Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Bayik ji bo mîtînga Dusseldorfê got ‘Mîtînga we berdewama çalakiyên me ye’

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyam ji mîtînga li Dusseldorfê re şand û got: “Rewşa ku Apo têde ye, divê bibe wesîle ku em li her derê têkoşînê geş bikin. Divê em qadek a têkoşînê ya mezin ava bikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

ANF Images

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li Dusseldorfê mîtîng lidar xist.

Bi hezaran kurdistanî û dostên wan di saetên siharê yên zû de, di serî de li Almanyayê li gelek cihên cuda yên Ewropayê herikîn ber Stasyona Trenê ya Dusseldorfê.

Jin di korteja li pêş de cihê xwe girtin, flamayên “Free Ocalan”, “Freedom Ocalan” hildan. Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” ber bi Parka Rheînê ve meşiyan ku wê mîtîng lê hat lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever derketin ser dikê û girse silav kirin. Piştre koma ku derket ser dikê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stran got.

Foza Yûsıf: Rêber Apo li ser navê mirovahiyê li berxwe dide

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li qada mîtîngê axivî. Yûsif bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û diyar kir ku sîstema Îmraliyê di şexsê Abdullah Ocalan de, sîstemek a îşkenceyê ya li ser bi milyonan kurdan e. Yûsif got ku sîstema navneteweyî jî parçeyek ê vê sîstemê ye û wiha pêde çû: “Rêber Apo li Îmraliyê li ser navê mirovahiyê li berxwe dide, li ser navê azadiyê li berxwe dide. Divê gelê kurd xwedî li îradeya xwe derbikeve. Gelê kurd li kudera cîhanê dibe bila bibe, wê bi nasname, ziman û azadiya xwe hebe. Em berxwedan û çalakiyên we silav dikin.”

 ‘Yan azadî, yan azadî!’

Yûsif qala hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê jî kir û got: “Xelkê me yê Bakur divê şev û roj bixebite. Em bi hev re faşîzmê têk bibin. Me gelek berdêl dan, gelek şehîd dan. Em ne poşman in. Me sond xwariye ku em ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Têkoşîna me wê bibe azadiya Rêber Apo. Ji bo Rêber Apo yan azadî, yan azadî.”

Piştre li ser navê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan Parêzer Mîlan Martîn axivî û xîtabê girseyê kir.

‘Mîtînga we berdewama çalakiyên me ye’

Peyama ku ji aliyê Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ve ji bo mîtîngê hatî şandin, hat guhdarkirin. Bayik di peyama xwe de ev tişt gotin:“Gelê me yê bi nirx û dostên me yên rêzdar. Ez we hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Hurmetên xwe raber dikim. Serkeftinê dixwazim. Weke ku hûn jî dizanin di 8’ê Adarê, Newroz û Hefteya Lehengiyê de, dostên me çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de coş û moralek mezin derket holê. Mîtînga we dewam û lûtkeya van çalakiyan e. Ev mîtîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wateyek dîrokî ye. Tê zanîn gelê kurd bi Rêber Apo gihişt nasnameya xwe. Gelê Kurd bi Rêber Apo têkoşiya. Xwe weke gelek ava kir. Dijminê dagirker û qirker di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd siyasetê dike û qirkirinê didomîne. Tola xwe bi vî awayî ji Rêber Apo digirin. Weke ku hûn jî dizanin li ser gel û tevgera me siyasetek tê meşandin. Dixwazin ku tasfiye û qirkirinê pêş bixin û encamê bigirin. Her çendî ku xwestibin vê yekê pêş bixin jî, Rêber Apo, gerîla û gelê me li dijî vê yekê bi rengekî lehengane rawestiya. Berxwedanek dîrokî raber kir û hîna jî raber dike. Siyaseta ku qirkeran meşand û xwest encam bigirin, vale derxistin.

Çarenûsa Tirkiyeyê di destê tifaqê de ye

Lê pêvajoya ku em têde derbas dibin, hem girîng û hem jî gelek krîtîk e. Heke em bixwazin ji vê pêvajoyê encam bigirin, divê her kes li gorî derfetên xwe berpirsyarî bigire û bikeve nava tevgerê. Wê demê em dikarin encamên mezin bigirin. Çarenûsa Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de ye, di destê vê tifaqê de ye. Ez bawer dikim ku ev tifaq wê di vê hilbijartinê de hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê tevan, rolê xwe yê dîrokî bîne cih. Ev tifaq û hêzên demokrasiyê hemû divê dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Ji ber ku me bi berxwedan û têkoşînê dawiya wan anî. Di van hilbijartinan de jî, divê ev tifaq vê yekê temam bike. Rêber Apo li dijî dagirkerî û qirkirin, tifaqa Lozanê û komploya navneteweyî di bin şert û mercên gelek giran de, li berxwe da. Ev berxwedan û têkoşîna Rêber Apo gelê kurd, dostên wê, jinên kurd, sosyalîst û demokrat pêş xist.

Gelê kurd êdî naxwaze bi Lozanê re bijî

Em di 100’emîn tifaqa Lozanê de ne. Tê zanîn ku siyaseta înkarê bi vê tîfaqê li ser gelê me jenosîdê domand û didomîne. Rêber Apo, PKK û gelê kurd bi têkoşîna xwe tifaqa Lozanê têk bir. Bê wate hişt. Gelê kurd êdî naxwaze bi Lozanê re bijî, dixwaze azad bijî. Biryara vê yekê daye. Êdî divê her kes vê biryara gelê me qebûl bike. Gelê kurd di dîroka xwe de her tim li hemberî qirker û dagirkeran têkoşiyaye. Kêngê derfetê dîtiye, têkoşiyaye. Qirker û dagirkeran jî êrîşê gelê me û têkoşîna wan kirin. Êrîşê tevgerên ku têdikoşe û serokên wan kirin. Hinekan îdam kirin. Hinek avêtin zîndanan. Hinek jî sirgûnkirin. Piraniya gelê me îdam kirin, avêtin zîndanan û sirgûn kirin. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Şêx Abdusselam Barzanî… Van di dîrokê de ji bo gelê Kurd ked dan û têkoşiyan. Çawa ku di dîrokê de van rêberan îdam kirin, xwestin Rêber Apo jî îdam bikin. Lê vê yekê nekarîn bidin ber çavên xwe. Ji ber ku Apo di dilê gelê Kurd de cih girtibû. Bi mîlyonan kes Apo qebûl kirin û bi siyaseta ku wî pêşxistiye, têdikoşe. Felsefe, raman û îdeolojiya siyasî ya Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, li qada navneteweyî jî tê qebûlkirin. Sedema îdam nekirina Rêber Apo jî ev bû. Bi mîlyonan mirov xwedî li wî derdikeve. Kesên mîna Rêber Apo hem di dîroka gelê Kurd û hem jî dîroka mirovahiyê de kêm in.

Ji bilî azadiya fizîkî tiştek nayê qebûlkirin

Zêdeyî 50 sal in têdikoşin. Ev têkoşîn bêyî navber didome. Bi xet û paradîgmaya Rêber Apo pêş ket. Ji ber ku ew paradîgma, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk e. Ew paradîgma, paradîgmaya çareserkirina pirsgirêka hemû gelan e. Ew paradîgma civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digre. Çarçoveya vê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk e. Apo û gelê Kurd bûne yek. Êdî kes nikare wan cihê bike. Gelê me her tim dibêje, ‘Bê Serok Apo jiyan nabe’. Ev jî heqîqeta Apo û gelê Kurd îfade dike. Apo 24 sal in di zîndana Îmraliyê de ye. Di bin tecrîd û wehşeteke mezin de ye. Ev du sal in agahî jê nayê girtin. Em nizanin rewşa wî çiye. Rewşa Apo sedema mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê ye. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Bila êdî her kes bizane, ji xeynî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tiştek din qebûl nakin. Gelê Kurd û dostên wan, jinên Kurd, ciwanên Kurd bi hemû enerjî û qeweta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin û ji niha pê ve jî wê têkoşînê mezintir bikin. Heta ku encam ji têkoşîna ku bi salan in didome, bigrin wê her dewam bike. Rewşa ku Apo tê de ye, ji bo me her kesî li her derê sedema pêşxistin û mezinkirina têkoşînê ye. Divê em qadeke mezin a têkoşînê ava bikin ku bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Ez bang hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên sivîl, şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst dikim. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ji bo ku ev têkoşîn di qadên navneteweyî, siyasî, dîplomasî û hiqûqî de mezin bibe, divê têbikoşin. Bila CPT, Konseya Ewropayê, Yêkitiya Ewropayê, hiqûqa navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî erk û berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Ez mîtînga we silav dikim. Serkeftinê dixwazim. Bijî Rêber Apo!”

Piştre Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad, li ser navê Yêkîtiya Hêzê Esra Guler, Hevserokê KCDK-E’ê Yuksel Koç, li ser navê TJK-E’ê jî Ayten Kaplan gel silav kirin û axivîn. Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.

Rêxistinên ku mîtîngê lidarxistin ev in:

  1. Însiyatîfa Alternatîf a Deryaya Reş
  2. Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dêrsimê ya Ewropayê (ADEF)
  3. Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK)
  4. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E)
  5. Înîsiyatîfa Komuna Şoreşger a Demokratîk a Ewropayê (ADDKÎ)
  6. Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-KON)
  7. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE)
  8. Konfederasyona Karkerên Tirk a Ewropayê (ATÎK)
  9. Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê (ADKM)
  10. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)
  11. Kongreya Damezrandina Dersimê (DÎK)
  12. Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê
  13. Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
  14. Federasyona Komeleyên Mereşê (MARDEF)
  15. Kongreya Gel a Mezopotamyayê,
  16. Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP)
  17. Nor Zartonk – Ewropa
  18. Partiya Ji nû ve avabûna Sosyalîst – Ewropa (SYKP Ewropa)
  19. Xeta Sor
  20. Cîhana ku tê de bijî
  21. Partiya Çepên Kesk a Ewropayê
  22. Tevgera GORRAN
  23. Kongra Star (Rêxistna Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê) Ewropa
  24. Partiya Zahmetkêşan – Başûr
  25. Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriye (Rêxistina Ewropa)
  26. Partiya Azadî û Demokratiya Êzidiya (PADÊ)
  27. Tevgera Azadî
  28. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)
  29. Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK)
  30. Partiya Komînîsta Kurdistan (KKP)
  31. Tevgera Kawa
  32. Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)
  33. Yekîtiya Şoreşgeriya Kurdistan
  34. Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan (KODAR)
  35. Civaka Jinên Rojhelatê Kurdistan (KJAR)
  36. Platforma Horam
  37. Platforma Zagros
  38. Platforma Yarsan
  39. Yarî Kurd
  40. Tevgera Çand û Hunera Kurd (Tevçand)

41 Navenda Mal û Komeleya Êzîdiyan (NAV YEK)

  1. Enstituya Kurdî – Almanya
  2. Enstîtuya Kurdî – Brûksel
  3. Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD)
  4. Yekîtîya Mamostayên Kurdistan (YMK)

46 Yekitiya Êzdiyên Sûriyê (YÊS)

  1. Dachverband der Êzidischen Frauenräte
  2. Kongreya Gel a Mezopotamyayê
  3. Partiya Azadiya Mezopotamya
  4. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
  5. Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V.
  6. Deutsch Kurdische Forum e.V.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar