Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bedran Çiya Kurd: Divê sûcdarên şer bên darizandin

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Çiya di rapora Neteweyên Yekbûyî de biryarên hesabpirsîna ji sûcdarên şer tune ne û got: "Pêwîst bû di raporê de biryarên wiha bihatana dayîn ku sûcdarên şer ji bo dadgehên navneteweyî bên veguhastin."

Dewleta tirk a dagirker li çavê cihanê qanûn navneteweyî û pîvanên exlaqê binê dike û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyê pêk tîne. Sûcên dermirovî yên dewleta dagirker a tirk di rapoên navneteweyî de bi berfirehî cih digirin lê di aliyê pêşîlêgirtinê de tu tiştî nakin. Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê Sûriyeyê de di 11’ê Adarê de raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziya wê sûcên şer û binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ne.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd derbarê bêndengiya rêxistinên navneteweyî de axivî. Çiya Kurd diyar kir ku naveroka raporê der barê sûcên dewleta tirk a dagirker li deverên dagirkirî û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de erênî bû. Çiya Kurd destnîşan kir ku di raporê de biryarên hesabpirsîna ji sûcdarên şer tune ne û got: “Pêwîst bû di raporê de biryarên wiha bihatana dayîn ku sûcdarên şer ji bo dadgehên navneteweyî bên veguhastin.”

Di raporê de rewşa kampên Hol û Roj ên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hat behskirin. Lê belê bal li ser rewşa kampên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran koçberên Sûriyeyî yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û siyasetên hikumeta Şamê tê de bi cih bûne, nehat kişandin. Girêdayî vê, Çiya Kurd hemû hêzên navneteweyî li hember çareserkirina dosyeya çeteyên DAIŞ’ê berpirs dît û wiha pêde çû: “Em rexneyan qebûl dikin û em dizanin ku gelek kêmasî hene. Lê belê derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û nikare hemû pêdiviyan peyda bike. Ev berpirsiyarî jî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, her wiha ew a civata navneteweyî û hêzên navneteweyî ye.”

Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina doseyaya çeteyên DAIŞ’ê di hewldanan de ye û bang li NY’ê û hêzên navneteweyî kir ku li hember dosyeya çeteyên DIAŞ’ê û malbatên wan ên li kampan berpirs bin. Çiya Kurd wiha li gotina xwe zêde kir: “Di raporê de rewşa kampên Hol û Roj hat diyarkirin. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampên din hene ku tê de koçberên ji gelek deveran bi cih bûne. Di raporê de bal li ser van kampan û rewşa wan a mirovî nehat kişandin. Koçberên bi darê zorê jî hewcedarên alîkariya mirovî ne û rewşa wan gelekî dijwar e.”

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15 kamp hene ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine avakirin. Di wan kampan de koçberên bi darê zorê yên ji deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û ji herêmên hikumeta Şamê bi cih bûne. Ji wan 6 kamp li kantona Cizîrê ne (Hol, Erîşe, Roj, Newroz, Serêkaniyê û Waşûkanî),  5 li kantona Efrîn û Şehbayê ne (Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba) her wiha bi dehan kampên bêserûber hene.

Li bajarokê Til El Semin ê bakurê bajarê Reqayê jî kampa koçberên Serêkaniyê heye, kampa Mehmûdlî li bajarê Tebqayê û 2 kampên koçberên gundewarên Heleb û Idlibê li Minbicê hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar