Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: Rêber Apo kesayetek azad e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êşkence û tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha axivî: “Rêber Apo çiqasî di Îmraliyê de dîl tê girtin, li ser Rêber Apo êşkence û zilm pêş dixin jî Rêber Apo kesateyeke azad e.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di roportaja xwe ya di Stêrk TV de hatî weşandin de, têkildarî bûyerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de nirxandinên girîng kir. Bayik xwest ku çalakiyên tên li darxistin geştir û mezintir bibe.

Tecrîd û êşkenceya li dijî Rêber Apo dewam dike. Dewleta tirk çima û çawa tecrîdê hîna didomîne?

Beriya ez bersiva we pirsên we bidim, hem li Tirkiye û hem jî li bakurê Kurdistanê hunermend, nivîskar, yên demokrasî û azadiyê dixwazin bang kirin. Gotin lazim e em dengê aştiyê bin û dengê aştiyê pêş bixin. Bi rastî di vê demê de bangeke bi vî rengî pir girîng e. Bi vê munasebetê yên ev bang kirin wan pîroz dikim û hurmetê xwe diyarî wan dikim. Lazime vê xebatê xurtir pêş bixin.

Raste, êşkence û tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tê meşandin. Her çiqasî li dijî vê çalakî pêş dikevin jî dewleta tirk a qirker di siyaseta xwe de israr dike. Çima israr dike? Ji ber ku têkoşîna em pêş dixin hinekî lawaz e. Ji ber vê encamê nagirin. Yek jî hin dewlet hene ji bo berjewendiyên xwe alîkariya Tirkiyeyê dikin. Dewleta tirk, desthilata AKP-MHP’ê ji vana fêde digirin. Ji bo wê israr dike. Yek jî têkoşîna me desthilata AKP-MHP’ê aniye ber rûxandinê. Ji bo desthilatiya wan berdewam bikin siyaseta înkarê dimeşînin. Yanî li gorî wan ne kurd heye û ne jî pirsgirêka kurd heye? Lazim e kurd ji holê bên rakirin û yên ku dibêjin pirsgirêka kurd heye sûc dikin. Zihniyeta wan ev e. Yanî di zihniyeta dewleta tirk de guhertinek nîne. Li gorî wê zihniyetê kurd û pirsgirêka kurd bi tundiyê bê çareserkirin. Ew zihniyet jî di bingeha xwe de ya MHP’ê ye. Yanî MHP ne partiyek e, ew kontrgerîla ye. Yanî MHP siyaseta Tirkiyeyê dimeşîne. Ji bo wê MHP di tunekirina “PKK’ê” û qirkirina kurdan de israr dike. Rêber Apo, gelê kurd û dostên kurdan li hemberî vê siyasetê disekinin, li ber xwe didin û têdikoşin. Vê siyasetê qebûl nakin. Siyaseta li ser gelê kurd tê meşandin di esasê xwe de di şexsê Rêber Apo de tê meşandin. Vê siyasetê tenê li ser kurdan nameşînin, li ser demokrat û sosyalistên Tirkiyeyê jî dimeşînin. Yanî dixwazin li gorî rejîmekê ava bikin. Di wê rejîmê ne ne kurd hebin, ne Elewî hebin, ne demokrat, ne sosyalîst, divê tu kes nebin. Lazim e her kes teslîmî wan bibin. Siyaseta dimeşînin bi temamî li ser vê bingehê dimeşînin.

Rêber Apo li dijî vê disekine. Gelê kurd û dostên wan li dijî vê disekinin. Naxwazin vê siyasetê qebûl bikin. Ji bo vê me pêngavek pêş xist. Armanca vê pêngavê çi ye? Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ev pêngav ligel kêmasiyên xwe jî encamên xurt derxist holê. Armanca me çi bû? Em karibin rojevekê pêş bixin. Em mirovahiyê şiyar bikin. Ev pêngav encamek derxist holê. Hem rojevek çêbû û hem jî her ku diçe li nav qada navneteweyî xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin.

Tê zanîn li dinyayê pergala kapîtalîzmê heye. Zexteke mezin li ser mirovahiyê çêdike. Texrîbatên mezin li ser jiyanê, civakê û mirovan pêş dixe. Her kes vê yekê dibîne. Lê niha di nava lêgerîna wê çawa li dijî wê bisekinin û çawa xwe xelas bikin, de ne. Pêngava ku me pêş xist ji bo wan bû derman. Dîtin ku paradîgmaya Rêber Apo ya li dijî pergala kapîtalîst pêş xistiye ji xwe re esas bigirin, wê gavê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û armanca xwe ya azadî û demokrasiyê pêk bînin. Heke îro xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin, sedema wê ev e. Rêber Apo çi got? Got; “Parêznameyên min bigihêje ku derê ez li wir im”. Dibe ku Rêber Apo di aliyê fîzîkî de li Îmraliyê ye û desthilata AKP-MHP’ê di vê de israr dikin. Lê belê Rêber Apo di qada navneteweyî de hatiye fêmkirin û xwedî lê derdikevin. Ev xwedîderketin her ku diçe zêde dibe. Mirov dikare bibêje ku êdî Rêber Apo ne di zindanê de ye. Dibe ki di fîzîkî di zindanê de be. Jixwe ji bo mirovan çi esas e? Fikrin wan û ramanên wan esas e. Ji ber ku mirov bi vê dijîn. Rêber Apo çiqasî di Îmraliyê de dîl tê girtin, li ser Rêber Apo êşkence û zilm pêş dixin jî Rêber Apo kesateyeke azad e. Bi fikrê xwe, felsefeya we û têkoşîna xwe ev yek di xwe de çêkiriye. Bi paradîgmayê jî vê daye destê mirovahiyê. Niha mirovahî bi vê gihîştiye çekeke mezin û bi wê çekê têdikoşe.

Di vê pêngavê de mirov dikare bibêje ku pêngava yekem bi ser ket. Ya girîng mirov li ser vê pêngavê, pêngavên din pêş bixe. Ew jî bi çalakiyan çêdibe. Lazime ku di çalakiyan de guhertin çêbibe. Heke di çalakiyên ku heta niha pêk hatine de guhertin çênebe ew pêngav zêde encamê nade. armanca pêngavê çi bû? Lazim e her tim pêngav bê xurtkirin û bê pêşxistin. Divê êdî em vê pêngavê vi civakê re bimeşînin. Bi milyonan re bimeşînin. Ya ku tê xwestin li ser vê esasê ye. Hem li Bakur, hem li beşên din ên Kurdistanê û hem jî qada navneteweyî divê li ser vê esasê bê meşandin. Heke pêngav li ser vî esasî pêş bikeve wê ew pêngav bigihêje armanca xwe. Dikarim li ser pêngavê van tiştan bibêjim.

Niha çalakiyên pêk tên kêm in. Lazim e di wan de cur be cur guhertin çêbibe. Divê çalakiyên xurtir bên pêşxistin. Êdî divê bi milyonan kes bimeşin. Wê demê ev çalakî bandorê hem li ser dewletên navneteweyî çêbike û hem jî li ser dewleta tirk a qirker çêbike. Jixwe desthilata AKP-MHP’ê hatiye qonaxa hilweşînê, di zor û zehmetiyê de ye, heke em vê zextê çêbikin wê nikaribe wekî berê berdewam bike. Lazim e gelê me û dostên me vê rastiyê baş fêm bikin.

Operasyonên şoreşgerî û çalakiyên gerîlayan di çapemeniya Tirkiyeyê de zêde cih negirt jî dîsa jî rojev dagirt û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hejand. Li gorî we ev çalakî bandoreke çawa li ser siyaseta Tirkiye û Kurdistanê çêkir?

Hem Rêber Apo, hem PKK, hem gerîla û hem jî gelê kurd li ser siyasetê bandoreke xurt çêdikin. Êdî her ku diçe her kes vê yekê fêm dike. Dewleta tirk a qirker, desthilata wê AKP-MHP gelek propaganda pêş dixistin. Bi vê propagandayê wer didan xuyakirin ku wan PKK’ê qedandiye, êdî PKK nikare tiştekî bike. Lê dema ku gerîla çalakiyên xurt pêş xistin, bi van çalakiyan dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê hejand. Ew propagandayên ku bi salan e hem li nav Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî dikir vala derketin. Yanî her kesî dît ku ew propaganda derew e. Ev çalakî rastiya desthilata dewleta tirk derxist holê û bi her kesî da fêmkirin. Ji bo wê ketine nava panîkê. Ew ketine nava liv û tevgera bêbandorkirina van çalakiyan. Di hundir de dest bi girtinan kirine, bombeyan bi ser gerîlayan de dibarînin û bi tyabet jî li Rojava bombardûmaneke pir dijwar pêş dixin. Bi vî awayî hewl didin ku xwe wekî xurt in bidin nîşandan û lawaziya xwe bi vî awayî veşêrin. Li ser vê propaganda pêş dixin.

Niha pêwîste ku gelên Tirkiyeyê ji desthilata AKP-MHP’ê hin pirsan bikin. Bibêjin hûn van leşkeran dişînin ku derê, hûn ji bo çi dişînin? Divê li ser sedemên vê mijarê lêkolînê bikin. Heke leşkerên tirk dimirin sebeba wê Erdogan ew in. Divê her kes vê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin. Divê bibêjin hûn çima zarokên me dişînin Başûrê Kurdistanê? Çi karê van zarokan li wir heye? Tu eleqeya vê bi parastina sînor re tune ye. Eleqeya wê bi parastina Tirkiyeyê û civaka Tirkiyeyê re nîne. Hûn dixwazin hinek armancên xwe pêk bînin, li ser vê jî zarokên me dişînin şer û didin kuştin. Sebeba leşkerên hatine kuştin bi tevahî Erdogan û Bahçelî ye. Lazim e gel vê rastiyê bibîne. Heke li Tirkiyeyê ewqasî buhabûn çêbûbe divê li sedemên wê jî bipirsin. Her ku diçe perê Tirkiyeyê bêqîmet dibe, aboriya wê tevlîhev dibe, enflasyon her ku diçe zêde dibe û jiyana gelan dikeve xetereyê. Lazim e li ser sedemên wê lêkolînê bikin. Sedema wê şerê ku AKP-MHP dimeşîne.

Min jî dixwest vê ji we bipirsim. Niha nîqaşên ku li ser medyaya dijîtal ên Tirkiyeyê tên kirin de wekî teknîkî dinirxînin. Dibêjin gelo di aliyê teknîkî de çawa tên parastin, şert û mercên zivistanê û hwd. Li gorî we ev nîqaşên esasî ne yan divê çawa were nîqaşkirin?

Ev nîqaşana ne esasî ne. Bi van nîqaşan dixwazin binketina xwe veşêrin. Di rastiyê de artêşa tirk derbên mezin xwariye. Nikare şer berdewam bike. Êdî hatiye vê qonaxê. Ji bo ser çalakiyan bigirin şerê taybet û derûnî dimeşînin. Di ragihandinê de berovajî dikin. Hemû nîqaş ji bo ser wê bigirin dikin. Ji bo gel lêkolînê neke û nebêje êdî bes e, van nîqaşan bi pêş dixin. Dixwazin rojeva gelên Tirkiyeyê biguherînin. Li ser vî esasî siyasetê dimeşînin. Bi vê munasebetê bangek min ji cerdevanan re heye. Divê cerdevan xizmeta siyaseta qirkirinê nekin û dûrî wê bisekinin. Disa Pêşmergeyên PDK’ê divê alîkariya vê siyasetê nekin. Xwe dûrî baregehên dewleta tirk bikin. Alîkariya wan nekin. Tiştên ku ji wan tê xwestin ev e. Gerîla di têkoşîna xwe de serkeftî ye. Bi vê munasebetê ez gerîla spas dikim û pîroz dikim. Wer diyare ku gerîla vê têkoşîna dimeşîne wê berdewam bike. Pêwîst e dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê zanibin ku nema dikarin bi vî şeklî berdewam bikin. kurd ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîna xwe berdewam dike. Pêwîst e vê fêm bikin. Pêwîst e dev ji siyaseta êşkence, tecrîd, girtin û dagirkirinê berdin. Heke bernedin ev ji bo Tirkiyeyê talûkeyên mezin çêdike. Lazim e gelên Tirkiyeyê vê zanibin. Dibe ku Erdogan hilbijartin qezenc kir, lê Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve dibe. Dostên Tirkiyeyê zêde nemane, Tirkiye di zor û zehmetiyê de ye. Tirkiye tenê maye. Pêwîst e gelên Tirkiyeyê vê bibînin. Divê bibêje hûn me dibin ku derê? Pêşeroja me tarî ye? Em derbên mezin dixwazin? Qîmeta me nema? Pêwîste hesabê vê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin.

We jî behs kir her ku dewleta tirk a qirker derbê ji gerîla dixwe berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Carna şerê taybet bi pêş dixin û dibêjin ji Zapê hatine çalakî kirine. Li gorî we sedema ev propagandaya şerê taybet çi ye û divê çawa were fêmkirin?

Dewleta tirk şerê taybet a derûnî dimeşîne. Desthilata AKP-MHP ketine rewşeke wiha ku li şûna pirgirêka kurd çareser bikin û diyalogê pêş bixin berovajî wê tevdigerin. Di siyaseta qirkirinê de israr dikin û dimeşînin. Çalakiyek çêbû û her kes jî dizane tu eleqeya wê bi Rojava re nîne. Lê belê ji bo gel bixapînin û êrîşên ser Rojava rewa bikin, dibêjin çalakiyên li dijî me pêk hatine ji Rojava tên kirin. Dibêjin hemê alavên jî ji Rojava tên. Hetta çi dibêjin wan ew pewerdekirine, çek dane wan û şandine. Ew kurdan ji rêzê dibînin. kurdan wekî civakê û wekî mirovan nabînin.  Yên ku divê bên tunekirin diînin. Ew bawer nakin ku kurd li dijî wan şer bikin û derbê li wan bixin. Ji bo rastiyê veşêrên berê gel didin Rojava. Di armanca desthilata AKP-MHP’ê de jiholêrakirina kurdan heye. Vê yekê eşkere tînin tînin ziman. Şerê Cihanê yê 3’emîn heye û dixwazin vê ji bo xwe bi kar bînin. Dixwazin qirkirinê pêş bixin. Dixwazin şoreşa ku liwir pêşketiye jiholê rakin. Wek Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê cihên din jî dagir bikin û bi dest bixin. Çeteyên DAÎŞ’ê tînin li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi cih dikin. Di her alî de alîkariyê dide wan. Ji bo Rojava bi dest bixin û pergala kurdan ji holê rakin. Ji ber vê êrîşî ser Rojava dikin. Cihê ceryanê, avê, nexweşxane, depoyên genim û hwd. Cihên jiyanî yên gelê me yê Rojava dikin hedef.  Cihê ku bombeberan dike ev der in. Her kes jî vê dibîne. Dibêje ‘Ez êrîşî YPG’ê dikim, êrîşî QSD’ê dikim’. Ev hemû derew in. Li ber çavên cihanê vê dikin û her kes jî dibînin. Dixwazin êrîşên xwe bi vî awayî rewa bikin. Divê gelê me vê yekê bibîne. Armanca dewleta tirk derfetên gelê me ji holê rake û gelê me bide koçberkirin. Ji bo wir dagir bikin vê yekê dikin. Divê gelê me armanca dewleta tirk baş fêm bike û li dijî wê bi biyardarî bisekine. Divê tu kes cih, war, gund û xaka xwe terk nekin û koçber nebin. Heke terk bikin wê demê daxwaza dewleta tirk pêk tîne. Carekê cihê xwe terk bikin nema dikarin careke din vegerin wir. Vaye Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavan e. Gelê me tenê dikare bi berxwedanê û têkoşînê bijî. Derveyî vê divê tu rêyên din nede pêşiya xwe. Heke rê bide vê wê demê mirinê çêdike û qirkirinê pêk tîne. Divê li dijî hovîtiya dewleta tirk bi her awayî bisekine, xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe pêş bixe. Divê parastina xwe ya rewa pêş bixe. Ev heqê wan e.

Banga min ji bo hin dewletan jî hene. Dewleta Rûsya, Emerîka û koalisyonên wan li wir. Li hemberî van êrîşan dengê xwe nakin. Qadên jiyanê bombebaran dikin û gel bê av û bê ceryan dimînin ew dengê xwe nakin. Ev tê çi wateyê? Bêdengî qebûlkirina van êrîşan e. Yanî siyaseta qirkirinê ya Tirkiyeyê qebûl dikin û dibin şirîkê wê. Wekî din wateyeke vê bêdengiyê tuneye. Em vê yekê qebûl nakin û divê ew helwesta xwe zelal bikin.

Gotina we di esasê xwe de wan dewletan jî eleqeder dike. Dixwazim vê jî bipirsim. Niha Rojavayê Kurdistanê di bin xetereyeke mezin de ye. Niha çeteyên El Nusra, El Qaîde anîn wir. Derket holê ku piştî şerê Îsraîl û Filistînê niha yên Hamasê jî tînin wir.  Mirov dikare bibêje ku Rojavayê Kurdistanê ji bo çeteyan dixin cihekî bi ewle. Xetereya vê çi ye? Divê gelê me yê Rojava vê çawa fêm bikin?

Wek tê zanîn DAÎŞ berê xwe dabû Şamê ê Erdogan berê wan da Kobanê. Yên ku DAÎŞ’ê dimeşîne Erdogan e. Erdogan serokê wê ye. Yên DAÎŞ’î jî ev yek anîn ziman. Gotin; ‘Em ê biçûna Şamê Erdogan berê me da vir’. Erdogan DAÎŞ’ê li dijî kurdan şixuland. Xwest bi DAÎŞ’ê derbê li gel bixe. Gel bi biryar derb li DAÎŞ’ê xistî Erdogan dît ku nikare bi DAÎŞ’ê kurdan qir bike. Ji bo dewleta tirk bi xwe ketê. Dîroka tevgera me jî heye. Di destpêkê de hinek faşîst xistin tevgerê, hinek şoven xistin tevgerê û hinek eşîr xistin tevgerê. Wexta ku dît nabe ew bi xwe ket nava tevgerê. Tişên ku li Bakur kirin li Başûr jî pêş xistin. Dewleta tirk cihên jiyanê yên gel bombardûman dike. PDK çi dibêje; “Heke deweta tirk êrîşî Rojava dike sedema wê PKK ye”. Yanî êrîş û bombebarana Tirkiyeyê rewa dike. ENKS û PDK xizmetî siyaseta Tirkiyeyê dikin. Her kes vê rastiyê dibîne. Yên ku li dijî êrîş û bombebarana Tirkiyeyê nesekine tê çi wateyê? Tê wateya ku di xizmeta wê de ye. Çiqasî ji xwe re bêje; “Ez kurd im”. Tu eleqeya wê bi kurdan tuneye. Dewleta tirk dema ku êrîş kir çi kir, êrîşî Hesekê kirin. Ji bo DAÎŞ’ê xelas bike êrîş kirin. Vana bi pêkve dimeşînin. ERdogan DAÎŞ’ê dixe nava tevgerê û dixwaze bi DAÎŞ’ê hin encaman ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire.

Di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê hilbijartinên krîtîk pêk bên. Hêzên azadî û demokrasiyê di nava van şert û mercên faşîzmê de bi biryardariyeke mezin amadekariyên xwe dikin. Ji bo hilbijartinên pêşiya me hûn dikarin çi bibêjin?

Dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê vîna kurdan binpê kiriye. kurdan layiqî tu tiştekî nabînin. Tiştên ku ji bo kurdan dixwazin kuştin, girtin û teslîmgirtin e. Gelê me di hilbijartinên şaredariyan de gelek encam bi dest xist. Dewleta tirk tehemulî vê nekir û çawa vîna kurdan ji holê rakin ji xwe re esas girtin. Qeyûm pêş xistin. Yanî şaredariyên ku gelê kurd bi keda xwe bi dest xistibûn ji holê rakirin. Xizmetên şaredariyan jî xiztin bin xizmeta AKP û MHP’ê. Li ser hev 2 caran qeyûm şandin, encam ji vê siyasetê negirtin û teşhîr bûn. Heke cara sêyemîn jî qeyûman bişînin wê ji bo wan pisgirêkan derxe. Vê carê dixwazin bi rengekî din qeyûman bi pêş bixin. Ji gelek bajarên din ji bo dengê xwe zêde bikin dişînin Kurdistanê. heta cihên ku em bibêjin nufusa wê 2 hezar e, 2 caran jê zêdetir kesan dibin li wir bi cih dikin. Dixwazin bi vî awayî şaredariyan bi dest bixin. Dixwazin bi vî rengî qeyûman pêş bixin. Divê gelê me vê qebûl neke û li dijî vê siyasetê bisekine. Divê gelê biçin cem van kesan ji wan re bêje hûn ji ku derê hatin kê we anî vir? Li dijî vê yekê bisekinin lêpirsînê bikin. Sed kes, hezar kes anîne li wir qeyd kirine. Bi vî awayî şarederiyan bi dest bixin û vîna kurdan dernekeve holê. Bi destxistina şaredariyan dixwaze bêje Kurdistan nîne. Gelê kurd dibêjin; ‘Em qeyûman qebûl nakin, em ê şaredariyên xwe qezenc bikin’. Ev jî çi nîşan dide? Gelê kurd bi biryar xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derdikeve. Niha bi pêşhilbijartinê pergeleke demokratîk avakirine. Li Tirkiyeyê heta niha pêşhilbijartineke wiha demokratîk nehatiye pêşxistin. Ev jî heqîqeta gelê kurd nîşan dide. kurd di aliyê azadî û demokrasiyê de pêngavên mezin pêş xistine. Bi vê pêşengiya gelên Tirkiyeyê dikin. Bi vê munasebetê ez gelê me pîroz dikim. Divê li pişt kesên di pêşhilbijartinê derketine bisekinin. Divê were zanîn ku ev şerek e. dewleta tirk û desthilata AKP-MHP’ê dixwazin bi kurdan bidin windakirin. kurd jî divê ji bo qezenckirinê israr bikin û têbikoşin. Divê xwe bi rêxistin bikin û xwe bigihînin her derê. Rastiya dewleta tirk bi her kesî bidin fêmkirin û siyaseta desthilata AKP-MHP’ê vala derxin. Eivê e  ji bo gelê kurd bibe pêngaveke nû.

 

We behsa taybetmendiya hilbijartinê û dek û dolabên AKP-MHP’ê kir. Rewşeke balkêş heye, MHP û Hîzbulkontra xwe wekî dijberî nîşan didin lê niha di nava tifaqekê de cih digirin. Ev çawa pêk tê û çawa dikarin vê yekê pêk bînin?

Te pirseke baş kir. Niha eniyek pêş xistin û di wê eniyê de AKP, MHP, Hîzbulkontra û hemû cih digirin. Tê zanîn AKP-MHP li dijî kurdan e. Çawa yên ku dibêjin em kurd in di vê eniyê de cih digire?  Divê mirov vê lêkolîn bike. Her çiqaasî MHP dibêje ew li dijî Hîzbulkontra ye, dereweke mezin dike û her kesî dixapîne. Yê ku Hîzbulkontra pêş xistiye MHP ye. Ji bo çi MHP’ê wê pêş xist? Ji bo karibin pêşiya tevgera azadiyê bigirin ev yek pêş xist. Naxwazin vîna gelê kurd derkeve holê. Bakurê Kurdistaê wekî beşeke xwe dibînin. Dixwazin Bakurê Kurdistanê bi dest xwe bixin desthilatiya xwe bi her alî ve çêbikin. Her tiştî datînin aliyekî bê çawa wir bi dest bixin wê esas digirin. Yê ku Hîzbulkontra pêş xist MHP ye. wexta ku wê pêş xistin bi sedan kurd kuştin. Heke MHP hin axaftinên li dijî Hîzbulkontra dike jî ji bo xwe veşêre dike. Ji ber ku ew li pişt Hîzbulkontrayan e, ew wan birêxistin dike û dixe nava tevgerê. Ev lîstikek e û pêkve li dijî tevgera azadiyê disekinin. Ev enî ji bo ava kirin? Ji bo PKK’ê jiholê rakin û qirkirina kurdan bi encam bikin ava kirin. Di vê eniyê de kî cih digirin, ên ku faşîst û yên li sere navê dîn siyasetê dikin tê de cih digirin. Di navbera MHP, AKp û Hîzbulkontra de tu ferq tuneye. Yên ku qirkrina kurdan dikin çawa dikarin li ser navê kurdan biaxivin. Berê hewl dan bi kuştinê pêşiya tevgera azadiyê bigirin. Ji ber ku ev planê wan teşhîr bû niha bi rengekî siyasî ku weke partiyeke siyasî nîşan bidin pêşiya tevgrê bigirin. Ji bo gelê kurd bixapîne gelek derfet pêşkêşî Hîzbulkontra kirine. AKP û MHP wana ji bo xwe bi kar tîne. Ev ne kurd in. Ne tenê Hîzbulkontra, PDK jî bi wan re ye. Alîkariya hev dikin û hev temam dikin. Wekî ku Bahçelî li dijî wan e hin tiştan dibêje lê ev xapandine.

Li başûrê Kurdistanê û Iraqê jî geşedanên girîng çêbûn. Hilbijartinên herêmî bi dawî bûn. Bi taybetî jî hevdîtinên navbera Tirkiye û Îranê de zêde bûn. Tirkiye dixwaze Iraqê jî bikşîne nav siyaseta xwe. Li gorî agahiyên bi we re heyî û çavdêriyên we niha rewşeke çawa heye?

Ne tenê li Iraqê, li Rojhilata Navîn çi tevlîhevî, nakokî û şer heye di bin de AKP heye, Erdogan heye. Armanca wan li Rojhilata Navîn pêşxistina şer e. Ji ber ku li ser şer û kuştinê dijî. Heke vê pêş nexe nikare li Tirkiyeyê rojekê li ser desthilat bimîne. Ji bo wê dixwaze li rojhilata Navîn şer belav bike û pêş bixe. Tirkiye dizane ku pirsgirêkên Iraqê zû bi zû çareser nabin. Vê rewşê ji bo xwe bi kar tîne. Li Iraqê bêhtir PDK’ê dixebetîne. Dixwaze bi PDK’ê bandorê li ser siyaseta Iraqê çêbike û wê bikşîne nav siyaseta xwe. Divê Iraq neyê lîstika wan û şiyar be. Divê pirsgirêkên xwe bi kurdan re bi rêya diyalogê çareser bike. Heke Iraq vê yekê pêk bîne wê li Rojhilata Navîn bibe pêşengek. Berovajî vê heke siyaseta Tirkiyeyê qebûl bike pirsgirêkên heyî wê mezintir bibin. Bi vî awayî nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Her ku diçe zextên xwe li ser Iraqê zêde dikin û wê bikşînin gel xwe. Banga min ji bo Iraqê ew e ku divê li hemberî lîstîkên Tirkiyeyê yên bi destê PDK’ê pêk tîne şiyar be. Divê dijminatiya kurdan neke. heke bike wê zirareke mezin bigihîne xwe. Li Iraqê, Kerkûk û Şengalê hilbijartinek pêk hat. Di vê hilbijartinê de dewleta tirk û PDK dixwest bi Tirkmenan li Kerkûkê encamê bi dest bixe. Li dijî vê YNK û Partiya Komunîst tifaqek pêş xistin. Tifaqa YNK’ê bi ser ket. Planên dewleta tirk, PDK û Tirkmenan nemeşiya. Ev nayê vê wateyê ku dest ji vê planên berdan. Tirkiye dixwaze Kerkûkê tê destê xwe. Dixwaze Kerkûkê bike cihê şer û ji destê kurdan derxe. Tifaqa YNK û partiya Komunîst planên wan vala derxist. Ev jî çi nîşan dide? Tifaq qezenc kir. Heke li ser bingeha gelan tifaqê pêş bixin wê bi ser bikeve. Di pêvajoya hilbijartinê de gelek rayedar çûn Tirkiyeyê. Tirkiye mudaxaleyî hilbijartinê kir. Di van hevdîtinan de li ser mijdara ku wê çawa Kerkûkê ji destê kurdan derxin axivîn. Heke îro li Kerkûkê pirsgirêkên cidî tên jiyîn sebebê wê PDK’ê ye. Dibe ku armancên dewleta tirk hebin lê maşe PDK ye. Divê her kes ji ber sedemên pirsgirêkên Kerkûkê PDK’ê berpirsyar bibîne.

PDK’ê hemû derfetên li Başûr xistiye bin xizmeta malbata Barzanî. Hilbijartinan jî taloq dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Niha rewşa Başûr çawa ye?

Sedemê wê yekê heye ku PDK çima li Kerkûk û Şengalê bi ser neket. Li dijî xiyaneta ku PDK’ê li gelê kurd kirî, sekinîn. Lewma tifaqa YNK’ê encam wergirt. Ji ber ku siyaseta ku PDK dimeşîne, zirareke mezin da kurdan. Li Bakur, Rojava û Başûr gel vê êdî dibîne. Gelê ku di bin kontrola PDK’ê de jî vê yekê dibîne. Lewma PDK’ê ji hilbijartinan encam negirt. Berê li Şengalê di bin navê hilbijartinê de encam werdigirt. Tenê namzetên xwe derdixist, di rastiyê ti hilbijartin nedihat kirin. Li Şengalê hilbijartin çêbû, tifaq bi ser ket, PDK’ê bi bin ket. Vê yekê nîşan da ku PDK nûneriya îradeya gel nake. Hat dîtin ku berê encamên ku di bin navê hilbijartinê de wergirtî, sixte bûn û bi zext û pere encam werdigirt. Di hilbijartinê de jî xwest mirovan bikire. Lê êdî hatin dawiya vê polîtîkayê. Lewma PDK jî tengav bûye û ji bo ku ji vê rewşê derbikevin, vê yekê dikin. Hêzên demokratîk ên ku tifaq ava kirine, divê vê tifaqê hîn xurttir bikin. Bi vî rengî dikarin pêşî li lîstokên nû bigirin.

Piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê, li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir. Nîqaş tên kirin ku ev şer wê belavî Lubnan, Sûriye, Îran û hemû herêmê belav bibe. Di pêvajoyeke wiha de di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de komkujiyek qewimî. We di daxuyaniya ku têkildarî vê komkujiyê dayî de, diyar kir ku hin hêz dixwazin vê şerî mezin bikin û belavî herêmê bikin. Ev hêz kî ne û dixwazin çi bikin?

Beriya salvegera mirina Qasim Silêmanî, Reîsî xwest biçe Tirkiyeyê. Beriya ku biçe Tirkiyeyê ev komkujî pêk hat. Her çendî ku DAÎŞ’ê girtibe ser xwe jî, yê ku ev teqîn pêk anî MÎT a tirk bû. Dema ku Serokkomarê Îranê Reîsî çû Tirkiyeyê, xwestin bi Reîsî re têkildarî biryarên ku li dijî me, li dijî kurdan dane nîqaş bikin ku van biryaran bixin meriyetê. Li ser zemînê vê teqînê armanc kirin ku siyasetekê pêş bixin. Bi vî rengî xwestin Îranê li dijî PKK’ê û kurdan bikişîne nava şer. Reîsî piştî teqînê neçû Tirkiyeyê. Ez sedemê vê yekê nizanim. Lê MÎT a tirk a ku dixwaze bigihije armancên xwe, ew teqîn pêk anî.

Dewleta tirk dixwaze li dijî gelê kurd tifaqekê, eniyekê ava bike. Di dîrokê de gelek tifaqên bi vî rengî kirine. Lewma dixwaze Îran û Iraqê bikişîne vê eniyê. Ji bo vê dixebite. Bi taybetî giranî daye ser Îranê. Ev plan dê encam bigire ango negire, ji niha ve em nikarin tiştek bibêjin. Erdogan dixwaze şerê li Rojhilata Navîn berfireh û mezin bike. Eger şer gur neke, wê nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne. Şerê Hamas û Îsraîlê jî Erdogan pêş xist. Bi vî şerî re xwest pêşî li xeta enerjiyê ya ku li Hîndîstanê destpê dike û di ser Îsraîlê re derbasî Ewropayê dibe, asteng bike. Ji ber ku wan Tirkiye li derve hiştibûn. Erdogan got, “Em ê destûrê nedin ku yên me li derveyî vê dihêlin encamê bigirin.” Piştre jî êrîşa Hamasê pêk hat. Dewleta tirk xwest xeta enerjiyê li ser Tirkiyeyê re derbas bibe. Xeta ku ji hêla Hîndîstan-Îsraîl ve hatî çêkirin, dihat xwest ji Rojava derbas bibe û bigihêje Derya Spî. Tirkiye mudaxaleyî vê yekê kir. Pêşî lê girt. Dibêjin, ”me xeta terorê paqij kir”. Bi awayekî sergirtî vê yekê tîne ziman.

Rastiya ku xeta enerjiyê ji Tirkiyeyê derbas nabe, ji bo wan windahiyeke mezin e. Dewleta tirk êdî mîna berê xwedî roleke stratejîk û siyasî nîne. Dewleta tirk ji bo ku ji vê rewşa zor derkeve dixwaze eniyek li dijî gelê kurd pêş bixe, Iraqê bikişîne nava siyaseta xwe û ji bo xeta enerjiyê asteng bike hewl dide şerê li Xezeyê bide dirêjkirin. Dixwaze xeta enerjiyê ji Tirkiye û Iraqê re derbas bibe. Hemû armanca Erdogan ew e ku nehêle xeta enerjiyê ji Kurdistanê derbas bibe û kurd jê sûdê wernegirin. Ji ber ku dixwaze kurdan tine bike. Niha jî armanc dike ku li ser Azerbaycanê re xetekê veke, ji bo vê dixebite. Lê ew xet jî nehate vekirin. Niha êdî her kes dibîne ku Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe dixwaze şerê li Rojhilata Navîn berfireh bike. Dixwaze Iraq û Îranê bikişîne nava şerê Xezeyê. Ji xwe PDK’ê girtiye aliyê xwe. Bi vî rengî dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Pêwîste gelên Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Dibe ku Erdogan di hilbijartinê de bi ser ketibe, lê Tirkiye ber bi karesateke mezin ve biriye. Eger îro Tirkiye bi tenê mabe, hatibe tecrîdkirin, li Tirkiyeyê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî kûr bûbe û ev pirsgirêk roj bi roj mezin dibin, ev yek ji ber polîtîkaya ji aliyê Erdogan ve tê meşandin e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar