Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bê Rêber Ocalan aştiya herêmê nê pêkan e’

Çalakvanên Hewlêrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan piştgiriya xwe anîn ziman û gotin. “Bê azadiya Rêber Ocalan aştiya li Tirkiye û herêmê ne pêkan e û divê gelê kurd li her çar beşên Kurdistan û cîhanê piştgiriya Rêberî Apo bikin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê 1999’an de bi komployek navnetewî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji wê rojê ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Ocalan tê meşandin.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye zêdetirî 24 mehin tu agahî jê nayê girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkanî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya Pêşî Lêgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî neda.

Li gel berdewambûna kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Çalakvanên Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo kampanyayan nîşan dan û girtina Rêber Ocalan wek ne dadperweriya beramberî gelê kurd dibînin.

Çalakvanek Hewlêrê Cewher Seyda di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Ji bo avakirina aştiyê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêwîstî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd heye. Ji ber ku Rêber Ocalan kilîta aştiya li herêmê ye. Abdullah Ocalan ji bo daxwaza mafê rewa yê gelê xwe xebat dike. Ji bo bidestxistina azadiya gelê kurd têkoşiyaye, ji ber wê çend sale girtiye. Divê li ser asta navneteweyî piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin, heta ku ji girtîgehê rizgar bikin.”

Çalakvanek din ê Hewlêrê Tariq Sebah derbarê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê aştî li Tirkiye û tevahî herêmê serwer bibe, ji bo wê divê desthilatên tirk dev ji girtina serokê kurdan berde. Ji ber ku bi girtina serokan pirsgirêk çareser nabe. Li ser navê avakirina aştiyê divê li Kurdistanê û seranserê cîhanê, piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin.”

Tariq Sebah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Ocalan tenê ji ber kurdbûna xwe û daxwaza wî ya ji bo mafên gelê xwe hatiye girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar