Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: Ji bo serkeftinê yekitiya neteweyî ya kurd esase

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd li bakurê Kurdistanê çareser nebe, dê li parçeyên din jî çareser nebe. Bayik got ku tenê xwedîderketina li Rojava têrê nake. Bayik ji bo yekitiya neteweyî jî wiha got: “Mijara herî girîng ew e ku kurd yekitiya neteweyî esas bigirin. Ger yekitî pêk neyê, pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Ji bo serkeftinê yekitiya neteweyî esas e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tunç.

Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Di asta navneteweyî de xwedîderketineke mezin ji bo Şoreşa Rojava heye ku xwedîderketineke bi vî rengî heta niha nebûye para tu tevgereke şoreşger. Weke ku we jî gotin, ne sîstemên dewletan lê belê gelên dinyayê piştevaniya Rojava dikin. Bi dîtina we ev yek dê bandoreke bi çi rengî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike?

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nabe ku em beşekê esas bigirin. Divê tevahiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn esas bê girtin. Rastiyek heye û li holê ye. Çi ye ev rastî? Di çareseriya pirsgirêka kurd de Bakur esas e. Heta ku li Bakur pirsgirêk neyê çareserkirin, li parçeyên din çareserî nabe. Her kesî ev yek hem li Rojava û hem jî di dema referandûma Başûr de dît. Ji ber ku yê ku dijminatiya herî mezin li kurdan dike, yê ku dixwaze kurdan tune bike Tirkiye ye. Ger ev rastî ji aliyê her kesî ve baş neyê fêhmkirin, ger her kes li dijî Tirkiyeyê tevnegere, ger piştevaniya têkoşîna li Bakur neyê kirin dê li parçeyên din encam neyê girtin. Divê kurd li ser vê esasê têbikoşin.

Mijara girîng jî ew e ku divê kurd yekitiya neteweyî ji bo xwe esas bigirin. Ger yekitiya neteweyî esas wernegirin hingî pirsgirêka kurd nikarin çareser bikin. Niha Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime. Hem metirsiyên mezin hene, hem jî ji bo serkeftinê serkeftinên mezin hene. Her wiha ji bo serkeftinê derfet hîn bêhtir in. Ger kurd dixwazin encamê bigirin hingî divê yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bingeha vê yekê heye. Niha gelê me yê li hemû parçeyan û yên li derveyî welat dixwazin yekitiya neteweyî pêk were. Rewşenbîr, hunermend, nivîskarên kurd vê yekê dixwazin. Divê partiyên siyasî jî vê daxwazê bibînin û pêk bînin. Partî ji bo pêkanîna daxwazên gel têdikoşin, hebûna xwe ji ber vê yekê ye.

Bila gel di mijara yekitiyê de zextê li partiyan bike

Ger îro gaveke bi vî rengî neyê avêtin dê kengî bê avêtin? Dem dema wê ye. Ger ev gav neyê avêtin dê dîrok hesabê vê bipirse. Gelê kurd dê hesabê vê ji her kesî bipirse. Ji ber vê yekê banga min li gelê me ye; di mijara yekitiya neteweyî de bila zextê li partiyan bikin. Bila bêjin; ji bo yekitiya neteweyî divê hûn vê gavê tavilê biavêjin. Kî vê gavê neavêje bila li dij raweste ku em sedema sabotekirina yekitiya neteweyî teşhîr bikin. Ger gel vê bike dê kes nikaribe li ber yekitiya neteweyî bisekine, dê kes nikaribe asteng bike. Wê demê dê ji neçarî vê gavê biavêjin. Ji ber ku wê teşhîr bibe û nikaribe bêje ku ez ji bo kurdan têdikoşim. Bi vî rengî em dikarin encamê bigirin. Beriya demeke kurt me bi navê hevserokatiyê peyamek weşand. Me bang li hunermendên kurd kir ku ji bo yekîtiya neteweyî piştevaniyê bikin. Ew dikarin bi vê rolê rabin.

Divê gelê Başûr ji bo Rojava rola xwe pêk bîne

Ji bo Başûr jî dixwazin hin tiştan bêjim. Gelê me yê Başûr ji bo Rojava rola dikeve ser milê xwe pêk anî. Ez wan silav dikim. Ciwan çûn û tev li berxwedana li Rojava bûn, şehîd jî bûn. Gelê me yê Başûr bi nekirîna malên tirk dest bi kampanyayeke boykotê kir, her wiha xwest ku kongreya kurdan kom bibe. Ango li ber dagirkerî û komkujiyên dewleta tirk radibe. Serhildan yek ji taybetmendiyên gelê me yê Başûr e. Ji serhildanê re amade ne û carna vê yekê dikin jî. Lê belê divê hîn bêhtir xurt bikin. Di mijara yekitiya neteweyî de divê bi roleke mezintir rabin.

Li Başûr pirsgirêka bingehîn bi partiyên siyasî re ye. Carna hin daxuyaniyên baş tên ragihandin lê belê em carna bala xwe didin, dibînin ku li gorî dewletên navneteweyî daxuyaniyan radigihînin. Ango hîn bi temamî xwe ji bandora van dewletan rizgar nekiriye. Divê xwe ji vê rizgar bikin. Divê ew jî daxwazên gel esas bigirin. Di vê çarçoveyê de divê gavê biavêjin. Ger ew vê gavê biavêjin hingî dê li pêşiya yekitiya neteweyî tu astengî nemîne. Kongreya neteweyî il ser esasên beriya niha dikare kom bibe. Niha dem dema wê ye.

Pirsgirêka kurd êdî pirsgirêka cîhanê ye

Yekitiya neteweyî ya kurd çiqasî pêk were dê demokrasiya li Rojhilata Navîn jî pêk were. Divê neteweya demokratîk bê afirandin. Em çiqasî karibin vê bikin em ê hingî bi ser bikevin. Kurd çi bi dest bixe dê mirovahî jî li herêmê ewqasî bi ser bikeve. Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke cîhanê ye. Ne tenê pirsgirêka çar dewletan û Rojhilata Navîn e. Pirsgirêkeke navneteweyî ye. Tevgera heyî jî tevgereke navneteweyî ye. Em vê yekê di xwedîderketina li Rojava de ya gelên cîhanê dibînin. Xwedî li berxwedanê derdikevin, li dijî dagirkerî û komkujiyên li kurdan tên kirin radiwestin. Lê belê di vir de hin kêmasî hene.

Siyaseta dewleta tirk a ji bo Rojava li Bakur jî tê meşandin

Divê em kêmasiyan jî vebêjin û ji holê rakin. Kêmasî çi ne? Xwedîderketin tenê ji bo Rojava ye. Lê divê ji bo Bakur jî hin tişt bên kirin. Dewleta tirk siyaseta ku li Rojava dimeşîne li Bakur jî dimeşîne. Dagirkeriya li Rojava li Bakur û Başûr jî dike. Li Bakur siyasetmedaran digire, dest datîne ser şaredariyan, her wiha bi hezaran mirov xistin zindanan, bernade ku kes siyasetê bike. Ango pêkanîna siyasetê ji holê radike. Bi vî rengî dixwaze kurdan qir bike. Vê yekê jî her roj li pêş çavên her kesî dike.

Dema ku xwedîderketin tenê ji bo Rojava be û li dijî dewleta tirk xwedîderketin ji bo Bakur nebe wê demê têkoşîn kêm dimîne. Divê ew kêmasî ji holê bê rakirin. Divê em jî vê rastiyê bidin fêhmkirin. Berê li dijî kurdan qirkirin û komkujî dihate kirin, her kesî qebûl dikir lê niha pirsgirêka kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Gelên alîgirê azadî û demokrasiyê li kurdan xwedî derdikevin. Di nava têkoşîna kurdan de hêviyê, cîhaneke qada jiyanê dibînin. Têkoşîna bi salan a kurdan, berdêlên mezin belasebep nîne. Niha gihîştine armanca xwe. Kurd bi vî rengî destkeftiyên mezin bi dest dixin. Divê mirov vê baş bibînin.

Êrîşên li dijî bakurê Kurdistanê

We destnîşan kirin ku Bakur navende, gelo metirsiyên li Bakur rû bidin çi ne?

Dewleta tirk a faşîst û dagirker ji bo kurdan qir bike Bakur ji xwe re esas digire. Ger mirov li ber kiryarên dewleta tirk ên li Rojava rabin, lê belê li pêşberî kiryarên li Bakur bêdeng bin hingî wê xwe bixapînin. Tenê xwedîderketina li Rojava, tenê rabûna li ber dagirkeriya dewleta tirk a li Rojava çareserî nîne. Ev yek ji bo Rojava jî ji bo Başûr jî çareseriyê peyda nake. Ji ber ku siyaseta esasî ya li dijî kurdan, li Bakur tê meşandin. Di ser vê yekê re li parçeyên din vê gavê diavêjin. Kengî gelê me û partiyên wan vê yekê baş fêhm bikin û têkoşîneke rast bimeşînin wê hingî encamê werbigirin.

Li Bakur siyasetmedar tên girtin, şaredarî tên desteserkirin, walî tên tayînkirin, saziyên kurdan hemû ji holê tên rakirin, lewhayên kurdî tên rakirin, gelê kurd neçar tê hiştin ku koçber bibe, tê asîmîlekirin, stranên kurdî tên qedexekirin, kes li dijî vê ranaweste. Lê di esasê xwe de divê li dijî vê rawestin. Ger li dijî rewşa li Bakur rawestin hingî dewleta tirk dê nikaribe li parçeyên din dagirkeriyê û êrîşên qirkirinê bike. Ji ber ku kes li dij ranaweste Tirkiye ji vê yekê sûdê digire û li parçeyên din dagirkeriyê û qirkirinê dike. Ger neyê xwestin ku Tirkiye li Rojava û Başûr metirsîdar be hingî divê metirsiyên dewleta tirk ên li Bakur bên astengkirin. Divê li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya li Bakur rawestin.

Tirkiye dijminatiya kurdan dike

Divê ji Tirkiyeyê bê pirsîn; tu çima siyasetmedarên kurd digirî? Tu çima siyasetê qedexe dikî? Tu çima şaredariyan desteser dikî? Tu çima her tiştên bi navê kurd û Kurdistanê ji holê radikî? Tirkiye dibêje ‘Ez ne li dijî kurdan im’. Tu çawa ne li dijî kurdanî? Tabelayeke bi kurdî jî ji holê radike, başe ev ne dijberiya li kurdane? Li dijî kurdî, stranên kurdî, çanda kurdî radiweste. Dixwaze her kes çand û zimanê tirkî ji bo xwe esas werbigire û hebûna xwe înkar bike. Dixwaze her kes ji bo tirkan û Tirkiyeyê bixebite. Ev yek ne dijminatiya li kurdan be wê demê çi ye? Kurd dê çawa vê qebûl bikin?

Bêdengiya li dijî dewleta tirk êrîşên wê rewa dike

Dema ku kurd bêdeng dimînin hingî Tirkiye polîtîkaya xwe ya qirkirinê li Bakur û parçeyên din girantir dike. Ji bêdengiyê cesaretê werdigire. Belê NATO û hin welat piştgiriyê dide wan, lê belê ya esasî ji bêdengiyê hêzê werdigire. Ev nêzîkatî siyaseta dewleta tirk rewa dike. Divê mirov li dij vê yekê rawestin. Wê demê hem yekitiya neteweyî pêk tê hem jî têkoşîn li ser armanca esasî tê kirin. Dema ku ev hate kirin hingî li dijî kurdan polîtîkaya qirkirinê nikarin bimeşînin.

Partiyên siyasî yên li Başûr bi rengekî devkî bersiveke erênî dan banga KNK’ê ya ji bo yekitiya neteweyî û dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Kampanyaya boykotkirina malên tirk a bi pêşengiya gel dest pê kir xuya ye piştgiriyeke mezin jê re heye. Ev helwest têrê dike gelo divê gel û partiyên Başûr hîn bêhtir çi bikin?

Helwestên ku heta niha hatin nîşandan têrê nakin. Em dikarin vê jî bêjin, ne tenê li Başûr li Ewropa û Amerîkayê jî ji bo gel neynin hemberî xwe hin daxuyaniyan radigihînin, dixwazin nerazîbûnê lawaz bikin. Ango daxuyaniyên wan ji bo xapandina gel in. Ger ne bi vî rengî bûya wê hingî gaveke pratîkî ya van daxuyaniyan bihata avêtin. Lê em dibînin ku gaveke pratîkî navêjin. Di bin de alîkariya dewleta tirk dikin. Tirkiye daxuyaniyan cidî nabîne ji ber ku yên ku daxuyaniyan dikin hemû têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re hene.

Piştevaniya siyaseta tirk dikin. Niha roj bi roj gel vê dibîne, hem gelê kurd hem jî civaka navneteweyî dibîne. Her wiha hinek ji wan bi rengekî tund rexne dikin. Dibêjin; exlaq û wijdan nîne, tenê berjewendiyan esas werdigirin. Ev raste. Rewşeke durû heye. Vê rastiyê jî tînin ziman. Ger li deverekê exlaq û wijdan nebe hingî li wir durûtî heye, li wê deverê her tişt dibe. Ji ber ku her tiştî qurbanî berjewendiyan dikin, axaftinên bi rengekî durû dikin. Lê belê gel êdî haya xwe ji vê heye. Ji ber vê yekê li têkoşînê dibe xwedî, nerazîbûnê nîşanî bêdengiyê didin.

Kurd 100 sal in daxwaza yekitiyê dikin, di dema dawî de 14 partiyên Başûr bi pêşengiya KNK’ê bang kirin, PKK’ê jî ragihand ku ji bo berpirsyariyên xwe ew amade ne fedakariyê bikin. Gelo çima yekitiya neteweyî pêk nayê, astengî çi ne?

Gel, rewşenbîr û hunermendên kurd ger daxwaza yekitiya neteweyî tînin ziman û hinek li dij radiwestin hingî sedema vê çi ye? Sedema wê ew e ku daxwazên gel esas nagirin, ji gel dûr ketine, dewletên Rojhilata Navîn esas digirin. Bi têgihiştina ‘ger em yekitiya neteweyî pêk bînin dê hîngê berjewendiyên me têk biçin’ vê yekê nakin. Dibêjin ger ji bo yekitiya neteweyî gavê biavêjin, ger bi hemû partî, sazî, rewşenbîr, oldar, hunermend û bi her kesî re kom bibin û kongreya neteweyî pêk bînin, hin dewlet van partiyan terorîst dibînin. Ger em bi wan re li hev kom bibin dê berjewendiyên me bikevin nava metirsiyê. Ji ber vê yekê yekitiya neteweyî ji bo xwe esas nagirin. Ev partî ne netewetiyê, ew berjewendiyên xwe esas digirin.

Ev rewş jî nîşan dide ku ev partî ne ji bo gel lê ji bo xwe dixebitin. Anku berjewendiyên gelê kurd, dikin qurbanê berjewendiyên partiyên xwe. Ji ber vê yekê ji bo yekitiya neteweyî gavê neavêjin. Ji ber vê yekê divê gelê me zextê li partiyên ku daxwazên wan pêk nînin bikin, ku min bangeke bi vî rengî kir. Wê demê dê rûyê rast ê wan partiyan aşkera bibe. Ya wê ji bo kongreya neteweyî neçar bimînin û gavê biavêjin, an jî dê li dij rawestin. Wê demê jî pirsgirêk çareser dibe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar