Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bêdengiya dewletan ji şirîkiyê tê’

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim piştgiriya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya li ser biryara Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya ji bo darizandina DAIŞ’ê da diyarkirin û got: “Bêdengiya dewletan ji şirîkiyê tê.”

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê hezîranê de ragihandibû ku ew ê dadgehan ava bikin û dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bikin. Çeteyên DAIŞ’ê herî zede jî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê sûcên giran yên mirovahiyê kirin ku ev sûc ji aliyê parlementoyên dewletên Ewropî ve jî weke ‘jenosîd’ hatin naskirin. Ji ber biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê herî zêde jî, civaka êzidî keyfxweşe ku piştgiriyeke xurt didin vê biryara Rêveberiya Xweser. Civaka êzidî û nûnerên Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li Iraqê û hêzên navnetewî dikin ku piştgirî li vê biryarê bikin û li Iraqê jî ji bo darizandina berpirsyarên fermanê dadgeh were danîn.

‘Divê ev lêpirsîn bi tevahî cihanê re were parvekirin’

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xalid Qasim derbarê biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de ji Rojnewsê re axivî.

Xalid Qasim dibêje: “Em weke Rêverberiya Xweser ya Şengalê vê biryarê girîng dibînin û piştgiriya wê dikin. Dibe ku hêza çeteyên DAIŞ’ê di sala 2019’an de şikestiye, lê hîna jî weke fikir xwe didomîne. Beriya vê biryarê jî diviyabû darizandina çeteyên DAIŞ’ê hebû ya, ew DAIŞ’ê ku zilm û zext li ser xelkê kiriye pêwîst bû, heta roja îro bê hesap pirsîn nemaba. Bi rastî tenê em bêjin dadgeh kirina çeteyên DAIŞ’ê wê bibe bersiva fermana 74’an, wê tam cihê xwe negire. Lê mirov dikare bêje di aliyê wijdanî de hinek mirov rehet dibe û vêya ji xwe re dibêje ‘yê kû bi êşê me weke civaka êzîdî hîs dike hene’. Lê weke din çeteyên DAIŞ’ê hovîtiya cihanê bi serê me êzîdiyan de aniye. Em gelek bi vê biryarê keyfxweşin ku Rêveberiya Xweser ya Rojava daye. Tenê girtina çeteyan têrê nake, divê lêpirsîn werin vekirin û encamê wê jî bi tevahî cihanê re were parve kirin. Hêvî dikin di vê demê pêşiya me de hemû dewletên din jî di darizandina çeteyên DAIŞ’ê de bi rola xwe rabin.”

‘Bêdengiya dewletan ji şirîkiyê tê’

Xalid di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navnetewî û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber para hemû dewletan di hovitiya ku çeteyên DAIŞ’ê li ser xelkê me yê bê suc û guneh kiriye de hene, nekarîne beşdarî vê biryarê bibin û heta da ku mafê civakên ku rastî zilma DAIŞ’ê hatine neyê dayîn bê dengiyê ji xwe re hildibjêrin. Niha dewletên Ewrupî her çeteyek DAIŞ’ê li ser sucê wî yê biçûk didarizîne, lê ev nayê wê wateyê ku hesabê kiryarên DAIŞ’ê hemû dipirse. Hukumê ku niha li ser çeteyên xwe dibirin li ser esasê demekê di zîndanê de bimîne û piştî derket weke ku ne endamekî çeteyên DAIŞ’ê bû li her welatekî de pir rehet dikare tevbigere. Di bin navê mafê mirovan de vê yekê dikin, lê em yên ku bi fermanekê re rû bi rû mane ka mafê me? Ka mafê malbatên ewqas şehîdan?”

‘Divê Iraq û başûrê Kurdistanê jî bi erka xwe rabe’

Xalid Qasim di berdewamiya gotinê xwe de diyar kir ku ne Iraq û ne jî pêşmergeyên PDK Şengal parastin û wiha pêde çû: “Ne hukumeta Iraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê nekarîn Şengalê biparêzin. Bi sedan şehîdên fermana 74’an hene lê ne hikûmeta Iraqê û ne jî ya başûrê Kurdistanê mafê wan û malbatê wan nedaye. Ji ber para Iraqê û başûrê Kurdistanê jî di fermana 74’an de hebû, lewma xwe di ber vê biryara dadgehkirina çeteyan de berpirsyar nabînin. Heta niha tenê hinek dewletan piştgirî daye biryara Rêveberiya Xweser ya Rojava, lê em di vê hêviyê dene dewletên din jî bibin xwedî helwest û her yek ji wan dadgehekê derbarê DAIŞ’ê de veke.”

‘Meclîsa Rûhanî jî bê denge’

Qasim derbarê girîngiya rol û misyona Meclîsa Ruhanî ya di dadgeh kirina çeteyên DAIŞ’ê de wiha nêrînên xwe bi me re parve kir: “Di serî de diviyabû Meclîsa Ruhanî piştgiriya xwe nîşan daba û pêşwazî li vê biryarê kiriba. Pêwîst bû Meclîsa Ruhanî bi xwe jî cihê xwe di vê dadgehê de bigirtina. Lê mixabin ji ber sedemên siyasî nikarin tiştê ku tê xwestin bikin û heta nikarin nêrîn bidin. Rola herî sereke di hesab pirsînê de dikeve ser milê Meclîsa Ruhanî, heta dikarîbû bi cesareteke mezin bibe xwedî biryar derbarê DAIŞ’yan de. Em jî weke civaka êzîdî dixwazin çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin û mafê xwe jê bistînin. Ev bi hezarê salane li ser cih û warê xwe jiyan dikin lê di roja îro de hatiye wê rewşê kû em nikarin li ser axa xwe bi rehetî jiyan bikin. Me xwîn rijandiye ser vê axê lê di roja me ya îro de me bi kafir didin nasîn û kuştina me helal dikin di vir de. Ji ber vê yekê bi tenê jî mabe, her êzîdiyek li ku dibe bila bibe, hêvî û daxwazê wî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ye û edalet bi cih anîn e.

Yekbûn û tîfaq dihêle em rê li ber fermana bigirin’

Xalid Qasim di dawiyê de jî banga piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser ya Rojava kir û got: “Em jî weke civaka êzîdî divê em li ser esasê berjewendiyê civaka xwe xwe xurt bikin û tîfaqa xwe pêş bixin. Ji bo em xwe ji fermanan biparêzin divê em hemû berjewendiyên xwe yên şexsî dayinin alî. Divê em ji gorên xwe yên komîn hêz bigirin. Yekbûn û tîfaq dihêle em rê li ber fermana bigirin. Hêvî û daxwaza me ji her kesî heye xwedî li vê biryarê derbikevin. Em bi her awayî di dadgeh kirina DAIŞ’ê de ji bo piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar