Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Cuma - 20 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn,

Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan…

Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew kesên mînak in. Her wiha ew kes jî zû ji nava me diçin. Belê diçin, lê rihê wan û bîranînên wan tim bi me re dimînin. Yek ji wan kesan jî Îbrahîm Ayhan e.

Îro salvegera wê roja reş e. Di rojek wiha de bû xatir ji me xwest û ew jî ji nav me çû. 6 sal berê wekî îro bû ew xebera nexweş gihîşte me. Kesî ji me jî bawer nekir. Çawa dibe ku ji nişka ve biçe. Birastî jî gelekî zû bû çûyîna wî û em pê êşiyan. Çi kesê wî nas kiribe û destê xwe dabe wî jê bandor bûye.

Mirovên bi vî rengî kêm in û kesên bijarte ne. Her wiha kesên wiha hê di zarokatiya xwe de xuya dibin. Dema ku Îbrahîm Ayhan li Lîseyê xwendekar bû doza kurd nas dike. Wekî din şerê qirêj ê li dijî kurdan dibîne û wê demê bi xwe dihese. Dema ku diçe zanîngehê jî di rêxistinkirina xwendekaran de cih digre. Li zanîngeha Mereşê xwendekar bû û hê di pola destpêkê de bela xwe lê didin û wî ji zanîngehê dûr dixin. Ev yek dibe sedem ku Îbrahîm Ayhan hê bêtir nêzî bûyerên polîtîk be. Piştre careke din dikeve ezmûnên zanîngehê û vê carê diçe zanîngeha Wanê. Li wê derê beşa zîraatê dixwîne û dîsa di nava xebatan de cihê xwe digre. Wê demê jî salên 1990’î ye û li Kurdistanê dema rabûnê ye. Di wê pêvajoyê de li Kurdistanê salên ji agir bû.

Îbrahîm Ayhan ji ber xebatên xwe yên li zanîngehê doz lê tê vekirin û biryara girtina wî tê dayîn. Ji ber vê yekê xwe dide aliyekî û sê salan li bajarên Tirkiyeyê dimîne. Di sala 1993’an de jî biryara girtina wî bi dawî dibe. Piştî bi demekê ji bo zanîngehan efû derdikeve û careke din vedigere Wanê. Li Wanê zanîngehê diqedîne û dest bi mamostetiyê dike. Di heman demê de xebatên kedê jî dimeşîne. Cara pêşî sala 2007’an wekî namzetê serbixwe yê parlementeriyê dikeve hilbijartinê. Tevî ku tê hilbijartin jî, ji ber hîle û sextekariyên dewletê nadin wî. Heman salê li Rihayê dikeve nav siyaseta aktîf. Di wan salan de li Rihayê serokatiya BDP û DTP’ê kir. Sala 2010’an tê ji doza KCK’ê tê girtin. Piştî bi demekê ango sala 2011’an hilbijartin çêdibe û ji Rihayê wekî parlementerê serbixwe tê hilbijartin. Lê tevî vê yekê jî nayê berdan. Di sala 2014’an de Îbrahîm Ayhan ji girtîgehê derdikeve û wê salê jî berxwedana dîrokî ya Kobanê hebû.

Di pêvajoya Kobanê de jî hevalê Îbrahîm ji ser sînor veneqetiya. 4 mehan bênavber li ser sînorê Pirsûsê ma û şahidî ji wê berxwedana dîrokî re kir. Kurd jî bûn şahidê fedekariya Îbrahîm Ayhan. Ji ber vê fedekarî û lehengiya xwe jî gelekî hat hezkirin. Sala 2015’an di hilbijartinê de careke din hat hilbijartin û ket meclisê. Lê ew her di nava gel de bû. Heman salê li Kurdistanê rêveberiyên xweser hatin ragihandin. Îbrahîm Ayhan jî berê xwe da wan taxên ku qedexe bûn. Bi mehan li Nisêbînê ma û bi çavê xwe dît ku bê sendroma Nisêbînê çi bi serê artêşa dewleta tirk kir. Kêlî bi kêlî ew têkçûna artêşa Tirk ji raya giştî re ragihand û ew dewleta kujer teşhîr kir.

Di pêvajoya wê berxwedanê de hat Ewropayê û bû mêvanê bernameya min a li ser rêveberiyên xweser. Dema ku min ew dît bêhna partiyê jê dihat. Ji nava şer hatibû û rastiya li Kurdistanê vegot. Piştî bi çend salan ango 20’ê îlona 2018’an jî ew xebera nexêr hat. Ew Îbrahîmê ku ji bajarê pêxemberan hatibû, ji nav me çûbû. Ew bi serê xwe wekî bajarekî bû û mirovek ew çend leheng bû. Gelek mînak û gotin hene û divê mirov bêje. Ji ber ku mirovan xwe li cem wî bi ewle hîs dikir. Yanî ew mirovek ji têkoşîna xwe bawer bû û ew bawerî jî dida mirovan. Mirovên bi vî rengî divê her tim qala wan were kirin û lehengiya wan were gotin. Divê ew mirovên hêja neyên jibîrkirin. Ji ber ku wan kesan bi sekna xwe dîroka jiyanek bi rûmet hiştin. Em ê ti carî wan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin…

Nûçeyên Têkildar