Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bêdengiya Başûr rê li ber rêveberiyeke dîktator vedike!

Di demê dawî de li başûrê Kurdistanê PDK a bi dijminê gelê kurd re bûye şirîk û bi hev re dixwin û vedixwin, dike ku zilma li başûrê Kurdistan û dîsa dagirkeriya li ser herêmê hîn zêdetir bibe. Jixwe ya di roja îro de jî dixuyê ku encamê vê yekê ne.

Êdî her alî gihişte vê yekê ku hikûmet bi taybetî hinek rayedarên hikûmetê ku di nava PDK’ê de cih digirin û bi rê ve dibin, ji derveyî destkeftî û derferên xwe, çavê xwe li her tiştî digirin û ji bo vê yekê jî binixwimîne û karê xwe bike li sûcdarekî digerin. Ew jî çavê xwe daye Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li her derê li dijî zilm û dagirkeriyê têdikoşe, berdêlan dide. Ev aliyeke vekirî yê başûrê Kurdistanê ye. Aliyê din jî gel, jin, ciwan, akademîsyen, rewşenbîr û ciwan in.

Ev hêz dikare bi çalakî û dengê xwe bike ku rêveberiya Başûr bide sekinandin û ji kiryarên wê bide vegerandin. Ger venegere jî dikare hesab jê bixwaze û ji text daxine. Lê mixabin di pir aliyan de dibin temaşevan. Her çendî helwest û dengvedanên di vî alî de jî dem dem derdikevin jî lê di halê hazir de têra vê nake. Jixwe êrîşên dagirkeriyê ya li Başûr, girtin, destgîrkirin û zextên li ser muxalefetê û hevkariya bi dijmin re nîşaneyên herî vekirî yên vê ne. Ji bo famkirina vê pêwîst nake alim an pispor be. Her tişt li holê, naverastê ye. Ya bê kirin divê em li ser rawestin.

Ji bo vê jî girse û bloka herî xwedî hêz ne desthilat e, gel e. Gel ne di ferqa hêza xwe de ye. Gel hêz û îradeya xwe daye dest desthilatê û desthilat jî bi vê yekê cesaret digire û baş bi destê dijmin xaka Kurdistanê bi tank û topan dikêlin. Sererd û binerd talan dikin, didizin. Yê serî hilde, serî lê diperçiqîne û serkut dikin.

Piştî nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê û dîsa piştguhkirina gel a di warê xizmetgûzariyê de ji her demê bêhtir îro bihêz deng derdikeve. Di serî de li Şêladiz, Amêdiyê, Zaxo, Qendîl di serî de ciwan û gelek mamoste û çalakvanên siyasî yên bûn dengên helwestên nerazî, yek bi yek tên destgîrkirin û bêdengkirin.

Di vê pêvajoyê de bi dehan ciwan, mamoste û rewşenbîr hatin destgîrkirin û gelek ji wan hê jî tu agahiyek jê nayên girtin. Gelek ji wan li ser zextên helwestên civakî bi kefaleta pere hatin berdan. Lê di vê demê dawî de hêzên rûpoş ên ser bi PDK’ê tavêjin ser malên kes, rewşenbîr, mamoste û rojnamevanan. Wan digirin û bê ku belgeyek a li ser hebe ku derbarê wî doz hebe yan jî belgeya destgîrkirinê hebe, destgîr dikin. Herî dawî bi awayekî ji hovîtiya polîsên tirk ne cuda avêtin ser mala Berpirsê Hevpeymana Nîştimanî Şivan Seîd û ew destgîr kir.

Dema mirov vê pêvajoya borî ya nava du sê salên dawî dinêre her diçe zilam û zexta rêveberiya PDK dike ku dişibe ya rejîma faşîst a dîktator a AKP-MHP’ê dibîne ku ger wiha biçe, wê serî li ber zayîna dîktatorekî nû veke. Ji bo wê di van qonaxan de helwesta gelê Başûr ên ji hemû beşan pêwîst e. Divê gelê Başûr helwesteke niştimanperwerî raber bike. Rê nede ku ciwanên wan xaka xwe bihêle û terka welat bike. Rê nede ku dagirker bi postalên xwe ve bikeve warê wan ên pîroz. Destûr nede ku li ser xwîna wan û keda bav û kalên wan ên pêşmerge hinek kes bibin xwedî mal û qesr.

Van demên li pêşiya me ji bo her tiştî fersedên mezin hene. Em baş bikar bînin, wê destkeftiyên mezin bibin, berovajî bibe wê mezin winda bike û koçberî û malwêraniyên mezin li pêşiya me be. Ya nexweş çi ye mirov bi destê xwe mala xwe ya bi ked û xwêdanek mezin avakirî hilweşîne. Niha rêveberiya Başûr hewl dide mirov bi destê xwe mala xwe hilweşîne û biçe bibe dergevanên dijmin. Ji bo wê ye ku barê giran li ser milê her kesê ye, her kes ji bo xwe bike, ji bo cîranê xwe û gund û bajarê xwe bike. Nexwe em ê tev winda bikin.

Nûçeyên Têkildar