Welatiyên Amedê têkildarî grevên birçîbûnê axivîn û diyar kirin ku beriya ku mirin zêdetirk pêk werin divê tecrîd bi dawî bibe. Mele Emîn jî da zanîn ku hemû kes berpirsê mirinên di girtîgehan de rû didin e, yên kesên ku ji xwe re dibêje ez misilmanim dengê xwe dernaxe û got ku bêdengî ne misilmantî ye minafiqtî ye
Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Têkildarî greva girtiyan welatiyên Amedê axivîn û diyar kirin ku beriya cenaze ji girtîgehan derkevin divê hemû kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne û xwedistin tecrîd bi dawî bibe.
Welatiyê bi navê Yûsûf Demîr anî ziman ku ji ber polîtîkayên ne çareserkirina pirsgirêka kurd grevên birçîbûnê dest pê kirin û wiha got: “Ev 4 meh in grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan berdewam dikin. Zilma îro ya li ser civakê serdema 12’yê Îlonê tîne bîra me. Tu xirabî bi ser nakeve û di dawiya dawî de, dê li xwediyê xwe vegere. Kenan Evren jî berê wiha kir. Mirovan wê demê jî, li dijî zilmê ji bo jiyanek birûmet dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bûyerên dûre hatin jiyîn hemû kes dizanin. Kesek jiyanek bê rûmet qebûl nake. Bila kes vê yekê li ser me ferz neke.”
Behrî Bîlen da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demek dirêj e dibin tecrîdek girankirî de ye û ev tişt anî ziman: “Ev demek dirêj e kurd li çar parçeyan dibin tecrîdê de ne. Leyla Guven bi berxwedana xwe pêşengtiya gel dike. Îro 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne û rewşa tenduristiya wan pir krîtîk bûye. Divê hemû kes xwedî grevên birçûbûnê derkevin. Birêz Ocalan tenê ji bo kurdan pêşengtiyê neke, ji bo hemû gelên bindest pêşengtiyê dike.”
‘Hemû mirov berpirsê mirinan in’
Welatiyê 64 salî Emîn ê berê melatî kirî û nexwest paşnavê xwe bide jî wiha axivî: “Di bingeha hemû pirsgirêkên da bêhiqûqî û bêedaletî heye. Li cihê ku hiqûq û edalet lê hebe, pirsgirêk dernakevin. Ji krîza aborî bigirin, heya nelirêtî, şer û grevên birçîbûnê, hemû bingeha xwe ji bêedaletî û bêhiqûqiyê digirin. Berî her tiştî divê em pirsa gelo çima evqas kes di girtîgehan de ne, bikin. Hemû kes berpirsê mirinên di girtîgehan de rû bidine. Li hemberî mirinan bêdeng mayîn, gunek mezin e û di axirêtê de hesabê vê tê pirsîn. Îro hemû kesên dibin ez misilman im, yek ji wan jî dengê xwe dernaxin. Ji ber ku ew aştî û yekitiyê naxwazin. Ev ne misilmantiye, minafiqtiye.”
Cihê ku lê tirs hebe tecrîd jî heye
Engîn Kosê bal kişand ser krîtîkbûna grevên birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Êdî fikarên me hene ku mirin pêk werin. Îro tecrîd li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Derve jî veguheriye girtîgehê. Azadî tuneye. Li cihên ku lê tirs hebe, li wê derê tecrîd heye. Îtîrazek herî biçûk jî terorîze dikin. Em ji wan tu xelatan naxwazin, em tenê dixwazin hiqûqên xwe bi cih bînin. Dixwazim demildest tecrîd rabe.”
Kes guh nade daxwazên girtiyan
Jina bi navê Nazîme Çekir got ku êdî bes e, zarokên wan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin û û wiha domand: “Îro bi hezaran ciwanên me di zindanan de ne. Ji bo ku tecrîd rabe di çalakiyê de ne. Leyla Guven parlementereke û êdî rewşa wê giran dibe. Lê kes guh nade daxwaza wê.”
Unzîle Barût jî dest nîşan kir ku divê rayedarên hikumetê tecrîdê rakin û wiha got: “Kurd daxwaza aştî û wekheviyê dikin. Em hêvî dikin ku ji girtîgehan mirin dernekevin. Dayikên kurd li ser vê axê gelek zarokên xwe winda kirin. Ji bo ku kesek tenê jî jiyana xwe ji dest nede, divê tecrîd rabe. Em naxwazin êşên mezintir bijîn. Bila êdî ev êş ji holê rabin.” AMED