Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bêdengî dikuje

Bila gelê kurd zilmê nekişîne. Bila kes neyê êşandin û bila tu êş weke êşa kurdan giran nebe êdî. Bila hemû civakên ku li ser rûyê dinê tên bişaftin û tunekirin azad bibin. Bila aştiyek çêbibe. Bila PKK bibe ramana me ya jiyanê…(24.03.2017 – Girtîgeha Şakranê)

Ev hevokên jor ji rojnivîska Garîbe Gezer in. Garîbe ji bo jinayek azad, jinên azad, civaka azad û axa azad têkoşiya. Têkoşîna wê, êşa wê, hêrsa wê ji bo vê yekê bû. Gelo çiqas ev hêrs, êş, têkoşîna wê me bihîst. Çima herdem li dû mirinê em xwe lêpirsîn dikin, çima beriya ew dengê qêrîna mirovan, êşa mirovan nayê me? Çima em wek civak ewqas bê hêst bûne?

Garîbe Gezer çend meh berê bi rêya malbat û parêzerên xwe rewşa xwe ya girtîgehê anîbû ziman. Herî dawî bûyera îşkence tacîz û tecawizê bi rêya çapemeniyê hatibû weşandin. Bi nameyên ku ji malbata xwe re şandibû rewşa tê de bû anibû ziman. Dema vê yekê kiribû cezayên hucrê lê hatibû zêdekirin.

Li girtîgehan bi hezaran girtiyên weke Garîbe yên siyasî hene, tecrîdeke giran li ser wan heye û rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe û nayên dermankirin. Em hemû jî polîtikayên desthilatdariya AKP-MHP’ê  ya dijminatiya kurdan ji nêz ve dizanin û dişopînin lê li hemberê vê yekê em çiqas bi hestiyar in, em çi dikin, em çiqas dibin deng, divê em van pirsan ji xwe bikin.

Mixabin em kurd weke ku komkujî, koletî, kuştin, îşkence, tacîz û tecawiz qedera me be tevdigerin. Em xemsar in û ev xemsariya me dibe sedem ku jinên weke Garîbe Gezer bi plankirî werin kuştin.

Garîbe Gezer di 9‘ê Kanûna 2021’an de li girtîgeha Kandiraya Koceliyê di hucreya ku tê de dima de jiyana xwe ji dest da. Em hemû jî dizanin kujer dewlet e, her roj li cîhanê 137 jin ji hêla mêran ve tên kuştin. Rojane jin di otobûsan de, li kolanan, li malê, li her devera ku lê ne bi tundiyê re rû bi rû dimînin.

Dewleta tirk jî ev sed sal in her cûre rêbazên şerê taybet li dijî gelê kurd bikar tîne. Ji valakirina gundan bigire heta xizanî, zext, komkujî, binçavkirinê bikar aniye. Ji bo ku civaka kurd teslîm bigire her awayî destdirêjî, fihûş, sîxurkirinê û tîryakê weke şerê taybet li hemberê civakê bikar tîne.

Dewlet di şexsê jinan de civaka kurd, gelê kurd tune dike. Bi giştî li hemû Kurdistanê bi taybet li bakurê Kurdistanê êrîşeke mezin li ser jinan heye. Bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê civak bi pergaleke faşîst re rû bi rû ye ku her cûre biryaran li ser jiyana jinan dide.

Ji windakirina Gulistan Dokû bigire heta bûyera Îpek Er ev hemû parçeyek ji plana qirêj a dewleta tirk a dagirker e. Li gelek bajarên Kurdistanê bi destê çeteyên fihûşê ciwanên kurd tên xapandin, bi rêya şantaj û destavêtinê tên tehdîdkirin an jî ji jiyanê tên qetandin.

Li hemberî vê şerê qirêj divê em zêdetir li civaka xwe û nirxên xwe xwedi derkevin û bi rêxistinkirî û dengeke bilind li hemberî vê desthilatdariya faşîst têbikoşin.

Nûçeyên Têkildar