PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bedena xwe bi agirê Newrozê xemilandin

Rindêxan |

Li gorî efsaneyeke civakî ku di roja me ya îro de jî xwedî wateyekê ye, 4 perperok raza agirê meraq dikin û biryar didin ku fêrî raza agirî bibin. Perperokên ku biryar didin fêrî raza êgir bibin, ji bo wê jî rojê carekê, ji wan perperokek xwe nêzî agir dike. Perperoka yekem, hinek dûr li ser agir difire, dibîne ku ji agir çirûsk derdikevin û dibêje ‘Agir ew tişte e ku çirûskê belav dike. Perperoka duyem hinek din nêzî agir dibe, dibîne agir germahiyê dide û dibêje ‘Agir tiştekî germ e’. Perperoka sêyem jî li ser alava agir difire û germahiya agir di perikên xwe de hîs dike û li ser vê yekê ji hevalên xwe re dibêje ‘Agir disoje’. Perperoka çarem ku ji tecrûbeyên her sê perperokan tatmîn nabe û teqez dixwaze raza agir fêr bibe, dest bi firînê dike û piştî çend tûran li ser agir dizivire, xwe diavêje nav agir û digihêje raza agir.

Ev efsaneya ku li ser perperokan tê gotin di roja me de behsa heqîqeta rastiya jinên kurd dike. Gelek jinên kurd ji bo gihiştina heqîqetê xwe diavêjin nav agir û dibin yek ji parçeyekê êgir. Mînaka herî şênber ku jin bi êgir re gihiştine heqîqetê Newroz e.

Newroza ku di nav gelê Rojhilata Navîn de hatina biharê derdibire, di nav gelê kurd de tê wateya serhildan û azadî yê. Agirê Newrozê ku B.Z. di sala 612’yan de li dijî zilma Dehaq wek serhildana Kawayê Hesinkar tê zanîn, bi hezaran sal in ji aliyê gelê kurd ve, bi taybetî jinên kurd ve wek roja serhildan û gihiştina heqîqetê tê pîrozkirin.

Roja Newrozê gelek jinên kurd (piştî yek ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan ku di zindanan Amedê de roja Newrozê gihişt şahadetê) ji bo gihiştina heqîqetê bedena xwe bi agirê Newrozê xemilandin û bûn meşaleya azadiyê. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bedriye Yildiz (Ronahî), Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), Sema Yuce û Elefteriaya ji wan jinan in ku bi agirê Newrozê gihiştin heqîqetê.

Zekiye Alkan

Di sala 1990’î de têkoşîna azadiyê gihiştibû lûtkeyê, Zekiye Alkan li ser Sûra Amedê bedena xwe da ber agir û di vê rêyê de bû jina yekem a ji agir. Ji aliyê din ve gotina Alkan a ‘Newroz ne bi êzingan bi bedena mirovan tê pêxistin’ êdî ji bo kurd û jinên kurdan bûbû manîfesto.

Rahşan Demîrel

Di sala 1992’an de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd konsepta îmhayê ketibû dewreyê. Di heman salê de di Newroza Cizîr û Nisêbînê de qetlîam pêk hatibû. Li dijî hemû van qetlîaman li Kadîfekaleya Îzmîrê Rahşan Demîrel (17) roja Newrozê bi gotina ‘Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ji Mêrdîn, Cizîr û Nîsêbînê re bibim bersiv’ bedena xwe da ber agir. Demîrel xwest bi agirê bedena xwe ji dîroka reş a gelê kurd re bibe ronahî.

Ronahî û Bêrîvan

Di sala 1994’an de li bajarê Mannheimê ya Almanyayê du jinên kurd Bedriye Yildiz (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) ji bo şermezarkirina polîtîkayên îmhayê ya dewleta tirk a li Kurdistanê û polîtîkayên dewleta alman a li hemberî kurdan û qedexekirina Newrozê, bi hev re bedena xwe didin ber agir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vê çalakiyê wek çalakiya azadiyê pênase dike, di nirxandina xwe de destnîşan dike ku ‘Ger azadî tiştekî hêsan bûya dê Ronahî û Bêrîvan bedena xwe nedana ber agir’.

Sema Yuce

Sema Yuce di sala 1971’an de li gundê Aşagi Kargali ya girêdayê navçeya Tutaxê ya Agiriyê tê dinê. Yuce li Enqereyê di salên zanîngehê de Tevgera Azadiyê nas dike û li Mêrdînê tev li refên PKK’ê dibe. Yuce ji bo perwerdeyê derbasî Sûriyeyê dibe û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdehiyê dibîne, di sala 1992’yan de piştî perwerdeyê berê xwe dide Herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê. Lê piştî demeke kurt di encama îxbarekê tê girtin.

Sema Yuce ku têkoşîna xwe ya azadiyê li zindanê jî didomîne, di Newroza 1998’an de bedena xwe dide ber agir. Yuce di nameyê ku li dû xwe dihêlê de jî vî tiştî dibêje: “Bi hiş, dil û bedena xwe dixwazim di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de pireke ava bikim. Ji bo bibim xwendekareke baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan, divê wekî Zekiye bişewitim û wekî Rahşan bibim Newroz. Divê em li ser rêya şehîdên me yên ku bûne Newroz bimeşin.” Bi van gotinan Yuce baweriya xwe ya bi jinan tîne ziman.

Elefteria

Jina enternasyonalîst a yewnanî Elefteria Fortulakî di 24’ê Adara 2006’an de hîn 23 salî bû bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteria ku dayika du zarokan bû, di nameya li dû xwe hiştibû de wiha digot: “Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Zimanê yewnanî pir hez dikim lê kurdî jî wek zimanê xwe yê zikmakî pir hez dikim. Dayika min digot xwişk û biratiya gelan tişteke gelek xweş e. Gelê kurd ji bo xwişk û biratiya gelan têdikoşe. Ez jî îsal wek Zekiya Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryardariya wan hêz da gelê kurd û Kurdistanî.”

Bêrîvana Cizîrî

Ji aliyê din ve dema behsa Newrozê tê kirin, yekser ew dîmenên pîrozbahiya Newroza 1992’yan ên Cizîrê û pêşenga wê Bêrîvana Cizîrê tê hişê mirovan. Di Newroza sala 92’an a Cizîrê de tevî komkujiya dewletê jî Bêrîvanê pêşengtî ji girseyê re kir; nîşanî gelê kurd, hêzên dagirker û hemû cîhanê da ku Newroz wek Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan bi serîrakirin û berxwedanê tê pîrozkirin. Piştî wê êdî Newroz her tim li Botanê û her dera Kurdistanê bi ruhê serhildanê hat pîrozkirin û hê jî bi heman ruhî tê pîrozkirin.

Hêza serîrakirinê

Ev jinên ku bi agirê bedena xwe Newrozê geş kirin û wek 4 perperokan gihiştin raza heqîqetê, di roja me ya îro de jî ji jinên kurd û Kurdistanî re, her wiha ji jinên enternasyonalîst re dibin hêza serîrakirinê.

Efsaneya Newrozê ku ji Kawayê Hesinkar hat dewrgirtin, di salên 80’î de li zindana Amedê geş bû û di bedenên jinan de gihişt heqîqetê. Ruh û heqîqeta Newrozê îro ji Bakur heta Başûr, ji Rojava heta Rojhilat tê geşkirin. Jinên ku dixwestin bigihêjin heqîqetê bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin û bi xwe bûn Newroz.

Gelê Newrozê

Dê îsal gelê kurd û kurdistanî bi heman ruh û heqîqetê û her wiha bi daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku gelê kurd kiriye gelê Newrozê û hemû nirxên neteweyî, civakî û çandî derxistiye holê, dakevin qadan. Dê kurd bi ruhê serkeftina Garê ku xweziyên dagirkerên li ser axa Kurdistanê di gewriya wan de hişt, Newrozê pîroz bikin.

Ji niha ve Newroz li Rêberê Gelan Serok Apo, şehîdên azadiyên ku me gihandin van rojan, gelê kurd û şervanên ku li çeperan derbên giran li dijmin dixin, pîroz be…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar