Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bêçaretiya kîmyewî

Artêşa tirk ku nasnameya leşkerên xwe aşkera nake yên cenazeyên wan bi rojane di binê tehdan de ne û leşkerên xwe yên ku li gelî û zinarên Zapê asê mane nikare komî ser hev bike, çekên kîmyewî bi kar tîne.

Rojnamevan Amargî Arhat Ba ji qada şer a li Herêma Parastinê yên Medyayê ji ANF’ê re şerpezabûna dewleta tirk û sedema bikaranîna çekên kîmyewî nirxand. Nirxanda Amargî ya li ser şer û berxwedana Gerîlayên Azadiyê wiha ye: Şerê azadî û hebûnê yê gerîla ku li herêma Zapê li dijî dagirkerî û xiyanetê tê kirin, du mehan li pey xwe dihêle. ‘Sîleyeke nû ya Zapê’ li rûyê artêşa tirk tê xistin. Li qadên Kurojahro, Şikefta Birîndara, Çiyareş û Ertûşê têkoşîneke dîrokî tê kirin. Li aliyekî berxwedêrên tunelan ku di tunelên şer de rê nadin û giran diparêzin, li aliyê din jî tîmên nîv tevger ku ji roja destpêkê ve di bin bombardûmana giran û balafiran de bi kêliyekê jî nasekinin û çalakiyan dikin. Li aliyekî yekîneyên ku bi çalakiyên bi çekên giran leşkerên tirk poşman dikin, li aliyê din jî tîmên sûîqestê ku leşkeran şoq dikin. Bi dehan gerîlayên ku ji bo serketina vî şerî xwe feda kirine.

Di du mehên destpêkê yê şerê Zapê de tabloyeke bi vî rengî derketiye holê. Ya ku bûye sedema vê tabloyê jî bêguman biryardariya serketinê ya gerîla ye, dilsoziya bi Rêbertî û azadiyê re ye, israra li ser xeta gerîlatiya serketinê û hostatiya taktîkê ye. Di encama vê yekê de jî bi dehan helîkopter nikarin dagirkeran li qadan deynin, balafirên şer ji ber ku nikarin li gerîla bidin lewma bombardûmanê li qada Kurdistanê dikin, cenazeyên leşkeran ên nasnameya wan nehatine aşkerekirin bi binê tehtan hatine hiştin, leşkerên ku li gelî û zinarên Zapê asê mane psîkolojiya wan xera bûye…

Di destê artêşa tirk de tenê çekek maye, ew jî; çekên kîmyewî, gazên bi jehr û teqemeniyên mezin. Artêşa tirk ku par bi taybetî li herêma Avaşînê ji ber derbên dixwaz bênavber li dijî tunelên şer gazên kîmyewî bi kar dianî û exlaqên şer binpê dikir, îsal jî di vî şerê xwe yê qirêj de bi heman rê û rêbazê tevdigere.

Leşkerên artêşa tirk a dagirker îsal ji ber çalakiyên gerîla nikarin bi hêsanî xwe nêzî tunelên şer bikin. Artêşa tirk rêbazeke ku beriya niha li hemberî gerîla bi kar anî bû, careke din diceribîne. Bi balafirên şer roket û bombeyên ji gazên kîmyewî li tunelên şer dibarîne. Heta niha bi taybetî li qadên Çiyareş, Şikefta Birîndara, Şehîd Şahîn, Werxelê û Kurojahro di êrişên hewayî de bi giranî gazên kîmyewî hatin bikaranîn û hîn jî tê bikaranîn. Bi saya tedbîrên gerîla li gelek qadan pêşî li şehadetên ji ber gazên kîmyewî hate girtin. Lê belê li Çiyareş 8, li Kurojahro 5 gerîla ji ber çekên kîmyewî şehîd bûn.

Artêşa tirk ku piştî her gaveke xwe ya têkçûyî serî li teknîka NATO’yê dike, bi taybetî ji bo karibe ji sendroma li qada Zapê derkeve, ji bo hinekî moralê bide leşkerên xwe û wan bide şerkirin, her roj rêbazên nû diceribîne. Bikaranîna gazên kîmyewî jî gava herî dawî ya artêşeke li ber têkçûnê ye. Artêşa tirk ku di nava vê bêçaretiya kîmyewî de ye, li ber têkçûneke dîrokî ya li Zapê ye.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar