Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bêdengiya derbarê ‘kampanyayê’ de!

Di 10’ê cotmeha 2023’a de bi bangewaziya hezaran kesên navdar yên cîhanê bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kampanyayek destpê kir. Yên kampanyayê dan destpêkirin, piranî dostên kurdan û ji gelen cûda yên cîhanê bûn. Di nav wan de ji Kamboçya heta Endonezyayê, ji Brîtanya heta Amerîkayê siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, fîlozof, kesên xwedî xelata aşitiyê ya Nobelê, karker, cotkar, şervan, jin û ciwanên cîhanê hebûn.

Divê em serî de heqê wan bidin da ku ev kampanya serfiraziya xebatên dîplomatîk a tevgera kurd e. Yên di vê qadê de kar û xebatan dimeşînin, gelek sal in ta bi derzî dikin û dixebitin. Ya na ev rastiyek e, çi car ev qas kesên ji nêrînên cûrbecûr ji ber xwe ve nedihatin ba hev û bi hev re kampanyayek hnedidan destpêkirin. Bêguman sebr û tebata Birêz Abdullah Ocalan jî, têkoşîne bêhempa ya şervanên kurd jî bandora xwe li ser însanên kampanyayê dane destpêkirin çêkiriye.

Ji alî din ev 25 sal in Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de ye û ji roja ewil heta niha tenê ji bo çareseriyeke siyasî hewl dide. Aşkeraye ku ew rêya çareseriyê di diyalog û muzakereyê de dibîne û ji bo ev rê serbikeve bi sebr û tebateke mezin dixebite. Bi hewldanên rêberê kurd Abdullah Ocalan ev rêya çareserî û diyalogê çend car hatin ceribandin jî. Tê dîtin ku  nêrînên Abdullah Ocalan ya di derbarê çareseriya siyasî jî bandoreke mezin kiriye.

Piştî kampanya destpêkir, kurd jî li çar beşên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê beşdarî kampanyayê bûn. Ji 10’ê cotmeha sala çûn heta niha hema her roj li deverekî çalakiyeke pêk tê. Her weha girtiyên PKK û PAJK’ê yên li zindanan bi greva birçîbûnê beşdarî kampanyayê bûn. Malbata girtiyan jî bi nobeta edaletê di nava kampanyayê de cîhê xwe girtin. Bi kin û kurt mirov dikare bêje ku li tevayî cîhanî mîlyonan kurd û dostên kurda ji bo kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di liv û tevgerê de ne.

Mixabin, yên di vî warî de deng ji wan dernakeve dîsa hin aliyên siyasî yên kurd in. Ew ên piştgirî didin piranî kes û saziyên nêzî PKK û nêrînên Abdullah Ocalan in. Hin aliyên din ku her weha dijberî dewleta tirk in û bi salan in ji bo azadiya kurda dixebitin, hê jî bêdeng in, ker û lalan dilîzin. Hin car hinek ji wan peyvên xwe bêjin jî deh rexne digrin, yek piştgirî didin. Lê di warê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de vê jî nekirin. Me ji hin aliyên cûda yên sazî û kesayetiyên Kurdistanê heta niha yek gotinek nebîhîst.

Dema ev yek tên gotin, ango derbarê PKK an jî Abdullah Ocalan de rexne li hin derdorên cûda yên kurda tên girtin, hinek kesên di amadebaşiyê de ne cî de destpê dikin, rûpelên kevin vedikin. Bawer im ew ê hinekan careke din rûpelên min ên kevin vekin. Ne xem e! Gelek car vekirin, bila carek din jî vekin. Lê bila bizanibin, ez ji kevna xwe jî, ji ev roja xwe jî fedî nakim û ne poşman im. Min di 23 salên xwe yên di nav refên PSK’ê de jî û di 24 salên xwe yên piştî PSK’ê de jî tenê ji bo azadiya gelê kurd xebitîme û hemû enerjiyên xwe di vê rêya pîroz de xerç kirime. Her wê demê jî, niha jî xwedî gotinên xwe me û şikir min di paş xwe de çi pirêzeyek xerab jî nehiştiye. Niha jî bi awayeke zelal bang li li hemû derdorên cûda dikim ku bila ji bo pêşî li Birêz Abdullah Ocalan vebe, ew jî rola xwe bilîzin.

Divê em bîr nekin ku Abdullah Ocalan berî her tiştî rêberekî kurd e û ev 25 sal in di zîndanê dewletê de dîl e. Ya herî girîng jî, PKK aşkera dibêje ku “Kilîda çareseriyê di destê Rêber Apo de ye.” Tiştek din jî li ber çav in. Îro dewlet û PKK şer dikin. Ew aliyên ku dixwazin dawî li şer were, divê bi awayeke xurt ji bo pêşî li Abdullah Ocalan vebe, bixebitin. Na! Heke vê nakin, wê gavê çi ferqa wan ji Huda-Parê dimîne? Huda-Parî, kurdên AKP’yî, cerdevanên xwefiroş û hemû aliyên li gel dewletê ne an jî berjewendiyên wan bi dewletê re ye aşkereye ku siyaseta xwînmij ya dewletê diparêzin. Ew xwefiroşana rêya dawîlêanîna şer tenê di qedandina PKK’ê de dibînin û ji bo ev yek pêk were dixebitin.

Lê yên din? Gelo hûn çi difikirin? Hûn ji bo dawî li şer were, ji bo pirsa kurd bi diyalog û muzakereyê ango bi rêyên aştiyane çareser bibe, çi diparêzin? Gelo hûn bandora Abdullah Ocalan nabînin? Hûn çima di vî warî de rola xwe nalîzin?

Rastiyek din jî heye, divê em wê jî bibînin. Dewlet ev çend sed sal in kurda qetil dike. Lê kurd bi kûştinan neqediya. Ev 40 sal in jî her ku dewlet êrîşên xwe zêdekir, tevgera çekdar ya kurd jî mezin bû. Zilm û zor, kûştin û êşkence dawî li şer neanî. Parastina Selahattîn Demîrtaş jî wekî mînakek li qadê ye. Erdogan xwest wî teslîm bigre. Lê ew bi parastina xwe dewletê darizand. Her weha bi zimaneke aşkere, rola Abdullah Ocalan jî anî ziman.

Zêde dirêj nekim. Divê ev tekoşîna bêhempa, ev têkoşîna berdêlmezin bêbersîv nemîne. Divê dewlet bizanibe ku tu car bi rêyên şaş nikare encam bigre. Her weha rastiyek din jî heye. Em bi vê rastiyê dawî li nivîsa xwe jî bînin. Bêgûman mafê herkesî heye ku siyaset bike. Tu kes ji bo ku bikaribe siyaset bike ne mecbûr e nêrînên PKK an jî ya Abdullah Ocalan biparêze. Lê mafê yek kurdperwerek tune ye ku tendûrê neyarên xwe jî germ bike. Yên tendûrê neyarên xwe germ dikin, bila bi kerema xwe behsa kurdayetiyê jî nekin.

Nûçeyên Têkildar