Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bêdengî me ditirsîne’

Malbatên girtiyên nexweş 143 roj in çalakiya “Nobeda Edaletê” li Amedê berdewam dikin. Malbatan li gel nûnerên rêxistinên civakî li ber deriyê Edliyeya Amedê kom bûn. Ji saziyan TUAY-DER, MED-TUHAD-FED, MED-DER, DBP, OHD, HDP û Komeleya Rosayê  tev li çalakiyê bûn. Polîsan nehişt nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bibin.

Ji malbatan dayika Nûray Aba ya ku neviyê wê  Dogan Beyaz di Girtîgeha Trabzonê de anî ziman ku ew dayika aştiyê ye û demek dirêj e li benda edaletê ye. Piştre keça Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî hîsê xwe anî ziman û wiha got: “Bertekê me, hêrs û tirsa me her diçe zêdetir dibe. Bêdengiya civakê, partiyên siyasî û Wezaretê Dadê me ditirsîne. Îro Mehmet Sevînç ê 30 salin girtiye li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê jiyana xwe jî dest da.”

Herdem Merwanî destnîşan kir ku dê rojekê teqez edaletê cihê xwe bibîne û wiha got: “Lê bila edalet zû bê. Em dixwazin ku li vir peyamekê bidin civakê. Dibe ku hejmara me malbatan hindik be. Lê em kesek jî bimînin em ê li girtiyên nexweş xwedî derkevin. Îro jî ber mirina girtiyekî em dişînê de ne. Em dixwazin hemû kes vê şînê hîs bike. Em ê qet fêrî mirinê nebin. Em ê her tim jiyanê biparêzen.”

Herî dawî xwişka Abdulselam Guler Încî Guler axivî û got: “Her roj girtiyek jiyana xwe ji dest dide. Em dixwazin girtî jiyana xwe ji dest nedin û rewşa girtiyên nexweş têxin rojeva xwe. Li hemberî daxwazên me bêdeng nemînin.”

Piştre malbat û koma ku polîsan ew asteng kirin, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana zîndanan” û “Heq, hiqûq, edalet” dawî li çalakiyê anîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar