dijî dagirkeriyê bûye. Dêrsim ne tenê ji bo elewiyên kurd, navenda hemû elewiyan e. Hem ji bo elewiyên kurd û hem jî ji bo elewiyên tirk wisa ye, ocaxa elewîtiyê ye. Ji ber vê yekê dijminatiya Dêrsimê dike.
Loma jî Erdogan tim û tim dubare dike dibêje ‘Yek dewlet, yek milet, yek al, yek ol’. Tirkiye xwedî nifûseke zêde ya elewî ye; dixwazin wan hemûyan bikin Sunnî. Armanca wan ew e yên nebûne sunnî bê bandor bikin. Li ser Dêrsimê siyaseteke wisa qirêj dimeşînin. Ji bo elewîtî biqede li Dêrsimê şerê taybet dimeşînin. Siyaseteke qirêj li dijî gelê kurd dimeşînin, lê polîtîkayeke qirêj a taybet bi Dêrsimê re dimeşînin. Bi polîtîkayên taybet dixwazin li Dêrsimê derfetên jiyanê ji holê rakin.
Berê li Dêrsimê 2 parlementerî hebûn, niha jî ji ber ku hejmara wan kêm bûye 1’ê didin. Pêwîst e gelê me yê Dêrsimê vê bibîne. Dewleta tirk a dagirker ne tenê li dijî gelê Dêrsimê, li dijî xwezaya Dêrsimê ye jî. Xwezaya Dêrsimê tune dikin. Lewma daxwaza min ji gelê Dêrsimê; xwedî li dîrok, nirx, ol û çanda xwe derkevin.
Tenê bi vî awayî dikare ji hikûmeta AKP-MHP’ê û dewleta tirk hesab bipirse. Dêrsim xwedî dîrokeke pir xurt e. Ji bo hemû elewiyan, ji bo gelê kurd nirxên mezin afirand. Ez bawer im wê gelê me yê Dêrsimê xwedî li dîrok, ol, çand û nirxên xwe derkeve.
Gelê me yê Dêrsimê wê xwedî li rastiya xwe derkeve
Gelê me yê Dêrsimê ji Dêrsimê pir hez dike. Ji ber ku ew bi rastî cihê hezkirinê ye. Erdnîgariya wê pir xweş e û gelê wê tu carî zilmê qebûl nake. Ew bi edalet e, xwe dispêre jiyana wekheviyê. Li dijî derew, xapandin û xerabiyê ye. Li ser bingeha civaka exlaqî, polîtîk hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ew bi exlaq û wijdan in. Ez bawer im gelê Dêrsimê her çiqas di nava şerekî taybet de be jî wê xwedî li rastiya xwe derkeve. Gelê me yê Dêrsimê di serî de jin û ciwan ji bo siberoja azad wê beşdarî hilbijartinan bibe û serkeftinê misoger bike. Hemû jî wê biçin hilbijartinan, sindoqan, dengên xwe biparêzin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Bi vî awayî wê bersiveke mezin bidin AKP-MHP’ê.
Sedema Rêber Apo ji Serhedê dest bi meşa Kurdistanê kir nasnameya wê ya welatparêz û kurd e
Herêma Serhedê herêmeke gelekî girîng e. Li her derê kelecan, coş û tevlîbûna gel a hilbijartinê dixuyê. Ji bo Serhedê hûn dixwazin çi bibêjin?
Weke tê zanîn Rêber Apo ji Serhedê dest bi meşa Kurdistanê kir, li Dîlokê temam kir. Yanî gava destpêkê li Serhedê avêt. Serhed esas girt. Çawa ku bingehê vê tevgerê di Newrozê de avêt, gava destpêkê jî li Serhedê avêt. Sedemê wê çi ye? Ji ber ku herêma Serhedê herêmek e ku xwedî li nasnameya xwe ya welatparêz û kurd, nirxên kurd, çand û zimanê xwe derdikeve.
Eger tu bingehê tevgerekê di Newrozê de biavêjî, li Serhedê rêxistin bikî ew tevger wê bi rengekî xurt pêş bikeve. Di bingehê ku PKK bi vî rengî xurt bûye de, ev heqîqet heye. Serhed herêmek e ku tu carî dagirkerî qebûl nekiriye. Her tim li dijî qirkeran bi rengekî bi biryar û bi cesaret têkoşiyaye. Weke ku tê zanîn serhildana Îhsan Nûrî Paşa heye. Gelek eşîretan di wê serhildanê de cihê xwe girtine û qehremanî raber kirine. Bi taybet eşîreta Celaliyan rolek mezin lîstine. Li Serhedê hestên welatparêziyê gelek xurt in. Lewma her tim li ber xwe daye û şehîdên mezin dane. Lewma tevlîbûna ji PKK’ê re jî zêde çêbûye. Gelek fermandar û şervanên qehreman derketine. PKK’ê berxwedan û nirxên ku li Serhedê pêş ketine esas girt û li ser vî bingehî têkoşîn meşand.
Dijmin li Serhedê zilm pêk anî, polîtîkayên şerê taybet meşand, xwest ku cerdevantî, sîxûrtî û bişaftinê pêş bixe, lê encama ku xwestî negirt. Ev yek jî ji ber welatparêziya Serhedê ye. Dijmin bi karanîna derfetên madî, îstîsmarkirina ol xwest encam bigire lê negirt. Gelê me yê Serhedê xwedî li nasname, kurdbûna xwe, nirx, çand, dîrok û zimanê xwe derket. Ev îro jî vê dibînin. Em di xebatên hilbijartinê yên li Serhedê de moral û coşa gel dibînin. Hem bi rengekî gelek xurt hem jî bi kelecan, bi coş û moral tevlî dibin. Bi vî rengî xwedî li siberoja xwe jî derdikevin.
Li Serhedê tenê gelê kurd najî, gelên din jî dijîn. Wan jî êdî rastiya dewleta tirk û AKP-MHP’ê fêm kirine. Dîsa rastiya PKK’ê, Rêber Apo û kurdan jî fêm kirine. Yên ku ev rastî fêm kirine, paradîgmaya Rêber Apo esas girtine. Yanî xwişk û biratiya gelan, demokrasî û azadiyê esas digirin. Dewleta tirk a dagirker bi qedexekirina zozanan xwest ku asteng bike ku xelkê Serhedê li herêmê bijî. Ne tenê li Serhedê li Kurdistanê hemûyê polîtîkayek wiha qirêj meşand. Zozan hemû qedexe kirin ku mirov birçî bimînin û muxtacî dewleta tirk bibin. Lê gelê me li hemberî vê siyaseta qirêj li ber xwe da û teslîm nebû. Dibe ku birçî ma, êş kişand, zorî jiyan lê tu carî teslîmî dewleta tirk nebû û dest ji kurdbûn û nirxên xwe berneda.
Bi vî wesîleyê ez gelê me, bi taybetî jî Koçerên ku diçin zozanan silav dikin, rêzdarî û hurmetên xwe nîşan dikim. Ji bo wan jî derfeteke baş heye. Di vê hilbiijartinê de wê tola xwe ji AKP-MHP’ê bistînin. Bi vî rengî wê car din berê xwe bidin zozanan û jiyanek azad bidomînin. Lewma wê hesabekî mezin bipirsin. Dibe ku her kes wê hesab bipirsin lê hesabê herî mezin wê Koçer bipirsin; ji ber ku mafê wan ê jiyanê ji destê wan hat standin. Tiştek ji vê xerabtir nîn e. Lewma wê di hilbijartinê de li dijî AKP-MHP’ê bin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.