Dema Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di 15’ê Sibatê de ji aliyê hêzên navnetewî ve radestî Tirkiyeyê kirin, serokwezîrê dewlata tirk Bulent Ecevît anîbû ziman ku ew jî nizanin ka çima Serok Ocalan radestî wan kirine. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû 24 sal li pişt xwe hiştin. Lê di van 24 salan de hema bêje her dem komployê bi rêbaz û polîtîkayên cuda xwe nîşan da. Herî dawî Tirkiyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarên Rojava, Serêkaniyê û Girêspî kir. Bi vê êrîşî diyar kir ku ew di berdewamkirina komployê de bi îsrar e. Lê îro kêm kes û derdor bi awayekî wêrekî behsa bedela komployê dikin. Ev komployeke pir giranbuha bû û her roja ku didome giranbuhatir dibe.
Dibe ku Ecevît tênegihiştibe ka çima Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan radest kirine, lê hêzên hegemonîk baş dizanibûn û li gorî armancekê ev komplo saz kiribûn. Di komployê de rola Tirkiyeyê wekî tê zanîn ne di asta jor de bû. Heke rêxistinên îstîxbaratê yên wekî MOSSAD û CIA ne di nav kar de bûna, heke hêzên wekî NATO, YE û DYA piştgirî nedabûna vê komployê, Tirkiyeyê nikaribû tiştekî jî bike. Me dît dema ku palpişta wan generalên ku pesnê xwe bi dîlgirtina birêz Abdulah Ocalan didan ket çawa yek bi yek kelepçe li destê wan xistin û ew şandin girtîgehê. Ew burokratên wê demê çawa yeko yeko hatin tasfìyekirin tê zanîn. Tirkiye fermandarê xwe yê giştî bixwe jî xiste girtîgehê. Ev hemû bi biryara hêzên wekî NATO pêk hatin. Piştî biryara tasfiyeya Ergenekonê ya di nav artêşê de hate dayîn, leşkerên di asta generalan de hatin girtin. Hêzên navnetewî Tirkiyeyê baş dizanin, dema du caran destê xwe li pişta rayedarên tirk didin û bi çend gotinan pesnê wan didin êdî dikarin her tiştî bi wan bidin kirin. Komploya 9’ê Cotmehê jî wisa bû. Plana komployê hemû ji aliyê endamên NATO û alîgirên wê ve hatibû amadekirin. Karê pêkanîna pratîk jî dane Tirkiyeyê. Rêveberiya Tirkiye wisa hesab dikir ku dema birêz Abdulah Ocalan were bi destxistin dê her tişt safî bibe. Lê mixabin ewqas ne hêsan bû. Di berdêla radestkirina birêz Abdulah Ocalan de her dewletekê hesabek kiribû.
Rûsya di encama hevkariyê de îhaleya ‘Mavî Akim’ girt. İhaleyeke bi buhayê milyar dolaran qezenç kir. Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê (DYA) hesab dikir ku PKK’ê bîne xeta xwe û wekî hêzeke kêrhatî bi kar bîne. Ji aliyê din ve DYA’yê Tirkiye ji xwe re wekî baregeha destwerdana rojhilata-navîn didît. Ji ber radestkirina birêz Abdulah Ocalan Tirkiye deyndar bû. Lewma Tirkiye mecbûr bû xwestekên DYA bi cih bîne. Dema ku hate dîtin desthilata DSP-ANAP-MHP nikare xwestekan bi cih bîne, Erdogan û AKP derxistin pêş. Erdogan ligel ku tu peywira wî tune bû jî berî hilbijartinan bi çend mehan bi balafira fermî çû DYA’yê û bi rayedaran re hevdîtin kirin. Serokê Lîjneya Polîtîkayên Parastinê yê DYA’yê Richard Perle wiha behsa wê hevdîtinê dike: “Min serokwezîr beriya niha bi salek û nîv (nîvê sala 2002’yan) nas kir. Dostê min Cuneyt (Cuneyt Zapsu) telefonî min kir û pirs kir ka ez dixwazim bi kesekî dibe ku di pêşerojê de bibe serokwezîr re danasînê bikim an na. Min jî got, ‘helbet dixwazim’. Ji vê axaftinê jî diyar dibe ka pêşiya AKP’ê çawa vebû. AKP di hilbijartinên 2002’yan de bi ser ket û ev bîst sal in desthilat e. Dî van bîst salan de rola rêvebirin û berdewama komplo dane Erdogan û hempayên wî.
Di 2002’yan de yek ji sedema sereke ya ku desthilat hilweşand krîza aborî bû. Wisa didan xuyakirin lê kesî sedema krîza aborî nedipirsî. Çima ligel ewqas dahat û bacan kriz derdiket? Hem şer sekinîbû hem jî ‘teror’ xelas bûbû. Lê çawa çêdibû? Têkiliya krîzê bi komployê re hebû. Tirkiyeyê gelek tawîz dabûn. Aboriya wê jî ketibû destê rêxistinên navnetewî. Wekî dema Osmaniyan ku dewletên ewrûpî dest danîn ser maliyeya wê (Duyun-u Umumiye, lîjneya kontrolkirina dahat û lêçûnan bû) bi heman şêweyî xwediyê deynan ambargo danîn ser maliyeya Tirkiyeyê.(Heya demeke nêz jî İŞ ÎMF’ê aborîya Tirkiyeyê kontrol dikir. Van demê dawî de jî tê gotin ku Tirkiye neçar e seri li ÎMF bide.) Komplo û şerê li dijî gelê kurd hatibû meşandin zêde bimesref bû. Pere têrê nedikir. Lewma deyn distand û dema nedikarî deynan bide dewletan dest datanî ser çavkaniyên wê. Îro jî di demeke wisa bi krîz de derbas dibin. Tecrît her ku giran dibe krîza aborî jî kûr dibe. Deynê dewleta Tirkiyeyê zêdetirî 500 milyar dolar e. Li gorî daneyan Tirkiye di cîhanê de yek ji dewletên ku baca herî zêde digire ye. Mixabin dîsa jî têr nake. Gelo sedema vê çi ye? Têkiliya wê bi komplo û girankirina tecrîdê re heye yan na?
Li gorî aborînasan ji bo ku bazar (piyase) baş bixebite yek ji xalên sereke krîtera demokrasiyê ye. Xaleke din jî pêkanîna hiqûqê ye. Ev her du xal grîng in. A yekemîn divê herhes bi rihetî dikaribe li gorî fikr û ramana xwe dezgeh û saziyên xwe ava bike û li gorî xwesteka xwe, xwe bi rê ve bibe. Ya duyemîn jî lazim e hiqûq li gorî krîterên demokrasiyê ji hemû kesan bi heman awayî pêk werin. Lê bes dema li holê komplo hebe ev her du xal jî ne gengaz e behsa wan were kirin. Şêwaza komployê bixwe dijberî demokrasî û hiqûqê ye. Jixwe ji ber ku ev şêwaz derveyî hiqûqê ye navê komplo lê tê kirin. Tirkiyeyê ji bo ku Birêz Abdulah Ocalan radestî wê bikin ev her du xal dane aliyekî. Piştre jî bi berdewama komployê û girankirina tecrîdê hiqûqê xwe yî heyî jî da aliyekî. Pergala ku li girava Îmraliyê hate avakirin hêdî hêdî li hemû derdoran belav bû.
Di demokrasiyê de tu nikarî tenê ji bo yek kesî pergalekê bidî avakirin. Dema hate avakirin ew wekî prototîp tê dîtin û li gorî xwestekan belav dibe. Ango heya ku di pergala demokrasiyê de kunek hebe, heya di hiqûq de nêzîkatiya li gorî kesan hebe misogeriya tu kes û derdoran tune ku rastî neheqiyê neyê. Rewşa îro em dijîn jî heman tişt e. Ji ber ku dewletê xwest kiryarên dij-demokrasiyê û dij-hiqûq li hemberî Birêz Abdulah Ocalan û gelê kurd rewa bike, niha kes, şîrket, komel, partî, wakif û hw. kiryarên xwe yên qirêj di wê çerçoveyê de dinirxînin û dixwazin dewlet çavê xwe li wan bigire û dewlet jî wisa dike. Bi vî awayî di nav dewletê de çetebûyîn, mafyabûyîn pêş dikeve. Li cihekî wisa jî ne aboriya civakî, aboriya talankirinê saz dibe. Bi sedan rêxistin bi îddîaya ku dijberî tevgera azadiya gelê kurd in bi buhayên zêde îhaleyan digirin. Dema mijar dibe dijberiya birêz Abdulah Ocalan û gelê kurd dewlet li hemberî pêkutîyan bêdeng dimîne. Heman tişt ji bo dewletan jî derbasdar e. Têkiliya Tirkiyeyê a bi dewletan re hema bêje hemû di çarçoveya dijberîya kurdan de ye û li ser krîterên dij-demokrasiyê ye. Çawa ku di hundir de bi dezgeh û saziyên dij-demokrasiyê re kar dike li derve jî herî zêde bi dewletên dij-demokrasiyê re bazarê dike.
Hêj bi awayekî rêkûpêk maliyeya komployê nehatiye hesabkirin. Tu zanîngeha bandora komployê ya li ser civakê danehurandiye. Tu enstîtuyan têkiliya berdewama komployê û girankirina tecrîdê bi çetebûyîn û mafyabûyînê re lêkolîn nekiriye. Mesele tenê demên ku hevdîtin bi birêz Abdulah Ocalan re hatine kirin û hêviya çareseriyê çêbûye were dahurandin dê rewş hinek zelaltir were fêmkirin.
Dema birêz Abdulah Ocalan hate radestkirin ji bo rewşeke pir xerab çênebe birêz Abdulah Ocalan kete nav hewldanan. Di encama hewldanê wî de Tirkiyeyê krîza aborî ya 2002’yan bi selametî derbas kir. Lê mixabin dewletê bi konsepta tasfîyekirina PKK’ê û girankirina tecrîdê bersiv da. Li hemberî polîtîkayên dewletê PKK’ê di 1’ê Hezarana 2004’an de dawî li agirbestê anî û şer dest pê kir. Desthilata AKP’ê jî wekî desthilatên berê kete nav hewldanên tunekirinê. Dema dît ku nikare tune bike jî bi awayekî pragmatîk nêzî meselê bû û xwest ji bo berjewndiyên xwe bi kar bîne. Lewma ji ber ku çareseriyeke mayînde pêş neket mesele zêdetir kûr bû û girêk zêdetir asê bû.
Di hilbijartinên 2009’an de kurdan zêdetirî sed şaredarî qezenç kirin. Lê bersiva dewletê bi navê operasyonên KCK’ê çêbû. Bi dehhezaran kes hatin girtin. Şer gur bû. Pêvajo xitimî. Di 2012’an de li zîndanan greva birçîbûnê ya mezin dest pê kir. Gel li derdora çalakiyan bû xelek. Dewlet mecbûr ma biçe cem birêz Abdulah Ocalan. Bi hevdîtinan re pêvajoyeke nû dest pê kir. Vê carê ji her demê zêdetir hêviya çareseriyê çêbû. Li Tirkiyeyê hewayeke aram ava bû. Ji aliyê aboriyê ve jî dema herî xurt bû. Lê mixabin niha baştir tê fêmkirin ku AKP ji bo ku hewa ‘bihara ereban’ serwer nebe heya demekê ji vê pêvajoyê re bêdeng ma. Ji aliyekî ve wekî dixwest pirsgirêka li bakur çareser bike xuya bike lê ji aliyê din ve çeteyên li başûr û rojava destek dikirin. Piştigiriya daîşê kir û berê wan da ser Kobanî. Dema Kobanî li ber xwe dida, Erdogan di axaftineke xwe de anî ziman ku “Kobanî ha ket ha ket”. Bi vê axaftinê armanca xwe ya esas eşkere kir. Piştre bi amadekirina plansaziya çalakiya daxistinê kete nav hewldana tunekirinê. Di 2015’an de hevdîtinên bi birêz Abdulah Ocalan re qut kirin û şerekî nû da destpêkirin. Ji bo berdewamîya desthilata xwe her şêwe polîtîkayên qirêj meşandin. Li bajaran bi destê DAIŞ’ê bombe hatin teqandin. Di van teqînan de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bajar dane ber tank û topan. Di şerê nav bajêr de balafir hatin bikaranîn. Bi dehan însan bi saxî hatin şewitandin. Bi hezaran girtin çêbûn. Rewş ji bîst sal berê xerabtir bû.
Di 2016’an de bi hinceta hewldana darbeyê desthilata AKP’ê bi MHP’ê re bû yek û çi tiştê li ser navê demokrasî û hiqûq hebe ji holê rakir. Bi avakirina bloqa AKP-MHP’ê tecrîd girantir bû û ji her demê zêdetir sirayetî nav civakê kir. Bê hiqûqî û dijberiya demokrasiyê krîza siyasî, aborî û civakî kûr kir. Niha zêdetir krîza aborî derdikeve pêş. Lê her roj mirov xwe dikujin, bûyerên tecawizê hezar qat zêde bûn, tehamula li hemberî fikrên cuda hatiye asta herî jêr, sextekarî û bê wijdanî derketiye asta herî jor. Roj tune ku hinek malbata xwe komple nekujin û dawî li jiyana xwe neyînin. Têkilîya van hemûyan bi şerê ku dewlet li hemberî kurdan dimeşîne re heye. Dewlet ji bo di vî şerî de bi ser bikeve tecrîdê giran dike. Lê her ku tecrîd giran dibe demokrasî darbe dixwe. Aborî darve dixwe. Hiqûq darbe dixwe. Tevahiya civakê darbe dixwe.
Erdogan di 2015’an de piştî mutabakata dolbahçe red kir got ku wan pêvajoya çareseriyê xistine sarincê û cemidandine. Ji wê rojê heya îro ew û wezîrên xwe di her derfetê de tînin ziman ku pirsgirêka kurd ji bo wan xelas bûye. Lê mixabin a ku xelas dibe ne pirsgirêka kurd e desthilata AKP-MHP’ê bixwe ye. Ya xelas dibe ne têkoşîna gelê kurd e faşîzm bixwe ye. Kurd û pirsgirêka demokrasiyê heqîqeta vê erdnîgariyê ye. Bi komployan heqîqet tune nabe. Tenê bedel giran dibe. Ji bo carek din heqîqet diyar bibe bedelên giran têne dayîn. Heke hinek îdia bikin ku bedela wê tenê kurd dikşînin ne rast e. Bedela komployê gel hemû dikşînin. Îro di zêdebûna buhayê tiştan de bedela komployê heye. Di xizaniyê de bedela komployê heye. Di wendahiya hezaran canan de bedela komployê heye.
Dema parlementerê HDP’ê Sirri Sureya Onder di Newroza Amedê de dest bi xwendina nameya birêz Abdulah Ocalan kir şewqa rojê di pişt ewran de xwe da der. Li ser vê rewşê Onder got “Bi bihîstina navê birêz Abdulah Ocalan roj derket, dê îca ka bifkirin dema azad bibe dê çawa be.” Berdewama komplo û girankirina tecrîda li Îmrali’yê ewrên li ser welat tarîtir dike. Ji bo ewr belav bibin û her tişt zelal bibe yekane rê azadiya fîzîkî ya birêz Abdulah Ocalan e.