Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bedîh Huso: Fermana teqînên li Qamişloyê dewleta tirk da

Rêveberê Çapemeniyê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Bedîh Huso got ku hêzên wan kesê ku teqînên li Qamişloyê pêk anîn girtine. Huso da zanîn ku fermana teqînan dewleta tirk dane

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di 9’ê cotmeha 2019’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê dabûn desptêkirin. Piştî êrîşên dagirkeriyê, li rojavayê Kurdistanê jî êrîşên bombeyî zêde bûn. Herî dawî jî di 11’ê mijdarê de li Qamişloyê du êrîşên bombeyî pêk hatin. Ev êrîş ketin rojeva Koalîsyona Navneteweyî jî. Têkildarî mijarê Rêveberê Çapemeniyê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Bedîh Huso axivî.

Bedîh Huso got ku di 11’ê mijdarê de li Qamişloyê du teqînên bi koordîneyî pêk hatin û ev agahî dan: “Teqîna destpêkê li ser rêya El Wehdeyê bi seyareyeke bombebarkirî pêk hat. Ji ber bandora wê, wesayîteke din jî teqiya. Teqîna duyemîn jî li pêşiya El Şimû Cafe û Dêra Keldaniyan pêk hat. Ev teqîn jî bi motorsîklêteke bombebarkirî hate kirin. Li vir ziyanên madî çêbûn. Li vir tu bendên leşkerî nînin. Di teqîna yekemîn de 5 sivîl mirin û 26 kes jî birîndar bûn.”

‘Pereyê teqemeniyan ji Tirkiyeyê hatiye’

Di berdewamê de jî Huso diyar kir ku hêzên wan di encama lêkolînan de gihiştin wê encamê ku teqîn ji aliyê kesekî li Tirkiyeyê ve hatiye koordînekirin û wiha dom kir: “Dîmenên cihê teqînê hatin temaşekirin û êrîşkar hate tespîtkirin. Bi şev saet derdora 12.00’an de jî kesê bi navê Ahmet Casim Mûstafa di encama operasyonê de hate girtin. Di telefona wî de xuya bû ku fermana van êrîşan ji kesekî li Tirkiyeyê stendiye. Ji bo teqemenî, seyare û motorsîklêtan jî vî kesî ji Tirkiyeyê pere wergirtiye.”

‘DAIŞ’î fermanan ji dewleta tirk digirin’

Herî dawî jî Huso ev tişt destnîşan kir: “Dewleta tirk êrîşên xwe zêde kirin û sivîlan hedef digire. Dixwazin bi êrîşên xwe rê li ber koçberiyê vekin. Di 12’ê mijdarê de jî hevalên me li ser rêya Hesekê û Şedadê motorsîklêteke bombebarkirî girtin. Ev jî ji bo teqînê hatibû amadekirin. Keşîşê Dêra Katolîk Hosîp Bîdoyan û bavê wî Hena Bîdoyan hatin kuştin. DAIŞ’ê ev êrîş li xwe girt. Ev DAIŞ’a Tirkiyeyê ye. Piraniya wan ji hêla dewleta tirk ve ji bo teqînan tên peywirdarkirin. Gelek hucreyên ku me girtin li xwe mikur tên. Li gorî lêkolînên me, kesên ku van teqînan dikin girêdayî artêşa tirk û îstîxbarata wê ne. Banga me li gel heye ku dema tiştekî biguman dibînin, hêzên me agahdar bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar