Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di beşa 2’yemîn a bernameya taybet a Stêrk TV de berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Şengalê nirxand.
Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:
Êrîşkariya dagirkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê dewam dike. Ev dibe sedema felaketên ekolojîk jî. Ji ber ku ava Çemê Firatê qut dikin, çandinî hatiye ber qedandinê. Dixwazin li aliyekî mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin, ji aliyê din ve jî rojane bombebaran jî dewam dike. Hûn dixwazin ji bo vê rewşê çi bêjin?
Bi salan e ava Çemên Firat û Dîcleyê bi rengekî azad diherikin. Niha em dibînin dewleta tirk a faşîst, dagirker qirker li ser gelan vê avê qut dike. Vê weke çekekê bi kar tîne û şantajê li gel dike. Yanî dibêje ger hûn li dijî min bisekinin, hûn nekevin xizmeta min, ez ê jî jiyanê li we heram bikim. Bi vî şeklî dixwaze gelê kurd teslîm bibe, gelê herêmê teslîm bibe. Ji ber ku ji vê avê ne tenê gelê kurd gelê din jî feydeyê dibinin. Yanî lazim e ev av di xizmeta gelan de be, mirovahiyê de be. Qanûnên navneteweyî jî li ser wî esasî ne. Lê belê dewleta Tirkiyeyê ji ber ku qirkirina kurd esas girtiye, di şexsê kurdan de jî qirkirina mirovahiyê dike, dijminiyê ji bo kurdan û gelan dike. Eger avê li ser van gelan qut dike, ji bo wê qut dike. Sedem ew e. Weke çekeke şer bi kar tîne. Halbûkî qutkirina avê sûc e. Sûcekî şer e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em dibînin ku kes li dijî wê deng nake. Ji ber ku deng nake, dewleta Tirkiyeyê jî ji vê feydeyê dibîne, hemû qanûnan bin pê dike, wê weke çekekê li dijî kurdan, gelên herêmê bi kar tîne. Yê ku deng neke jî sûc dike û dibe şirîkê sûcê dewleta tirk. Rastî ew e. Lazim e mirov hesabê vê ji wan bipirse. Bêje, ji bo çi hûn dibin şirîkê vê dewletê? Ji bo çi hûn qanûnên navneteweyî esas wernagirin? Dewleta Tirkiyeyê eger ji dest were wê hewayê jî li ser gelê kurd qut bike, wê nehêle ku nefesê jî werbigire. Lê belê ew ji wan nayê. Tenê dikarin avê qut bikin. Bi vê zirareke mezin dide zindiyan, ne tenê mirovan. Didin zindiyan hemûyan. Felaketeke ji bo zindiyan û xwezayê dikin. Dewleta Tirkiyeyê dijminê mirovahiyê ye, dijminê xwezayê ye, dijminê jiyana xizmeta zindiyan dike ye. Dibe ku xwe welê dide diyarkirin ku ew misilman e, îslamê esas werdigire, biratiya misilmanan esas werdigire. Ev hemû xapandine. Tu eleqeya xwe bi îslamiyetê, bi ol nîne. Niha texrîbat, zirara ku dide îslamiyetê kesî nedaye. Ji ber tiştên ku dike hemû bi navê îslamiyetê dike, bi navê tirk dike. Vaye yek jî xizmetê ji îslamiyetê, ji tirk re nake. Zirara mezin dide hem îslamiyetê hem gelê Tirkiyeyê. Lazim e kes vê qebûl neke. Bêje, tu nikare bi navê îslamiyetê bi navê tirk van tiştan bike. Alema îslamê lazim e hesabê vê bipirse, ji ber ku bi navê îslamiyetê dike. Dewletên misilman wê çawa qebûl bikin. Bi navê gelê Tirkiyeyê vê dikin, gelê Tirkiyeyê wê çawa vê qebûl bike? Lazim e qebûl neke, divê li dijî vê siyasetê bisekine. Wer av li ser gel qutkirin ji bo gel ragihandina şer e. Ev şantaj û tehdît tê wê maneyê. Dewleta Tirkiyeyê wer şer îlan bike li dijî kurdan, gelan, kurd û gel jî êdî nikarin vê qebûl bikin. Ji ber ku bi vî şerî dixwaze jiyana wan ji holê rake. Ne tenê jiyana mirovan ji holê rake, jiyana hemû zindiyan, heywanan jî ji holê radike. Xwezayê xera dike, dike sedema nexweşiyan. Dema ku av qut bû gelek erd hişk dibe, ziwa dibe. Di wê de nexweşî belav dibe. Lewma dewleta Tirkiyeyê jiyanê dixe tehlûkeyê. Ev şerekî mezin e. Lewma divê gel vê qebûl neke, li dijî vê bisekine û hêzên navneteweyî jî lazim e xwedî li qanûnên xwe derkevin. Eger xwedî lê dernekeve dibe şirîkê dewleta Tirkiyeyê wê demê lazim e gel hesabê wê bipirse. Ya rast ew e.
Komploya ku dewleta Iraqê, PDK û Tirkiyeyê li ser gelê Şengalê xwestin pêk bînin bi berxwedana gel heta astekê şikest. Lê wisa xuya dike ku hîn jî xetere derbas nebûye. Ji ber ku hin hewldan hene, hevdîtin hene. Hûn rewşê çawa dinirxînin?
Tifaqek di navbera Iraq û Hewlêrê de bo Şengalê hate kirin. Hinek dewletan jî heta Neteweyên Yekbûyî jî got ku ew dixwazin ew tifaq pêk bê. Diyar kir ku ew li pişt wê tifaqê disekine. Ew tifaq li ser şaşitiyeke mezin pêk hat. Yê ku tifaq kiriye kî ne? Iraq, Hewlêr e. Yê ku li êzidiyan xwedî derneketin, yê ku êzidî teslîmî qirkirina DAIŞ’ê kir, Iraq û Hewlêr e. Hêzên ku êzidî teslîmî qirkirinê kir bê êzidiyan tifaqek ji bo êzidiyan çêkirin. Ev çiqas rast e? Ji ber wê ew tifaqa navbera Iraq û Hewlêrê de hatiye kirin tifaqeke şaş e. Lewma gelê êzidî wê qebûl nake. Dibêje, ‘yê ku em li holê hişt, em teslîmî DAIŞ’ê kir ku DAIŞ li ser me qirkirinê bimeşîne bêyî me ji bo Şengalê tifaqek kirin. Armanca wê careke din li ser me ferman e’. Eger wexta ku DAIŞ’ê êrîş kir, Iraq an jî pêşmergeyên hikûmeta Hewlêrê li gelê êzidî xwedî derketibûna, şer bikira li dijî DAIŞ’ê ew gel biparasta, di wî şerî de bişikestana, wer ji Şengalê derketibûna dîsa wateyeke xwe hebû. Lê belê ne Iraq ne Hewlêrê li dijî DAIŞ’ê şer nekirin. Gelê Şengalê neparastin. Hêza xwe kişandin hem jî bê şer, rê dan DAIŞ’ê. DAIŞ qirkirinek li ser êzidiyan kir. Hîn jî bi hezaran jinên êzidî zarokên êzidî di bin tecawiza de ne. Yanî rastiya wan kes nizane, li ku derê ne, dijîn an na, çawa dijîn kes nizane. Hîn jî li ser êzidiyan ew tê meşandin. Eger firsendekê bibînin tiştên ku nîvî hiştine wê temam bikin. Ev rastiyeke. Gelê êzidî qirkirinekê de derbas bû, di tecawizê de derbas bû. Eger qirkirin tam pêk nehat, vêya gerîla nehişt pêk bê. Gerîlayên HPG û YJA Starê, dîsa yên Rojava YPG ew, yek jî êzidiyên ku erdê xwe, welatê xwe terik nekirin, ên ku li çiyayên Şengalê li ber xwe dan; van bi hev re nehiştin ku qirkirin bigihêje armancê. Eger ku êzidî îro dijîn, encama wê berxwedanê ye. Eger ku gelê êzidî li Rêber Apo, PKK, gerîla hez dike ji bo wê hez dike. Ji ber ku yê ku li wan xwedî derket ew bû, yê ku ew parastin ew bû. Eger yên ku reviyane qebûl nakin, ji bo wê qebûl nakin. Ji ber ku ew teslîmî DAIŞ’ê kirin. DAIŞ’ê çi anî be serê wan sedem ew e. Wan sedem dibîne, lewma wan qebûl nake. Niha ew bi zorê dibêjin, ‘hûn ê me qebûl bikin’. Hinek dewletên navneteweyî jî û Neteweyên Yekbûyî jî dibêje ‘hûn ê qebûl bikin’. Ew jî dibêjin ’em qebûl nakin’. Dibêjin, ‘Em bimirin jî dîsa em qebûl nakin’. Ev mafê wan e. Lazim e mirov êzidiyan, gelê Şengalê fêhm bikin. Ew dema ku bi serê wan ve hat, divê mirov fêhm bikin. Yê ku fêhm bike, heq dide wan. Êzidî dibêjin ’em ne dijminê kesî ne, em ji kesî tiştekî naxwazin. Em dixwazin xwe biparêzin, hebûna xwe dewam bikin, ola xwe, çanda xwe bi azadî bijîn. Ewqas ferman bi serê me ve hatin, kesî em neparastine. Em dixwazin xwe biparêzin. Em xwe neparêzin wê dawiya me be’. Vê dibêjin. Ev jî mafekî wan e. Hem Iraq, hem Hewlêr, hem mirovahî deyndarê wî gelî ye. Wî gelî xwe parast, şerefa her kesî parast. Lazim e ew jî daxwaza vî gelî qebûl bikin. Tiştekî zêde naxwazin. Ji bo kesî dijminatiyê nakin, dibêjin em dixwazin bi azadî bijîn, em xwe biparêzin, xwe bi rê ve bibin. Tenê ew me dide jiyandin. Ev jî mafê wan e, lazim e bê qebûlkirin. Tiştê ku em dibêjin, gelê êzidî, gelê Şengalê bi têkoşîna xwe ew heq kiriye. Em tenê vê dibêjin, em tiştekî din nabêjin. Em dibêjin, lazim e hem Iraq hem Hewlêr hem Neteweyên Yekbûyî hem jî Amerîka ew azadiya vî gelî qebûl bike, xweseriya vî gelî qebûl bike. Ew ji bo wan hurmetê çêdike. Bi zorê bêjin ’em ê vê tifaqê li vir pêk bînin, em ê careke din vir têxin destê xwe, em we, saziyên we, xweseriya we nas nakin’ ev neheqiyeke mezin e. Jixwe neheqî kirin, lazim e qet nebe ji niha û pê ve neke. Hurmeta vî gelî bigirin, daxwaza vî gelî qebûl bikin. Ew nabêjin em dixwazin dewletê ava bikin, em naxwazin tu dewletê, tu cihî parçe bikin. Dibêjin, ’em dixwazin li ser erdê xwe xwe biparêzin, xwe birêve bibin’. Kî dikare li dijî vê bisekine? Van bi têkoşîna xwe ew çêkirine, heq kirine. Lazim e her kes vê qebûl bike. Li êzidiyan, kî êzidî heye ku xweseriya Êzidxanê qebûl neke? Ne pêkan e. Dibêjin, ‘lazim e bi vê tifaqê êzidiyên li kampên Başûr biçin. Ne bi vî rengî be naçin’. Ev jî xapandineke mezin e. Eger bihêlin wê hemû biçin. Nahêlin, wan rehîn digirin. Wê dikin sedem ku dinyayê bixapînin. Dibêjin, ’em bi vê tifaqê dixwazin Şengalê ava bikin, êzidiyên bi derve çûne em dixwazin bên. Li pêş wê kî asteng e? Li wir xweseriyek heye, saziyên wê, nizanim PKK astengiyê çêdike. Ji ber wê em nikarin li wir Şengalê ava bikin. Lewma em nikarin êzidiyên li derve bişînin wê derê’. Ev dereweke mezin e, xapandinek mezin e. Yên ku niha li wan kampan dimînin, li derveyî wan kampan dimînin, kê ew xilas kirin? Yên ku niha li Şengalê ne. Yên ku dibêjin em xweseriyê dixwazin, wan çiyayê Şengalê girtin, li dijî DAIŞ’ê sekinînin, ew gel hemû ji komkujiyê xelas kirin, derxistin derve. Yê ku ew gel di şert û mercên welê zehmet de xilas kir, çawa wê li dijî wî gelî be? Çawa wê bêje, ‘neyên’, yan jî bên ji bo wan tehlûke ye? Ev nepêkan e. Yên li Şengalê dixwazin hemû şengalî werin Şengalê. Ji bo wê têdikoşin. Aşkera jî dibêjin, dibêjin; werin, werin ser erdê xwe, milkê xwe. Çi îmkanê we heye, em ê têxin xizmeta we.
Bi vî rengî ji xwe kar dikin, pêşwazî jî dikin. Banga min jî ew e ku li ku derê êzidî heye, bizîvirin biçin gundê xwe, malên xwe, erdê xwe. Xweseriya Şengal jî vê dixwaze. Lewma divê her kes vê ji bo xwe bike esas, berê xwe bide Şengalê, biçe Şengalê. Bi hev re li xweseriya xwe xwedî derkeve. Eger îro vê pêk neynin, wê careke din nikaribin vê pêk bînin. Careke din nikarin ji fermanê xilas bibin, fermaneke din jî wê dawiya wan bîne. Lazim e her kes vê bi vî rengî fêhm bike.
Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dewam dike. Li gel vê nexweşiya korona jî. Gerîla jî di heman çarçoveyê de li ber xwe dide. Asta ku pêngav gihîştiye hûn çawa dinirxînin?
Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku me dan destpêkirin, armanca wê hebû. Armanca wê çi bû? Li dijî tecrîd, dagirkeriyê û faşîzmê sekinîn bû. Li ser vê armancê hate destpêkirin. Yanî ku em li Tirkiyeyê faşîzm û tecrîdê bi dawî bikin û azadiyê biafirînin. Li Tirkiyeyê demokratîkbûnê çêbikin, li Rojhilata Navîn demokratîkbûnê çêbikin. Ku em gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bikin. Ji ber ku vê faşîzmê ne tenê ji bo kurdan tehlûkeyê çêdike, ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê tehlûkeyê çêdike ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî tehlûkeyê çêdike. Her kesî dît; ji Lîbyayê heta Azerbeycanê, ji Rojava, Başûr heta heta Yewnanistanê ji bo her kesî tehlûke ye. Eger me dest bi vê pêngavê kir, ji bo wê me dest pê kir. Ev pêngav gelekî bi pêş ket û gelek encam jî afirand. Lê belê divê hîn xurtir bê meşandin. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst, dagirker, qirker ji bo vê pêngavê bi ser nekeve ew jî ji aliyê xwe ve wê çawa pûç bike, wê çawa li ser desthilatdariyê bimîne, wê çawa armanca xwe ya qirkirina kurdan pêk bîne, kar dike. Çawa me dest bi pêngavê kir, wan jî bersiv dan. Li ser Rêber Apo tecrîd şidandin. Li ser gelê kurd operasyon mezintir kir. Li ser siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê ku HDP temsîl dike, dozek bi pêş xistin ku karibin HDP’ê bigirin û ji bo destûra bingehîn jî serlêdan kirin ku bê girtin. Her wiha bi navê ‘Kobanê’ dadgehek amade kirin. Êrîşan li ser êrîşan dikin. Herî dawî li Metîna, Zap û Avaşînê dest bi êrîşeke mezin a dagirkeriyê kirin. Her roj jî gefan dixwin. Tayyîp Erdogan çi dibêje? Dibêje ‘Em ê Qendîlê bitemirînin. Em ê welê bikin ku bikin teşt, em ê tiştekî nehêlin’. Vê aşkera dibêjin. Li pêş çavên her kesî diaxivin, dikin. Ji bo Erdogan, Bahçelî hedefa xwe qirkirin e li ser kurdan temam bikin, hemû derfetên xwe li ser PKK’ê xistine meriyetê. Çi derfetê wan heye xerc dikin. Heta çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Hinek hevalên me bi wê şehîd jî ketin li Mamreşo. Biryargeha em ev yek diyar kir. Çiqas dewletên faşîst hene, yên li dijî kurd, li dijî azadî û demokrasiyê alîkariyê didin AKP-MHP’ê. Li Tirkiyeyê yên nijadperest, faşîst yê ku netewedewlet esas werdigirin hemû alîkariya Erdogan-Bahçelî dikin. Bi vê alîkariyê vê dagirkeriyê, vê êrîşê dike. Rastî ew e. Pêngava ku em dimeşînin bi vê dagirkeriya ku li Metîna, Zap, Avaşîn pêş xistine bû pêngavek li dijî dagirkeriyê, mirov têkoşînê xurt bikin. Di bingeha wê de jî ew heye. Bi vê êrîşê ew pêngav divê hîn bêhtir bê pêşxistin. Çawa ku yê li dijî kurd, li dijî gelan, azadî û demokrasiyê alîkariya Erdogan-Bahçelî dikin, divê gelê kurd hemû, gelên herêmê, hêzên demokrasî, azadî û sosyalîst, dostên kurd û PKK’ê her kes lazim e alîkariya gerîla bike. Li dijî tecrîdê, dagirkeriyê, faşîzmê bisekinin. Ew şerê ku niha li Metîna, Zap, Avaşînê tê meşandin ji şerê PKK’ê derketiye. Bûye şerekî kurdan, şerekî neteweyî. Lewma hem biryargeha me hem min bi xwe bang kir. Kurd lazim e li xwe xwedî derkeve. Şerê neteweyî, parastinê bikin. Em dixwazin bi hev re li kurdan xwedî derkevin. Em bi hev re li dijî dagirkeriyê faşîst a qirkeriya tirk bisekinin, bi hev re têkoşînê bimeşînin. Ez vê bangê careke din dubare dikim. Ji ber ku bi rastî metirsî ne tenê li ser PKK’ê ye, li dijî kurdan e. Di şexsê kurdan de li dijî mirovahiyê ye, li dijî hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji ber wê lazim e her kes vê metirsiyê bibîne. Li dijî vê metirsiyê wezîfeya xwe ya neteweyî, şoreşgerî, sosyalîst pêk bîne. Wê demê em dikarin pêngavê li ser armancên wê xurt bikin û bi ser bixînin. Wê demê tecrîd dişikê, ew dagirkerî dişikê, ew faşîzma bi dawî dibe. Hem gelê kurd li hemû beşan hem gelên Rojhilata Navîn, hem mirovahî, hem hêzên demokrasî, azadî û sosyalîst nefesekê werdigirin. A rast ew e. Wekî din nêzîkbûn şaş e.
Berxwedana grevên birçîbûnê li zindanan, li Lavrîo û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dewam dikin. Hema bêje dikeve meha şeşan. Hûn ji bo vê berxwedanê dixwazin çi bêjin?
Ew berxwedan pîroz in, ez wan silav dikim, wan pîroz dikim. Bi dagirkeriya ku li Metîna, Zap, Avaşînê pêş ket ew çalakî maneya xwe mezintir bû. Ew çalakî li dijî dagirkeriyê dewam dike, ne tenê li dijî wê zilma li ser zindanan e, ji bo tecrîd bişikê. Li dijî dagirkeriyê bi pêş dikeve. Ew mesajeke ji bo gelê Kurdistanê, ji bo her çar parçeyan, derveyî welat, ji bo dostên kurd, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê. Mesajeke girîng e. Tiştê ku li zindanan li Mexmûr li Lavrîo pêk tê, rastiya PKK’ê, rastiya gelê kurd e. Ji ber ku PKK, gelê kurd di nava zehmetiyê de, tunebûnê de têkoşîneke pir mezin dimeşîne. Berdêlên giran dide, nirxan diafirîne hem ji bo xwe hem ji bo gelên herêmê û mirovahiyê. Li zindanan PKK bi salane têkoşîneke dimeşîne. Lê çandek bi pêş ketiye. Semboleke. Têkoşîna zindanan di nava têkoşîna me de semboleke. Her tim li wir çalakî heye, têkoşîn heye. Di vê têkoşînê de berdel dayîn heye. Niha jî li zindanan têkoşîn dewam dike. Eger ku me pêngav bi pêş xist, me li ser zindanan bi pêş nexist. Ew beşekî wê ye. Yê ku wê temam dike, xizmeta wê dike. Zindanê bi xwe ew têkoşîn bi pêş xist. Ji ber ku çandeke xwe ya zindanê heye. Dibînin ku li ser Rêber Apo, li ser gelê kurd qirkirin heye, tecrîd heye, li dijî wê disekinin. Ez wan silav dikim. Li Mexmûr berxwedanek heye. Ez gelê me yê Mexmûrê jî silav dikim, pîroz dikim. Gelê me yê Mexmûrê gelê Botanê ye. Îradeya Botanê temsîl dike. Botan tu carî li ber dagirkeran serê xwe danayne, tu carî qebûl nekiriye. Timî bi zimanê xwe, bi çanda xwe bi nasnameya xwe bi azadiyê xwestiye bijî, ji bo wê têkoşiya ye. Eger warê xwe, gundê xwe ku weke bihuştê ye terk kirine hatine Mexmûrê, ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, ji ber ku dagirkerî qebûl nekirin, siyaseta qirkirinê qebûl nekirin, li dijî wê sekinîn hatin vê derê. Li vê derê jî wê dewam dike. Ev ne tenê îradeya gelê Botanê temsîl dike. Îradeya gelê Kurdistanê temsîl dike. Îradeyeke welê xurt temsîl dikin, li ser wî esasî têkoşîna xwe dimeşîne. Ji bo wê gelekî egîd e. Egîdiya Kurdistan temsîl dike. Çawa zindan egîdiya kurd, egîdiya PKK’ê, fedayîtiya PKK’ê temsîl dike, Mexmûr jî wê tesmîl dike. Yên li Lavrîoyê jî têkoşînekê dimeşînin. Ez wan jî silav dikim, pîroz dikim. Eger ku ew çûne Lavrîo li pêş dagirkeriya faşîstiya qirkeriya dewleta tirk çûne wir. Wer nebûya, tu carî welatê xwe, erdê xwe terk nedikir. Li pêş zilma wan çûne wan deran. Sedem dewleta tirk e, siyaseta ku li ser kurdan dimeşîne. Eger li wê derê çalakiyê dike li dijî dewleta Tirkiyeyê, li dijî tecrîdê, faşîzmê dagirkeriyê disekinin, ku di wê de israr dikin, ji bo wê israr dikin. Yanî li dijî siyaseta dewleta Tirkiyeyê wê çalakiyê dikin. Ji bo wê çawa yên li zindana semboleke, yên li Mexmûr û Lavrîo jî semboleke. Ew ji bo gelê kurd, ji bo mirovahiyê sembolekê îfade dikin. Lazim e gelê me wer fêhm bike, eger ku wer fêhm kir dikare wezîfeya xwe jî fêhm bike û pêk bîne.
We behsa ewqasî berxwedanan kir. Esasê di encama van berxwedanan de me dît ku faşîzma AKP-MHP’ê hate ber hilweşandinê. Heta mirov dikare bêje ku gelek caran ji desthilatdariyê ket. Lê herî dawî piştî berxwedana Garê, serkeftina Garê li aliyekî welatên Ewropayê, li aliyekî hêzên navneteweyî dîsa xwe xistin bin milê vê faşîzmê, dixwazin li ser pêyan bigire û diajon ser gelê kurd. We got, çeka kîmyewî jî tê bikaranîn û ew dewlet jî dibin hevparê wê. Sedema vê çi ye, ev hêz çi dixwazin?
Niha AKP-MHP kê anî ser desthilatdariyê? Hinek dewletên derve. Yanî sîstema Modernîteya Kapitalîst wan ew anîn ser desthilatê. Ji bo ku Tirkiye di warê leşkerî de, heta aliyê aborî, siyasî ji bo armancên xwe bikar bînin; kirin desthilat. Ew weke dibêjin; bi rêxistin û derfetên xwe û têkoşîna xwe ne bûn desthilat. Her roj radibin û rûdinin, dibêjin; ‘em millî ne, xwecihî ne’ derewên mezin dikin. Çi eleqeyên wan bi vê nîne. Bi temamî bi alîkariya sîstema modernîteya kapîtalîst, di hundir de jî bi alîkariya sermayedar û faşîst, nîjatperestên Tirkiye bûne desthilat. Ji bo ku li ser desthilatê jî bimîn, şer di hundir û derve de dimeşînin. Li dijî kê? li dijî gel, hêzên sosyalîst, demokrast û azadiyê, dijî rewşenbîran dimeşîne. Şerekî mezin dikin. Dijî şerê wan jî, PKK, gelê kurd, gelê Tirkiye, hêzên demokrasî û azadiyê hemû şer dikin. Bi taybet têkoşîna PKK’ê û gelê kurd, nahêlin ku ew, tam bigihêjin armanca xwe. PKK bi têkoşîna xwe ew zeîf kirin, pir zîf kirin; heta çend caran gihandin asta ku bikevin. Gihandin wê astê. Çiqas ku têkoşîn hate kirin, ku bikeve, tam wextê bike; tu dibîne yên ku ew anîn ser desthilatê, carekî din dest didinê û alîkarî dikin ku nekevin. Çima nahêlin bikevin? Ji ber ku dixwazin bi her alî ve bixin xizmeta xwe. Di ximzetên wan de ye. Dixwazin zêdetir bixin xizmeta xwe, ji bo wê nahêlin bikevin. Sûcê ku niha AKP-MHP dikin, ew jî dibin şirîkê wî sûcî, rastî ew e. A ku ji wan dihate xwenstin, divê alîkariya desthilata AKP-MHP’ê nekira. Ji ber ku desthilatiya AKP-MHP’ê qirkirinê gelan pêş dixin, qirkirina demokrasî, azadiyê pêş dixin. Dijminê demokrasî û gelan e. Taybet jî dijminê kurdan e. Ev yek li ber çavan e. Niha Jeo Biden sekinî, sekin 23’yê Nîsanê bi Erdogan re bi telefonê axivî. Wateyeke wê heye. Ji ber ku Erdogan jî dixwest bi Bîden re biaxive. Biden jî dixwest ku hê zêdetir tengav bibe ku ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Di roja 23’yê Nîsanê de jî axivî, got; ‘ez li gel te me. Ez nahêlim ku tu bikeve. Ez ê alîkarî bi te bidim.’ Lê tê jî daxwazên min pêk bîn û li gorî daxwazên min tevger bikî. Dema te wisa tevger kir, di hedefa te de tesfiyekirina PKK’ û qirkirina kurdan heye, ‘ez rê didim wê. Tu dikarî bikî.’ Piştî wê telefonê û şûnde, li Zap, Metîna û Avaşîn dest bi êrîşê kir. Şer destpê kir. Eger Biden ew rê nevekirba, Erdogan û Bahçelî nedikarî êrîş bike. Ev aşkera ye. 23’yê Nîsanê çi îfade dike? Avakirina Komara Tirkiyeyê îfade dike. Komara Tirkiye ya ku heyî, di xeteriyê de ye. Biden di wê rojê de pêre axivî got; ‘ez li gel komarê me, li gel desthilata we me. Ez nahêlim ku hûn bikevin.’ Erdogan ji vir peyam girt, ji bo wê wê şevê û rojê êrîş da destpêkirin. Biden 24’ê Nîsanê jî got; ‘Em qirkirina Ermeniyan nas dikin.’ Lê vê nas dikin jî sedem, dewleta Tirkiye potansiyela xwe ya qirkirinê hene, em dixwazin pêşiya wê bigirin. Me wisa qebûl û gotiye. Wateya vê aşkera ye. Bi xwe dibêjin faşîst, diktator, qirker û potensiyela wê ya qirker jî heye, ji bo ku kurdan qir bikin jî rê vedikin. Qirkirina Ermeniyan qebûl dike, rêya qirkirina kurdan jî vedike. Vê jî balansekê çêdike, li ser kurdan. Kurdan dike qurban. Balansê çêdike ji bo berjewendiyên xwe. Ji bo wê divê gelê me jî, ermenî jî her kes jî fêm bike. Henekên xwe bi gelan dike. Qirkirinê gelan bi qirkina gelan temam dike. Qirkirina gelekê bi qirkirina geleke din vedişêre. Wisa lîstikan dike. Divê ev yek baş bê famkirin. Te rêya qirkirina kurdan vekir, tu yê Ermeniyan qebûl bike ji bo çi ye, nekî ji bo çi ye, tiştekê îfade nake, qîmet nîne. Heta te rêya qirkirina kurdan vekir, tu qirkirina Ermeniyan jî qebûl dikî. Wateya wê ev e. Ne ku tu li dijî wê disekinî. Ji xwe di axaftinê xwe de jî, yanî nabêje ‘em li dijî qirkirinê ne.’ bila hesab bide. Dibêjin; ‘me qebûl kir ku, potansiyela qirkirinê heye ku careke din çênebe’ yanî wê normal dibîne, derbas dike. Divê her kes vê bibîne. Ew êrîşa ku li Metîna, Zap û Avaşî pêk hatin, hedefê wê temamî tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina kurdan e. Cidî ye, xeter e. Li pişt wê jî sîstema kapitalîst modernîte heye, yên ku pêşengtiya wê dikin hene. Trafîkeke mezin berî wê hate pêşxistin. Di navbera Tirkiye-Îngilistan, Tirkiye-DYE, Tirkiye-Fransa, Tirkiye-Almanya, Tirkiye-Swêd, Tirkiye-Iraq, Tirkiye-Hewlêr. Di navbera DYE-Îngilistanê-Iraq û Hewlêr de civîn pêk hatin. Van hemû ew zemîn da avakirin. Li ser vî bingehî Tirkiye êrîş da destpêkirin. Ji bo wê kes deng nake. Çekên kîmyewî tê bikaranîn. Kes deng nake. Em bêjin, ew deng nakin, Iraq dibêje; ‘erda min e,’ Hewlêr dibêje; ‘Kurdistan e,’ her roj li dijî PKK’ê daxivin, biyar digirin. Lê li dijî Tirkiye naxivin û tu biryar nagirin. Tirkiye li gelek cihan qereqol çêkirine. Yanî li dijî vê rojekê daxuyaniyekê nadin. Diyar e ku bi hev re amade kirine. Ji bo wê divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistan û li derveyî welat vê rastiyê baş fam bike. Dostê gelê kurd divê vê fam bike. Hêzên sosyalîst, demokrasî, azadiyê divê vê fam bike. Dixwazin ji bo mirovahiyê hêviyê ku çêbûye, sîstema ku tê pêşxistin ji holê rakin. Bi mirovahiyê, serdemeke pir reş bidin jiyîn. Çawa sosyalîst, hêzên demokrasî, azadiya kurd vê qebûl bikin. Têkoşîna ku PKK pêş dixe, ji bo hemûyan. Divê hemû xwedî li vê têkoşînê derkevin. Nehêlin ku zeîf bibe. Dema ku zeîf bû ji bo her kesê, dîrokeke pir reş, tarî pêş dikeve. Divê her kes vê bizane. Yek jî banga min, ji bo gelê Amerîkayê ye, bo gelê Ewropa heye. Van bi navê we alîkariya Erdogan-Bahçelî dikin. Alîkariya dîktatoriya faşîst, alîkariya qirkirina gelê kurd dike. Hûn ê çawa vê qebûl bikin. Hûn nikarin van bi navê we van qirkirina pêş bixin, hûn qebûl bikin. Divê hûn li dijî vê bisekinin. Li gel PKK, li gel gelê kurd, li xwe xwedî derkevin. Ji bo ku pêşeroja we jî tarî nebe, hûn jî nebin şirîkê sûcê van dewletan. A ku ji we tê xwestin, li kurd li PKK’ê xwedî derketin û li xwe xwedî derketine. Banga min li ser vî esasî ye. Bi vê munasebetê. Em dikevin Cejna Remezanê jî. Ez cejna hemû alema îslam, misilmanan pîroz dikim. Dixwazim alema misilman û îslam li dijî desthilatiya Erdogan-Bahçelî bixekine. Ji ber ku ew li ser navê îslamyetê vê zilmê dikin, vê neheqî û vê qetlîaman dikin. Dînê îslam û her misilmanek vê zilmê û neheqiyê qebûl nake. Erdogan-Bahçelî bi navê îslamê qirkirinê kurd pêş dixe. Ji ber ku dînê îslamê tu carî vê zilmê, vê neheqiyê qebûl nake. Bi hev re jiyanê qebûl dike. Edaletê qebûl dike. Zilm, neheqî, qirkirina qet qebûl nake. Bi boneya Cejna Remezanê banga min ji bo hemû misilmanan ser wî esasî ye. Divê îslamiyet xwedî li dînê xwe derkeve. Ji bo Erdogan vî dînî gemar neke, ji ber ku gemar dike, zirarên mezin dide. Va ye li gel civakê din ên dînên din esas werdigirin, nerazîbûneke mezin çêdike. Nahêle îslameyeta rast fam bike. Ji bo wê divê pêşiya vê bigirin. Gelê kurd jî, gelekî misilman e. Li gorî olê misilman û îslamiyetê têkoşînê dike. Li dijî zilmê derdikeve. Ji bo wê ji biryarê xwe dixwaze ku alîkariyê bikin ku bikarin xwe biparêzin, pêşeroja xwe qezenc jî bikin.