PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bêdengî qeyrana aboriyê kûrtir dike

Tirkiye ji aliyê av, ax, roj û çavkaniyên debarê yên xwezayî ve, welatekî pir dewlend e. Lê hikûmetên ku vî welatî bi rêve dibin, li gorî aqilê ku çawa bêtir xwe zengîn bikin û sermayê ji xwe re çêkin welat bi rêve dibin. Ji bo kes li dijî vê yekê îtîraz neke û dengê xwe bilind neke jî polîtîkayên şerê taybet ku çawa bêtir mirovan bi koletiyê razî bike pêş dixin. Tecrîdê pêş dixe. Li gorî xwe zagon û qanûnan çêdikin. Bi van zagon û qanûnan koletî, binpêkirina mafan û tundiya li ser civakê rewa dikin. Dema em li rewşa îro ya Tirkiyeyê dinêrin ev yek pir şênber li ber çavan e.

Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê 7 milyon û 900 hezar mirov betal in. Dîsa li gorî daneyên saziyên din a 2 meh berê sînorê birçîbûnê yê malbatek 4 kesan 3.5 hezar û sînorê xizaniyê 10 hezar tl bû. Lê ji ber ku di rojên dawî de lîrayê tirk li hemberî dolar qîmetê xwe winda kir, sînorê xizanî û birçîbûnê bêtir daket. Malbatek ji 4 kesan pêk tê bi 5-6 hezar lîrayan nikarin xwe têr bikin. Dîsa bi 12-14 hezar lîrayan nikarin xwe ji sînorê xizaniyê derxin.

Em her roj dibînin ku her tişt zêde zem dibin. Em li buhayê zexîreyên sereke yên wekî rûn, şekir, çay, savar, nîsk, nok, fasûlî, hêk û hwd. dinêrin, em dibînin ku her tişt pir buha bûye. Zexîre/xurekên bingehîn ji sedî sed zem bûye. Lê meaş û hatina mirovan zêde nebûye. Mirovên ku hatina wan zêde nabe, lêçûna wan zêde dibe. Ev dibe sedem ku mirov bêtir xizan bibe.

Li Tirkiyeyê rêjeya birçîbûn û xizaniyê di mehek dawî de ji sedî 10 zêde bû. Êdî her tişt rojane buha dibe. Li gorî daneyên dawî di nava welatên Ewropayê de Tirkiye welatê 2’yemîn ê herî kêm ku bi heqê kêmtirîn mirovan dide xebitandin. Ev jî wateya ku di nava welatên Ewropa de herî zêde li Tirkiyeyê keda mirovan erzan e. Hem keda mirovan erzan e, hem welatiyên Tirkiyeyê her ku diçe feqîr dibin.

Lê tişta balkêş li gel ku rêjeya xizanî û birçîbûnê ew qas zêde dibe, gelê Tirkiyeyê dengê xwe nake. Îro dema mirov li kolanan digere, her kes nerazî ye. Ji esnafan bigire heta karkeran, ji karkeran bigire heta cotkar û rençberan her kes li dijî van polîtîkayan agir ji devê wan diçe. Ji sedî 98’ê vî welatî ji rewşa aborî û polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê bêzar e.

10-15 roj berê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û çend bajarên din welatî derketin kolanan û nerazibûnên xwe anîn ziman. Çend rojan gel nerazibûnên xwe anî ziman û dîsa dengê xwe qut kir. Ji ber ku gel dengê xwe qut kir, piştî wê li şûna dolar dakeve, dolar bêtir buha bû. Ev nîşan dide ku hikûmet li gorî bertek û nerazîbûnên bi girseyî û civakî gavan diavêje. Ger ku îro bi milyonan kes wekî tekakesî nerazîbûnên xwe bîne ziman, ev yek hikûmetê natirsîne. Hikûmet û dewlet bi nerazibûnên tekakesî natirse. Divê bi milyonan kesên ku îro bi keda erzan kar dikin û bi milyonan kesên ku betal in û di sînorê birçîbûnê de dijîn, zanibin ku mafê wan tê xwarin û mafê wan tê binpêkirin. Divê bi vê zanebûnê li mafê xwe yê xwezayî û zagonî xwedî derkevin. Kengî me bi milyonan dengê xwe kir yek û em bi hevre li mafê xwe yê aborî geriyan, wê demê dê qeyrana aborî ji holê rabe. Di vê rewşê de qeyrana bêdengî û qeyrana bêrêxistiniyê heye. Kengî em li mafê xwe xwedî derkevin û bi rêxistinî mafê xwe biparêzin, wê demê dê qeyran bi dawî bibe.

Nûçeyên Têkildar