Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bazên Zagrosê li ser Girê Qartal in

Girê Qartal hem ji bo artêşa tirk hem jî ji bo gerîla çepereke girîng e. Gerîlayên li vê derê piştgiriyê didin girên Mamreşo, Girê Sor û Silêman. Di heman demê de li tunelên şer ên li vê qadê berxwedaneke mezin nîşan dan

Amargî Arhat Ba |

Li her bihosta xaka Avaşînê, li ser her girî şerekî bêeman hatiye meşandin. Ji Werxelê heta bi Adilbegê, ji Mamreşo heta Qartal li her derê şopa vî şerî, çîrok, êş û serketin hene.

Li Avaşînê, di roja 7’an a êrîşê de ku 1’ê Gulana 2021’ê dest pê kir, tevî komek ji gerîla em çûbûn ser Girê Qartalê. Gerîlayên bi me re, di dema vê rêwîtiyê de qalê dikir bê çima navê vê qadê Qartal e, ji salên 1990’î û vir ve şerekî giran diqewime û pêvajoya amadekirina tunelên şer vedigotin. Hîn 10 roj di ser wê rojê re derbas nebû, Adil ê ku ji bo çalakiyê çû Mamreşo şehîd bû. Adil wiha gotibû: “Armanca vî dijminî Girê Qartal e. Ji ber vê yekê jî divê em xwe bi xurtî amade bikin.”

Gerîla Mervan jî ji me re qala dîroka Girê Qartal dikir.

Girê Qartal beriya ku ji aliyê gerîla ve bê azadkirin, girek bû ku artêşa tirk weke navenda koordîneyê bi kar dianî. Li vî girê ku ji aliyê cografîk ve dişibe baskên qertelekî, di navenda wê de jî tehtên ku dişibe serê qertal hene. Tunelên şer ên ku gerîla niha li dijî artêşa tirk a dagirker li ber xwe didin, li nava van zinaran e. Yanî di dilê Qartalê de ye.

Di nîvê destpêkê yê salên 1990’î de li vî girî şerekî giran qewimî. Ji quntarên wê heta bi ser serê gir, hîn jî şopên vî şerî hene. Fîşekên doçka yên zingargirtî, çeperên şer ên berê, parçeyên hestiyan… Her wiha parçeyên helîkopterê ku wê demê ji aliyê gerîlayên ARGK’ê ve hatin xistin. Artêşa tirk piştî kuştina bi sedan leşkeran, dema ku helîkoptera Skorsky hat xistin, têkçûyîna xwe ya li vî girî ji neçarî qebûl kir û leşkerên xwe yên mayî ji ser gir vekişand. Helîkoptera ku hat xistin jî niha bi 200 metreyî li binê tunelên şer e. Ji wê rojê ve Girê Qartal di bin parastina gerîla de ye.

Dema ku artêşa tirk 23’ê Nîsanê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, yek ji girên ku bi rola herî çalak rabû Girê Qartal bû. Ji Qartal ku li eniya herî pêş a parastina Mamreşo ye, li dijî dagirkerên li Mamreşo gelek caran çalakî hatin lidarxistin. Her wiha li gel derfetên xwe yên kêm jî ew şer koordîne kir û piştgirî da berxwedêrên li Mamreşo. Li Girê Sor û Girê Silêman jî di şer de piştevanê herî mezin Girê Qartal bû. Gerîlayên li ser Girê Qartal ji ber ku zanîbûn wê dijmin berê xwe bide wan jî, amadekariyên xwe temam kirin û li aliyê din piştgirî dan berxwedêrên li girên din ên li dijî dijmin têdikoşin.

Diyar e ji bo artêşa tirk hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve xwedî girîngiyeke mezin e ku 21’ê Cotmehê dema ku dest bi êrîşê kir, bi rengekî tund û giran êrîşî vê qadê kir, êrîşî tunelên şer ên li ser vî girî kir. Ji bo tola bi sedan kuştiyên xwe hilînin, ji bo tola helîkoptera hate xistin hilînin, çi derfet di destê wan de hebû, her wiha gazên cûrbecûr ên kîmyewî di nava çend saetan de bi kar anîn. Leşkerên tirk piştî ku xwe gihandin ser tunelên şer ên li Girê Qartal yekser dest bi bikaranîna gazên kîmyewî kir. Di roja duyemîn a şer de 17 caran gazên kîmyewî û bi jehr li dijî gerîlayên li tunelên şer ên li Girê Qartal bi kar anî. ANF / BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar