KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Bazarên Tirkiye bi Başûr û Iraqê re

Beriya çend rojan Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan di 22’yê Tebaxê de serdana Iraq kir û paşê jî serdana başûrê Kurdistanê kir. Li gorî ku di hin dezgehên ragihandinê yên Iraqê de hate destnîşankirin ku Fîdan di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Iraqê tiştê ku dixwest bi dest nexist. Fîdan di hemû hevdîtinên xwe yên li Bexda û Hewlêrê de siyaseta şantajê ya dewleta tirk bikar anî û hem mijara ava çemên Dicle û Firatê kir bazar û hem jî petrola Iraqê ya bi riya Herêma Federal a Kurdistanê tê firotin kir mijara bazarê.

Li Bexdayê bêtir mijara ava ku Tirkiye ji ser Iraqê kêm kiriye û para wê bernade kir mijara bazarê û ji hikûmeta Iraqê xwest ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê bi fermî wekî rêxistineke terorê nas bike.

Lê Fîdan piştî ku ew nêzîkatî û germahî li ba rayedarên Iraqê nedît berê xwe da başûrê Kurdistanê û li wir bi hembêzkirin û soza berdewamkirina hevkariyê hate pêşwazîkirin.

Piştî vê pêşwaziya germ ya malbata Barzaniyan ji Hakan Fîdan re, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê dewleta tirk Alparslan Bayraktar jî serdana Hewlêrê kiribû.

Niha jî Wezîrê Bazirganiyê yê dewleta tirk Omer Polat li Bexdayê ye û wê piştre jî bi rayedarên başûrê Kurdistanê re bicive.

Wiha tê xuyakirin ku piştî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan kartên xwe yên zirt û fortan anku kartên xwe yên şantajê pêşkêşî rayedarên Iraqê û başûr Kurdistanê kirin, dê niha wezîrên dewleta tirk êdî di bin siya wan şantajan de bazarên nû bi hikûmeta Iraqê re bikin.

Rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê jî ji xwe di hevdîtina bi Hakan Fîdan re hem Nêçîrvan Barzanî û hem Mesrûr Barzanî dan xuyakirin ku ji bo berdewamkirina hevkariya bi dewleta tirk re amade ne.

Lewre ev bazarên nû wê bêtir bi hikûmeta Iraqê re bin, ji ber ku wekî dibêjin ji xwe rayedarên Başûr ji doh ve bi hevkariyê qayil in û ji zûde hevkarî qebûl kirine. Bê guman li hemberî wê hevkariyê dê rayedarên tirk hikûmeta Iraqê qayil bikin ku dîsa Tirkiye petrolê ji başûr bikire.

Di nava van bazarên qirêj de berjewendiyên dewleta tirk aşkere ne û hevkariyeke xurtir dixwaze ku di şerê bi PKK’ê re hem hikûmeta Iraqê hem ya başûr roleke aktîftir bilîzin.

Lê berjewendiya başûr û gelê başûr ji van bazaran çi ye, ew cihê pirsê ye.  Bê guman berjewendiyên rayedarên başûr ên ku dest datînin ser hemû hatinên petrolê zelal û aşkere ne. Dê şahinşahiya xwe û malbata xwe zengîntir bikin.

Lê dema mirov li berjewendiyên gelê başûrê Kurdistanê bipirse ew pirsgirekeke mezin e. Tu berjewendiyên gelê Kurdistanê di van bazarên qirêj ên bi dewleta tirk re tune ne. Berevajî wê yekê ew hevkariya bi dewleta tirk re dê dijminahiyê di navbera kurdan de kûr bike. Di demekê de ku hewcedariya hemû kurdan bi yekitiyê heye dê ev bazarên qirêj gelê kurd bêtir ji hev dûr bixe.

Nûçeyên Têkildar