Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bê guman ev kes wê hesab bidin’

Malbatên şehîdan ên Hesekê, bertek nîşanî radestkirina gerîlayê HPG’ê Harun Elbak ku li navçeya Hezex a Şirnexê radestî dewleta tirk a dagirker hatibû kirin dan û gotin: "Bê guman ev kes wê hesab bidin."

HPG′ê di 30′yê adarê de ragihand ku gerîlayê wan ê bi navê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji hêla komeke sîxur ve rastî îxanetê hatiye û dûre wan radestî dewleta tirk hat kirin. HPG′ê bang kir ku helwesta li dijî vî kiryarî were nîşandan.

Dîmenê radestkirina gerîla Harûn Elbak di medyaya dijîtal de bi berfirehî belav bû û piştgirî bi Harûn Elbak re hat nîşandan.

Li ser mijarê malbatên şehîdan ên Hesekê diyar kirin ku kesên Harûn Elbak radestî dewleta tirk a dagirker kirine wê hesab bipirsin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/04/04/210703_-large_1.jpg

Birayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd Îsmaîl Moro, Xelîl Moro radestkirina gerîla Harûn Elbak a ji dewleta tirk re şermezar kir û wiha got: “Zarokên me yên gerîla ji salan ve ji bo parastina gelê Kurdistanê li çiyayan tê dikoşin. Em radestkirina wan qebûl nakin. Radestkirina gerîlayan xiyanetek li rêgezên welatparêziyê ye. Em ê hesab ji xayînan bipirsin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/04/04/210722_-large_2.jpg

Bavê şehîda YJA-Star Bêrîvan Dawê, Şerîf Daweh da zanîn ku radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta tirk a dagirker re asta xiyanet û bêexlaqiyê nîşanî dide û wiha domand: “Kesên  xiyanetê dikin dûrî kurdîtî û nasnameya kurdî ne. Bê guman ev kes wê hesab bidin.”

Xwişka gerîlayê HPG′ê şehîd Erdal Serêkaniyê, Îda Semo bang li gelên Kurdistanê kir ku helwesteke tund li hemberî xiyanetê nîşan bidin û got: “Em ê destê îxanetê qut bikin û zarokên xwe yên gerîla biparêzin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta tirk de pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar