Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di şer de 11’ê îlona 2022’yan bûyereke welê qewimî ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Hêzên gerîla dor li leşkerên tirk ên dagirker pêçan ku hewl didan xwe bigihînin qadên berxwedanê û derbên giran lê dabûn. Di encamê de gelek dagirker hatibûn kuştin û cenazeyên wan jî di bin kontrola gerîla de mabûn. Gerîla wê cenazeyên leşkeran tevî çekên wan bi dest bixista. Wê demê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn cenazeyê leşker Nûrî Melîh Bozkûrt, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê cenazeyê leşker Nacî Kaygisiz û Nûrettîn Tokyurek, li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê cenazeyê leşker Mûstafa Bazna ketibûn destê gerîla.
Bi belgeyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê aşkere bîbû ku dewleta tirk û medya wê ya şerê taybet rastiyan înkar dike, mirina hin leşkeran qet aşkere nake, her wiha hin darbestên vala dişîne û hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne. Burokrasiya dewletê ya tirk , wezîrên AKP-MHP’ê, parlamenter û ya herî girîng jî Wezareta Parastinê ya Milî ya tirk gotin, ‘Leşkerên me rakirin nexweşxaneyê, lê belê nehatin rizgarkirin û şehîd bûn’. Lê belê tu ji van leşkeran nebiribûn nexweşxaneyê û bi belgeyan aşkere bibû ku cenazeyên wan di destê gerîla de ne. Welê lê hatibû ku derewên şerê taybet û têkçûna artêşa tirk a il Zapê êdî nikarîbû bihata nixumandin.
Êdî sebra dewleta tirk nema bû ku dîmen û wêneyên leşkeran ji aliyê HPG’ê ve bi raya giştî dihatin parvekirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de 11’ê îlona 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, artêşa tirk cenazeyên leşkerên xwe yên ku nekarîbû bibe, bi rengekî dûrî ji exlaqê şewitand. Li gorî xwe wê bişewitanda û tiştek li holê nehiştibûya. Lê belê tiştek hebû ku hesabê wê nekiribûn: Ew jî gerîla bû ku kêlî bi kêlî dîmenê bûyerê dikişand. Dîmenên ku piştre bi raya giştî re hatin parvekirin, mîna fîlmekî artêşa tirk a hovîtiyê bû, lê mixabin ne fîlm bû, rastî bû.
Bêguman medya şerê taybet a tirk mîna her timî bûyer ji nedîtî ve hat û dewleta wan a ‘pîroz’ jî ev hovîtiya şewitandinê înkar kir. Li gorî wan, qebûlkirina hovîtiya dewleta qirker û artêşa dagirker ku ji bo xwe ‘pak’ didîtin, dihate wateya parastina namûsa dewletê. Ji ber vê yekê çav, guh û wijdanê xwe girtin û ev rastî ji nedîtî ve hatin.
Tevî ku salek di ser re derbas bûye, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî em berê xwe didin cihê bûyerê. Şopa hovîtiyê hîn jî li cihê xwe ye. Destpêkê kincên leşkerî yên şewitîne û hin malzemeyên leşkerî têne dîtin.
Telefon, amûrên ragihandinê yên li ser leşkeran şewitîne û bermahiyên wan tên dîtin. Plaqeyên li ser êlekên ji pola û dûrbînên li ser çekên leşkeran têne dîtin.
Bi panîkê û zextê leşker hatine şewitandin, lewma jî her tiştên li ser cenazeyan bi temamî nehatine şewitandin. Ji ber vê yekê jî piştî demekê teqemenî li ser cenazeyan têne teqandin û bi vî rengî parçeyên wan li derdorê têne belavkirin. Nîvê wan şewitî ye, hinek ji wan jî bi bandroa teqînê belav bûne. Li kêlekê jî şarjoreke bi plastîkeke hişk hatiye çêkirin, tê dîtin.
Li kêleka şarjora ku nîvê wê şewitî ye, detayeke biçûk li ber çavê mirovan dikeve. Nîşaneya leşkerî tê dîtin ku nîvê wê şewitî ye û tabûr û tûgaya ku leşkerên mirine nîşan dide.
Dema ku me kincên leşkerî yên şewitî rakir, fîşekên li ser şarjoran belav dibin. Hinek ji wan teqiyane, hinek jî hîn weke xwe ye.
Herî dawî kapsula bombeya mij tê dîtin. Ji bo gerîla baş nebîne leşkeran bombeyên mijê avêtin derdorê.
Tevî ku salek di ser vê hovîtiyê re derbas bû, îmha, înkar û bêdengî dewam dike. Li cihê ku bûyer qewimî şopa vê hovîtiyê hîn jî mîna roja destpêkê ye.