Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bê hêza jinên kurd êdî pirsgirêkên gerdûnî nikare nayê çareserkirin

Komîsyona Jinan a KNK’ê daxuyaniyek da û got: “Êdî Kurdistan bi hêza jinên kurd û nirxên xwe ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar. Pirsgirêk bi hêza jinên kurd bê çareserkirin.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got: “Xwişkên me li rojhilatê Kurdistan, Belûcistan û Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ rêya siberoja xwe diyar kirin. ‘Jin jiyan azadî’ wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rewşa îro pir dişibe rewşa qonaxa îlankirina 8’ê Adara 1910’an. Amadekarî ji bo şerekî dijwar wek îro di rojevê de bû. Di demek wisa de, 8’ê Adara 1910’an ji aliyê jina şoreşger Clara Zetkîn wek roja jinên kedkar ya cîhanê hat îlankirin. Clara Zetkîn bawer dikir ku bi pêşengiya berxwedana jinan wekhevîbûna qedrê kedê di navbera jin û mêran de li hember mêtîngeriya kapîtalîzmê pêk bîne. Mixabin xeyala Clara Zetkîn û hezaran jinên şoreşger ên din, wek îro diyar dibe ku bi qasî ku tê xwestin pek nehat. 4 sal piştî îlankirina 8’ê Adarê yanî sala 1914’an şerê cîhanê yê yekemîn pek hat û milyonan mirov hatin kuştin, welat hatin têkbirin. Jin di wî şerî de du qat hatin perçiqandin. Êdî dewletên serdest herkes di bin navê neteweyetekê de mecbûrî şer kirin.

Di cîhana îro de em wekî salên di navbera 1910-14’an ber bi rewşek giran ve diçin. Bi taybet piştî şerê di navbera NATO û Rûsyayê de li ser Ukraynayê pevçûn, hevrikiya di nava dewletan de zêde û bi lez dibe. Jiyana mirovahî û xwezayê îro di bin xeteriyek mezin de ye.

Şerên  cîhanê yên 1’emîn û 2’emîn xilas bûn, lê mîrateya wan li ser Kurdistanê qet nesekinî. Hem şerê dewletên rojava û hem jî yên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê li ser Kurdistanê qet ranewestiyan. Sed sal in komkujî, talan, koçberî, asîmîlasyon li ser me kurdan hate ferzkirin. Ji bo ku koka kurdan ji bingeh de ji holê rakin siyasetek taybet ji li ser jinên kurd pêk anîn.

Ev 40 sal in li Kurdistanê rewşeke bingehîn derket holê. Di nav 30 salan de têkoşînek bê mînak ya jinên kurd jî rû da. Ev şoreş hem ji serkeftin hem jî ji binketinên berxwedan û raperînên beriya xwe, gelek ders wergirt û berdewamiya pêkanîna xeyalên hezaran şehîdên jin û mêrên Kurdistanê bû. Di asta îro de jî jiyan li Kurdistanê bê jin nameşe.

Ev hêza mezin û modern îro kurd û bi taybet jî jinên kurd gihand qada navneteweyî. Berhemên wê yên serkeftî di şerê li dijî DAIŞ’ê de di pêşengiya YPJ/YPG di sala 2013-2014’an de li rojava û başûrê Kurdistan û bi taybetî jî li êzîdxanê hêvî da kurdan û cîhanê. Cara yekemîn e ku di dîrokê de kurd wek hêza hêvî dikevin rojeva cîhanê. Heya îro jî ew hêvîbûyîna şoreşa jinên kurd berdewam e. Bi taybet rastîya jinên êzîdî nîşan dide ku jinên ku duh kole bûn, îro xwedî hêza parastinê ne. Li rojavayê Kurdistanê tevî êrîşên bê navber ên dewleta tirk, şoreş bi pêşengiya jinan bi berdêlên mezin her diçe mezintir dibe. Li bakûrê Kurdistan her çiqas rejîma dagirker û faşîst a dewleta tirk rê nade tu liv û tevgerê, berxwedan bê navber didome. Jinên kurd li hember dîktator Erdogan bi serbilindî di nav berxwedanê ne. Li başûrê Kurdistanê wek qada lîstokên siyaseta navdewletî û dagirkerên herêmî wek Tirkiye û Îranê, civaka kurd û bi taybetî jî jinên kurd di nav lêgerînên nû de ne. Jinên başûrê Kurdistanê êdî di jiyanê de nûbûyînê dixwazin.

Gel û jinên kurd xwedî li keça kurd Jîna derketin û heya niha bê navber dewleta Îranê dihejînin. Xwişkên me li rojhilatê Kurdistan, Belûcistan û Îranê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ rêya siberoja xwe diyarkirin. ‘Jin jiyan azadî’ wek berhema keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê, êdî bû malê hemû gelên Îran û cîhanê.

Pişti 113 salan îlankirina 8’ê Adarê me bi hezaran şehîdan pêvajoya ku Clara Zetkîn ji bo jinan dayî destpêkirin, bi şoreşa xwe ya kurdî pêş xist û îro di qonaxa şerê cîhanê yê 3’emîn de berhemên xwe vedigerînin ji bo jinên cîhanê. Li ser axa Kurdistan alternatîfa jinan hember serê cîhanê yê 3’emîn roj bi roj diyarker dibe. Êdî Kurdistan bi hêza jinên kurd û nirxên xwe ji bo çareseriyên pirsgirêkên gerdûnî dibe alîkar. Di vê rojê de em jinên şehîdên şoreşa wek Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi minnetdarî bi bîr tînin.

Ji bo pêşerojek azad em dibêjin her roj bi ‘jin, jiyan, azadî’ geş û xweş bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar