Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bêhiqûqî îro bi tecrîdê didome

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Li aliyê din Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane li darxist û gotin: “Bêhiqûqî îro bi tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike.”

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 731’emîn de carek din xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir û nehiştin biçin qadê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê çalakiya xwe pêk anî. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefîlan dan destên xwe. Vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak xwend. Ocak anî ziman ku bila bêcezabûna di dosyeya Nazim Babaoglu de bi dawî bibe û edalet pêk were. Ocak diyar kir ku rojnamegerên li ser vê axê rastiyê ragihandin û binpêkirina mafan aşkera kirin li ser fermana rêveberên dewletê hatin kuştin û Babaoglu jî bi boneya nûçeyên binpêkirina mafan çêkir hedef hat nîşandan. Ocak bi bîr xist ku li gel Nazim Baboglu, rojnameger Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç jî hatin windakirin û kuştin û wiha got: “Di wan salên ku agir dibariya û xwîn diherikî rojnamegeran terkî mirinê dikirin.” Ocak bi bîr xist ku beriya dayika Babaoglu, Makbule Babaoglu jiyana xwe ji dest bide daxwaza wê ew bûye gora kurê xwe bibîne û bêyî ku gora kurê xwe bibîne di tebaxa 2017’an de çû ser dilovaniya xwe.

Kurê Huseyîn Taşkaya yê di kanûna 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî behsa serpêhatiya bavê xwe kir û wiha got: “Em wek xizmên windayan hestiyên windayên xwe dixwazin.”

Nazim hêj ciwan e

Pişt re nameya malbata Babaoglu ya şandin çalakiya Dayikên Şemiyê hat xwendin û di nameye de behsa Nazim Babaoglu hat kirin. Di nameyê de hat gotin heke Nazim nehata qetilkirin îro niha 44 salî bû û wek roja ku hatiye revandin ciwan e.

‘Bêhiqûqî, bi tecrîdê dewam dike’

Her wiha ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 529’emîn de çalakiya xwe berdewam kir. Çalakî li avahiya ÎHD’a Amedê pêk hat. Xizmên windayan pankarta “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku wêneyên windayan li ser heyî vekirin û wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, tev li çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Mîna serdemên berê, emê îro jî aqûbeta windayan bipirsin. Ligel ku ewqas dosye û belge jî hatin pêşkêş kirin lê  dîsan jî faîl nehatin dîtin û darizandin. Hemû serlêdanên malbatan, rakirin refên bi toz. Ev bêhiqûqî,  di roja me ya îro de, bi tecrîd û binpêkirinên mafan dewam dike. Bi destpêkirina grevên birçîbûnê re, di girtîgehan de pirsgirêkên cîdî tên jiyîn. Em dixwazin bidin diyar kirin ku emê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.”

Ji malê derket û carek din venegeriya malê

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî aqûbeta Enver Akan ê di 15’ê Cotmeha 1998’an de dema xwest ji gundê Altinolûk ê Kerborana Mêrdînê biçe navçeya Mîdyadê û carek din agahî jê nehat girtin, pirsî. Yalçin diyar kir ku ligel hemû hewldanan jî heya roja îro derbarê Akan de tu agahî nehatin girtin.

Li Êlihê jî aqûbeta Alî Îhsan Dagli hat pirsîn

Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 435’an de li avahiya ÎHD’ê berdewam kirin. Xizmên windayan û  parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Ji rêveberên ÎHD’ê yên Êlihê Şehnaz Bariş, daxuyaniya vê heftê xwend û pirsa aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 14’ê Nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê navçeya Farqîna Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin kir.  Bariş da zanîn ku dewletê heta roja îro ji bo darizandina kiryaran tişt ne kiriye û wiha got: “Kujerên windayan tên parastin. Kiryarên Alî Îhsan Dagli jî mîna hemû kiryarên windayan tên parastine.”STENBOL/AMED/ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar