Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

“Bêdengî ji hevkariyê tê”

Walîtiya Silêmaniyê û rêveberiya Asayîşê ku di ber ewlehî û aramiya hemû welatiyên li sînorê Silêmaniyê niştecihin de berpirsyarin, tevî ku hefteyeke li ser êrîşa dijî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku di encamê de Hûseyîn Arasan çêbûye jî agahî nedan e.  

Hûseyîn Arasan ê ji ber zext û zora dewleta tirk û xebatên xwe yên siyasî neçar ma bû bakurê Kurdistanê terk bike û derkeve derveyî welat, di sala 2021’an de biryara vegera welat dide û tê herêma başûrê Kurdistanê. Ji sala 2021’an ve li herêma başûrê Kurdistanê bi awayeke fermî niştecih dibe û îqameya herêma başûrê Kurdistanê digire. Her wiha dibe endamê saziyeke fermî ya weke Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku beşeke mezin a karker, welatparêz û çalakvanên siyasî yên bakurê Kurdistanê li dora xwe komkiriye.

Herêma Kurdistanê ji bo Arasan jî nebû ciheke bi ewle

Arasan ji ber têkoşîna ji bo doza kurd a rewa li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dide timî dibe hedefa dewleta tirk û bi giştî 16 sal di girtîgehên dewleta tirk de diraze. Tevî hemû zext û tehdîtan jî tu carî dest ji têkoşîna rewa ya kurd a ji bo azadî û demokrasiyê bernade û li her qada ku diçiyê ji bo doza siyasî ya kurd têkoşîna xwe didomîne. Tevî ku derbasê Ewropayê (Yewnan) dibe jî lê naxwaze li wir bimîne û berê xwe dide başûrê Kurdistanê.

Bi awayeke fermî tetîkkêş û yên li pişt tetîkkêşan tên veşartin

Ji ber kujerê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Zekî Çelebî ne hatin girtin û eşkerekirin, 9’ê Hezîranê êrîşa duyemîn dijî endamên komeleyê pêkhat û Arasan şehîdbû. Beriya Çelebî Ferhat Bariş Kondu yê ji bakurê Kurdistanê jî li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî ya MİT pêkhatibû û giran birîndardar bûbû. Her wiha Yasîn Bûlût, Mamoste Şemal (Sûheyl Xûrşît) û akademîsyen Nagîhan Akarsel li parêzgeha Silêmaniyê di encama êrîşên MİT’a tirk de şehîdbûbûn. Lê heya niha kujer yan ne hatine binçavkirin, eger hinek hatibin binçavkirin jî ne hatine dadgehîkirin û ji raya giştî re ne hatine eşkerekirin.

Dezgehên eleqeder bêdengin û ji daxûyanî dayînê direvin

Li gel îdareya Silêmaniyê, Encûmena Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê û rêveberiya wê ya Siyasî, NY ku ji penaberên siyasî berpirsyariye tevî ku hefteyeke li ser bûyerê re derbasbûye jî ti helwestek nîşan nedane û bêdengiya van saziyên peywendîdar dibin sedema berdewambûna êrîş li ser welatparêz û siyasetmedarên kurd.  Roja çarşemê waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebobekir di daxûyaniyeke çapemeniyê de li ser pirsgirêka geştên hewayî yên ji bo Tirkiyeyê jî gotibû ew li hewldan de ne pirsgirêkê li gel dewleta tirk çareser bikin û tevî hîn çend roj li ser êrîşa çekdarî ya dijî Arasan re derbasbûye jî îdia kir Silêmanî, ‘Arame’!

Bangên li rêveberiya siyasî û ewlehî ya Silêmaniyê bê bersiv man

Malbata Arasan, Komeleya Mezopotamyayê, Navend û Nûnertiya HDP’ê û Komîteya Peywendiyên Derve ya KCK’ê banga aşkerekirina kujeran û hêzên li pişt wan li îdareya siyasî û ewlehî ya Silêmaniyê û herêma başûrê Kurdistanê kirin, lê ev bangawazî bê bersiv man.

Ya balkêş ewe ku êrîşek li Mexmûr, Şengal anjî devereke din a herêma başûrê Kurdistanê dema bi rêya balafira bêmirov çêdibe, dezgeha ku bi nav “Encûmena Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê” yekser daxûyanî dide, lê hefteyeke yek gotin jî li ser bûyerê negotiye!

Bêdengiya dezgehên peywendîdar yên îdarî û ewlehî guman çêdike

Ev bêdengiya heyî gumana, şîroveyên weke, “Bêdengî ji hevkariyê tê”, dîsa bi awayeke mafdar pirsên wekî “Tirsa wan ji çiye tu daxûyaniyek  dan”, “Hewl didin ji raya giştî çi veşêrin”, “Gelo hevkariyeke veşartî bi van êrîşkaran re heye” û gelek pirsên din yên wekî vê di serê raya giştî û çapemeniyê de çêdibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar