Navenda Nûçeyan |
Endamê Meclisa Nûneran a Herêma Kurdistanê ya li ser Fraksiyona Tevgera Goran Elî Heme Salih têkildarî êrîşên dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk ve û bêdengiya rayedarên hikûmeta Başûr rexneyên tund li partiyên siyasî, serokatiyên parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kir.
Heme Salih bi peyamekê helwesta xwe anî ziman û wiha got:
“Bêdengiya hîzb û rêveberan ji dagikerî, şewitandin û birîna daran a Tirkiyeyê biêştir e. Leşkerên Tirkiyeyê hemû ew cihên başûrê Kurdistanê dagir dike, dişewitîne û daran dibirin. Plana wan ew e ku daristanên Zap, Avaşîn, Metîna û Bedlîsê tune bikin û li cihê wan jî navendên leşkerî ava bikin.
Ev yek ne tenê dagirkerî, qirkirina xwezaya Kurdistanê ye. Tirkiye vê yekê tenê li Başûr nake, li bajarên bakurê Kurdistanê jî pêk tîne, xweza û ciwaniya herêmê têk dibe. Tirkiye van herêmên weke xaka xwe dizane.
Li deverên Başûr ên bi cih bûne, rê çêdikin, weke beşek xwe dizanin û ji Tirkiye rast e rast tên Xakûrkê. Niha jî dixwazin li Metîna û Zapê rê çêbikin.
Dizanim ev dijî mirov, xweza, hewa û ‘Pilingên têhnî’ yên kurd in. Êşa min ew e ku kurd bin, hevkarên şewitandin, têkbirin niştîman û xwezayê bin. Ev ne ‘bazirganiya dar’ firotina niştîman e. Ku hûn nikarin bibin Elî Îhsan, çima dibin şopdar û şagirtê ber destê Tariq Anksû.
Bêdengiya Serokayetiya Herêm, hizban a li hember şewitandin û dagirkeriyê ji sûcên Tarîq Aknsû gelek bi êştir e.”