Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî radestî dewleta tirk a qirker hat kirin nêzî 26 sal in didome. Ev 43 meh in rewşa incommunicado (bêpeywendî) heye, yanî ti agahî jê nayê girtin. Wekî ku me di beşên berê yên rêzenivîsên xwe de jî destnîşan kiribû, destûrê nadin hevdîtina malbat û parêzeran. Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku bi rejîmek îstîsnayî tê birêvebirin, di çarçoveya qanûnên heyî yên neteweyî û navneteweyî de veguheriye çaleke reş a qanûnî; tu hiqûq pêk nayê. Wekî ku parêzerê wî Îbrahîm Bîlmez diyar kir, “cezayên dîsîplînê” li Rêberê Gelê Kurd tên birîn, lê ji bo çi ev ceza tên dayîn û bi çi rêbazî tên sepandin, agahî nayê dayîn.
Li aliyê din, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya di sala 2004’an de û serlêdanên din lêkolîn kir û di sala 2014’an de biryara “Mafê Hêviyê” da. Di ser vê biryarê de 10 sal derbas bûn û hê jî Tirkiye ev biryar bi cih neaniye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê encax di sala 2024’an de têkildarî biryara DMME’yê biryarek girt.
Endama MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de wiha dibêje: “Derengxistina 10 salan rewşeke ku nayê qebûlkirine. Li cîhanê cezayê hucreyê weke standart 15 rojan derbas nake û ev yek qedexe ye. Ev 10 sal in domandina cezayê hucreyê û piştî binpêkirinê niha biryara wê tê girtin, divê teqez ev yek were rexnekirin.”
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tevî pêkanînên derhiqûqî û êşkenceyê yên li Îmraliyê jî ji ber 4 sal in neçûn Îmraliyê yan jî daxuyanî nedane, di navenda rexneyan de ye.
Bi vê re, Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî di van salên dawî de tenê du caran serdana Tirkiyeyê kiriye. Tevî ku ev 43 meh in ti agahî ji girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayên girtin jî, nedayîna daxuyaniyê û parvenekirina detayên hevdîtina dawî, zerarê dide baweriya saziyê. Tevî ku dewleta tirk bi taybetî der barê “Mafê Hêviyê” de ti gav neavêtiye jî, lê nebûna însiyatîf û nebûna mueyîdeyên saziyên navneteweyî û herêmî, pirsa, gelo ev rêxistin erkên xwe bi awayekî bi bandor pêk tînin yan na tîne hişê mirovan.
Bêdengiya saziyên navneteweyî rê li ber tecrîdê vedike
Hevserokê Giştî yê ELDH’ê Parêzer Urko Aiartza têkildarî tecrîda li Îmraliyê bersiv da pirsên ANF’ê û li gorî Aiartza; “Bêdengiya rêxistinên navneteweyî yan jî bertekên ne têrker, mirov dikare weke neparastina mafên girtiyên siyasî û di mijara pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî de weke serneketinê şîrove bike. Abdullah Ocalan ji ber ku xwe nikare xwe bigihîne temsîliyeta qanûnî û nahêlin bi malbata xwe re hevdîtinê bike, ev yek pêbaweriya mekanîzmayên çavdêriyê yên navneteweyî lawaz dike û serxwebûna wan a siyasî û bandora destwerdana wan a di dozên hesas de rê li ber pirsan vedike.”
Em li ser saziyên navneteweyî yên bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye mecbûr e bi cih bîne, bêeleqeyiya wan a li hemberî pêkanînên dewleta tirk ên li Îmraliyê, ji mînakên li jor hatine nivîsandin tê dîtin. Bi kurtasî, ev sazî bi taybetî Komîsyona Venedîkê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê yan jî Pêşîlêgirtina Muameleyan a li gor Peymana Ewropayê avabûye ya weke Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleyan an jî Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê (CPT) û Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) li hember bêpêwendîdanîna mutleq a veguheriye tecrîd li Îmraliyê rawestin.
Komîteya SPT û rol û mîsyona wê
Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê an jî Pêşîlêgirtina Cezayê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî saziyek pispor a navneteweyî ku girêdayî Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî û Cezayê Rûmetşikandinê ya Li Gor Peymana Ewropayê (OPCAT) hatiye damezrandin. SPT ji çar aliyên cîhanê ji ji 25 pisporên serbixwe û bêalî pêk tê û her sal rapora xebatên xwe diweşîne.
SPT’ê li gor li ser malpera xwe ragihand, di navbera 6-9’ê Cotmeha 2015’an de serdana Tirkiyeyê kiriye. Şande ji Mari Amos (seroka şandeyê), Hans-Jorg Bannwart, Aisha Shujune Mihemed û June Caridad Pagaduan Lopez pêk dihat. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê şer zêde bû û şandeya bi navê Şandeya Îmraliyê cara dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî (Tecrîda 6 mehan hebû) Şandeya SPT’ê çû Girtîgeha Tîpa T a Sîncanê û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku wê demê girtiyên siyasî lê tunebûn.
Şandeya SPT’ê ku tenê bi Sezgîn Tanrikûlû û Şafak Pavey ên CHP’yî yên mûxalefetê re hevdîtin pêk anî, rapora ku amade kiribû di 14’ê Hezîrana 2016’an de radestî Tirkiyeyê kir.Komîteyê rapora xwe di heman roja ku Tirkiyeyê pesend kir di 17’ê Çileya 2019’an de eşkere kir. Lê belê di rapora ku ji raya giştî re hat dayîn de behsa tecrîda li Îmraliyê nehat kirin.
Serdana din a SPT’ê di navbera 4-15’ê Îlona 2022’yan de pêk hat. Di vê serdemê de bajarên Kurdan hatin xerakirin, qeyûm hatin tayînkirin, Rewşa Awarte hat îlankirin, li bajarên wekî Wan, Colemêrg û Dersimê ji sala 2015’an heta 2022’yan qedexeyên civîn û xwepêşandanan berdewam kirin û tecrîda li Îmraliyê gihîşt asta herî jor, bi hezaran girtiyên şoreşger li dijî tecrîdê ketin grevê; di vê pêvajoyê de nêzî 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van hemû geşedanan SPT tenê di sala 2022’yan de çû Tirkiyeyê. Komîteyê rapora ku amade kiribû di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de ji Tirkiyeyê re şand. Lê ji ber ku heta niha Tirkiyeyê ev rapor nepejirandiye rapor nehatiye weşandin. Gelo saziyeke navneteweyî ya weke SPT’ê rewşa incommunicado ya li Îmraliyê xistiye rojeva xwe yan jî li dijî tecrîdê ketiye nava hewldanê û li gorî Pêşîlêgirtina Êşkence û Muameleya Dijmirovî û Cezayê Rûmetşikandinê ya Li Gor Peymana Ewropayê (OPCAT) peywira xwe bi bandor bi cih aniye yan na, rê li ber pirsan vedike.
CPT saziyeke çaleke reş e
Saziya ku çaleke reş a qanûnî û ji ber rejîma îstîsna û rewşa ncommunicado ya Îmraliyê bûye navenda rexneyan Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence û Dijmirovî yan jî Cezaya Rûmetşikandinê yan jî Pêşîlêgirtina Muameleyê ya li Gor Peymana Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Muameleyan an jî Êşkence û Muameleya Dijmirovî yan jî Cezayê Rûmetşikandinê hatiye avakirin. (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê CPT). Di sala dawî de, 69 xelatgirên Nobelê, rewşenbîr, nivîskar û zanist; bi sedan rewşenbîr, akademîsyen û hiqûqnas ên ji çar aliyên cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina mafên wî ji CPT’yê re name nivîsandin û şandin. Dema ku ev rêzenivîs hat amadekirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê careke din bi CPT’yê re hevdîtin kirin û xwestin careke din biçin Îmraliyê.
CPT ji ber pratîkên xwe yên van salên dawî hat rexnekirin. Tevî ku dikare bi rêkûpêk serdana Tirkiyeyê bike û serdanên taybet jî bike heta niha 8 serdanên asayî û 26 serdanên demkî yan jî taybet (ad hoc) kirine. Di encama van serdanan de 32 rapor hatin amadekirin, 27 jê nehatin weşandin. Raporên CPT’yê yên di çarçoveya serdanên xwe yên demkî yên Îlona 2022 û Sibata 2024’an de û serdanên xwe yên demkî yên Çileya 2021’an de ji ber ku dewleta Tirk nepejirandiye, hê jî ne weşandiye.
Îmrali bi rejîmeke îstîsnayî tê birêvebirin
CPT di navbera 27’ê sibat û 3’yê adara 1999’an de yekem car serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê kir. Serdana dawî di Îlona 2022’yan de ad hoc bû. Di nîşeya agahiyê ya ku der barê serdana 2024’an de dayî çapemeniyê der barê serdana Îmraliyê de tu agahî nehat dayîn. Dema ku CPT li gorî erk û rayeyên xwe were lêkolînkirin, ji pêşlêgirtina êşkenceya li welatên endamên Konseya Ewropayê berpirsyar e. Maf û rayeya wî heye ku kengê bixwaze serdana girtîgehên Tirkiyeyê bike. Lê belê pratîka CPT’ê ya li ser Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku bi rejîmeke îstîsnayî tê birêvebirin, dûrî armanca rakirina tecrîdê ye. Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Ewropayê yên ji bo Mafên Mirovan ên Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Parêzer Urko Aiartza ku me nêrîna wî li ser mijarê girt, wiha got:
“Rêxistinên navneteweyî yên wekî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê di şopandina şert û mercên girtîgehan de û ji bo ku welat bi erkên xwe yên navneteweyî tevbigerin xwedî roleke girîng in. Tîmên hiqûqî yên Ocalan bi awayekî eşkere diyar kirin ku 43 meh in nikarin bi Ocalan re têkiliyê deynin, der barê bandor û dema destwerdanên CPT’ê de pirseke cidî vedike. CPT berê jî çû Girtîgeha Girava Îmraliyê û rapor amade kir û destnîşan kir ku şert û mercên bi pirsgirêk in. Lê belê ji ber ku di rewşa Ocalan de ti guhertineke girîng çênebûye, nîşan dide ku ev rêxistin nikarin bi têra xwe zextê li rayedarên Tirk bikin.”
Sekreterê Hevserokên ELDH’ê Thomas Schmidt di daxuyaniya xwe ya li ser pêngavaji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah dabû de ji ber ku CPT serdana Îmraliyê nake û li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê helwesteke çalak nîşan nade, rexne kiribû Thomas Schmidt bang li saziyên ku CPT jî di nav de ye kir û got: “Daxwazên qanûnî yên di vê kampanyayê tên ziman divê bên bicihanîn. Bi taybetî divê Konseya Ewropa, welatên endam û CPT derfetên ku bi qanûn û peymanên navneteweyî daye wan bi kar bînin. Tirkiye ji bo destpêkirina pêvajoyên binpêkirinê hincetan peyda dike.”
Komîsyona Venedîkê û peywira wê
Tirkiye ji 60 endamên Komîsyona Demokrasî ya bi Rêya Hiqûqê ya Ewropayê (Komîsyona Venedîkê) ku di sala 1990’an de hatiye damezrandin, yek jê ye. Komîsyona Venedîkê di bin navê saziyên demokratîk û mafên bingehîn de li ser reformên destûrî, mafên bingehîn, serweriya hiqûqê, reformên dadwerî, Ombudsman, hilbijartin û referandûmên li welatên endam lêkolînan dike û nêrînan pêşkêş dike.Sê komên sereke yên kes an sazî hene ku dikarin derbarê mijarên diyar ji Komîsyona Venedîkê daxwaza amadekirina nêrînên hiqûqî bikin û ew jî ev in: Dewletên endam, Konseya Ewropayê û rêxistinên navneteweyî. Ji dewletên endam komên parlamentoyê, hikûmet an jî serokên dewletan dikarin nêrînên hiqûqî ji Komîsyonê bixwazin.
Sekreterê Giştî, Komîteya Wezîran û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (KE) dikarin nêrînên hiqûqî ji Komîsyonê bixwazin. Di vir de xala ku divê were bilêvkirin ev e; Komîsyona Venedîkê li ser daxwazê dikare nêrînên hiqûqî pêşkêş bike û bi serê xwe nikare têkeve tevegerê. Biryarên DMME, Raporên Pêşketinê yên YE’yê û Meclîsa Parlamenteran a KE’yê raporên ku ew amade dike li ber çavan digirin.
Xaleke din jî ev e ku ji ber rewşa mutleq a incommunicado li Îmraliyê tê meşandin û tecrîda ku ji sala 1999’an û vir ve dewam dike, ti komeke partiyên siyasî serlêdaneke bi vî rengî li Komîsyona Venedîkê nekirine. Di serlêdanên der barê Tirkiyeyê de, bi giştî li ser şopandina hilbijartinan û guhertinên destûra bingehîn nêrînên hiqûqî tên xwestin. Lê belê weke ku me di rêzenivîsê de bi taybetî jî anî ziman, rejîma îstîsna ya Tirkiyeyê Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Her çendî li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd ê ku di bin mutleq incommunicado de tê girtin jî nebûna serlêdaneke bi vî rengî rê li ber pirsan vedike.