Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bayindir: Bi milyonan kes got ‘Ocalan vîna me ye’

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku starta şerê li dijî kurdan ji Gireva Îmraliyê didin û wiha got: "Divê em li dijî faşîzm û yekperestiyê rêxistinbûyîna xwe mezin bikin. Em dikarin bi têkoşînê xetereyan bertaraf bikin.”

Hevdîtina gel a bi şîara ‘Li dijî faşîzmê em xwe birêxistin bikin’ a li Mêrsînê di roja 4’emîn de dewam kir. Şandeya ji Hevserokê Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Mûazzez Orhan û endamên partiyê pêk hat beşdarî hevdîtinê bû.

Şandeya ku bi awayekê du komî xebatên xwe li navçeya Tarsûsê dewam kir, hem bi malbatan re, hem jî bi gel re hatin gelhev. Koma ji hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir û endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD’ê Adnan Akgul pêk dihat, li Nûnertiya HDP’ê ya Fahrettîn Paşa bi gel re hatin gelhev. Di hevdîtina ku Bayindir axivî de dehan welatî beşdar bûn. Bayindir diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze pergaleke beyî kurdan ava bike û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bayindir da zanîn ku çi dema tecrîdê dikin dewrê, wê demê li dijî kurdan starta şer didin û wiha got: “Starta şer ji Îmraliyê didin. Polîtîkayên şer, li Îmraliyê dixin dewrê. Bi milyonan kesên beşdarî Newrozê bûn gotin ‘Ocalan vîna me ye.’ Gelê kurd li dijî vê zilmê têdikoşe û serî natewîne. Gelê kurd dixwaze bi têkoşîna xwe pirsgirêka kurd çareser bike. Ji bo aştiyek birûmet jî, Îmraliyê wek adres nîşan dide. Îmraliyê kîlîda çareseriyê ye.”

Greva birçîbûnê

Endanê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Adnan Akgul jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku 133 roj in bi armanca azadiya Ocalan hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Divê em daxwazên xwe yên demokratîk bînin ser ziman. Kurd bedelên mezin dan. Lê çi dibe bila bibe, teqez dê kurd bi ser bikevin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar