PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bayik: Lazim e her kes xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de kilît bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku pêngava tê pêşxistin pîroz e, lê kêm in têre nake ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û wiha got: “Li vir mirov çi encam derbixe? Lazime em tevgerekî hê mezintir pêş bixin. Ji bo vê lazim e her kesek xwe di vê de kilît bike. Temamiya rojeva xwe li ser vê esasî, karê ku dimeşînin jî li ser vê esasî bimeşînin. Di hemû karan de karê navendî Rêber Apo ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê qonaxa duyemîn a pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir. Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi giştî wiha ye:

“Li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngavek hat destpêkirin. Vê pêngavê ji derveyî kurdan enternasyonalîstan pêş xistin. Gelê Kurd jî di vê de cih girt. Pêşengî kurdan nekir, gelek gelên ku ji bo demokrasî, azadî, edaletê, wekheviyê têdikoşîn, wan pêşengiya vê pêngavê kirin û gelek ji wan di vê pêngavê de cih girtin. Ev pêngav rojevek çêkir. Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo da naskirin û li seranserê cîhanê belav kir. Ji bo pêngavê yekê mirov dikare bibêje bi serkeftî temam bû. Li ser vê pêngava duyemîn li Kolnê mitîng çêbû, bi wê mitîngê destpê kir, hat îlankirin. Niha saleke xwe temam kir, em dikevin sala duyemîn. Sala duyemîn li ser sala yekemîn pêş dikeve. Wê xurttir jî pêş bikeve. Yên ku di vê pêngavê de cih girtin, ez yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim.

Gelê kurd di vê pêngavê de cih girt, vê pêngavê pêş xist, xurt kir, li cîhanê belav kir, bi enternasyonalîstan vê erkê pêk anîn. Ev ji bo gelê kurd serkeftineke. Dibe ku ev bi gelek êş û berdêlan çêbû, feqet gelê Kurd qezenç kir. Gelê Kurd wê li ser vê esasê qezencê xwe mezintir bike. Wê armanca xwe pêk bîne. Wê Rêber Apo bi fizîkî azad bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bi vê munasebetê ez gelê me yê qehreman jî silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim. Niha di vê pêngavê de gelek pêşketin, serkeftin çêbûn. Di van pêşketin û serkeftinan de rola enternasyonalîstan girîng e, esas e. Pêngava ku li ser qonaxa yekê pêş dikeve jî dîsa ew pêşengiyê wê dikin. Gelê kurd jî di vê de ji her aliyê ve cih digire, xizmeta vê pêngavê dikin ku ev pêngav bi ser bikeve. Wisa diyare ku ev pêngav wê di sala pêşiya me de encam werbigire. Ji ber ku her ku diçe li cîhanê belav dibe, her ku diçe parêznameyên Rêber Apo tên xwendin, zêdetir xwendin çêdibe, hejmara kesên dixwînin her ku diçe zêde dibe. Divê jî ew xwendin û nîqaş zêdetir pêş bikevin, hejmarê ku tevlî dibin jî her ku çû zêdetir pêş bikeve. Ji ber ku Rêber Apo jî got, ‘Parêznameyên min li ku derê bin ez li wê derê me.’ Yanî serkeftina vê pêngavê bi vê re girêdayî ye. Çiqas parêzmane bên xwendin, bên fêmkirin, ewqas rastiya Rêber Apo, ev siyasetê ku li ser Rêber Apo, li ser PKK, li ser gelê kurd tê meşandin jî zêdetir baş tê fêmkirin.

Di vê pêngavê de ku me salek li pey xwe hişt, gel tê de cih girt, jinan tê de cih girtin, ciwanan tê de cih girtin, hunermend, şaredarî, bi taybet sendikaya Îngiltere, Skoçya, hinek siyasetmedar, akademîsyen, parêzeran dîsa ên ku nobelê wergirtine û geleka bi vî şeklî kar kir, xîzmet kir. Eger ku Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo hinde li cîhanê hat naskirin, nîqaş dibin, her ku diçe lê xwedî derketin çêdibin, hêvî çêdibin, rolê vana hemûyan girîng e. Ez vana hemûyan yek bi yek silav dikim, pîroz dikim, hurmetê xwe ji bo vana diyar dikim. Çawa heta niha karkirin baweriyamin ew e ku niha ve jî zêdetir kar bikin. Ji ber ku her ku diçe Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo zêdetir fêm dikin. Çiqas fêm bikin wê xwedî derketin zêdetir pêş bikeve.

Niha çawa ev pêngav hate pêşxistin, sîstema kapîtalîst modernîte jî li dijî pêngavê sekinî. Ji ber ku armanca wan ewe ku dixwazin Rêber Apo, PKK bêtesîr bikin û qirkirinê temam bikin. Ji bo vê bi temamî di qada navneteweyî de li dijî vê pêngavê disekinin bi her aliyê ve. Çawa hên ku komploya navneteweyî pêş xistin di vê de israr dikin, vêya bi tecrîda mutleq pêş dixin, dixwazin Rêber Apo bêtesîr bikin, PKK tesfiye bikin, qirkirinê temam bikin, li dijî wê jî di qada navneteweyî de her ku diçe li dijî siyasetê komplo sekînin jî çêdibe. Xwedîderketina li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve. Ji bo vê şerekî di asta cîhanê de tê meşandin. Komplo di asta navneteweyî de be li dijî vê sekînin jî divê di asta navneteweyî de be. Vaye her ku diçe şer li ser vê esasî pêş dikeve.

Niha ên ku di vê pêngavê de cih digirin, ên ku ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe çi dibêjin, dibêjin rewşa Rêber Apo dişibe yê Mandella. Ji bo Mandela çi hatiye pêşxistin divê ji bo Rêber Apo jî were pêşxistin. Rast e, hinek aliyên Mandela û Rêber Apo dişibin hevdu. Feqet hemû aliyên wan naşibe hevdu. Eve rastiyek e. Wextê ku ji bo Mandela di qada navneteweyî de tevgerek pêş ket, rewşa cîhanê cuda bû. Îro rewş pir cuda ye, şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin. Û li dijî Rêber Apo komployekî navneteweyî tê meşandin. Ji bo vê gelek aliyên wan ên cuda hene. Dibe ku ê Nelson Mandela rehet pêş ket, zû encam da. Feqet tevgererekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wisa rehet, wisa zû, weke Mandela pêş nakeve. Divê em vê bibînin. Ji bo vê jî lazim e em tevgera ku pêş dixin, mezintir pêş bixin.

Yanî pêngava tê pêşxistin pîroz e, lê kêm in têre nake ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Li vir mirov çi encam derbixe? Lazime em tevgerekî hê mezintir pêş bixin. Ji bo vê lazim e her kesek xwe di vê de kilît bike. Temamiya rojeva xwe li ser vê esasî, karê ku dimeşînin jî li ser vê esasî bimeşînin. Di hemû karan de karê navendî Rêber Apo ye. Em ê çawa bikin ku Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bikin? Ji ber ku her ku wext derbas dibe, ji bo Rêber Apo ne baş e, ji bo gelê kurd, ji bo mirovatiyê ne baş e. Ji bo divê em zûtirîn tevgerekî pir xurt pêş bixin. Ew jî dimîne ser her kesekî. Dema her kesekî xwe di vê de kilît kir, hemû wesfên xwe ser vê esasê pêş xist, wê demê tevgerekî pir xurt pêş dikeve. Lazim e em tevgerekî bi milyonan kesan pêş bixin. Êdî lazim e bi milyon kes bimeşin, bi milyonan kes tevlî mitîngê bibin. Lazim e yên ku li ser mirovatiyê tesîra xwe heyî di van mitîng û meşan de cih bigirin û biaxivin. Xitabî wijdana mirovatiyê bikin. Wê demê Rêber Apo zû bi fîzîkî azad bibe. Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, pirsgirêka kurd jî bikeve rêya çareseriyê. Rastiya Rêber Apo û rastiya pirsgirêka Kurd wek hevdu ye hevdu temam dikin. Ji bo vê gel dibêje, ‘Bê Rêber Apo jiyan ji bo me heram e.’ Nêzîkbûna Rêber Apo ji bo me nêzîkbûyîn e, ji bo me nêzîkbûyîn ji bo Rêber Apo nêzîkbûyîn e. Ev heqîqetekî îfade dike. Hanî yekser di dîrokê de hewarî hene, bi dil bi temamî xwe kilît kirine ku Îsa, felsefeya Îsa di nav mirovatiyê de belav bikin, wisa jî belav bûye, pêş ketiye.

Niha her kesek bi taybet jî endamên vê tevgerê yanî tevgera PKK, PAJK’ê lazim e wek hewariyan parastinên Rêber Apo belav bikin, bigihînin her cihekî. Li ser parêznameyan nîqaşan li her cihekî pêş bixin. Eger ku vêya bi vî şeklî pêş bixin ev pêşketineke di cîhanê de ji bo Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo pêş ketî wê hê xurttir pêş bikeve, wê hê baş bê fêm kirin, xwedîderketina li Rêber Apo, gelê kurd hê xurttir pêş bikeve. Niha di pêngavê de her kesek lazim e li ser vê esasî kar bike û bimeşe. Meşa me, karên me bi temamî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, pirsgirêka gelê kurd çareser kirin e. Li ser van esasan ez ji bo her kesê serkeftinê dixwazim. Ez komploya navneteweyî şermezar dikim hêrsa ku di me, heval, gel û dostên me de çêbû lazim e hê xurttir bibe û bibe zanebûn, bibe rêxistin, bibe çalakî. Li ser van esasan ez carekî din we hemûyan silav dikim, we pîroz dikim, hurmetê xwe diyar dikim, dibêjim, Bijî Rêber Apo.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar