Bi hatina biharê re li başûrê Kurdistanê gelek kes pincar berhev dikin û gelek malbat li bazaran bi firotina pincarê debara xwe dikin
Li başûrê Kurdistanê bi hatina biharê re, welatî ji bo komkirina pincar berê xwe didin deşt û çiyan. Welatî kereng, tolik, gîroz, lûşik, soryaz, karik û gelek cûrên pincarên din kom dikin.
Ev pincar dinava bazarê de tê firotin û rastî eleqeyek mezin tê. Pincar ji bo tendirustiya mirovan jî xwedî giringiyek mezin e. Gelek kes hene diçin serê çiya yan jî dinava deştan de pincar kom dikin. Gelek welatî hene bo debara jiyana xwe pincar kom dikin. Bihatina biharê re bazara Silêmaniyê bi pincar xemiliye. SILÊMANÎ