Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bêdengiya Iraq û Başûr a êrîşên tirkan ji hevkariya wan e’

Çavdêrên siyasî yên başûrê Kurdistanê anîn ziman ku êrîş û bombebaranên dewleta tirk a dagirker ya li hember kurdan, encamên şikestina wan a li hember gerîla ye û wiha gotin: "Pêwîste Iraq û Başûr êdî bersiva êrîşan dagirkeriya dewleta tirk bidin."

Êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker êdî li nav gund, bajar û malên xelkê bombebaranan pêktîne. Herwiha raste rast cih û saziyên girêdayî hikumeta herêmê Başûr jî bombebaran dike. Tevî rojane êrîş tên kirin, hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê bêdengin. Derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker de, çavdêrên siyasî yên başûrê Kurdistanê axivîn.

Çavdêrê siyasî Şêrko Hemedemîn da zanîn ku êrîşên dewleta tirk û Îran yên li ser xaka başûrê Kurdistanê ne nûne û wiha dom dike: “Jiyana xelkê êdî ne di aramiyê deye, armanca dewleta tirk tunekirina gelê kurde, ji ber ku hertim dijî kurdane. Li ser asta hikumeta Iraq û Başûr dijî êrîş û bombebaranan bersivek nîne, divê bersivek were dayîn. Hêzek ewlekariyê weke Dije Teror tê hedefgirtin, ev jî tê wê wateyê ku tu cihek Kurdistanê bi ewle û aram nîne.”

Çavdêrê siyasî Hekîm Ebdulkerîm jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku êrîşên dewleta tirk binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û wiha pêde çû: “Siyaseta dewleta tirk, tunekirina gelê kurde, herwiha ev êrîş encamên şikestina dewleta tirk ya li ser Herêmên Parastina Medya û negihiştina armanca xwe ye. Ji bo vê jî dewleta tirk azadîxwazan teror dike.”

Hekîm dawiya axaftina xwe de dibêje: “Ji ber destwerdana dewleta tirk ya li nav başûrê Kurdistanê, aramiya welatiyan di metirsiyê deye, gihiştiye wê astê ku êdî saziyên ewlekariyê yên weke Dije Terorê tên hedefgirtin. Divê aliyên siyasî tevî Hikmetê dijî êrîşan rawestin, divê rewşa niha de, yekîtiya netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar