Di nav kurdan de nîqaşek heye û dibêjin gelo DAIŞ tunebû yan na? Tenê serweriya wan a erdnîgariyê tunebû ango şaneyên wan ên di nav civakê de gelo mane? Kurd civakeke gelek balkêş e. Bi ser dikevin lê hêj ji xwe bawer nakin ku bi ser ketine. Bêşik û bêguman Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DAIŞ) li ser erdê bakurê Suriyeyê têk çû.
Hîn nirxandinên ji aliyê kurdan ve tên kirin, pir bi tirsnak in. Belê DAIŞ têk çû. Bêşik û bêguman şervanên HSD’ê, kurdên çar parçeyên Kurdistanê û şervanên enternasyonalîst DAIŞ têk birin. Belê divê mirov rista koalisyona navnetewî jî ji bîr neke û wan jî destek dan şervanan. Di encamê de beşa xeyala DAIŞ’ê ya Şamê êdî nîne. Dibe ku xeyala wan a beşa Iraqê berdewam bike, ev bar jî bêhtir dikeve ser milê hikûmeta Iraqê. Lêbelê rastiyek heye û divê mirov şîlo neke û sergirtî nehêle; rastî niha ew e ku bi pêşengiya kurdan ‘împaratoriya tirs, hêzên tarî, hovên sedsalê, siwarê kapîtalîzmê yê wehş’ em çi navê li van bikin ez bawer im nikare pênaseyekê têr derxîne holê, DAIŞ li bakurê Sûriyeyê têk çû.
Divê gelê Sûriyeyê, di serî de malbatên şehîdan, şervanên ku li hemberî DAIŞ’ê şer dikin şa bibin. Kêfxweş bibin û ji bo serkeftina xwe serfiraz bin. Di demên asayî de ez jî dikarim bêjim ku niha wexta şabûnê nîne. Lê niha hegemonyaya navendî û nokerê van dê vê serkeftina şervanên HSD’ê û enternasyonalîst bidizin û bikin malê xwe. Ji ber wê yekê divê hêzên bingehîn a ku li hemberî DAIŞ’ê şer kirine xwedî li serkeftina xwe derbikevin. Hîn hêz ji zû ve dest bi amadekariya xwe kirine da ku ev serkeftinê bikin malên xwe. Beriya ku HSD’ê daxuyaniyê bide, dibêjin me me li hemberî DAIŞ’ê şer kir û em bi ser ketin. Ji ber wê belgefîlm û dosyayên dîtbariyê çêdikin, axaftinan amade dikin, resepsiyonan organîze dikin. Kapîtalîzm tiştên baş ên Rojhilata Navîn her tim didize û dike yên xwe. Kurd di gelek mijaran de li hemberî kapîtalîzmê têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Di vê mijarê de jî divê pêşengiyê bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin.
Lê hêzên bingehîn a ku serkeftin ji destê van hatiye girtin, pir bi tirsnak nêzîkî têkbirina DAIŞ’ê dibin. Jixwe tu kes nabêje ku DAIŞ bi temamî xilas bûye. Ligel vê bingeha hêzên weke DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn her tim heye. Li cihekî ger feraseta olperestiyê hebe hêzên tundrew ji xwe re bingeh ava dikin ango peyda dikin. Ji bo bakurê Sûriyeyê jî ev tişt derbasdar e. Şaneyên DAIŞ’ê jî, El Nusra jî, MÎT’ê jî dibe ku di nav civakê de xwe bi cih kiribin. A girîng ev e ku li bakurê Sûriyeyê rejîmeke demokratîk û polîtîkayeke hilberîner hebe. Ger rejîmeke demokratîk hebe, parastina civakê di destê civakê de be ev şane jî nikarin ji xwe re zemînan peyda bikin. Ji ber ku kî rejîma giştî ya xwe bibîne nahêle ku rejîm zirarê bibîne. Ger rejîm ango sîstema bakurê Sûriyeyê wek ya xwe nebîne wê wextê pergal têk biçe. A baş divê hemû civak di nav pergalê de xwe bibîne.
Dîsa tu kes nabêje dema DAIŞ têk çû dê yekser statuya bakurê Sûriyeyê jî diyar bibe. Statuya bakurê Sûriyeyê di heman demê de bi statuya kurdan ve girêdayî ye. Hêj ev hevîr dê av hilîne. Ev jî mijarêke din a nivîsê ye, niha em nakevin nav vê mijarê.