Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bayindir: Berxwedana me dê heta feraseta Erdogan û Bahçelî têk diçe bidome

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” de anî ziman ku meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye û wiha got: “Berxwedana me dê heta feraseta Erdogan û Bahçelî têk dibe bidome.”

“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hate destpêkirin di roja 7’emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî armanca meşê hin nirxandinan kir.

Bayindir destnîşan kir meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye û wiha got: “Ev meş li Kurdistan û Tirkiyeyê bû wijdana mirovan. Li dijî îradeya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Lê belê em ji îradeya xwe û gelê xwe bawer dikin. Em ê vê xespa li dijî îradeyê têk bibin. Ji bo vê yekê pêk bînin jî îradeyekî mezin a me heye. Gelê me li ser piya ye û vê sepanê qebûl nake. Ev meş ji hêla diyarkirina îradeyê de gelek girîng e. Divê gelê me bi her awayî piştgiriyê bide vê meşê û xwedî lê derbikeve. Ji bo AKP-MHP’ê têk bibe, li vê derê mirovên 80 salî jî hene. Ev meş hêvî û hêza têkbirina desthilatê dide hemû gelan. Gelê kurd li ku derê be bila bibe, divê li dijî xestpkirina li îradeyê rabe ser piya. Divê em vê feraseta qeyûm têk bibin.”

Bayindir da zanîn ku tayînkirina qeyûm û xespkirina li îradeyê têkildarî pirsgirêka kurd e û wiha pê de çû: “Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze pirsgirêka kurd bi çek û şer çareser bike. Qeyûm jî parçeyekî vê polîtîkayê ye. Çavkaniya van hemû pirsgirêkan jî pirsgirêka kurd û tecrîda li dijî birêz Ocalan e. Ev karwan ji bo rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û îradeya gelê kurd pêk were dimeşe. Em pê bawer in ku dê ev meş were temamkirin. Heta encamekî bigirin em ê meşa xwe bidomînin. Têkoşîna me dê heta feraseta Erdogan û Bahçelî li Colermêrgtê têk dibe, bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar